KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es23 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Sibatê
  • Pêşem, 2 Sibatê
  • Înî, 3 Sibatê
  • Şemî, 4 Sibatê
  • Led, 5 Sibatê
  • Duşem, 6 Sibatê
  • Sêşem, 7 Sibatê
  • Çarşem, 8 Sibatê
  • Pêşem, 9 Sibatê
  • Înî, 10 Sibatê
  • Şemî, 11 Sibatê
  • Led, 12 Sibatê
  • Duşem, 13 Sibatê
  • Sêşem, 14 Sibatê
  • Çarşem, 15 Sibatê
  • Pêşem, 16 Sibatê
  • Înî, 17 Sibatê
  • Şemî, 18 Sibatê
  • Led, 19 Sibatê
  • Duşem, 20 Sibatê
  • Sêşem, 21 Sibatê
  • Çarşem, 22 Sibatê
  • Pêşem, 23 Sibatê
  • Înî, 24 Sibatê
  • Şemî, 25 Sibatê
  • Led, 26 Sibatê
  • Duşem, 27 Sibatê
  • Sêşem, 28 Sibatê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2023
es23 rûp. 17-26

Sibat

Çarşem, 1 Sibatê

Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin (Zeb. 145:18).

Yehowa qenciya hemû xizmetkarên xwe dixwaze. Ew nêzîkî her yekî ji me ye, û gava em dilteng dibin, ew vê yekê divîne (Zebûr 145:18, 19). Dîna xwe bidê ku Yehowa ça bona Êlyas pêxember xem dikir û alî wî dikir. Êlyas xizmetkarê Xwedê yê amin bû, û ew demeke gelek xirabda dijît. Wî çaxî dijminên Xwedê pey xizmetkarên wî diketin, û ewana îlahî pey Êlyas ketibûn ku wî bikujin (1 Padşatî 19:1, 2). Serda jî, Êlyas difikirî ku ew tenê ye û îda qet xizmetkarên Yehowa nemane (1 Padşatî 19:10). Lê Xwedê derbêra hate hewara Êlyas û melekek şand bal wî. Melek Êlyasra got wekî ew tenê nîne û ku dîsa gelek xizmetkarên Yehowa hene (1 Padşatî 19:5, 18). Îsa Mesîh şagirtên xwera got ku ewê bibin para malbeteke mezin (Marqos 10:29, 30). Usa jî, Yehowa – yê ku Serê malbeta meye ruhanî ye – soz dide, ku ewê piştgiriya xizmetkarên xwe bike (Zebûr 9:10). w21.06 8-9 ¶3-4

Pêşem, 2 Sibatê

Ewê ku ji Xwedê ye, gotinên Xwedê dibihê (Yûhn. 8:47).

Gelek meriv eciz dibin û dilikumin, çimkî em qelpiya hînkirinên rêlîgiyên mayîn eşkere dikin. Serwêrên rêlîgî endemên xwera dibêjin ku Xwedê kesên xirab davêje cenimê. Bi vê hînkirinê, ewana însana bin destê xweda digirin. Lê belê, Şedên Yehowa eşkere dikin ku ev yek derew e, çimkî Xwedê hizkirin e. Usa jî, serwêrên rêlîgî dibêjin ku ruh namire, lê Şedên Yehowa îzbat dikin ku ev fikir ji pûtparistiyê tê. Besa xeberê, heger ev fikir rast bûya, rabûna miriya wê pûç bûya. Xêncî vê yekê, gelek rêlîgiya hîn dikin ku her tişt bin kontrola felekêda ye, lê Şedên Yehowa dibêjin ku însan xweyê azaya bijartinê ye û dikare bi xwestina dilê xwe Xwedêra xizmet bike. Gava Şedên Yehowa derewa eşkere dikin, gelo rêaksiya serwêrên rêlîgî çawa ye? Ewana gelek hêrs dikevin! Heger em dibêjin ku em rastiyê hiz dikin, gerekê em gotinên Xwedê qebûl bikin (Yûhenna 8:45, 46). Em mîna Şeytan nînin, yê ku xwe rastiyê negirt. Çi jî bibe, em xwe li rastiyê digirin û her tim li gora baweriya xwe dijîn (Yûhenna 8:44). Xwedê dixwaze ku xizmetkarên wî mîna Îsa xirabiyê nefret bikin û “xwe li qenciyê bigirin” (Romayî 12:9; Îbranî 1:9). w21.05 10 ¶10-11

Înî, 3 Sibatê

Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve (Aqûb 4:7).

Heger em têderxin ku em ketine telika quretî yan timayê, gerekê em çi bikin? Gerekê em lê birevin! Pawlosê şandî gotibû wekî yên ku ji aliyê Mîrê-cinava hatine girtinê, dîsa jî dikarin ji telikên wî birevin (2 Tîmotêyo 2:26). Bîr neke ku Yehowa ji Mîrê-cina qewîtir e. Lema, heger em alîkariya Yehowa qebûl bikin, em dikarin ji telikên Şeytan birevin. Dewsa ku em bikevin telikên Mîrê-cina û paşê ji wan birevin, wê hilbet baş be ku em xwe ji telikên wî bi temamî dûr bigirin. Bona vê yekê, em hewcê alîkariya Yehowa ne. Her roj ji Yehowa alîkariyê bixwaze ku tu têderxî hela ev hunurên xirab ser fikir û rabûn-rûniştina te hukum dikin yan na (Zebûr 139:23, 24). Tu cara îznê nede ku quretî yan timayî ser te hukum bikin! Mîrê-cina nêçîrvanekî cêribandî ye, û ew bi hezara sala her tiştî dike, wekî xizmetkarên Yehowa bike telikên xwe. Lê zûtirekê ewê bê girtinê, û xilaziyêda wê bê qirkirinê (Eyantî 20:1-3, 10). Em hizreta wê rojê ne! Lê heta ew roj bê, miqabilî telikên Mîrê-cina hişyar bimînin. Haş ji xwe hebin ku quretî û timayî nekeve dilê we. Belê, “miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve”. w21.06 19 ¶15-17

Şemî, 4 Sibatê

Hîvî ji xweyê dirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne (Met. 9:38).

Gava kesek rastiya Kitêba Pîroz qebûl dike û kesên dinra jî besa rastiyê dike, dilê Yehowa şa dibe (Metelok 23:15, 16). Bêşik Yehowa seva xîreta xizmetkarên xwe gelek şa dibe. Mesele, sala xizmetê ya 2020-da, wedê pandemiyê, 7 705 765 hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikirin, û bi saya van hînbûna, 241 994 kes hatine nixumandinê. Ev şagirtên teze jî wê hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz bikin û diha zêde meriva bikine şagirtên Îsa Mesîh (Lûqa 6:40). Hemikî gava em vî şixulîda xîret in, dilê Yehowa şa dibe. Şixulê hînkirinê hilbet hêsa nîne, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin meriva hîn bikin ku ewana jî Bavê meyî ezmana hiz bikin. Gelo em dikarin xwera nêt daynin ku herî kêm hînbûneke Kitêba Pîroz derbaz bikin? Heger em hemû mecala didine xebatê ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî meriva destpêkin, emê ecêbmayî bimînin ku her tişt ça tê keremkirinê. w21.07 6-7 ¶14-16

Led, 5 Sibatê

Xizna min ya zêr û zîva heye, oxra hizkirina minda ya ji mala Xwedêra heye (1 Dîr. 29:3).

Yehowa şixulê avakirina paristgehê da destê Silêman, lê Dawid Padşa dîsa jî bi merdaniyê piştgiriya vî şixulî kir (1 Dîrok 22:11-16). Heger qewata me îda nagihîje proêktên avakirinêda bixebitin, em dîsa jî dikarin bi saya qurbankirinên xwe piştgiriya van proêkta bikin. Usa jî, em dikarin tiştên usa cahila hîn kin, çi ku wê kêrî wan bê. Xêncî vê yekê, dîna xwe bidê ku Pawlosê şandî merdaniya xwe ça nîşan dikir. Ewî Tîmotêyo tevî xwe dibir xizmetê û mêtodên hînkirinê û belakirina mizgînê wî hîn dikir (Karên Şandiya 16:1-3). Bi saya hînkirina ku Tîmotêyo ji Pawlos stand, ew bû mizgînvan û dersdarekî baş (1 Korintî 4:17). Tîmotêyo jî evê yekê çi ku ji Pawlos hîn bibû, kesên din hîn dikir. w21.09 12 ¶14-15

Duşem, 6 Sibatê

Nava weda hevsûdî û hevrikî hene (1 Korn. 3:3).

Dîna xwe bide dersên ji serhatiya Apolo û Pawlosê şandî. Herdu jî Nivîsarên Pîroz rind zanibûn û dersdarên bi nav û deng bûn. Xêncî vê yekê herdu jî alî gelek kesa kiribûn ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh. Lê dîsa jî wana hevdura nediketine lecê (Karên Şandiya 18:24). Çaxê Apolo ji Korintê çû, wede şûnda Pawlosê şandî wîra got ku bira ew dîsa vegere Korintê (1 Korintî 16:12). Apolo feresetên xwe bi cûrekî baş dida xebatê, dêmek bona belakirina mizgînê û bona qewîkirina civatê. Ji Kitêba Pîroz tê kifşê ku Apolo yekî milûk bû. Mesele, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Apolo xeyîdî, gava Ekîla û Priskîla “hê rast Riya Xwedê wîra şirovekirin” (Karên Şandiya 18:24-28). Çaxê Pawlosê şandî didît wekî Apolo pêşda diçe, ew neditirsiya ku merivên din wê Apolo ji wî çêtir hesab kin. Ji şîreta ku Pawlos da civata Korintê tê kifşê, wekî ew yekî milûk û serwaxt bû û sînorên xwe zanibûn (1 Korintî 3:4-6). w21.07 18-19 ¶15-17

Sêşem, 7 Sibatê

Gelek wê rast bêne hesabê (Rom. 5:19).

Adem û Hêwayê bi hemdê xwe miqabilî Xwedê rabûn, lema jî ewana hêja nîbûn, wekî malbeta Yehowada bimînin. Lê zureta wan? Yehowa meriva hiz dike û ew mecalê dide yên guhdar, wekî bibine para malbeta wî. Ewî bi saya qurbana Kurê xwe mera rê vekir (Yûhenna 3:16). Axiriyêda ser hîmê qurbana Îsa, 144 000 merivên amin mecal standin ku bibin kurên Xwedê (Romayî 8:15-17; Eyantî 14:1). Xêncî wê yekê dîsa bi mîlyona meriv guh didin Xwedê û qirara wî tînin sêrî. Heger ewana cêribandina paşinda dêmek xilaziya Serwêrtiya Hezarsalî ya Îsa Mesîh amin bimînin, ewana wê bi temamî bibin endemên malbeta Yehowa (Zebûr 25:14; Romayî 8:20, 21). Ewana îda nihada Yehowa ça “Bav” nav dikin (Metta 6:9). Usa jî, mecala kesên ku ji mirinê rabin wê hebe, wekî qirar û qanûnên Yehowa hîn bin. Heger ewana rêberiya wî qebûl bikin, ewê jî bikaribin bibin para malbeta wî. w21.08 5 ¶10-11

Çarşem, 8 Sibatê

Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).

Pawlosê şandîra cabdarîk hatibû dayînê, û ewî ev cabdarî ça tiştekî herî ferz hesab dikir. Ewî mizgîn him li ciyên ku gelek meriv hebûn bela dikir, him jî “mal bi mal” (Karên Şandiya 20:20). Ew hertim hazir bû ku mizgînê bela ke. Mesele, gava ew bajarê Atînayêda hîviya hevalên xwe bû, ewî hine kesên nav-dengra derheqa mizgînê gilî kir, û hine ji wan bûne şagirtên Îsa Mesîh (Karên Şandiya 17:16, 17, 34). Gava Pawlos girtî bû jî, ewî kesên der-dora xwera mizgîn bela dikir (Fîlîpî 1:13, 14; Karên Şandiya 28:16-24). Pawlos wexta xwe bi cûrekî baş dida xebatê. Ewî gelek car gazî kesên din dikir ku ewana tevî wî xizmet bikin. Mesele, ewî carekê Yûhenna, ku jêra Marqos digotin, û careke din jî Tîmotêyo xwera bire xizmetiyê (Karên Şandiya 12:25; 16:1-4). Bêşik Pawlosê şandî nîşanî wan dikir, ku gerekê ew civatê çawa organîze bikin, çawa şivantiyê bikin û çawa bibin dersdarên baş (1 Korintî 4:17). w22.03 27 ¶5-6

Pêşem, 9 Sibatê

Xwedê ji me her kesî ne dûr e (Kar. Şand. 17:27).

Hine kes dibêjin wekî ewana baweriya xwe wan tişta tînin, ku têne dîtinê, lema jî ewana bawer nakin wekî Xwedê heye. Lê dîsa jî, ewana hine tiştên ku nayên dîtin bawer dikin, mesele qewata gravîtasiyayê, çimkî ew yek eşkere ye. Mîna vê yekê, Kitêba Pîroz jî besa van tişta dike, “yên ku nayêne dîtin, lê bi rastiyê hene”, û bawerî hindava van tişta ser hîmê îzbatên eşkere ye (Îbranî 11:1, DT). Yazix gelek kes xîret nakin, wekî van îzbata lêkolîn bikin, lema jî difikirin ku Xwedê tune. Hine zandar paşî lêkolîna îzbata bawer kirin, ku her tişt ji aliyê Xwedêva hatiye efirandin. Hine ji wan zandara berê bawer nedikirin wekî Xwedê heye, çimkî ûnîvêrsîtêtêda hîn nedikirin ku Xwedê heye. Lê ewana derheqa Yehowa pêhesiyan û niha wî hiz dikin. Firqî tune em xwendî yan jî nexwendî ne, lazim e ku her kes ji me baweriya xwe hindava Xwedê qewî bike. w21.08 14 ¶1; 15-16 ¶6-7

Înî, 10 Sibatê

Xudan bona hemûya qenc e, rema Wî ser hemû efirînên Wî ye (Zeb. 145:9).

Îsa bi saya meteloka derheqa kurê undabûyî zelal kir, wekî Yehowa çiqas dilrem e. Vê metelokêda, xort ji malê çû û “emirê toltiyê derbaz kir, hemû hebûka xwe pûç kir” (Lûqa 15:13). Paşê, ewî tobe kir, xwe nimiz kir û vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Îsa Mesîh got: “Gava hê dûrva bavê ew dît, dilê wî ser şewitî, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ramûsa”. Kurê undabûyî gunên mezin kiribû, lê çimkî ewî tobe kir, bav baxşande wî. Bav kurê xwe bêhurmet nekir, lê bi dilremî baxşand û malbetêda qebûl kir. Bavê dilrem ji vê metelokê beramberî Yehowa dibe. Bi vê metelokê, Îsa eşkere kir ku Bavê wî hazir e gunekarên ku ji dil tobe dikin, bibaxşîne (Lûqa 15:17-24). w21.10 8 ¶4; 9 ¶6

Şemî, 11 Sibatê

Pêşiyê Xwedê rema xwe li necihûya kiribû, ku ji nava wan cimetekê derxe, wekî navê wî hildine ser xwe (Kar. Şand. 15:14).

Îro gelek serokên rêlîgiya çi ji destê wan tê dikin, wekî navê Xwedê veşêrin. Wana navê wî ji welgerandinên Kitêba Pîroz derxistine û hine ciya qedexe dikin dêrên xweda navê wî hildin. Tenê Şedên Yehowa bi rastî qedrê navê Xwedê digirin. Em ji hemû rêlîgiya zêdetir dîna meriva dikişînin ser navê Xwedê. Em xwe nav dikin Şedên Yehowa û çi ji destê me tê dikin, wekî hêjayî vî navî bin (Îşaya 43:10-12). Heta niha me 240 mîlyon zêdetir Kitêba Pîroz ya “Welgerandina Dinya Teze” neşir kiriye. Vê welgerandinêda navê Yehowa gelek rêzada hatiye nivîsarê, kîderê ku welgerandinên dinda nedane xebatê. Xêncî wê yekê, em edebyetên ku navê Yehowa bilind dikin, ser 1 000 zimana zêdetir derdixin! w21.10 20-21 ¶9-10

Led, 12 Sibatê

Heger li nava teda . . . yek ji Îsraêl destteng be, dilê xwe neke kevir û hindava birayê xweyî desttengda destgirtî nîbe (Qan. Dcr. 15:7).

Çaxê em alî xûşk-birên hewcedar dikin, ev jî pareke hebandina me ye. Yehowa soz dabû wekî wê van meriva xelat bike, yên ku bi merdanî alîkariyê didine belengaza (Qanûna Ducarî 15:10). Her car çaxê em komekê didine xûşk yan birakî hewcedar, Yehowa hesab dike ku em pêşkêş didine Wî (Metelok 19:17). Mesele, gava xûşk-birên ji Fîlîpyayê Pawlosra pêşkêşek şandin, yê ku li wê demê girtî bû, ewî ev pêşkêş ça “hediya qebûl û li Xwedê xweş” nav kir (Fîlîpî 4:18). Derheqa civata xwe bifikire û ji xwe bipirse: “Hela xûşk yan birakî usa heye ku hewcê alîkariyê ye û ez ça dikarim alî wî bikim?” Çaxê Yehowa divîne ku em wext, qewat, fereset û hebûna xwe didine xebatê seva ku piştgiriya kesên hewcedar bikin, Ew ji me razî dibe. Ew vê yekê ça pareke hebandina me hesab dike (Aqûb 1:27). Seva hebandina rast wede û qewat lazim e. Lê dîsa jî ev bona me bargiranî nîne (1 Yûhenna 5:3). Gelo çira? Çimkî em ewê yekê dikin ji bo hizkirina hindava Yehowa û xûşk-birên xwe. w22.03 24 ¶14-15

Duşem, 13 Sibatê

Ew teva xwe derdixe hin ser qenca, hin jî ser xiraba (Met. 5:45).

Seva ku em bikaribin hindava xûşk-birada dilşewat bin, gerekê em bizanibin derdên wan çi ne. Besa xeberê, xûşkek gelek nexweş e. Ew tu cara gilî û gazinên xwe nake, lê ew bêşik hewcê alîkariya me ye. Gelo bona hazirkirina xwarinê yan bona paqijkirina malê jêra alîkarî lazim e? Yan jî, besa xeberê birakî xebata xwe unda kiriye. Gelo em dikarin hine pere pêşkêşî wî kin – dibeke usa wekî ew pênehese jî ev pere ji kê ye, seva ku ew bikaribe ebûra xwe bike heta ku xebatê xwera bivîne? Dewsa ku em hîviyê bin heta kesek ji me alîkariyê bixwaze, wê baş be em gava pêşin bavêjin ku alîkariyê bidin. Were em çev bidine Yehowa, yê ku her roj tevê ser me derdixe û hîviyê nîne heta em evê yekê ji wî bixwazin. Serda jî, ji germaya tevê ne tenê kesên şêkirdar, lê her kes karê distîne. Ev yek ku Yehowa bona hewcên me xem dike, hizkirina wî nîşan dike. Em gelek şa ne ku Yehowa haqas qenc û destvekirî ye! w21.09 22-23 ¶12-13

Sêşem, 14 Sibatê

Xudano, qenc û afû kir î, hindava hemûyada xweyê huba mezin î, kîjan ku gazî Te dikin (Zeb. 86:5).

Seva hizkirina xweye amin, Xwedê hazir e bibaxşîne. Gava Yehowa divîne ku merivên gunekar tobe dikin û gunên xwe dihêlin, ew hazir e bibaxşîne wan. Dawid Padşa derheqa Yehowa usa gotibû: “Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me” (Zebûr 103:8-11). Dawid rind zanibû ku îsafeke nerihet barekî çiqas giran e, lê ewî dîtibû ku Yehowa çiqas rem e. Gelo Yehowa çira hazir e bibaxşîne? Caba vê pirsê, rêza îroyînda ye. Belê, ça Dawid duayê xweda gotibû, Yehowa hazir e bibaxşîne wan meriva, yên ku baxşandinê ji wî dixwazin, çimkî ew bi hizkirina amin tije ye. Gava em gune dikin, baş e ku em poşman dibin. Poşmanbûn dikare me hêlan bike, wekî em tobe bikin û şaşiyên xwe rast bikin. w21.11 5 ¶11-12

Çarşem, 15 Sibatê

Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be (Met. 6:9).

Yehowa navê xwe hiz dike, û ew dixwaze ku her kes qedrê vî navî bigire (Îşaya 42:8). Lê îda 6 000 sal e ku navê wî tê reşkirinê (Zebûr 74:10, 18, 23). Ev yek destpêbû, çaxê Mîrê-cina (dêmek “Buxdanbêj”) got ku Xwedê tiştên baş ji Adem û Hêwayê vedişêre (Destpêbûn 3:1-5). Ji wê demêva destpêbûyî, gelek kes dibêjin ku Yehowa ji meriva tiştên ku wanra lazim in vedişêre. Vê derewê dilê Îsa gelek dêşand. Îzna Yehowa heye ku li ser erd û ezmana hukum bike, û serwêrtiya wî, serwêrtiya herî baş e (Eyantî 4:11). Lê Mîrê-cina gelek melek û însan dane bawerkirin, wekî îzna Xwedê tune ku serwêrtiyê bike. Zûtirekî bi saya sebra Yehowa, ev pirs wê bi temamî safî be. Her kes wê bizanibe ku tenê Padşatiya wî dikare edilayê û bêxofiyê bîne ser erdê. w21.07 9 ¶5-6

Pêşem, 16 Sibatê

Ezê dîsa jî bi Xudan şa bibim, Ezê bi Xwedayê xilaziya xwe bicoşim [şa bim] (Hebq. 3:18, ÎM).

Femdarî ye serê malbetê dixwaze her tiştî bike wekî ebûra neferên xwe bike. Hilbet zor e çaxê çetinayên te aliyê perada hene. Dîsa jî, tu dikarî evê derecê bidî xebatê, wekî baweriya xwe diha qewî kî. Gotinên Îsa ji Metta 6:25-34 bixûne, ser van gotina kûr bifikire û dua bike. Bifikire ser serhatiyên xûşk-birên xizmetiyêda xîret, ku îzbat dikin wekî Yehowa bona wana xem dike (1 Korintî 15:58). Bi vî cûreyî, tuyê diha bawer bî wekî Bavê teyî ezmanî wê alî te jî bike. Ew zane ku tu hewcê çi yî, û ew dikare tiştên lazim bide te. Çiqas zêde tu destê Yehowa bivînî, haqas baweriya te wê hê zêde qewî be, û tuyê hazir bî himberî tengasiyên diha mezin sebir kî. w21.11 20 ¶3; 21 ¶6

Înî, 17 Sibatê

Heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh . . . heye (1 Yûhn. 2:1).

Baweriya hindava kirînê alî gelek şagirtên Îsa Mesîh kiriye ku nava zêrandina û tengasiyên dinda mizgînê bela kin û heta mirinê amin bimînin. Mesele, serhatiya Yûhennayê şandî bîne ber çevê xwe. Ça tê kifşê, ewî bi zêdetirî 60 salî mizgîna derheqa Îsa û qurbana wî, bi aminî bela dikir. Gava ew nêzîkî 100 salî bû, dewleta Romayî ew li girava Patmosê sirgûn kir, çimkî wî ça merivekî xof hesab dikirin. Gelo çima? Çimkî ewî derheqa Xwedê û Îsa Mesîh şedetî dida (Eyantî 1:9). Belê, Yûhenna ji aliyê sebir û aminiyêva meseleke gelek baş e! Ji kitêb û nemên ku Yûhenna bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz nivîsîn, eşkere ye ku ewî Îsa gelek hiz dikir û kirînê qîmet dikir. Di van nivîsarada, ewî zêdetirî 100 carî besa kirînê û kara vê kir (1 Yûhenna 2:2). Tê kifşê ku Yûhenna qurbana Îsa gelek qîmet dikir. w21.04 17 ¶9-10

Şemî, 18 Sibatê

Nifira li yê ker nekî, tiştekî nedî li ber nigê yê kor (Qan. Kah. 19:14).

Yehowa dixwest ku xizmetkarên wî hindava merivên seqet rem bin. Mesele, Îsraêliya gerekê nifir kesên ker nekirana. Bi rastî jî, nifirkirina merivê ker tiştekî gelek xirab e, çimkî ew nabihê û nikare xwe biparêze. Usa jî li gora Qanûna Kahîntiyê 19:14, gerekê xizmetkarên Xwedê tiştek nedana ser riya merivê kor. Kitêbek derheqa kesên seqet usa dibêje: “Berê, kesên usa Rohilata Navînda rastî zulmê û neheqiyê dihatin”. Dibeke hine kesên bêrem tişt datanîn ser riya kesên kor, wekî wana bêşînin yan qerfên xwe bi wan bikin. Ew çiqas bêxwedêtî ye! Bi saya vê temiyê, Yehowa nîşanî xizmetkarên xwe dikir ku ewana gerekê hindava merivên seqet dilrem bin. w21.12 8-9 ¶3-4

Led, 19 Sibatê

Aqûb gelekî tirsîya û tevîhev bû (Destp. 32:7).

Aqûb gelekî ditirsiya wekî birê wî hê ser wî hêrs e. Ewî derheqa vê problêmê bi dil Yehowara dua kir. Paşê, ewî gelek pêşkêş Esawra şandin (Destpêbûn 32:9-15). Xilaziyêda, gava ewana rastî hev hatin, Aqûb ne carekê, ne jî du cara, lê heft cara li ber Esaw kete ser çoka! Belê, Aqûb bi qedir û milûktî birê xwera li hev hat (Destpêbûn 33:3, 4). Gelo em dikarin ji vê serhatiyê çi hîn bin? Pêşiya ku Aqûb çû bal Esaw, ewî bi milûktî ji Yehowa alîkarî xwest. Paşê, ewî li gora duayê xwe çi ji destê wî hat kir, wekî birê xwera li hev bê. Gava Aqûb û Esaw rastî hev hatin, Aqûb şer nekir ku kê rast e, kê neheq e. Nêta Aqûb tenê ev bû ku birê xwera li hev bê. Lê tu dikarî çev bidî mesela Aqûb? (Metta 5:23, 24). w21.12 25 ¶11-12

Duşem, 20 Sibatê

Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane (1 Yûhn. 3:20).

Gava tu difikirî ku Îsa Mesîh emirê xwe bona gunên te daye, tu dibeke dibêjî: “Ez hêjayî vê pêşkêşê nînim.” Gelo çi dikare bibe sebeb ku tu usa bifikirî? Em gunekar in, lema jî dilê me dikare me bide bawerkirinê ku em hêjayî vê yekê nînin û bêkêr in (1 Yûhenna 3:19). Wî çaxî, gerekê em bînin bîra xwe ku “Xwedê ji dilê me mestir e”. Hizkirin û baxşandina Bavê meyî ezmana, ji fikrên me yên nêgatîv qewîtir in. Gerekê em usa ser xwe binihêrin, çawa ku Yehowa ser me dinihêre. Seva vê yekê gelek ferz e ku em berdewam kin dua bikin, Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û timê tevî xizmetkarên wî top bin. Gelo çima? Çimkî ev yek wê alî te bike ku tu dilgermiya Yehowa diha zelal bivînî. Bi saya lêkolîna Kitêba Pîroz, tuyê fem bikî ku ew te çiqas hiz dike. Her roj li ser Xebera Xwedê kûr bifikire. Bi vê yekê, fikrên te jî wê bêne “rastkirinê” (2 Tîmotêyo 3:16). w21.04 23-24 ¶12-13

Sêşem, 21 Sibatê

Dengê min berbi Xwedê ye, wekî Ew dengê min bibihê (Zeb. 77:1).

Seva ku baweriya me qewî be, bes nîne wekî em tenê zanebûna xwe zêde kin. Gerekê em ser tiştên ku em hîn dibin, kûr bifikirin. Were em serhatiya nivîskarê Zebûra 77 şêwir kin. Ew xemgîn bû, çimkî difikirî wekî Yehowa ji wî û ji Îsraêliyên din razî nîne. Lema jî xew nedikete çevê wî (rêzên 2 heta 8). Gelo ewî çi kir? Ewî Yehowara got: “Ezê hemû kirên Teda kûr bibim û li ser karên Te bifikirim” (rêza 12). Zebûrbêj hilbet rind zanibû ku Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiribû, lê ew dîsa jî berxwe diket: “Gelo Xwedê bîr kir dilovanî? Gelo bi hêrsê rema Xwe da birînê?” (rêza 9). Zebûrbêj ser kirên Yehowa kûr difikirî û dianî bîra xwe, wekî Xwedê çawa rem û dilovanî xizmetkarên xwera dida kifşê (rêza 11). Axiriyêda, ew bawer bû wekî Yehowa wê tu car pişta xwe nede xizmetkarên xwe (rêza 15). w22.01 30-31 ¶17-18

Çarşem, 22 Sibatê

Bona wî hemû jî sax in (Lûqa 20:38).

Yehowa hizreta xizmetkarên xwe yên mirî ye, û ew dixwaze wana dîsa bivîne (Îbo 14:15). Mesele, bîne ber çevê xwe ku Yehowa çiqas bîra dostê xwe Birahîm kiriye (Aqûb 2:23). Yan jî, bifikire ku ew çiqas dixwaze xizmetkarê xwe Mûsa dîsa bivîne, tevî kîjanî ewî “rû bi rû” xeber dida (Derketin 33:11). Usa jî, Xwedê bêşik gelek dixwaze stranên Dawid û zebûrbêjên din dîsa bibihê (Zebûr 104:33). Ev dostên Xwedê niha xewa mirinêda nin, lê Yehowa ewana bîr nekirine (Îşaya 49:15). Hemû xeyset-hunurên wan hûr bi hûr bîra wîda nin. Rojekê, Xwedê wê wana ji mirinê rake. Wê rojê, dengê duayên wan wê dîsa bikeve guhê wî, û dilê wî wê dîsa şa be ku ewana jêra xizmet kin. Heger te jî merivekî xweyî nêzîk unda kiriye, bira hêviya rabûna miriya dilê te rihet bike û dilbîniyê bide te. Gava raberîbûna baxçê Êdênêda destpêbû, Yehowa zanibû wekî pêşiya ku ew halê dinyayê rast ke, halê dinyayê wê diha xirab be. Yehowa xirabî, neheqî û zordariya ku dinyayêda tije ye, nefret dike. w21.07 10 ¶11; 12 ¶12

Pêşem, 23 Sibatê

Hiz bikin, . . . bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).

Gava em nîşan dikin ku em xûşk-bira hiz dikin, em nîşan dikin ku em kirînê qîmet dikin. Gelo çima? Çimkî Îsa Mesîh emirê xwe ne tenê bona me berva da, lê bona xûşk-birên me jî. Ev yek ku ew hazir bû wekî bona wan bimire, îzbat dike ku ewana bona wî gelek qîmet in (1 Yûhenna 3:16-18). Hal û hereketên me nîşan dikin ku em xûşk-bira çiqas hiz dikin (Efesî 4:29, 31–5:2). Mesele, wexta ku ewana nexweş dikevin, wedê teşqela tebiyetê zirarê divînin yan rastî tengasiyên din tên, em alî wan dikin. Lê heger xûşk yan birakî dilê me bi gotin yan kirinên xwe êşandiye, gerekê em çi bikin? Gelo tu carna kînê dajoyî? (Qanûna Kahîntiyê 19:18). Heger erê guh bide vê şîretê: “Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). Çiqas zêde em dibaxşînin xûşk û bira, haqas zêde em Bavê xweyî ezmanîra îzbat dikin ku em bi dil û can kirînê qîmetê dikin. w21.04 18 ¶12-13

Înî, 24 Sibatê

Kê çi pêşkêş standiye, bi wê jî hevra xizmetkariyê bikin (1 Pet. 4:10).

Gelo em dikarin ji gotin û kirên Apolo û Pawlosê şandî çi dersê hîn bin? Dibeke em bi dil û can şixulê Yehowa dikin û me alî gelek xwendekarên Kitêba Pîroz kiriye wekî ewana berbi nixumandinê herin. Lê em rind zanin wekî me ev yek tenê bi saya qewata Yehowa kiriye. Mesela Apolo û Pawlosê şandî tiştekî din jî me hîn dike: Çiqas zêde cabdariyên me hene, haqas zêde mecalên me hene ku edilayê bikine civatê. Em çiqas razî ne, gava birên kifşkirî edilayê û yektiyê dikine civatê bi vê yekê ku ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta didin, û dîna xûşk-bira dikişînin ser mesela Îsa, ne ku ser xwe (1 Korintî 4:6, 7). Xwedê hine fereset dane her kesî ji me. Em dibeke difikirin wekî rola me civatêda biçûk e. Lê bîr neke ku av, dilop-dilop dibe gol. Lema jî bira em hevdura nekevin hucetê û çi ji destê me tê bikin, wekî edilayê û yektiyê bikine civatê (Efesî 4:3). w21.07 19 ¶18-19

Şemî, 25 Sibatê

Birê teyê ji mirinê rabe (Yûhn. 11:23).

Tu jî dikarî bawer bî wekî rojekê, tuyê merivên xweyî hizkirî ku mirine, dîsa bivînî. Ev yek ku Îsa tevî dostên xwe digiriya, nîşanî me dike wekî ew bi rastî dixwaze miriya rake (Yûhenna 11:35). Dilbîniyê bide kesên ku şînê dikin. Xêncî vê yekê ku Îsa tevî Merta û Meryemê giriya, ewî guh da wan û ber dilê wanda hat (Yûhenna 11:25-27). Wê baş be ku em jî ber dilê wan merivada bên, yên ku şînê dikin. Rûspîkî bi navê Dan, yê ku li Avstralyayê dijî, dibêje: “Çaxê min jina xwe unda kiribû, ez hewcê berdiliyê bûm. Çend bira tevî jinên xwe hazir bûn şev û roj guh bidin min. Ewana seva hêsirên çevên min eciz nedibûn û nedigotin ku îda bes e. Usa jî, wana gelek alî min dikir. Mesele, gava min xwe bêtaqet texmîn dikir, wana ereba min dişûşt, bona min diçûne dikanê û xwarin hazir dikirin. Usa jî, wana gelek cara tevî min dua dikir. Ewana rastî jî ‘bona roja oxirmê giran’ minra bûn dost û bira” (Metelok 17:17). w22.01 16 ¶8-9

Led, 26 Sibatê

Yê ku guh dide hilatina jîyînê, xwexa jî wê nav serwaxta bê jîyînê (Metlk. 15:31).

Yehowa qenciya me dixwaze (Metelok 4:20-22). Gava ew bi saya Xebera xwe, bi saya edebyeteke ser hîmê Kitêba Pîroz yan bi saya xûşk-birên gihîştî, şîretê dide me, ew nîşan dike, ku ew me hiz dike (Îbranî 12:9, 10). Dîna xwe bidê ku çi tê gotinê, ne ku ça tê gotinê. Carna em dibeke difikirin, ku şîret bi cûrekî ne haqas baş mera hatiye dayînê. Femdarî ye ku çaxê şîret bi cûrekî baş tê dayînê, hêsa ye wekî merî vê şîretê qebûl ke (Galatî 6:1). Dîsa jî, gava şîretê didine me, wê baş be ku em dîna xwe bidinê hela çi mera dibêjin. Ji xwe bipirse: “Heger min xweş nayê jî, ku şîret çawa hate dayînê, gelo ez dikarim ji vê şîretê dersê hîn bim? Gelo ez dikarim ser kêmasiyên kesê ku şîret daye min, çevê xwe bigirim, û tenê dîna xwe bidime ser kara şîretê?” Belê, wê baş be ku em bifikirin, hela ji şîretên ku mera têne dayînê, em çawa dikarin karê bistînin. w22.02 12 ¶13-14

Duşem, 27 Sibatê

Temîyên Xudan bêxêlif in, sadeya ew serwaxt dikin (Zeb. 19:7).

Yehowa zane ku mera wext û cefa lazim e, wekî xwe ji fikrên nerast û xeysetên xirab dûr bigirin (Zebûr 103:13, 14). Lê bi saya Xebera xwe, ruhê xwe û teşkîleta xwe, Yehowa bîlanî, qewat û alîkariyê dide me, wekî em bêne guhastinê. Xwe bi saya Kitêba Pîroz kûr bicêribîne. Xebera Xwedê mîna neynikê ye. Ew dikare alî te bike wekî tu fikir, xeberdan û kirên xwe bicêribînî (Aqûb 1:22-25). Usa jî, Yehowa hertim hazir e bê hewara te. Ew rind zane ku ça alî te bike, çimkî haş pê heye dilê teda çi heye (Metelok 14:10; 15:11). Lema jî her roj dua ke û Xebera Xwedê lêkolîn ke. Bawer be ku qanûnên Yehowa, qanûnên herî baş in. Hemû qanûn û şîretên Yehowa bona kara me ne. Kesên ku li gora qanûnên wî dijîn, dibine xweyê qedir, nêta jîyînê û bextewariya rast distînin (Zebûr 19:8-11). w22.03 4 ¶8-10

Sêşem, 28 Sibatê

Mêla we ser sûrên wê be, dîna xwe bidine qesirên wê, ku nisilê mayînra hûn salix kin (Zeb. 48:13).

Avakirin û xweykirina avayên bona hebandinê jî pareke hebandina me ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî şixulê çêkirin û xweykirina konê pîroz, ça xebata pîroz dihate hesabê (Derketin 36:1, 4). Îro jî Yehowa şixulê avakirina Odên civata û avayên teşkîletê, ça şixulê pîroz hesab dike. Em wan xûşk-birên ku ser vê şixulê ferz dixebitin, gelek qîmet dikin. Usa jî, ewana şixulê belakirina mizgînê jî tînin sêrî. Hine ji wan dixwazin ça pêşeng xizmet kin. Heger ewana ruhanîda gihîştî ne, wê baş be ku rûspî wana kifş kin. Hilbet her kes nikare şixulê avakirinêda kar bike, lê em gişk jî dikarin şixulê temizkirin û xweykirina van avayada alîkariyê bidin. w22.03 22 ¶11-12

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin