Tebax
Înî, 1 Tebaxê
Tengasîyên yê rast gelek in, lê Xudan ji hemûya xilaz dike (Zeb. 34:19).
Vê rêzêda, du fikirên ferz hene: (1) Derdên merivên rast gelek in. (2) Yehowa me ji hemû tengasiya xilaz dike. Lê gelo Ew çawa me xilaz dike? Mesele, Yehowa alî me dike, wekî em ser jîyîna vê dinêda bi rêalî bifikirin. Rast e ewî soz daye, ku emê xizmetiyêda şabûnê bivînin, lê soz nedaye ku emirê me wê bê kul-derd derbaz be (Îşaya 66:14). Xwedê me hêlan dike, wekî em dîna xwe bidine axiriyê. Zûtirekê emê heta-hetayê şa û bextewar bijîn (2 Korintî 4:16-18). Lê îro jî ew alî me dike, wekî em berdewam kin her roj wîra xizmet kin (Lûrînên Yêremya 3:22-24). Em ji serhatiyên xizmetkarên Yehowaye berê û îro, çi dikarin hîn bin? Em dikarin nişkêva rastî problêma bên. Lê hergê em xwe bispêrin Yehowa, ewê timê alî me bike (Zebûr 55:22). w23.04 14-15 ¶3-4
Şemî, 2 Tebaxê
Gura wan hukumetiyada be (Rom. 13:1).
Em dikarin ji mesela Ûsiv û Meryemê hîn bin. Wanra çiqas çetin bû jî, yeke ewana hazir bûn guh bidine qanûnên dewletê (Lûqa 2:1-6). Gava Meryem hemlebûna xweda nêzîkî neh meha bû, ew û Ûsiv rastî cêribandinekê hatin. Awgûsto, yê ku serwêrê Împêriya Romê bû, qanûn derxist, wekî her kes here bajarê xwe ku bê navnivîsarê. Bona vê yekê, Ûsiv û Meryem ketine rêke dirêj û çûne Beytlehmê, kîjan ku weke 150 kîlomêtr dûr bû. Ev riya dûr û dirêj, îlahî bona Meryemê gelek zemet bû. Diqewime wana bona sihet-qewata Meryemê û zara nebûyî xem dikirin. Hergê rêda sancû lê bigirta, gelo wana wê çi bikira? Ewana gerekê vê zarê bibûna xweyî, çimkî ew Mesîhê sozdayî bû, yê ku wê ji Meryemê bihata bûyînê. Gelo wana ev yek kire menî, seva ku guh nedin serwêr? Çiqas jî xemên Ûsiv û Meryemê hebûn, wana dîsa jî gura vê qanûnê kir. Yehowa guhdarîbûna wan kerem kir. Meryem sax-silamet gihîşte Beytlehmê, ewê kurê xwe xêr-silamet anî, û bi saya vê yekê pêxembertiya Kitêba Pîroz hate sêrî! (Mîxa 5:2) w23.10 8 ¶9; 9 ¶11-12
Led, 3 Tebaxê
Dil bidine hev (Îbrn. 10:25).
Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku civatêda caba xwe bidî? Tu dikarî xwe rind hazir kî (Metelok 21:5). Tu çiqas baş xwe hazir kî, wê haqas hêsa be wekî tu caba xwe bidî. Usa jî, bira cabên te kin bin (Metelok 15:23; 17:27). Cabeke kin wê alî te bike, wekî tu gelek berxwe nekevî. Hergê tu cabeke kin pê giliyên xwe bêjî, tuyê nîşan kî, wekî te xwe rind hazir kiriye û gotar baş fem kiriye. Diqewime te hine şîretên ji wan gotara daye xebatê, lê dîsa jî dibeke tera çetin e caba xwe bidî. Tu dikarî bawer bî, ku Yehowa gelek xîreta te qîmet dike (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî ji qewata me der, ji me dewa nake (Fîlîpî 4:5). Pêşiyê bifikire, wekî çi tu dikarî bikî. Xwera nêtekê dayne û bona dilrihetiyê dua bike. Mesele, tu dikarî xwera nêt daynî, wekî wedê her civîna caba xwe bidî. w23.04 21 ¶6-8
Duşem, 4 Tebaxê
Ziriha . . . li xwe wergirin, kumzirihê . . . jî bidine serê xwe (1 Têsln. 5:8).
Pawlosê şandî em beramberî wan eskera kirin, yên ku çekên xwe li xwe kirine û bona şer hazir in. Wedê şer, ji eskera tê dewakirinê ku her gav bona şer hazir bin. Dereca me jî usa ye. Gava em ziriha baweriyê û hizkirinê û kumzirihê gumanê xwe dikin, em didine kifşê ku bona roja Yehowa hazir in. Çawa ku zirih dilê esker diparast, bawerî û hizkirin jî dilê meyî sîmbolîk diparêzin. Ev yek alî me dikin, ku em timê Xwedêra xizmet kin û pey Îsa herin. Bi saya baweriyê, em zanin wekî Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me qewî dike, ku em rojên çetinda jî pey Rêberê xwe Îsa Mesîh herin. Gelek xûşk-birên me, hela hê wedê peyketin û problêmên matêriyalî jî aminiya xwe xwey dikin. Meselên wan dikarin alî me bikin, ku em baweriya xwe qewî kin, wekî bikaribin himberî çetinaya sebir kin. Usa jî hine xûşk-bira jîyîna xwe usa sivik kirine, ku bikaribin berî pêşin dîna xwe bidine ser şixulên Padşatiya Xwedê. Em dikarin çev bidine wan û pey hebûkê nekevin. w23.06 10 ¶8-9
Sêşem, 5 Tebaxê
Kesê çevdêriya bayê dike, wê neçîne, kesê li ewra dinihêre, wê hilneyîne (Waîz 11:4, ÎM).
Xwegirtin tê hesabê gava ku meriv hest û kirên xwe kontrol dike. Mera xwegirtin lazim e, seva ku em bigihîjine nêta xwe hela hê vî çaxî jî, gava mera çetin e yan jî hewasa me tune. Bîr neke, xwegirtin berê ruhê pîroz e. Lema jî bona vê yekê dua bike, wekî tu bikaribî vî hunurî nav xweda pêşda bînî (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23). Hîviya derecên gelek baş nîbe. Vê dinyayêda, wê tu car mecalên gelek baş nekevin destên me. Hergê em hîviya wan rojên xweş bin, diqewime em tu cara negihîjine nêta xwe. Cara xwestina me tune ye, çimkî diqewime mera usa tê kifşê, ku çetin e bigihîjine nêta xwe. Hergê usa ne, tu dikarî bi gavên biçûk destpêkî? Hergê nêta te ev e, ku hunurekî xwe baş kî, xîret bike ku sêrîda tiştên biçûkda vê yekê bidî kifşê. Hergê nêta te ev e ku Kitêba Pîroz bi temamî bixûnî, tu dikarî bi parên biçûk destpêkî bixûnî. w23.05 29 ¶11-13
Çarşem, 6 Tebaxê
Rîya rasta mîna ronayîya berbangê ye, ku hêdî-hêdî dertê, heta ku temamîya rojê ronayî dibe (Metlk. 4:18).
Wan rojên paşin, Yehowa bi saya teşkîleta xwe, sifreke têr-tije bi xwarina ruhanî hazir kiriye. Ev xwarina ruhanî alî me dike, wekî em timê ser “Riya Pîroz” bimînin (Îşaya 35:8; 48:17; 60:17). Her kesê, ku destpêkiriye Kitêba Pîroz hîn be, mecal ketiye destê wî wekî ser “Riya Pîroz” bimeşe. Hine meriv tenê wexteke kin ser vê rê ne. Lê hine meriv jî heta ku bigihîjin nêta xwe, bi dil û can dixwazin ser vê rê bimînin. Gelo nêta wan çi ye? “Riya Pîroz” kesên bi ruh kifşkirî dibe “buhişta” Xwedêye ser ezmana (Eyantî 2:7). Lê bona kesên ku bawer dikin, wekî wê heta-hetayê ser erdê, cinetêda bijîn, ev rê wê wana xilaziya Padşatiya Hezarsalî bigihîne bêqisûrtiyê. Hergê tu ser vê rê yî, pişt xwe nenihêre. Heta ku tu bigihîjî dinya teze, riya xwe şaş neke! w23.05 17 ¶15; 19 ¶16-18
Pêşem, 7 Tebaxê
Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin (1 Yûhn. 4:19).
Gava tu derheqa tiştên ku Yehowa bona te kirine difikirî, xwestina te diha qewî dibe ku emirê xwe tesmîlî wî kî (Zebûr 116:12-14). Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji Yehowa tê (Aqûb 1:17). Pêşkêşa lape mezin û qîmet, qurbana Kurê wî Îsa ye. Were em derheqa vê pêşkêşa mezin bifikirin. Bi saya qurbanê, tu dikarî bibî dostê Yehowa û heta-hetayê bijîyî (1 Yûhenna 4:9, 10). Cûrê lapî baş ku razîbûna xwe bona hezkirin û keremên Yehowa bidî kifşê ev e, wekî emirê xwe tesmîlî wî kî (Qanûna Ducarî 16:17; 2 Korintî 5:15). w24.03 5 ¶8
Înî, 8 Tebaxê
Yê rîya rastda diçe ew ji Xudan ditirse (Metlk. 14:2).
Vê dinêda, bênamûsî nava merivada çiqas diçe haqas zêde dibe. Gava em van tişta divînin, em jî xwe mîna Lût texmîn dikin. Ew “ji bêpergaliya nepakaye bênamûsî aciz bibû”, çimkî ewî zanibû ku Xwedê xirabiya wan nefret dike (2 Petrûs 2:7, 8). Ji tirs û hizkirina Xwedê, Lût nedikete ber bayê kesên bênamûs. Îro jî gelek meriv qedirê prînsîpên Xwedêye nav-namûsiyê nagirin. Dîsa jî, hergê tirs û hizkirina Xwedê dilê meda hebe, emê bikaribin nav-namûsiyê xwey kin. Yehowa bi saya kitêba Metelok şîretên baş dide me. Firqî tune em çend salî ne, em gişk jî dikarin ji şîretên vê kitêbê karê bistînin. Hergê em Yehowa ditirsin, emê fesal bin ku xirabiyê nekin. w23.06 20 ¶1-2; 21 ¶5
Şemî, 9 Tebaxê
Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê her roj stûna xweye cefê hilgire û pey min bê (Lûqa 9:23).
Diqewime tu ji aliyê malbeta xwe rastî peyketina hatî, yan jî te xebata baş înkar kiriye, seva ku şixulê Padşatiya Xwedê emirê xweda daynî ser ciyê pêşin (Metta 6:33). Bawer be, ku Yehowa aminiya te divîne (Îbranî 6:10). Dibeke te jî van giliyên Îsa ser xwe texmîn kiriye: “Ez rast wera dibêjim, her kesê ku bona xatirê navê min û mizgîniyê, mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye, ewê niha 100 carî zêdetir mal, xûşk, bira, dê, zar, erd tevî zêrandina bistîne û dinya tezeda jîyîna heta-hetayê” (Markos 10:29, 30). Rastî jî keremên ku te standine, ji qurbankirinên ku te kirine, mezintir in (Zebûr 37:4). w24.03 9 ¶5
Led, 10 Tebaxê
Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).
Gava Cihûstanêda xelayîke giran destpêbû, xûşk-birên ji civata Entakya Sûryayê “qirar kirin ku ji destê kêva çiqas tê alîkariyê bona bawermendên Cihûstanê bişînin” (Karên Şandiya 11:27-30). Rê çiqas dûr bû jî, xûşk-birên li Entakyayê bi dil û can dixwestin alî wan bikin (1 Yûhenna 3:17, 18). Îro, gava cîkî teşqelek diqewime, em jî dikarin xûşk-birên xwera dilşewatiyê nîşan bikin û zû herin hewara wan. Em dikarin ji rûspiya bipirsin hela em ça dikarin alî xûşk-bira bikin. Usa jî em dikarin bona şixulê hemdinyayê pera qurban kin û bona kesên zirardîtî dua bikin. Dibeke xûşk-birara alîkarî lazim be, wekî tiştên lazim wanra destxin, çida ewana hewce ne. Gava Padşê me Îsa, dîwana meriva bike, û bivîne ku em hindava hevda dilşewat in, ewê me teglîf ke ku em Padşatiyê “war bin” (Metta 25:34-40). w23.07 4 ¶9-10; 6 ¶12
Duşem, 11 Tebaxê
Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be (Fîlî. 4:5).
Îsa çev dida serwaxtiya Yehowa. Rast e ew “tenê bona pezên mala Îsraêlêye undabûyî” hatibû şandinê, lê ewî kesên dinra jî bi berbihêriyê mizgînî bela dikir. Carekê jinikeke ne Îsraêlî ji wî lava kir, ku ew qîza wê qenc ke, ya ku ji aliyê cinada dihate çerçirandinê. Dilê Îsa ser şewitî û ewî qîza wê qenc kir (Metta 15:21-28). Were em dîna xwe bidine meseleke din. Carekê Îsa usa got: “Kî ku min . . . înkar ke, ezê jî wî . . . înkar kim” (Metta 10:33). Lê ewî Petrûs înkar nekir, yê ku sê cara wî înkar kiribû, çimkî Îsa bawerî û poşmanbûna wî dît. Paşî ku Îsa ji mirinê rabû, ewî xwe nîşanî Petrûs kir û jêra got, ku baxşandiye wî û lê hiz dike (Lûqa 24:33, 34). Yehowa Xwedê û Îsa her tiştîda serwaxtî û berbihêriyê didine kifşê. Yehowa dixwaze ku em jî merivne berbihêr bin. w23.07 21 ¶6-7
Sêşem, 12 Tebaxê
Mirinê tunebe (Eyan. 21:4).
Gelo em çawa dikarin kesên din bidine bawerkirinê, ku sozê Xwedê derheqa Cinetê wê bi rastî bê sêrî? Ya yekê, Yehowa xwexa vî sozî dide. Kitêba Eyantî dibêje: “Hingê ewî li ser text rûniştî got: ‘Ez her tiştî nû dikim!’” Qewat, bîlanî û xwestina Xwedê heye, wekî sozê xwe bîne sêrî. Ya duda, Yehowa zane wekî çi ku ewî gotiye, wê eseyî bê sêrî. Lema jî ew usa dibêje: “Ev xeberne amin û rast in. . . . Her tişt hate sêrî!” Ya sisiya, gava Yehowa tiştekî destpêdike, ew digihîje nêta xwe. Giliyên “Ez im Alfa û Omêga” vê yekê îzbat dike (Eyantî 21:6). Yehowa wê îzbat ke, ku Mîrê-cina derewîn e û nikare riya Wî bigire, ku nêta xwe bîne sêrî. Hergê tu kesekîra besa gumana ji Eyantî 21:4 bikî û ew bêje, “Ev gilî gelek xweş in, lê tenê xewn û xeyal in”, tu dikarî çi bikî? Tu dikarî rêzên 5 û 6 bixûnî û şirovekî. Nîşan ke, ku Yehowa hertim xweyê sozê xwe ye, çimkî Yehowa ça bêjî qolê xwe daniye (Îşaya 65:16). w23.11 7 ¶18-19
Çarşem, 13 Tebaxê
Ezê te bikime miletekî mezin (Destp. 12:2).
Yehowa ev soz da Birahîm, gava ew 75 salî bû û zarên wî tune bûn. Gelo Birahîm bi çevê xwe dît, ku ev soz çawa hate sêrî? Ne bi temamî. Çaxê Birahîm Çemê Feratêra derbaz bû û 25 sala hîviyê ma, ewî dît wekî kurê wî Îshaq bi keremetî hate bûyînê. Û 60 sal şûnda, nebiyên wî, Esaw û Aqûb jêra hatine bûyînê (Îbranî 6:15). Lê Birahîm qe nedît ku nebiyên wî ça bûne miletekî mezin û Erdê Sozdayîda cîwar bûn. Lê dîsa jî Birahîm amin ma û bû dostê Xwedê (Aqûb 2:23). Û gava Birahîm ji mirinê bê rakirinê, ewê gelekî şa be ku hemû miletên dinyayê bi saya bawerî û aminiya wî hatine keremkirinê! (Destpêbûn 22:18) Em ji vê yekê çi hîn dibin? Dibeke emê bi çevê xwe nevînin ku ça hemû sozên Yehowa wê bi temamî bêne sêrî. Lê hergê em mîna Birahîm sebir kin, em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê me him niha, him jî dinya tezeda xelat ke (Markos 10:29, 30). w23.08 24 ¶14
Pêşem, 14 Tebaxê
Dest bi lêgerîna Xwedê kir û . . . Xwedê karê wî serfiraz kir (2 Dîr. 26:5).
Ûziya Padşa cahiltiya xweda milûk bû. Ewî “Xudan digeriya”. Ewî 68 sal emir kir, û heçî zef ji temamiya emirê xwe, ewî keremên Yehowa didît (2 Dîrok 26:1-4). Ûziya himberî gelek dijminên miletê Xwedê serket û parastina Orşelîmê diha qewî kir (2 Dîrok 26:6-15). Bê şik, Ûziya şêkirdar bû ku ew bi saya alîkariya Xwedê pêşdaçûyî bû (Waîz 3:12, 13). Ûziya Padşa bû, lema jî bona wî tiştekî normal bû ku fermana bide kesên din. Û diqewime ew difikirî ku ew çi bixwaze dikare hema usa jî bike. Rojekê, Ûziya usa qure babax bû, ku çû paristgehê û xwest bixûrê ser qurbangehê bişewitîne. Lê padşara îzin nehatibû dayînê vê yekê bikin (2 Dîrok 26:16-18). Kahînê Mezin, Azarya, xwest riya wî bigire, lê Ûziya gelek hêrs ket. Ûziya amin nema û Yehowa ew bi kotîbûnê ceza kir (2 Dîrok 26:19-21). Hergê ew milûk bima, ewê neketa halekî usa! w23.09 10 ¶9-10
Înî, 15 Tebaxê
Ewî xwe dida alîkî û vedikişiya, ji tirsa ewên ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê (Galt. 2:12).
Çaxê Petrûsê şandî bû xizmetkarê Xwedê yê bijartî, hingê jî ewî himberî kêmasiyên xwe şer dikir. Sala 36 D.M.-da, Xwedê Petrûs şande cem Kornêlyo, yê ku ne Cihû bû. Wêderê, Xwedê Kornêlyo bi ruhê xweyî pîroz bijart. Bi vê yekê Petrûs fem kir, ku merivên ji hemû mileta ber çevê Xwedê yek in, û ewana jî dikarin bibine para civata Mesîhîtî (Karên Şandiya 10:34, 44, 45). Paşî vê yekê, Petrûs tevî merivên ji miletên din jî xwarin dixwar. Lê pêşiya vê yekê, Petrûs wê tiştekî usa qe nekira. Wî çaxî, hine Mesîhiyên Cihû difikirîn, wekî xûşk-birên Cihû û yên ji miletên din, gerekê tevayî xwarinê nexwin. Gava hine ji wan Cihûya hatine Entakyayê, Petrûs îda tevî xûşk-birên ku ne Cihû bûn, xwarin nedixwar, çimkî nedixwest dilê Mesîhiyên Cihû bêşîne. Pawlosê şandî ev durûtiya wî dît û ber hemû meriva şîret da wî (Galatî 2:13, 14). Paşî vî şaşiyê jî, Petrûs berdewam dikir bi xîret xizmet ke. w23.09 22 ¶8
Şemî, 16 Tebaxê
[Ewê we] xweyîbingeh ke (1 Pet. 5:10).
Hergê te xwe cêribandiye, diqewime te çend kêmasiyên xwe dîtiye, lê dîsa jî dilteng nebe. Bîr neke, ku Padşê me Îsa Mesîh yekî dilovan e û ewê alî te bike, wekî tu pêşda herî (1 Petrûs 2:3). Petrûsê şandî dibêje, ku Xwedê “wê xwexa we . . . bişidîne”. Carekê, Petrûs xwe hêja hesab nekir ku kêleka Kurê Xwedê be (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs berdewam dikir bi aminî pey Îsa here. Axiriyêda Yehowa îzin da Petrûs, wekî ew bikeve “Padşatiya heta-hetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh” (2 Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin e! Mîna Petrûs, hergê tu berdewam kî xîret bî û îzin bidî Yehowa ku te hîn ke, tuyê jî emirê heta-hetayê bistînî. Paşê tê bigihîjî nêta baweriya xwe, dêmek bêyî xilazkirinê (1 Petrûs 1:9). w23.09 31 ¶16-17
Led, 17 Tebaxê
Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman . . . efirandine (Eyan. 14:7).
Wedê berê hewşeke konê pîroz hebû. Ew cîkî gelek fire bû û dora wê sûrkirî bû. Wêderê kahîna cabdariyên xwe dianîne sêrî. Hewşêda qurbangeheke ji sifir hebû. Ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dianîn. Usa jî, pêşiya ku kahîna xizmetiya xweye pîroz destpêkirana, wana hewza sifirda dest-nigên xwe dişûştin (Derketin 30:17-20; 40:6-8). Îro kesên bijartî ser erdê bi aminî hewşa hindurda ya paristgeha ruhanîda xizmet dikin. Hewza mezin, çawa wanra usa jî xizmetkarên Xwedêye dinra dida kifşê, ku ewana gerekê ruhanîda û nav-namûsiyêda xwe temiz xwey kin. Lê gelo ‘elaleta mezin’ kîderê bi aminî xizmet dike? Yûhennayê şandî dît, ku ewana “li ber text” sekinî ne, dêmek li hewşa derva. Wêderê, ewana “şev û ro” Xwedêra xizmet dikin (Eyantî 7:9, 13-15). Em gelek dişêkirînin ku Yehowa mecal daye me, wekî em paristgeha wîye ruhanîda jêra xizmet kin! w23.10 28 ¶15-16
Duşem, 18 Tebaxê
Baweriya xwe li sozê Xwedê anî û . . . bi baweriyê ser qewata xweda hat (Rom. 4:20).
Yehowa bi saya rûspiya jî qewatê dide me û me dişidîne (Îşaya 32:1, 2). Çaxê tu ber xwe dikevî, dilê xwe wanra veke. Alîkariya wan bi dil û can qebûl ke. Bi saya wan, Yehowa dikare te qewî ke. Usa jî gumana meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ku heta-hetayê yan cinetêda ser erdê, yan jî ser ezmana bijîn, me qewî dike (Romayî 4:3, 18, 19). Guman alî me dike, wekî em ber çetinaya sebir kin, mizgîniyê bela kin û cabdariyên civatêda bînin sêrî (1 Têsalonîkî 1:3). Ew guman Pawlosê şandî jî qewî dikir. Ew “telî-tengiyada” bû, “derecê bêgumanda” bû, rastî peyketina dihat û “lêdayî-ketî” bû. Û cara emirê wî hela hê bin xofêda bû jî (2 Korintî 4:8-10). Pawlos dîna xwe dida hêviya xwe û ew yek qewat dida wî, wekî sebir ke (2 Korintî 4:16-18). Pawlos derheqa hêviya jîyîna ser ezmana difikirî, lema jî ewî texmîn dikir, wekî “roj bi roj nûyejiyîn” dibe. w23.10 15-16 ¶14-17
Sêşem, 19 Tebaxê
Xudan qewatê bide cimeta Xwe, bira Xudan dua û xêr-xweşîyê bide cimeta Xwe (Zeb. 29:11).
Çaxê dua dikî, bifikire: “Gelo niha wedê rast e, ku Yehowa xwestina min bîne sêrî?” Diqewime em difikirin, ku em gerekê zû caba duayên xwe bistînin, lê bi rastî Yehowa wedê herî baş alî me dike (Îbranî 4:16). Hergê em caba duayên xwe zû nestînin, diqewime em bifikirin, ku Yehowa dibêje ‘Na’. Lê bi rastî ew dibêje ‘Hela hê na’. Dîna xwe bidine mesela birê nexweş, yê ku dixwest qenc be, lê ew qenc nebû. Hergê Yehowa wî bi keremetî qenc kira, Mîrê-cina dikaribû bigota, ku ew bona qenciya Yehowa, aminiyê xwey dike (Îbo 1:9-11; 2:4). Yehowa wede kifş kiriye, ku hemû nexweşiya bide hildanê (Îşaya 33:24; Eyantî 21:3, 4). Heta ew roj bê, em nikarin hîviya keremeta bin. Lema jî birê me dikare ji Yehowa qewat û dilrihetiyê bixwaze, wekî ew her gav sebir ke û bi aminî Wîra xizmet ke. w23.11 24 ¶13
Çarşem, 20 Tebaxê
Ew weke guneyên me, serê me nake û weke neheqîyên me nade ber me (Zeb. 103:10).
Şimşon şaşîke giran kir, lê dîsa jî ewî pişta xwe neda Yehowa. Ewî mecal digeriya wekî miqabilî Filistiya şer bike, çimkî Yehowa ev şixul dabû destê wî (Hakimtî 16:28-30). Şimşon ji Yehowa lava kir ku wî qewî ke, wekî ew ji Filistiya heyfê hilde. Yehowa duayê wî qebûl kir û qewateke mezin da wî. Û vê carê Şimşon diha zêde Filistî kuşt, ne ku berê. Rast e Şimşon seva şaşiya xwe gelek êş û derd kişand, lê ewî dîsa jî qirara Yehowa dianî sêrî. Hergê em şaşîkê bikin û bêne şîretkirinê, yan jî cabdarîke xwe civatêda unda kin, em gerekê xizmetiya xwe nedine sekinandinê. Bîr nekin, Yehowa hazir e bibaxşîne me (Zebûr 103:8, 9). Çaxê em şaşiya dikin, çawa dereca Şimşonda, Yehowa dikare qewatê bide me jî, wekî em qirara wî bînin sêrî. w23.09 6 ¶15-16
Pêşem, 21 Tebaxê
Sebir jî ketin-rabûnê [tîne], ketin-rabûn jî gumanê (Rom. 5:4).
Gava baweriya me tê cêribandinê û em amin dimînin, em qebûlkirina Yehowa qazanc dikin. Ev yek nayê hesabê, ku Yehowa şa dibe çaxê em rastî tengasiya tên. Dewsê, gava Yehowa divîne ku em teyax dikin, ew mera firnaq dibe. Rastî jî ev yek keremeke gelek mezin e! (Zebûr 5:12) Birahîm jî bi aminî tengasiyada sebir dikir û dilê Yehowa şa dikir. Yehowa ew ça dostê Xwe û merivekî rast hesab dikir (Destpêbûn 15:6; Romayî 4:13, 22). Yehowa me jî usa hesab dike. Ew me qebûl dike, ne ji bo vê yekê, ku em çi şixulî dikin, yan çi cabdariyên me hene, lê ev yek aminiya meva girêdayî ye. Firqî tune em çend salî ne, çi halîda nin, yan jî çi feresetên me hene, em dikarin sebir kin. Gelo niha tu bi aminî tengasiyada teyax dikî? Hergê erê, bîr neke ku Xwedê ji te razî ye. Gava em divînin ku Xwedê ji me razî ye, ev yek gumana me diha qewî dike. w23.12 11 ¶13-14
Înî, 22 Tebaxê
Tu hêzdar [qewî] û mêrxas be (1 Padş. 2:2, ÎM).
Gelek ferz e, wekî bira bizanibin ku ça tevî meriva bikevine xeberdanê. Seva ku bira fikir û nihêrandina kesên din diha baş fem ke, ew gerekê rind guh bide wan (Metelok 20:5). Ew dikare ji dengê meriv, beşera wî û jêstên wî, gelek tişt derheqa wî pêbihese. Bona vê yekê, tu gerekê wede tevî wan derbaz kî. Hergê tu bona xeberdanê timê hacetên elektronîk, mesele nema û êmayla didî xebatê, wext şûnda wê tera çetin be tevî meriva bikevî xeberdanê. Lema jî mecala bigere, wekî rû bi rû tevî meriva xeber dî (2 Yûhenna 12). Birên gihîştî gerekê ebûra xwe û malbeta xwe bikin (1 Tîmotêyo 5:8) Vê yekê hîn be, çi ku wê alî te bike xwera xebateke baş bivînî (Karên Şandiya 18:2, 3; 20:34; Efesî 4:28). Şixulda ser xwe be û şixulê xwe nîvîda nehêle. Usa kesên din wê bivînin, wekî tu yekî xebathez î. Hergê tu usa bikî, tuyê hêsa xwera xebatê bivînî û unda nekî. w23.12 27 ¶12-13
Şemî, 23 Tebaxê
Roja Xudan wê mîna dizê şevê bê (1 Têsln. 5:2).
Li gora Kitêba Pîroz, roja Yehowa tê hesabê dema ku Yehowa wê dijminên xwe qir bike û cimeta xwe xilaz ke. Berê, Yehowa cara dijminên xwe ceza dikirin (Îşaya 13:1, 6; Hezeqêl 13:5; Sêfanya 1:8). Wedê meda, roja Yehowa wê bi hicûmkirina ser Babîlona Mezin destpêbe û bi şerê Harmegedonê xilaz be. Seva ku em wedê roja Yehowa sax bimînin, gerekê em xwe nihada hazir kin. Îsa eşkere gotibû, ku gerekê em hertim bona tengasiya mezin “hazir bin” (Metta 24:21; Lûqa 12:40). Pawlosê şandî nema 1 Têsalonîkîda bi saya mesela zelal kiribû, ku xizmetkarên Xwedê çawa dikarin xwe bona roja dîwana Xwedê hazir kin. Wê demê Pawlos zanibû, ku roja Yehowa hê dûr e (2 Têsalonîkî 2:1-3). Lê dîsa jî ewî xûşk-bira hêlan dikirin, wekî xwe usa hazir bikin, ku ça bêjî ew roj wê sibê bê. Were em jî li gora vê şîretê hereket bikin! w23.06 8 ¶1-2
Led, 24 Tebaxê
Awa xûşk-birayên mine delal, qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin (1 Korn. 15:58).
Sala 1978, Japonyayêda li bajarê Tokyoyê avayîke 60 qatî hate avakirinê. Wêderê gelek erdhej diqewimîn, lema jî meriv difikirîn ku ev avayî wê çawa ber erdheja teyax ke. Lê înjînêra ev avaya bilind usa dane çêkirinê, ku ew bikaribe wedê erdhejên qayîm jî hilneşê. Xizmetkarên Xwedê mîna vê avayê ne. Gelo çida? Xizmetkarên Xwedê gerekê him qewî bimînin, him jî bona guhastina hazir bin. Ewana rind guh didine qanûn û prînsîpên Yehowa. Ewana gerekê guhdar bin û li gora baweriya xwe bijîn. Ji aliyê dinva jî, lazim e ku em “milûk” bin, û çaxê derece tê guhastinê, li gora vê yekê kar bikin (Aqûb 3:17). Xizmetkarên Xwedê, yên ku hîn bûne nihêrandina rast xwey kin, ne gelek sert in, ne jî bê talaş in. w23.07 14 ¶1-2
Duşem, 25 Tebaxê
We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin (1 Pet. 1:8).
Çaxê Îsa rastî cêribandinên Mîrê-cina hat, ew Yehowara amin ma (Metta 4:1-11). Mîrê-cina gelek dixwest wekî Îsa gune bike, ku nikaribe emirê xwe ça qurban berva bide. Gava Îsa ser erdê bû, ew rastî gelek çetinayên din jî hat. Mesele, dijminên wî pey wî diketin û dixwestin wî bikujin (Lûqa 4:28, 29; 13:31). Ewî gerekê himberî kêmasiyên şagirtên xwe sebir kira (Markos 9:33, 34). Çaxê ew ber dîwanê disekinî, meriva buxdan davîtinê û qerfên xwe wî dikirin. Paşê ew ça merivekî neheq, bi zulmî hate kuştinê (Îbranî 12:1-3). Axiriyêda lazim bû wekî ew xwexa, dêmek bêyî alîkariya Yehowa, sebir ke (Metta 27:46). Eşkere ye, wekî bona Îsa hêsa nîbû emirê xwe ça qurban berva bide. Gelo ji bo vê yekê ku Îsa qurbaneke usa mezin bona me da, hêja nîne ku em hezkirina mezin hindava wîda bidine kifşê? w24.01 10-11 ¶7-9
Sêşem, 26 Tebaxê
Her kesê lez ketî ese zirarê tîne (Metlk. 21:5).
Sebirkirin alî me dike, ku em hindava merivada qenc bin û çaxê kesek tevî me xeber dide, rind guh bidine xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin usa jî edilayê pêşda tîne. Hergê sebira me tune be, emê zû hêrs kevin. Lê hergê sebira me hebe, gava kesek dilê me bêşîne, emê zû nexeyîdin. Dewsa ku em heyfê hildin, emê “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin” (Kolosî 3:12, 13). Usa jî sebirkirin dikare alî me ke, wekî em safîkirinên diha baş bikin. Dewsa ku em bi êmosiya, leze-lez tiştekî bikin, emê kûr lêkolîna bikin û paşê safîkirina lape baş bikin. Mesele, gava em xwera xebatekê digerin, dibeke em hema kîjan xebatê bidine me, pêra-pêra qebûl kin. Lê hergê em bi sebir bin, emê rind bifikirin ku xebata teze wê ser malbeta me û dostiya me tevî Yehowa çawa hukum ke. Sebirkirin dikare me ji safîkirinên nebaş biparêze. w23.08 22 ¶8-9
Çarşem, 27 Tebaxê
Qanûneke din nava xweda dibînim ku miqabilî wê qanûna hişê min begem kiriye dike şer û min dike hêsîrê qanûna guna, ya ku nava minda ye (Rom. 7:23).
Hergê tu ji bo kêmasiyên xwe dilteng dibî, bîne bîra xwe, ku çaxê te xwe tesmîlî Xwedê kir, te çi soz da wî. Gava tu emirê xwe tesmîlî Yehowa dikî, ev tê hesabê, wekî tu xwestin û nêtên xwe înkar dikî (Metta 16:24). Lema jî gava tu têyî cêribandinê, nelazim e wekî tu gelek bifikirî hela tuyê çi bikî. Te pêşda safî kiriye, Yehowara amin bimînî û her tiştî bikî, wekî dilê Wî şa kî. Bi vê yekê tu çev didî Îbo, yê ku usa gotibû: “Heta mirinê bêqisûrtiya xwe nahêlim!” (Îbo 27:5, DT). w24.03 9 ¶6-7
Pêşem, 28 Tebaxê
Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin, wan hemûya ku dilê rast gazî dikin (Zeb. 145:18).
Yehowa “Xwedêyê hizkirinê û edilayiyê” tevî me ye (2 Korintî 13:11). Ew bona me her kesî xem dike. Em bawer in, ku “huba amin wê bigire dora wan, kîjana gumana xwe dane ser Xudan” (Zebûr 32:10). Çiqas em didine ber çevê xwe ku ew me hez dike, haqas em xwe nêzîkî wî texmîn dikin. Em dikarin aza dilê xwe wîra vekin û bêjin, wekî em gelek hewcê hezkirina wî ne. Em dikarin jêra besa hemû kul-derdên xwe bikin û bawer bin, ku ew halê me fem dike û hazir e alî me bike (Zebûr 145:19). Çawa ku agir rojeke sarda me germ dike, hezkirina Yehowa jî usa dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa him qewî ye, him jî nazik e. Şabûna xwe unda neke, çimkî Yehowa te hez dike. Lema were em jî bi dil û can bêjin: “Ez Yehowa hez dikim!” (Zebûr 116:1). w24.01 31 ¶19-20
Înî, 29 Tebaxê
Min navê te wanra eyan kir (Yûhn. 17:26).
Îsa ne tenê merivara digot, ku navê Xwedê çi ye, lê hê zêde. Cihûyên ku Îsa wana hîn dikir, zanibûn ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê Îsa Ew wanra “da eyankirinê” (Yûhenna 1:17, 18). Mesele, Nivîsarên Pîroze Îbranî nîşan dikin, ku Yehowa yekî dilrem û dilşewat e (Derketin 34:5-7). Çaxê Îsa meteloka derheqa kurê undabûyî û bavê wî gilî kir, ewî dîna meriva kişande ser van hunurên Xwedê. Metelokêda, gava bav kurê xweyî ku tobe kir “hê dûrva” dît, berbi wî bezî, ew hemêz kir û ji dil baxşande wî. Ev metelok nîşanî me dike, ku dilremî û dilşewatiya Yehowa çiqas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa zelal nîşan kiriye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 ¶8-9
Şemî, 30 Tebaxê
Dil bidine ber wan . . . bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê (2 Korn. 1:4).
Yehowa jî rojên çetinda ber dilê meda tê û dilê me hêsa dike. Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, dêmek hindava merivada dilşewat bin û berdiliyê bidine wan? Mecalek ku em ça dikarin vê yekê bikin ev e, wekî hunurên usa nav xweda pêşda bînin, kîjan ku wê alî me bikin dilşewatiyê û berdiliyê bidine kifşê. Gelo ew çi hunur in? Gelo çi wê alî me bike berdewam kin her roj hezkirinê bidine kifşê û ber dilê hevda bên? (1 Têsalonîkî 4:18) Em gerekê berdilî, hezkirina biratiyê û dilşewatî nav xweda pêşda bînin (Kolosî 3:12; 1 Petrûs 3:8). Ew hunur ça wê alî me bikin? Hergê em hindava xûşk-birada dilşewat bin û bona wan xem bikin, xwestina me wê qewî be ber dilê wanda bên, çaxê ewana rastî kul-derda bên. Çawa ku Îsa got, “dil bi çi tije ye, ziman evê jî dibêje. Merivê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc tije ye. Lê merivê xirab tiştên xirab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xirab tije ye” (Metta 12:34, 35). Belê, gava em ber dilê xûşk-birada tên, em nîşan dikin ku em bi rastî jî wana hez dikin. w23.11 10 ¶10-11
Led, 31 Tebaxê
Yên şehreza [serwaxt] wê fem bikin (Dan. 12:10, ÎM).
Bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz mera alîkarî lazim e. Dîna xwe bidine vê meselê: Tu diçî cîkî nenas, lê hevalekî te, yê ku wî cîyî rind nas dike, tevî te tê. Ew sed selefî zane ku hûn kîderê ne û ev rê berbi çi dibe. Bê şik, tu gelek şa yî ku hevalê te kêleka te ye! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind zane ku sibê-duspa wê çi biqewime. Lema jî bona femkirina pêxembertiyên Kitêba Pîroz, gerekê em bi milûktî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Daniyêl 2:28; 2 Petrûs 1:19, 20). Mîna hemû dê-bavên qenc, Yehowa jî dixwaze wekî axiriya zarên wî baş be (Yêremya 29:11). Yehowa pêşda dikare bêje, ku axiriyêda çi wê biqewime, û giliyên wî bi temamî têne sêrî. Seva ku em bizanibin wekî kîjan tiştên ferz wê biqewimin, Xwedê pêxembertiyên xwe Kitêba Pîrozda daye nivîsarê (Îşaya 46:10). w23.08 8 ¶3-4