KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 77-87
  • Tebax

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tebax
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Duşem, 1 Tebaxê
  • Sêşem, 2 Tebaxê
  • Çarşem, 3 Tebaxê
  • Pêşem, 4 Tebaxê
  • Înî, 5 Tebaxê
  • Şemî, 6 Tebaxê
  • Led, 7 Tebaxê
  • Duşem, 8 Tebaxê
  • Sêşem, 9 Tebaxê
  • Çarşem, 10 Tebaxê
  • Pêşem, 11 Tebaxê
  • Înî, 12 Tebaxê
  • Şemî, 13 Tebaxê
  • Led, 14 Tebaxê
  • Duşem, 15 Tebaxê
  • Sêşem, 16 Tebaxê
  • Çarşem, 17 Tebaxê
  • Pêşem, 18 Tebaxê
  • Înî, 19 Tebaxê
  • Şemî, 20 Tebaxê
  • Led, 21 Tebaxê
  • Duşem, 22 Tebaxê
  • Sêşem, 23 Tebaxê
  • Çarşem, 24 Tebaxê
  • Pêşem, 25 Tebaxê
  • Înî, 26 Tebaxê
  • Şemî, 27 Tebaxê
  • Led, 28 Tebaxê
  • Duşem, 29 Tebaxê
  • Sêşem, 30 Tebaxê
  • Çarşem, 31 Tebaxê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 77-87

Tebax

Duşem, 1 Tebaxê

Bêyî min hûn nikarin tu tiştî bikin (Yûhn. 15:5).

Tenê ewên ku tevî Îsa nêzîk in, wê bi saya qurbana wî kerema bistînin. Îsa got wekî ew wê “emirê xwe ber dostêd xweva” bide (Yûhn. 15:13). Merivên amin yên ku dijîtin pêşiya hatina Îsa ser erdê, gerekê derheqa wî pêbihesin û wî hiz kin. Çaxê merivên amin wê ji mirinê rabin, hela hê ewana jî gerekê bibine dostên Îsa, seva jîyîna heta-hetayê qazanc kin (Yûhn. 17:3; Kar. Şand. 24:15; Îbrn. 11:8-12, 24-26, 31). Em şabûnê distînin ku şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda tevî Îsa hevkariyê dikin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ew dersdar bû. Lê çaxê ew vegeriya li ezmên, hingêda ew berdewam dike ça serê civatê rêberiya wî şixulî bike. Ew cefê me divîne û qîmet dike, çimkî em çiqas dikarin alî geleka dikin, wekî ewana wî û Bavê wî nas kin. Bi rastî tenê pê alîkariya Yehowa û Îsa em dikarin ewî şixulî bînin sêrî (Yûhn. 15:4). w20.04 22 ¶7-8

Sêşem, 2 Tebaxê

Ev her du qiral [padşa] . . . wê di sifreyekêda derewa bêjin (Dan. 11:27).

Sernav “padşê bakurê” û “padşê başûrê” pêşiyê ser wan serwêra dihate gotinê, yên ku wan ciya padşatî dikirin, ku ji Îsraêlê aliyê bakurê û başûrê bûn (Dan. 10:14). Heta Pênciye Hesabê sala 33 D.M., miletê Îsraêl cimeta Xwedê bû. Paşê Yehowa eşkere kir, wekî îda şagirtên Îsayî amin bûne cimeta wî. Lema jî pêxembertiya Daniyêl ji serê 11, diha zef ne ku derheqa miletê Îsraêlê ye, lê derheqa şagirtên Mesîh ye (Kar. Şand. 2:1-4; Rom. 9:6-8; Galt. 6:15, 16). Û cûre-cûre wededa, cûre-cûre serwêr dibûne padşê bakurê û padşê başûrê, lê ewana sê tiştada nedihatine guhastinê. Ya pêşin, ew herdu padşa pey cimeta Xwedê diketin. Ya duda, ew yek ku ewana ça bûn hindava cimeta Xwedê, dida kifşê ku ewana Xwedêyê rast Yehowa nefret dikin. Û ya sisiya, ev herdu padşa bona hukumtiyê hevra diketine hucetê. w20.05 3 ¶3-4

Çarşem, 3 Tebaxê

Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim (Derk. 3:14, DT).

Yehowa dikare bibe her kesê ku lazim e, seva qirara xwe bîne sêrî. Yehowa hin jî dikare usa bike, wekî xizmetkarên wîyî gunekar jî bibine ew, çi ku lazim e seva wîra xizmet kin û nêta wî bînin sêrî (Îşa. 64:8). Bi wî cûreyî Yehowa usa dike, wekî qirara xwe eseyî bîne sêrî. Tu tişt nikare wî bide sekinandinê, ku nêta wî bê sêrî (Îşa. 46:10, 11). Hergê em derheqa kirên Yehowa bifikirin û derheqa vê yekê ku ew ça alî me dike, wekî qirara wî bînin sêrî, emê Bavê xweyî ezmana hê zêde qîmet kin. Mesele, gava em derheqa hemû çêkirinên destê Xwedê difikirin, em ecêbmayî dimînin ku Yehowa çiqas qewat e (Zeb. 8:3, 4). Û çaxê em difikirin ku ew ça alî me dike, wekî em qirara wî bînin sêrî, em hê zêde qedirê wî digirin û wî hurmet dikin. Navê Xwedê rastî jî me gelek metal dike! Ew nav mera her tiştî derheqa Bavê me eyan dike, û usa jî derheqa hemû kirên wî, ku ew dike û wê bike (Zeb. 89:7, 8). w20.06 9-10 ¶6-7

Pêşem, 4 Tebaxê

[Xwedê] xwexa emir, bînê û her tiştî dide hemûya (Kar. Şand. 17:24, 25).

Oksîjen ew heye gaz, bi saya kîjanî meriv û heywan dijîn. Li gora lêkolînê, efrînên sax nava salekêda bi seda mîlyard ton oksîjen bîna xwera dikişînin, lê gaza karbondîoksîd bîna xwera derdixin. Lê oksîjen tu car kuta nabe, û karbondîoksîd jî hewayêda namîne û top nabe. Çira? Çimkî Yehowa cûre-cûre şînkayên mezin û biçûk efirandiye, kîjan ku karbondîoksîdê dikişînine xwe, û dewsê oksîjenê derdixin. Ev ziviroka oksîjenê îzbat dike giliyên ji rêza roja îroyîn. Çi dikare alî me bike, wekî em planêta me û tiştên baş çi ser hene, hê zêde bişêkirînin? (Zeb. 115:16) Ya pêşin, bifikirin ser çêkirina destên Yehowa. Ew yek wê me hêlan ke, wekî her roj bona tiştên qenc ku Yehowa dide me, razîbûna xwe jêra bidine kifşê. Usa jî hergê em ciyê ku em dijîn temiz xwey kin, emê bidine kifşê ku erdê qîmet dikin. w20.05 22 ¶5, 7

Înî, 5 Tebaxê

Ezê navê xweyî mezin, yê ku nav neteweyada [miletada] xirab bûye . . . pîroz bikim (Hezql. 36:23).

Yehowa hindava buxdana Şeytan bîlanî, sebir û heqiya xwe da kifşê. Yehowa bi gelek cûra eyan kir, wekî Ew Xwedayê Himzor e. Lê ya lape ferz ew e, ku hemû kirên wîda hizkirina wî tê kifşê (1 Yûhn. 4:8). Belê, Yehowa timê navê xwe pîroz dike. Şeytan heta roja îro jî pê buxdana navê Xwedê bêhurmet dike. Ew şikê dike dilê meriva, ku Yehowa qewat, heq, bîlan û bi hizkirin e. Mesele, Şeytan hemû tiştî dike, wekî meriya bide bawerkirinê ku Efirandar tune ye. Lê ew merivên ku Xwedê bawer dikin, Şeytan dixwaze wana bide bawerkirinê, wekî Xwedê û normên wî heq nînin û azaya meriva sînor dikin. Ew hela hê jî hîn dike, ku Yehowa Xwedêkî bêrem e û meriva cenimêda dişewitîne. Çaxê meriv wan derewa bawer dikin, îda normên Yehowayî heq înkar dikin. Mîrê-cina heta ku nehatiye kutakirinê, wê berdewam ke telika ber me dayne, wekî em pişta xwe bidine Bavê xwe. Lê ew wê bikaribe bigihîje nêta xwe yan na? w20.06 5 ¶13-15

Şemî, 6 Tebaxê

Îdî firqî ne nava cihû û necihûyada heye, ne nava sinetkirî û nesinetkiriyada, ne barbar û beyaniyada û ne jî xulam û azayada, lê serî Mesîh e û Mesîh e nava her bawermendîda (Kols. 3:11).

Gelek civatada, hine xûşk û birayên ku zimanê civatê baş nizanin, hene. Wan belkî zor tê ku fikrên xwe bînin zimên. Lê hergê em ne tenê xeberdana wan binihêrin, emê bivînin ku ew çiqas Yehowa hiz dikin û dixwazin wîra xizmet bikin. Gava em van hunurên wane xweş bivînin, emê ji dil qîmetê bidin wan. Emê nebêjin “Tu kêrî min nayêyî!”, ji ber ku ew zimanê me baş nizanin (1 Korn. 12:21). Em ji Yehowara şikirdar in ji ber ku wî em di civata xweda qebûl kirine. Ji bo Yehowa firq nake ku em mêr yan jin in, azep yan zewicî ne yan zimanekî baş zanin yan na. Yehowa qîmetê dide me hemûya, û gerekê em jî qîmetê bidin hevdu (Rom. 12:4, 5; Kols. 3:10). Were em timê aliyê xweda her tiştî bikin ku rola xwe û rola kesên mayîn teşkîleta Yehowada, qîmet bikin. w20.08 31 ¶20-22

Led, 7 Tebaxê

Hineka xwe li wî girt, bawer kirin (Kar. Şand. 17:34).

Pawlos tu car nedifikirî, wekî merivên Atînî wê nebine şagirtên Îsa, çimkî bajarê wan bi pûta, bênamûsiyê, û fîlosofiya pûtparista tije bû. Ewî berdewam dikir wanra şedetiyê bide hingê jî, gava wana ew bêhurmet dikirin. Pawlos xwexa heta ku bibûya Mesîhî, dikifirî, dizêrand û neyartî dikir (1 Tîmt. 1:13). Çawa Îsa bawer dikir, wekî Pawlos dikare bibe şagirtê wî, usa jî Pawlos bawer dikir, wekî Atînî dikarin bêne ser riya rast. Û ew nihêrandina wî pûç nîbû (Kar. Şand. 9:13-15). Qirna yekêda, merivên ji cûre-cûre mileta dibûne şagirtên Îsa. Çaxê Pawlos Mesîhiyên Korintîra neme nivîsî, ewî got ku hinekên ji wan berê qaçax bûn û bênamûsiya mirdar dikirin. Paşê ewî wanra got: “Ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê” (1 Korn. 6:9-11). Lê weyê qe bawer kira, ku ew meriv dikarin bêne guhastinê û bibin şagirtên Mesîh? w20.04 12 ¶15-16

Duşem, 8 Tebaxê

Îdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne (1 Padş. 19:4).

Rûspî gerekê lez nekevin ku wan xûşk-bira sûcdar kin, yên ku dudilî dibin, wekî xizmetî Yehowara badîhewa nîne. Dewsê, ewana gerekê fem bikin, ku çira ew xûşk yan bira usa difikire yan usa dike. Tenê hingê rûspî wê bikaribin bi saya Kitêba Pîroz hê baş dil bidine wî û alî wî bikin. Êlyas pêxember ji Îzabêla Jin-padşa, revî (1 Padş. 19:1-3). Ewî tirê şixulê ku ewî dikir badîhewa bû û xwera mirin dixwest (1 Padş. 19:10). Yehowa seva vê yekê Êlyas sûcdar nekir, lê dewsê wî da bawerkirinê ku ew tenê nîne, û dikare îtbariya xwe qewata Xwedê bîne, û hela hê gelek şixul maye ku ew gerekê bike. Çaxê Êlyas derdên xwe Yehowara gilî kir, Yehowa bi dil guh da wî û şixulên teze da wî (1 Padş. 19:11-16, 18). Ew yek çi dersê me hîn dike? Her kes ji me, îlahî rûspî gerekê hindava xizmetkarên Yehowa nerm û qenc bin. Hergê kesek hêrse-hêrs derdê xwe rûspiyara gilî dike, yan jî kesek dibêje, wekî ew hêjayî baxşandina Yehowa nîne, yeke rûspî gerekê rind guh bidine wî, gava ew dilê xwe vedike. Paşê rûspî gerekê ew peza undabûyî bidine bawerkirinê, ku Yehowa wî gelek hiz dike. w20.06 22 ¶13-14

Sêşem, 9 Tebaxê

Heval her gav hiz dike (Metlk. 17:17).

Yehowa dixwaze, wekî em şabûnê bistînin, çaxê tevî nefer û hevalên xwe, wede derbaz dikin (Zeb. 133:1). Hevalên Îsa jî hebûn (Yûhn. 15:15). Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku hevalên baş dikarin kêrî me bên (Metlk. 18:24). Û usa jî tê gotinê, wekî ne baş e hergê xwe ji meriva başqe kin (Metlk. 18:1). Gelek meriv difikirin, wekî malperên sosyalî mecaleke baş e, ku hevala xwera bivînin û xwe tenê texmîn nekin. Lê em çaxê malperên usa didine xebatê, gerekê fesal bin. Lêkolîna nîşan kirin, wekî merivên ku gelek wede malperên sosyalîda derbaz dikin, axiriyêda xwe tenê texmîn dikin û dikevine dêprêsiyê. Lê çira? Menîk dibeke ew e, ku meriv şiklên xweye bedew û yên hevalên xwe dikine malperên sosyalî, û gişkara nîşan dikin ku ewana ciyên çiqas başda wedê xwe derbaz dikin. Merivê ku wan şikla dinihêre dibeke bifikire, ku emirê wî himberî emirê merivê ku şiklê xwe kiriye wan malpera, qe hewas nîne û hela hê jî nêta emirê wî tune ye. w20.07 5-6 ¶12-13

Çarşem, 10 Tebaxê

Şandî û berpirsiyar civiyan, ku bona vê yekê bişêwirin (Kar. Şand. 15:6).

Jûrnala “Birca Qerewiliyê” ya 1 Cotmehê 1988, usa dibêje: “Rûspiyên civatê gerekê fem bikin ku Îsa Mesîh dikare bi saya ruhê pîroz ser yek ji rûspiyên civatê hukum bike ku ew besa prînsîpeke Kitêba Pîroz bike, ya ku ji bo safîkirina problêmekê yan safîkirina ferz lazim e (Kar. Şand. 15:7-15). Koma rûspiyên civatêda, ruhê pîroz tu cara tenê ser yekî ji wan hukum nake”. Rûspiyê civatê, yê ku qedrê rûspiyên din digire, nake ku civîna rûspiyên civatê kontrol bike, û ew nafikire ku nihêrandina wî her tim rast e. Ew fikrên xwe bi milûktî tîne zimên, û ew rind guh dide gotinên rûspiyên din. Ew xîret dike ku dîna wan bikişîne ser prînsîpên Kitêba Pîroz, û ew hazir e ku rêberiya “xulamê amin û serwaxt” qebûl bike (Met. 24:45-47). Hergê nav rûspiyên civatêda hizkirin û hurmet hebe, ruhê pîroz wê rêberiya wan bike ku ewana safîkirinên rast bikin (Aqûb 3:17, 18). w20.08 27 ¶5-6

Pêşem, 11 Tebaxê

Bi qenciyê tu ser xirabiyê keve (Rom. 12:21).

Dijminên Pawlosê şandî gelek ji wî qewattir bûn. Wana gelek car wî dikutan û dikirine kelê. Usa jî mîna dereca Dawid, merivên ku hevalên Pawlos bûn, hindava wîda xirab bûn. Hela hê hine Mesîhiyên ji civatê jî, miqabilî wî bûn (2 Korn. 12:11; Fîlî. 3:18). Lê yeke ew neşkest. Çiqas jî miqabilî wî derdiketin, yeke ewî berdewam dikir mizgîniyê bela ke. Ew xûşk-birara amin dima hela hê wî çaxî jî, gava wana dilê wî dêşand. Xêncî vê yekê, ew Xwedêra amin ma heta xilaziya emirê xwe (2 Tîmt. 4:8). Pawlos ne ku pê qewata xwe ew hemû çetinayî alt dikir, lê Yehowa qewat dida wî. Lê hûn qe rastî dereceke usa hatine, ku meriv miqabilî we derketbûn? Em dixwazin ku Xebera Xwedê bigihînin hiş û dilê meriva. Em gerekê bi Kitêba Pîroz caba pirsên meriva bidin, bi qedir û heyf bin hindava wanda, û hemûşkara, hela hê dijminara jî qenciyê bikin (Met. 5:44; 1 Pet. 3:15-17). w20.07 17-18 ¶14-15

Înî, 12 Tebaxê

Alîkariya [milûktiya, DT] te min bilind dike (2 Sam. 22:36, ÎM).

Gelo Yehowa milûk e? Belê! Zebûrbêj Dawid jî vê yekê got vê rêza rojêda (Zeb. 18:35). Gava Dawid ev gotin dinivîsîn, ewî belkî dianî bîra xwe ku Samûyêl pêxember çawa hatibû mala bavê wî ku padşakî nû kifş bike. Ji 8 lawika, yê herî biçûk Dawid bû. Dîsa jî, Yehowa ew hilbijart ku dewsa Şawûl bibe padşa (1 Sam. 16:1, 10-13). Dawid padşa bê şik van gotinên zebûrbêjra qayîl bû, yê ku derheqa Yehowa usa got: “Xwe qûz dike, dîna Xwe dide erd û ezmana . . . Ew feqîr ji xwelîyê radike . . . wekî kêleka esilzada bide rûniştandinê” (Zeb. 113:6-8). Milûktiya Yehowa ji heleqetiya wî ya bi însanên qisûrdarra eyan dibe. Ew him hebandina me qebûl dike him jî me wek dostên xwe qebûl dike (Aqûb 4:8). Yehowa Kurê xwe wek qurbaneke ji bo gunehên me daye û bi vî awayî rê vekiriye, ku em bibin dostên wî. Yehowa bi rastî jî pir dilovan û dilrem e! w20.08 8 ¶1-3

Şemî, 13 Tebaxê

Xudan . . . naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin (2 Pet. 3:9).

Yehowa roj û siheta qira vê dinyayê kifş kiriye (Met. 24:36). Ew sebra xwe unda nake, û ewê berî vî wextî, tiştekî neke. Xwedê hilbet bîra kesên mirî dike û dixwaze wan rake, lê ew dîsa jî sebir dike (Îb. 14:14, 15). Wextê rastda, ewê wana ji mirinê rake (Yûhn. 5:28). Gerek em ji bo sebra Yehowa şikirdar bin. Ji ber ku Yehowa sebir kiriye, mecal ketiye destê me û destên gelek kesên din ku tobe bikin. Yehowa mecalê dide her kesî ku jîyîna herheyî bistîne. Gelo em çawa dikarin nîşan kin ku em ji bo sebra wî şêkirdar in? Gerek em bi dil û can wan kesa bigerin, “yên ku dilê wan ji bo jîyîna herheyî hazir” e, û alî wan bikin ku ew Yehowa hiz bikin û wîra xizmet kin (Kar. Şand. 13:48, DT). Bi vî awayî, ewê jî ji sebra Yehowa karê bivînin. w20.08 18 ¶17

Led, 14 Tebaxê

Xudan, rîyêd Xwe nîşanî min ke û min hînî şiverîyêd Xwe ke (Zeb. 25:4).

Em hilbet dixwazin ku xwendekarê me derheqa Yehowa hîn bibe. Usa jî, em dixwazin ku hînbûna Kitêba Pîroz dilê wî bigire, seva ku ew tiştên ku hîn dibe di jiyana xweda bixebitîne. Gotinên Îsa Mesîh ne tenê li ser hişê meriva, lê li ser dilê wan jî hukum dikir (Lûqa 24:15, 27, 32). Pir ferz e ku xwendekar Yehowa wek Kesekî rêalî û wek Bav, Xwedê û Dostê xwe hesab ke (Zeb. 25:5). Li dema hînbûna Kitêba Pîroz dîna xwendekar bikişîne ser xeyset-hunurên Xwedê (Derk. 34:5, 6; 1 Pet. 5:6, 7). Têma dersê çi be jî, nîşanî xwendekar bike ku Yehowa yekî çawa ye. Alî wî bike ku ew hizkirin, dilovanî û dilremiya Yehowa bivîne. Îsa Mesîh gotibû ku “temiya pêşin û here mezin” ev e ku meriv “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike” (Met. 22:37, 38). Xîret bike ku hizkirina Xwedê di dilê xwendekarda mezin bibe. w20.10 10 ¶12

Duşem, 15 Tebaxê

Îsa Merta, xûşka wê û Lazarê birê wan hiz dikirin (Yûhn. 11:5).

Îsa Mesîh qedrê hemû jina digirt (Yûhn. 4:27). Lê belê, Îsa Mesîh hê zêdetir qîmet dida jinên ku xwestina Xwedê dianî sêrî. Çawa ku Îsa hine mêr wek birên xwe hesab dikir, ewî jinên bawermend jî wek xûşkên xwe hesab dikir (Met. 12:50). Îsa usa jî wanra bû dostekî baş. Mesele, dostiya wî ya bi Meryem û Mertayêra bîne bîra xwe (Lûqa 10:38-42). Usa tê fem kirin ku ev herdu xûşk jî azep bûn. Îsa Mesîh bi gotin û kirinên xwe alî wan dikir ku ew xwe rihet texmîn bikin. Mesele, Meryemê şerm nedikir ku ber lingên wî rûnê. Gava Merta eciz bû, çimkî Meryemê alî wê nedikir, ewê xwe paş nekişand ku vê yekê Îsara bêje. Wê rojê, Îsa herdu xûşkara hine dersên ferz da. Îsa Mesîh gelek car diçû mala Merta, Meryem û birê wan Lazar, çimkî ewî wana hiz dikir (Yûhn. 12:1-3). Lema em şaş namînin ku gava Lazar nexweş ket, Meryem û Mertayê ji Îsa alîkarî xwest (Yûhn. 11:3). w20.09 20 ¶3; 21 ¶6

Sêşem, 16 Tebaxê

Wana tirê Padşatiya Xwedê wê zûtirekê kifş be (Lûqa 19:11).

Şagirtên Îsa yên pêşin hîviyê bûn ku Padşatî zû bê û wana ji bindestiya Romayê bifilitîne. Niha em hîviyê ne ku Padşatiya Xwedê xirabî û zulmî kuta ke û dinya nû saz bike (2 Pet. 3:13). Lê belê, gerekê em bi sebir hîviya wexta ku Yehowa kifş kiriye, bisekinin. Yehowa êpêce wext dabû Nuh ku “rastî dannasîn” bike û gemiyê ava bike (2 Pet. 2:5; 1 Pet. 3:20). Gava Birahîm derheqa qirkirina bajarên Sodom û Gomorayê gelek pirs dan, Yehowa bi sebir guh da wî (Destp. 18:20-33). Bi gelek sedsala, Yehowa li himberî serhişkiya miletê Îsraêl sebreke mezin eyan dikir (Nehem. 9:30, 31). Îro jî, Yehowa sebira xwe merivên dilpakra eyan dike û mecalê dide “ku hemû tobe bikin” (2 Pet. 3:9; Yûhn. 6:44; 1 Tîmt. 2:3, 4). Heger Yehowa haqas sebir dike, gelo nelazim e ku em jî îşê belakirin û hînkirina mizgînê bi sebir berdewam bikin? w20.09 10 ¶8-9

Çarşem, 17 Tebaxê

Hemû . . . ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Yehowa wê xeyset-hunur û bîra kesên rakirî vegerîne. Ev yek tê hesabê ku Yehowa meriva haqas hez dike ku ew hemû fikir, hest, gotin û kirinên wan divîne û bîra xweda xweyî dike. Lema, ew hêsa dikare nihêrandin, bîr û xeyset-hunurên kesên rakirî ji nûva bide wan. Dawid Padşa zanibû ku Yehowa bona her yek ji me çiqas xem dike (Zeb. 139:1-4). Gelo ev yek ku Yehowa derheqa me her tiştî zane, ser me çawa hukum dike? Ev yek ku Yehowa derheqa me her tiştî zane, me eciz nake. Gelo çima? Çimkî Yehowa me pir hiz dike. Ew qîmetê dide her yek ji me. Ew her tiştê ku ser me hukum dike, bîra xweda xweyî dike. Ev fikir bi rastî jî mêrxasiyê dide me. Tu car ne lazim e ku em xwe tenê texmîn bikin. Yehowa her tim kêleka me ye û ew her tim hazir e ku alî me bike (2 Dîr. 16:9). w20.08 17 ¶13-14

Pêşem, 18 Tebaxê

Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim (Zeb. 32:8).

Yehowa xizmetkarên xwe ji dil hîn dike. Ew dixwaze ku ewana wî nas bikin û wî hiz bikin. Ew wana wek zarên xwe hesab dike û dixwaze ku ewana heta-hetayê bijîn. Ev yek bê şîret û rêberiya wî nabe (Yûhn. 17:3). Li qirna yekê, Yehowa xizmetkarên xwe bi saya civatê hîn dikirin (Kols. 1:9, 10). Çawa ku Îsa Mesîh soz dabû, “Piştovan”, dêmek ruhê pîroz, pir alî wan dikir (Yûhn. 14:16). Ruhê pîroz alî şagirta dikir ku ew Xebera Xwedê fem bikin û gelek tiştên ku Îsa Mesîh gotibûn û kiribûn, dianîn bîra wan. Ev gotin û kirinên Îsa Mesîh paşê li Mizgînîda hatin nivîsandin. Vê zanebûnê baweriya wan qewî dikir û alî wan dikir ku ewana Xwedê, Îsa Mesîh û hevdu hê zêde hiz bikin. Yehowa berêda gotibû ku “di rojên dawînda”, însanê ji hemû mileta wê hilkişin “çiyayê” wî, wekî ji wî hînkirinê bistînin (Îşa. 2:2, 3). Ev pêxembertî niha tê sêrî. w20.10 24 ¶14-15

Înî, 19 Tebaxê

Yê bîlan hê rê-dirba ji hev derxe (Metlk. 1:5).

Hine kes çima şîretên baş yên dost û hevalên xwe qebûl nakin? Çimkî ew qure ne! Merivên qure hertim dixwazin tiştên ku li guhên wan xweş tên, bibihên, û ew guhên xwe ji rastiyê dizivirînin (2 Tîmt. 4:3, 4). Ew difikirin ku nihêrandina wan, nihêrandina herî rast e, û ku qîmeta wan ji qîmeta kesên din bilindtir e. Lê Pawlosê şandî usa nivîsî: “Heger yek xwe dewsa tiştekî datîne û xwexa ne tu tişt e, ew xwexa xwe dixapîne” (Galt. 6:3). Silêman Padşa jî nivîsî: “Xortê feqîr û şehreza, ji padşayê bêaqil û kalbûyî yê ku îda naşêwire çêtir e” (Waîz 4:13, ÎM). Bîne bîra xwe ku gava Pawlosê şandî li ber her kesî şaşiya Petrûsê şandî da rûyê wî, Petrûs xwe ça kifş kir (Galt. 2:11-14). Ji ber ku Petrûs yekî aqilmend bû, ew nexeyîdî ku Pawlos li ber her kesî şîret da wî, lê ewî şîreta wî qebûl kir. Paşê, ewî derheqa Pawlos got “birê . . . delal” (2 Pet. 3:15). w20.11 21 ¶9, 11-12

Şemî, 20 Tebaxê

Hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Çi wê alî xwendekarên Kitêba Pîroz bike ku ewana aliyê ruhanîva pêşda herin? Pir ferz e ku ewana bên civîna. Hînkirin ku li civîna tê dayîn wê zanebûna wan zêde bike, baweriya wan hê qewî bike û alî wan bike ku ew hê zêde Xwedê hiz bikin (Kar. Şand. 15:30-32). Xêncî vê yekê, mizgînvan dikare xwendekarê xwera bêje ku hizkirina Yehowa çawa alî wî kiribû ku guh bide qanûnên Xwedê (2 Korn. 7:1; Fîlî. 4:13). Û gava xwendekarên Kitêba Pîroz cûre-cûre mizgînvanên amin nas dikin, meselên wan dikarin wana hîn bikin, ku ew çawa dikarin li gora temiya Îsa ku Xwedê û însana hiz bikin, bijîn (Yûhn. 13:35; 1 Tîmt. 4:12). Usa xwendekar divînin ku mizgînvan jî mîna wan rastî problêma hatibûn, û ev yek nîşanî xwendekara dike ku ew jî dikarin jiyana xwe biguhêzin û bibin şagirtên Îsa Mesîh (Qan. Dcr. 30:11). Hemû xûşk û bira dikarin cûre-cûre aliyava alî xwendekara bikin ku ew ji aliyê ruhanîva pêşda herin (Met. 5:16). w20.11 5 ¶10-12

Led, 21 Tebaxê

Min Efesêda şerê xwe . . . tevî “seva” kir (1 Korn. 15:32).

Dibe ku Pawlosê şandî li arênaya Efesê bi heywanara şer kiribû (2 Korn. 1:8; 4:10; 11:23). Yan jî, wî belkî besa Cihûya û kesên din dikir, yên ku mîna heywanên xof miqabilî wî derdiketin (Kar. Şand. 19:26-34; 1 Korn. 16:9). Sebeb çi bû jî, eşkere ye ku Pawlosê şandî rastî derecên xof hatibû. Lê dîsa jî, ewî hêviya xwe tu cara unda nedikir (1 Korn. 15:30, 31; 2 Korn. 4:16-18). Îro, dinya pir xirab e. Hine xûşk û birên me seva şer yan zulm û zordariyê zirar dîtiye. Hine xûşk û birên me jî li welatên ku îşê belakirina mizgînê hatiye qedexe kirin, dijîn. Dîsa jî, ewana xizmeta Yehowa nadin sekinandin, û aminiya wan mera mesele ye. Ew zanin ku heger ewana jiyana xwe unda bikin jî, Yehowa wê jiyaneke diha baş bide wan. w20.12 9 ¶3-4

Duşem, 22 Tebaxê

Em tevayî bona Xwedê dixebitin, hûn jî zeviya Xwedê ne, avayiyê Xwedê ne (1 Korn. 3:9).

Gelo tu carina dilteng dibî ji ber ku li herêma te, gelek meriv guh nadin mizgînê yan ne li malê ne? Heger usa ye, tu çawa dikarî şabûna xwe xwey bikî yan zêde bikî? Usa jî, pir ferz e ku nihêrandina me li ser xizmetê rast be. Gelo em çawa dikarin nihêrandineke pozîtîv xwey bikin? Bîr neke ku nêta herî ferz ya xizmeta me ev e ku em navê Xwedê û Padşatiya wî elam bikin. Îsa Mesîh zelal kiribû ku yên ku riya jiyanê divînin, hindik in (Met. 7:13, 14). Gava em diçin xizmetê, em tevî Yehowa, Îsa Mesîh û meleka hevkariyê dikin (Met. 28:19, 20; Eyan. 14:6, 7). Yehowa kesên hêja dikişîne bal xwe (Yûhn. 6:44). Lema, heger kesek niha mizgînê qebûl neke jî, ewê belkî careke din guh bide me. Xûşkeke me Dêbî, dibêje: “Şeytan dikare diltengiyê wek çekekê bixebitîne”. Lê belê, Yehowa ji Şeytan û hemû çekên wî qewattir e. w20.12 26 ¶18-19; 27 ¶21

Sêşem, 23 Tebaxê

De em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye (1 Yûhn. 4:7).

Gelek xûşk û bira dixebitin ku ebûra xwe û malbeta xwe bikin. Lê dîsa jî, ev mizgînvanên amin bi dil û can piştgiriya teşkîleta Xwedê dikin. Mesele, hemû mizgînvan dikarin bi pera piştgiriya şixulê Padşatiyê bikin. Usa jî, hine mizgînvan paşî teşqelên tebiyetê alîkarî didin yan jî proêktên avakirinêda dixebitin. Bi vî awayî, ewana îzbat dikin ku ewana Xwedê û însana hiz dikin. Her hefte, em diçin civîna, çimkî em xûşk û bira hiz dikin. Em çiqas westiyayî bin jî, em diçine civîna. Em çiqas şermoke bin jî, em li civîna cabên xwe didin. Usa jî, çiqas problêmên me hebin jî, em pêşiya û paşî civatê kesên din dişdînin (Îbranî 10:24, 25). Em bona şixulên ku mizgînvanên din dikin gelek razî ne! w21.01 10 ¶11

Çarşem, 24 Tebaxê

Em kubar nebin (Galt. 5:26).

Merivên qure zor tê ku pesnê kesên din bidin, çimkî ew her tim dixwazin pesna bistînin. Ew xwe bi kesên din beramber dikin û dixwazin ji wan baştir bin. Ew bawer nakin ku kesên din jî dikarin îşên baş bikin, lema ew her tim dixwazin her tiştî xwe bi xwe bikin. Hergê tu têderxî ku dilê teda quretî heye, dua bike ku Yehowa alî te bike ku bikaribî bi saya “nûbûna hişê xwe” ji vî xeysetê xirab bifilitî (Rom. 12:2, ÎM). Em çiqas şêkirdar in ku Bavê me Yehowa milûk e! (Zeb. 18:35) Ew milûktiya xwe kesên dinra eyan dike, û wê baş be ku em jî usa bikin. Usa jî, wê baş be ku em merivên ku bi milûktî Yehowara xizmet dikin xwera bikin mesele. Bira em her tim pesnê Yehowa bidin! (Eyan. 4:11) w20.08 13 ¶19-20

Pêşem, 25 Tebaxê

Yêd usa wê rastî oxirmêd giran bên (1 Korn. 7:28).

Zewac bi eslê xwe pêşkêşeke bêqisûr ji Xwedê ye, lê sed heyf ku însan bêqisûr nînin (1 Yûhenna 1:8). Lema Kitêba Pîroz jin-mêrara dibêje ku zewaca wanda tengasiyên wan wê hebin. Yehowa dixwaze ku mêr bona hewcên malbeta xwe yên ruhanî, êmosiyalî û fîzîkî xem bike (1 Tîmotêyo 5:8). Lê jineke mêrkirî çiqas bi şixulên malêva mijûl be jî, gerekê ew xwexa jî her roj Kitêba Pîroz bixûne, li ser kûr bifikire û Yehowara ji dil dua bike. Ev yek carna hêsa nîne. Şixulên malê gelek in, lê gelek ferz e ku jin bona van tişta wede bivîne, çimkî Yehowa dixwaze ku her yek ji me dostiya xwe tevî wî qewî bike (Karên Şandiya 17:27). Hemû mêr gunekar in, lema carna jinên wanra hêsa nîne ku serîtiya wan qebûl bikin. Lê heger jin rind fem bike ku li gora Kitêba Pîroz ev yek çima ferz e, wê jêra diha hêsa be ku gura mêrê xwe bike. w21.02 9 ¶3, 6-7

Înî, 26 Tebaxê

Cêribandina baweriya we sebirê pêşda tîne (Aqûb 1:3).

Cêribandin û tengasî wek agirê bona hesin e. Gava şûrek êgirda tê sorkirin û paşê avêda tê sarkirin, şûr diha qayîm dibe. Mîna vê yekê, gava em li himberî tengasiya sebir dikin, baweriya me diha qewî dibe. Lema Aqûb usa nivîsî: “Sebir jî, bira bi dûmika dirêj be, wekî hûn kamil û gihîştî bin, tu kêmasîke we tunebe” (Aqûb 1:4). Gava em divînin ku tengasiyên me baweriya me diha qewî dikin, em dikarin li himberî wan bi şabûnê sebir bikin. Nema Aqûb dîna me dikişîne ser hine zemetên ku dikarin şabûnê ji me bistînin. Problêmek ev e gava tu nizanî çi bikî. Çaxê em dikevin tengasiyê, gerekê em ji Yehowa alîkariyê bixwazin, wekî em safîkirinên baş bikin, yên ku wê dilê wî xweş bên, bona xûşk-birên me kêrhatî bin, û wê alî me bikin ku em Yehowara amin bimînin (Yêremya 10:23). Seva ku em bizanibin ku çi bikin û dijminara çi bêjin, em hewcê bîlaniyê ne. Heger em nizanin ku çi bikin, em dikarin mêrxasî û şabûna xwe zû unda kin. w21.02 28 ¶7-9

Şemî, 27 Tebaxê

Bi dilê sax hevdu qayîm hiz bikin (1 Pet. 1:22).

Yehowa mera mesele ye. Hizkirina wî haqas qewî ye ku heta em wîra amin bimînin, tu tişt nikare dostiya di nav me û Yehowada xirab ke (Romayî 8:38, 39). Xebera Yûnanî, ya ku vê rêzêda ça “qayîm” hatiye welgerandinê, fikirekî usa dide, ku merî gerekê cefa bikişîne wekî hizkirinê bide kifşê. Carna belkî lazim e ku em zorê xwe bikin wekî xûşk yan birakî hiz bikin. Gava kesên din dilê me dêşînin, gerekê em “bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin . . . bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efesî 4:1-3). Gerekê em dîna xwe nedin şaşiyên xûşk û bira, lê bi çevê Yehowa Xwedê li wan binihêrin (1 Samûyêl 16:7; Zebûr 130:3). Îlahî gava em şaşiyên xûşk û bira divînin, carna hêsa nîne ku em wan hiz bikin. Li qirna yekê jî, ev yek hine şagirtên Îsa Mesîh zor dihat, mesele usa qewimî tevî du xûşkên bi navê Eyodiya û Sintîxa. Pawlosê şandî wanra got ku ew “tevî Xudan yekbûyî bira li hev bên” (Fîlîpî 4:2, 3). w21.01 22-23 ¶10-11

Led, 28 Tebaxê

Ez wera dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser Yê Xirab ketine (1 Yûhn. 2:14).

Birên cahil, xûşk-bira we gelek qîmet dikin, çimkî hûn tevî wan “mil bi mil” Yehowara xizmet dikin (Sêfanya 3:9). Xîret û rezediliya we gelek wan xweş tê. Bawer bin, ewana we gelek hiz dikin! Birên cahil, tu cara bîr nekin ku Yehowa we hiz dike û îtbariya xwe we tîne. Ji berêva Kitêba Pîrozda hatibû nivîsarê ku rojên axiriyêda, gelek xort wê bi rezedilî Yehowara xizmet bikin (Zebûr 110:1-3). Xwedê zane ku hûn wî hiz dikin û dixwazin bi dil û can wîra xizmet bikin. Him li himberî xwe, him jî li himberî kesên din bi sebir bin. Gava hûn seva şaşîke xwe têne şîretkirinê, vê yekê qebûl bikin ça şîreta ji Yehowa (Îbranî 12:6). Hemû cabdarî û şixulên xwe bi xîret bînin sêrî. Û ya lape ferz, her tiştî usa bikin, wekî Bavê weyî ezmana wera firnaq be (Metelok 27:11). w21.03 7 ¶17-18

Duşem, 29 Tebaxê

Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î (Metlk. 24:10).

Em dikarin seva gelek tişta dilteng bibin, mesele seva nexweşî yan qisûr û kêmasiyên xwe. Yan jî, em dikarin dilteng bibin, çimkî me di xizmeta Yehowada vê cabdariyê nestandiye ku me dixwest, yan jî çimkî gelek merivên li mihala me guh nadin mizgînê. Meriv hêsa dikare seva qisûr û kêmasiyên xwe dilteng bibe û bifikire ku Yehowa wî hêjayî jiyana her-heyî hesab nake. Nihêrandineke usa xof e û dikare ziyanê bîne. Li gora Kitêba Pîroz, tenê Îsa Mesîh gune nekiriye, lê em gişk gunekar in (Rom. 3:23). Lê belê, Xwedê bi zêdeyî dîna xwe nade qisûrên me. Ew Bavekî dilovan e, û ew dixwaze alî me bike. Usa jî, ew bisebir e. Ew divîne ku em çawa xîret dikin ku ji qisûrên xwe bifilitin û derheqa xwe bi zêdeyî nêgatîv nefikirin. Xwedê hertim hazir e ku alî me bike (Rom. 7:18, 19). w20.12 22 ¶1-3

Sêşem, 30 Tebaxê

Xûşk-birano, hertim şa bin, ser xwe bixebitin (2 Korn. 13:11, DT).

Em gişk li ser rêyekê dimeşin. Nêta me ev e ku em bin hukumdariya Yehowada dinya tezeda bijîn. Roj bi roj, em xîret dikin ku li ser riya jiyanê bimînin. Lê wek Îsa Mesîh gotibû, ev rê teng e, û carina li me zor tê ku em li ser vê rê bimînin (Metta 7:13, 14 bixûne). Ji ber ku em qisûrdar in, em hêsa dikarin ji vê rê derkevin (Galt. 6:1). Seva ku em li ser riya jiyanê bimînin, gerekê em hazir bin ku fikir, nihêrandin û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Pawlosê şandî me hêlan dike ku “ser xwe bixebitin”. Hêsa nîne ku em fikrên xwe bicêribînin, çimkî dilê me “xapînok” e, lema em carina fem nakin ku dilê me, me dibe ku derê (Yêrem. 17:9). Gerekê em haş ji xwe hebin ku em bi fikirên şaş xwe nexapînin (Aqûb 1:22). Lema, heger em dixwazin xwe bicêribînin, gerekê em Xebera Xwedê bidine xebatê. Xebera Xwedê eşkere dike ku em merivên çawa ne û “nêt û fikirêd” dilê me çi ne (Îbrn. 4:12, 13). w20.11 18 ¶1-3

Çarşem, 31 Tebaxê

Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin (Rom. 12:10).

Kesên milûk hê bextewar in. Gelo çima? Kesên ku sînorên xwe zanin alîkariya kesên din bi şikirdarî qebûl dikin. Mesele, bîne bîra xwe ku gava Îsa 10 merivên kotî qenc kirin, çi qewimî. Tenê yek ji wan vegeriya ku ji Îsara şikir bike, çimkî wî ew ji nexweşiyeke bêçare filitand. Ev meriv seva alîkariya Îsa şikirdar bû, û wî pesnê Xwedê da (Lûqa 17:11-19). Merivên milûkra hêsa ye ku kesên dinra dostiyê bikin û aştiyêda bimînin. Gelo çima? Ew qebûl dikin ku kesên din jî xweyê hunurên baş in, û ew bi wan bawer in. Gava kesên din îşê xweda pêşdaçûyî ne, merivên milûk şa dibin û pesnê wan didin. w20.08 12 ¶17-18

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin