KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Cotmehê
  • Pêşem, 2 Cotmehê
  • Înî, 3 Cotmehê
  • Şemî, 4 Cotmehê
  • Led, 5 Cotmehê
  • Duşem, 6 Cotmehê
  • Sêşem, 7 Cotmehê
  • Çarşem, 8 Cotmehê
  • Pêşem, 9 Cotmehê
  • Înî, 10 Cotmehê
  • Şemî, 11 Cotmehê
  • Led, 12 Cotmehê
  • Duşem, 13 Cotmehê
  • Sêşem, 14 Cotmehê
  • Çarşem, 15 Cotmehê
  • Pêşem, 16 Cotmehê
  • Înî, 17 Cotmehê
  • Şemî, 18 Cotmehê
  • Led, 19 Cotmehê
  • Duşem, 20 Cotmehê
  • Sêşem, 21 Cotmehê
  • Çarşem, 22 Cotmehê
  • Pêşem, 23 Cotmehê
  • Înî, 24 Cotmehê
  • Şemî, 25 Cotmehê
  • Led, 26 Cotmehê
  • Duşem, 27 Cotmehê
  • Sêşem, 28 Cotmehê
  • Çarşem, 29 Cotmehê
  • Pêşem, 30 Cotmehê
  • Înî, 31 Cotmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 98-108

Cotmeh

Çarşem, 1 Cotmehê

Serwaxtiya jorin, . . . guhdar e (Aqûb 3:17, DT).

Gelo qe usa dibe ku cara tera çetin e guhdar bî? Ev yek bona Dawid Padşa jî ne hêsa bû, lema jî ewî Xwedêra dua kir: “Bi ruhekî razî [hazirbûnê, DT] min bingeh ke” (Zebûr 51:12). Dawid Yehowa hez dikir. Lê dîsa jî, bona Dawid cara ne hêsa bû guh bide rêberiyê, û ev yek cara bona me jî ne hêsa ye. Gelo çira? Ya pêşin, neguhdarîbûn derbazî ser me hemûya bûye. Ya duda, Mîrê-cina timê her tiştî dike, wekî em çev bidine wî û miqabilî Yehowa derên (2 Korintî 11:3). Ya sisiya, em nava merivên usada dijîn, “yên ku ne gura Xwedêda” nin (Efesî 2:2). Em gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî ne ku tenê himberî xwestinên xweye gunekar şer bikin, lê usa jî himberî hukumê Mîrê-cina û dinya wî. Usa jî, em gerekê guh bidine Yehowa û wan meriva, kîjanara Ewî hukum daye. w23.10 6 ¶1

Pêşem, 2 Cotmehê

Te şerava rind heta niha xwey kiriye (Yûhn. 2:10).

Em dikarin ji vê keremeta Îsa çi hîn bin? Em derheqa milûktiyê hîn dibin. Îsa tu cara payê xwe nedida û xwe qure nedikir, ku ewî keremet dikirin. Dewsa vê yekê, ewî hertim bi milûktî Bavê xwe rûmet dikir (Yûhenna 5:19, 30; 8:28). Mîna Îsa, hergê em jî bi milûktî ser xwe bifikirin, emê tu car payê xwe nedin û xwe qure nekin, gava tiştekîda pêşda diçin. Gerekê em payê xwe nedin, lê pesinê Yehowa Xwedê bidin (Yêremya 9:23, 24). Belê, Yehowa hêjayî rûmetê ye. Bê alîkariya Xwedê, em qe nikarin pêşdaçûyî bin (1 Korintî 1:26-31). Hergê em milûk bin, emê dîna kesên din nekişînin ser qenciya ku me kiriye. Yehowa her tiştî divîne û qenciya me dişêkirîne (Beramber kin Metta 6:2-4; Îbranî 13:16). Hergê em çev didine milûktiya Îsa, emê dilê Yehowa şa bikin (1 Petrûs 5:6). w23.04 4 ¶9; 5 ¶11-12

Înî, 3 Cotmehê

Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere (Fîlî. 2:4).

Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî xûşk-bira hêlan dikir, wekî ewana diha zêde bikevine heyra merivên din. Em ça dikarin vê şîretê civatêda bidine xebatê? Em gerekê bîr nekin, wekî kesên din jî dixwazin caba xwe bidin. Were em derheqa vê meselê bifikirin. Besa xeberê tu tevî hevalekî xwe xeber didî. Gelo tenê tuyê xeber dî û qe mecalê nedî wî ku ew jî xeber de? Bêşik tuyê bixwazî ku ew jî fikirên xwe bêje. Hema bi vî cûreyî, civatêda jî, em dixwazin mecalê bidine kesên din jî ku cabên xwe bidin. Gelo mecala here baş kîjan e ku em civatêda hevdu hêlan kin? Em dikarin mecalê bidin xûşk-bira, ku ewana pê cabên xwe baweriya xwe eyan kin (1 Korintî 10:24). Bira cabên me kin bin. Usa wê diha zêde wede bimîne wekî kesên din jî caba xwe bidin. Rûspî û mizgînvanên cêribandî dikarin vê yekêda bibine meseleke baş. Gava em cabeke kin didin, were em gelek fikira nebêjin. Hergê em hemû fikirên abzasêda bêjin, bona kesên din wê mecal nemîne ku caba xwe bidin. w23.04 22-23 ¶11-13

Şemî, 4 Cotmehê

Van hemû tişta ez îdî bona Mizgîniyê dikim, wekî ez bibime heval-parê dua-dirozgên ser wê (1 Korn. 9:23).

Em gerekê bîr nekin ku çiqas ferz e wekî em berdewam kin alî kesên din bikin, îlahî bi saya xizmetiyê. Gerekê em hazir bin ku xizmetiya xwe li gora dereca meriva biguhêzin. Em rastî merivên ji gelek mileta tên, bawerî û kûltûra kîjana cude ye. Vê yekêda Pawlosê şandî meseleke baş mera hîştiye. Îsa ew ça “şandiyê necihûya” bijartibû (Romayî 11:13). Pawlos şedetî dida Cihûya, Yûnaniya, merivên xwendî, cotkara, kesên qedirbilind û padşa. Seva ku mizgîniyê bigihîne dilê merivên cûre-cûre, Pawlos bona “her kesî” bû her tişt (1 Korintî 9:19-22). Ewî rind dîna xwe dida milet, kûltûra û baweriya meriva û mêtoda xizmetiya xwe li gora hewcê wan diguhast. Hergê em jî xizmetiya xwe li gora hewcên meriva biguhêzin, xizmetiya me jî wê diha pêşdaçûyî be. w23.07 23 ¶11-12

Led, 5 Cotmehê

Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be (2 Tîmt. 2:24).

Milûktî qewat e, ne ku kêmasî ye. Dereca çetinda, seva ku meriv rihetiyê xwey ke, qewat lazim e. Milûktî yek ji hunurên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Bi zimanê Yûnanî, xebera “milûktî” cara hindava hespekî beyanî didine xebatê, yê ku dihate hînkirinê. Rast e hespê usa hêdî-hêdî nerm dibe, lê dîsa jî ew qewî ye. Lê em ça dikarin him milûk bin, him jî qewî bimînin? Bi qewata xwe em nikarin vê yekê bikin. Em gerekê bona ruhê pîroz dua bikin û ji Xwedê bixwazin, wekî Ew alî me bike. Serhatiyên gelek meriva nîşan dikin, ku ev yek ferz e. Mesele, gava meriv dixwestin xûşk-birên mera bikevine dewê, yan hêrsa wan rakin, yeke ewana berbihêr û milûk diman. Milûktiya wan ser kesên din hukum dikir û ewana îda derheqa Şedên Yehowada baş difikirîn (2 Tîmotêyo 2:24, 25). w23.09 15 ¶3

Duşem, 6 Cotmehê

Min ji bo vî kurikî lava kiribû û Xudan ew da min (1 Sam. 1:27, ÎM).

Dîtinokêda Yûhennayê şandî dît, ku 24 rûspî ser ezmana serê xwe ber Yehowa datînin. Wana pesinê Xwedê dida û digot ku tenê Xwedê hêja ye wekî “rûmet, hurmetê û qewatê” bistîne (Eyantî 4:10, 11). Belê, gelek meniyên meleka jî hene, ku pesin û rûmetê bidine Yehowa. Ewana ser ezmana kêleka wî ne û wî rind nas dikin. Ewana hunurên Xwedê bi saya kirên wî divînin. Û ev yek wana hêlan dike pesinê Yehowa bidin (Îbo 38:4-7). Em jî gerekê duayên xweda pesinê Yehowa bidin û wîra bêjin, ku em çira wî hiz dikin û qedirê wî digirin. Çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî û ser difikirî, dîna xwe bide hunurên Yehowa, kîjanara tu firnaq dibî (Îbo 37:23; Romayî 11:33). Paşê Yehowara bêje, ku ev hunur ça ser hiş û dilê te hukum dikin. Usa jî, em dikarin pesinê Yehowa bidin, çimkî ew alî me û xûşk-bira dike (1 Samûyêl 2:1, 2). w23.05 3-4 ¶6-7

Sêşem, 7 Cotmehê

Xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e (Kols. 1:10).

Sala 1919-da, xizmetkarên Xwedê ji hukumê Babîlona Mezin aza bûn. Wê salê, “xulamê amin û serwaxt” eyan bû. Ev kom wextda, alî kesên dilsax dikir, wekî ewana bikevine ser “Riya Pîroz” (Metta 24:45-47; Îşaya 35:8). Bi saya xebata van mêrên xîret û xwedêxof, kesên ku hatibûn ser vê rê, dikaribûn derheqa Yehowa û nêta wî diha zêde pêbihesin (Metelok 4:18). Usa jî, wana dikaribû li gora xwestina Yehowa bijîn. Yehowa hîviyê nîbû, ku xizmetkarên wî hemû guhastinên lazim carekêra bikin. Dewsa vê yekê, ewî alî xizmetkarên xwe dikir, wekî ewana hêdî-hêdî bêne guhastinê. Gava ev roj bê ku em bikaribin bi hemû kirên xwe dilê Xwedê şa kin, emê gelek bextewar bin! Hemû rê timê têne tezekirinê. Ji sala 1919, ser “Riya Pîroz” gelek xebat têne kirinê. Bi vî cûreyî, diha zêde meriv dikaribûn ji Babîlona Mezin derkevin. w23.05 17 ¶15; 19 ¶16

Çarşem, 8 Cotmehê

Ezê tu car ji te neçim (Îbrn. 13:5).

Koma Rêberiyê, alîkarçiyên bona komîtêyên Koma Rêberiyê hîn dike. Ew alîkarçî niha bi aminî gelek cabdariyên giran tînin sêrî, û ewana hazir in axiriyêda jî bona pezên Mesîh xem bikin. Gava nêzîkî xilaziya tengasiya mezin bijartiyên paşin bêne hildanê li ezmana, xizmetkarên Xwedêye din wê bi saya rêberiya Îsa Mesîh, berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin. Hingê Gog ji Magogê, dêmek koalîsya mileta, wê hicûmî ser xizmetkarên Xwedê bike (Hezeqêl 38:18-20). Lê ew hicûma kin wê ser nekeve û hebandina temiz nede sekinandinê. Yehowa wê xizmetkarên xwe xilaz ke. Yûhennayê şandî xeyalekêda “elaleteke . . . mezin”, dêmek pezên din, dît. Wîra hate gotinê ku ewana ji “tengasiya mezin” derketine (Eyantî 7:9, 14). Dêmek ewana wê bêne xilazkirinê! w24.02 5-6 ¶13-14

Pêşem, 9 Cotmehê

Ruhê Pîroz netemirînin (1 Têsln. 5:19).

Seva ku em ruhê pîroz bistînin, em gerekê dua bikin, Xebera Xwedê bixûnin û xwe li teşkîleta wî bigirin, ya ku bi rêberiya ruhê pîroz pêşda diçe. Usa emê bikaribin “berê ruh” pêşda bînin (Galatî 5:22, 23, DT). Xwedê ruhê pîroz dide tenê wan meriva fikir û kirên kîjana temiz e. Hergê em berdewam kin ser tiştên xirab bifikirin, yan jî li gora fikirên nebaş tişta bikin, Xwedê wê ruhê pîroz nede me (1 Têsalonîkî 4:7, 8). Xêncî vê yekê, seva ku em berdewam kin ruhê pîroz bistînin, em gerekê “pêxembertiya bêrûmet nekin” (1 Têsalonîkî 5:20). Vê rêzêda, xebera ‘pêxembertî’ tê hesabê xeberên ku Xwedê bi hukumê ruhê pîroz daye me. Mesele, hine ji van xebera besa roja Yehowa dikin û tînin bîra me, ku ev roj çiqas nêzîk e. Gerekê em nefikirin wekî emê pê çevê xwe Harmegedonê nevînin. Dewsa vê yekê, seva ku em bîr nekin, wekî roja Xwedê çiqas nêzîk e, em gerekê her roj “jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (2 Petrûs 3:11, 12). w23.06 12 ¶13-14

Înî, 10 Cotmehê

Serê serwaxtîyê xofa Xudan e (Metlk. 9:10).

Hergê ser haceta meye elektronîk nişkêva şiklekî pornografî vebe, gerekê em çi bikin? Gerekê em derbêra berê xwe bizivirînin û evê şikilê nenihêrin. Wê mera hêsa be vê yekê bikin, hergê em bînin bîra xwe, ku dostiya me tevî Yehowa çiqas qîmet e. Hine şikilên ku raste-rast nayêne hesabê pornografiya, dîsa jî dikarin hestên meriya gur bikin. Çira lazim e ku em ji şikilên vî cûreyî jî birevin? Çimkî çawa ku Îsa gotibû, “kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Metta 5:28, 29). Rûspîkî bi navê Dêvîd, yê ku Taylandêda dijî, dibêje: “Ez hertim ji xwe dipirsim: ‘Hergê ez şikileke necayîz, ya ku nayê hesabê pornografiya, binihêrim, gelo Yehowa wê ji min razî be?’ Fikirên usa alî min dikin, wekî ez safîkirinên rast bikim”. Gelo çi dikare alî me bike, ku em safîkirinên baş bikin û dilê Yehowa neêşînin? Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî tirsa Xwedê destpêka bîlaniya rast e. w23.06 23 ¶12-13

Şemî, 11 Cotmehê

Were gelê min! Bikeve odeyên xwe yên hundur (Îşa. 26:20, ÎM).

Dibeke ev “odeyên hundur” têne hesabê civatên me. Wê demê, hergê em tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kin, Yehowa soz dide ku ewê me biparêze. Lema jî, gerekê em nihada xîret bikin ku ji dil xûşk û bira hiz bikin. Dibeke xilazbûna me vê yekêva girêdayî be! “Roja mezin ya Xudan” wê bona hemû meriva wexteke gelek çetin be (Sêfanya 1:14, 15). Xizmetkarên Yehowa jî wê rastî tengasiya bên. Lê hergê em xwe nihada hazir kin, emê bikaribin rihet bimînin û alî kesên din bikin. Çi jî bibe, emê himberî hemû problêma sebir kin. Gava xûşk û birên me êşê bikişînin, emê xîret bikin ku dilşewatiyê wanra nîşan kin û alî wan bikin. Û hergê em nihada xûşk-bira hiz bikin, emê axiriyêda jî wana hiz bikin. Paşê, Yehowa wê jîyîna heta-hetayê bide me. Hingê wê tu teşqele û tengasî tune bin û wê bêne bîrkirinê (Îşaya 65:17). w23.07 7 ¶16-17

Led, 12 Cotmehê

[Xwedê] wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke (1 Pet. 5:10).

Xebera Xwedêda gelek car mêrên amin ça kesên qewî têne navkirinê. Lê cara wana jî xwe bê qewat texmîn dikir. Mesele, hine derecada Dawid Padşa xwe mîna çiyakî qewî texmîn dikir, lê hine derecada xof û tirs dikete dilê wî (Zebûr 30:7). Yehowa bi saya ruhê pîroz qewateke mezin dabû Şimşon. Lê Şimşon zanibû ku bê qewata Xwedê, ewê sist be û bibe mîna merivên din (Hakimtî 14:5, 6; 16:17). Ev mêrên amin qewî bûn, çimkî Yehowa qewat dida wan. Pawlosê şandî zanibû, wekî ew jî hewcê qewata Yehowa bû (2 Korintî 12:9, 10). Ew rastî çetinayên sihet-qewatêva girêdayî dihat (Galatî 4:13, 14). Cara wîra jî çetin bû tiştên rast bike (Romayî 7:18, 19). Û cara ew ber xwe diket, ku axiriya wî wê çawa be (2 Korintî 1:8, 9). Lê gava Pawlos sist dibû, ew dîsa jî qewî dibû. Gelo çawa? Yehowa haqas qewat dida wî, çiqas wîra lazim bû. Ewî Pawlos qewî dikir. w23.10 12 ¶1-2

Duşem, 13 Cotmehê

Xudan li dil dinihêre (1 Sam. 16:7, ÎM).

Hergê em jî carna xwe bêqîmet hesab dikin, were em bînin bîra xwe, ku Yehowa em çawa kişandine berbi xwe (Yûhenna 6:44). Yehowa zane ku dilê meda çi heye, û ew hunurên meye baş divîne, hergê em van navînin jî (2 Dîrok 6:30). Gava ew dibêje ku em qîmet in, em dikarin vê yekêda dudilî nebin (1 Yûhenna 3:19, 20). Hine Mesîhî xwe bona tiştên berê sûcdar dikin (1 Petrûs 4:3). Usa jî, xizmetkarên Xwedêyî amin himberî kêmasiyên xwe şer dikin. Hergê dilê te, te sûcdar bike, bîr neke wekî xizmetkarên Yehowayî berê jî xwe usa texmîn dikirin. Mesele, Pawlosê şandî ji bo kêmasiyên xwe eciz dibû (Romayî 7:24). Hemikî Pawlos gunên xwe tobe kiribû û hatibû nixumandinê, lê dîsa jî ewî got ku ew “ji şandiya yê herî paş” e û herî gunekar e (1 Korintî 15:9; 1 Tîmotêyo 1:15). w24.03 27 ¶5-6

Sêşem, 14 Cotmehê

Dev ji mala Xwedayê bapîrên xwe Xudan berdan (2 Dîr. 24:18).

Serhatiya Yoaş Padşa nîşan dike, wekî em gerekê xwera hevalên usa bijbêrin yên ku Yehowa hez dikin û dixwazin dilê wî şa kin. Hevalên usa wê alî me bikin ku em tiştên qenc bikin. Hevalên me dikarin ji me cahiltir yan mezintir bin. Yoaş jî ji hevalê xwe Yehoyada cahiltir bû. Ji xwe bipirse: “Gelo hevalên min alî min dikin ku baweriya min diha qewî be? Gelo ewana min hêlan dikin ku ez li gora qanûn û prînsîpên Xwedê bijîm? Gelo ewana besa Yehowa û rastiyên wîye qîmet dikin? Gelo ewana tenê tiştên usa dibêjin yên ku ez dixwazim bibihêm, û çaxê lazim e, gelo ewana derheqa şaşiya min dibêjine min?” (Metelok 27:5, 6, 17). Bi rastî, hevalên ku Yehowa hez nakin tera ne lazim in. Lê hevalên ku Yehowa hez dikin gelek qîmet in, çimkî ewana wê ser te baş hukum kin (Metelok 13:20). w23.09 9-10 ¶6-7

Çarşem, 15 Cotmehê

Ez Alfa û Omêga me (Eyan. 1:8).

Alîfbeya Yûnanî bi herfa alfa destpêdibe û bi herfa omêga xilaz dibe. Bi wan giliya, “Alfa û Omêga”, Yehowa dide kifşê, ku gava ew destpêdike tiştekî bike, bê şik ew wî tiştî tîne sêrî. Yehowa Adem û Hêwayêra got, ku qirara wî bona meriva û erdê çi ye. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedê dua li wan kir û Xwedê wanra got: ‘Şîn bin û li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtîyê lê bikin’” (Destpêbûn 1:28). Çaxê Yehowa cara pêşin derheqa qirara xwe got, ev yek destpêk bû, dêmek “Alfa” bû. Lê çaxê qirara wî bi temamî bê sêrî û merivên guhdar ji zureta Adem û Hêwayê dinyayê tije kin û bikine Cinet, ev yek wê “Omêga” be. Çaxê efirandina “erd û ezman temamîya nexşên xweva li ser hevda hatin”, hingê Yehowa tiştekî usa got, çi ku da kifşê wekî sozê wî wê eseyî bê sêrî. Qirara Wî bona meriva û erdê, wê xilaziya roja hefta bi temamî bê sêrî (Destpêbûn 2:1-3). w23.11 5 ¶13-14

Pêşem, 16 Cotmehê

Li beriyê riya Xudan amade [hazir] bikin, li çol û deştê ji bo Xwedayê me riyeke mezin vekin (Îşa. 40:3, ÎM).

Rêwîtiya ji Babîlonê heta Îsraêlê gelek zemet bû û weke çar meha dikişand. Lê Yehowa soz dabû, ku wê hemû çetinaya ji riya wan bide hildanê. Bona Cihûyên amin, vegerin welatê xwe Îsraêlê, hêjayî her tiştî bû. Çimkî bona wan keremên herî mezin hebandina Yehowa bû. Babîlonêda paristgeha Yehowa tune bû. Wêderê, bona qurbananîna li gora Qanûna Mûsa, ne qurbangeh ne jî kahînên kifşkirî hebûn, wekî qurbana bînin. Usa jî, vî şeherîda heçî zef meriv, xudanên qelp dihebandin, ne ku Yehowa. Lema jî bi hezara Cihûyên xwedêxof, hizreta wê rojê bûn, ku vegerin welatê xwe û dîsa wêderê Yehowa bihebînin. w23.05 14-15 ¶3-4

Înî, 17 Cotmehê

Mîna zarên ronayê bijîn (Efes. 5:8).

Seva ku em “mîna zarên ronayê bijîn”, em hewcê alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çira? Çimkî hêsa nîne ku em vê dinya bênamûsda temiz bimînin (1 Têsalonîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em himberî fikir û fîlosofiyên dinyayê, yên ku miqabilî nihêrandina Xwedê ne, şer bikin. Usa jî ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em “qencî, heqî û rastî” nav xweda pêşda bînin (Efesî 5:9). Em gerekê dua bikin, wekî Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa gotibû, wekî Yehowa wê ruhê pîroz bide wan, yên ku “ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Usa jî gava em ser civata tevî xûşk û bira pesinê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efes. 5:19, 20). Ruhê pîroz wê usa jî alî me bike, wekî em li gora xwestina Xwedê bijîn. w24.03 23-24 ¶13-15

Şemî, 18 Cotmehê

Ez wera dibêjim, berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê, berdewam kin bigerin û hûnê bivînin, berdewam kin derî xin û wê ber we vebe (Lûqa 11:9).

Tera hê zêde sebir lazim e? Hergê erê, seva vê yekê dua bike. Sebir hunurê berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23). Lema jî em dikarin bona ruhê pîroz dua kin û ji Yehowa bixwazin ku alî me bike, wekî em sebira xwe zêde kin. Hergê sebira me bê cêribandinê, emê duada ruhê pîroz ji Xwedê “bixwazin”, wekî bikaribin sebir kin (Lûqa 11:13). Usa jî em dikarin ji Yehowa reca kin, wekî ew alî me bike ku em li gora nihêrandina wî bifikirin. Paşî duakirinê, em gerekê çi ji destê me tê bikin, wekî her roj sebir kin. Em çiqas bona sebirkirinê dua bikin û her tiştî bikin ku bi sebir bin, ev hunur wê kûraya dilê meda koka xwe berde û bibe para xeysetê me. Usa jî, derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz kûr bifikire. Kitêba Pîroz besa gelek merivên bi sebir dike. Gava em van serhatiya dixûnin û li ser wan kûr difikirin, em hîn dibin ku sebir kin. w23.08 22 ¶10-11

Led, 19 Cotmehê

Torên xwe bavêjine avê (Lûqa 5:4).

Îsa Petrûsê şandîra got, ku Yehowa wê alî wî bike û bona wî xem bike. Paşî rabûna ji mirinê, Îsa bi keremet alî Petrûs û şandiyên din kir, ku ewana gelek mesiya bigirin (Yûhenna 21:4-6). Ji vê keremetê, Petrûs fem kir wekî Yehowa wê hemû hewcên wî razî ke. Wî çaxî, diqewime ev giliyên Îsa hatine bîra wî: Yehowa wê wan meriva bibe xweyî, yên ku “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Metta 6:33). Lema jî, Petrûs pêşiya her tiştî dîna xwe dida xizmetiyê, ne ku şixulê mesîgiriyê. Roja Pênciye Hesab sala 33 D.M., ewî alî bi hezara meriva kir, ku ewana mizgîniyê qebûl kin (Karên Şandiya 2:14, 37-41). Paşê ewî alî Samerya û kesên ji miletên din dikir, ku ewana bibine xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiya 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs da xebatê, wekî merivên ji hemû mileta bibine para civata Mesîhîtî. w23.09 20 ¶1; 23 ¶11

Duşem, 20 Cotmehê

Hûn xewnê û şiroveya wê minra nebêjin, hûnê bên perçekirin (Dan. 2:5, ÎM).

Weke du sal şûnda, gava Babîloniya Orşelîm wêran kirin, Padşê Babîlonê, Nebûkedneser xewn-xeyaleke tirs dît, derheqa heykelekî mezin. Ewî qirar kir, ku hergê nevêjin wekî ewî çi xewn dîtiye û şirovenekin, ewê qesirêda hemû mêrên bîlan bikuje, Daniyêl jî nava wanda bû (Daniyêl 2:3-5). Daniyêl gerekê lez keta û zû-zû tiştek bikira, çimkî çawa emirê wî usa jî emirê gelek merivên din, bin xofêda bû. Ew “ket hundur û ji padşa wext xwest ku ew dixwaze şiroveya xewna wî bike” (Daniyêl 2:16, ÎM). Bona vê yekê mêrxasî û bawerî lazim bûn. Kitêba Pîroz nabêje ku Daniyêl pêşiya vê yekê îda xewn şirovekiribû. Ewî ji hevalên xwe reca kir ku ewana “ji bo sira vê xewnê ji Xwedayê Ezmana alîkariyê bixwazin” (Daniyêl 2:18, ÎM). Yehowa caba duayên wan da. Bi alîkariya Xwedê, Daniyêl xewna Nebûkedneser şirovekir. Ew û hevalên wî ji mirinê xilaz bûn. w23.08 3 ¶4

Sêşem, 21 Cotmehê

Yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Met. 24:13).

Derheqa kara sebirkirinê bifikirin. Gava em bi sebir in, em diha bextewar û dilrihet in. Sebirkirin dikare him ser hest û fikirên me, him jî ser sihet-qewata me baş hukum ke. Gava em hindava merivada sebirê didine kifşê, ev yek heleqetiya me tevî wan, diha baş dike. Usa jî bi saya sebirê, civata meda wê diha zêde tifaqî û yektî hebe. Hergê kesek me eciz bike, lê em zû hêrs nekevin, problêm wê mezin nebe (Zebûr 37:8; Metelok 14:29). Lê ya lape ferz ev e, ku em çev didine Bavê xweyî ezmana û diha nêzîkî wî dibin. Sebirkirin hunurekî gelek qîmet û kêrhatî ye! Carna hêsa nîne sebirê bidine kifşê, lê bi alîkariya Yehowa, em dikarin sebira xwe zêde kin. Em bi sebir hîviya dinya teze ne. Em bawer in, ku “çevê Xudan li ser xofkêşên Wî ne û li ser wane ku hîvîya huba Wî ne” (Zebûr 33:18). Werên em timê her tiştî bikin, wekî berdewam kin sebirê bidine kifşê! w23.08 22 ¶7; 25 ¶16-17

Çarşem, 22 Cotmehê

Bawerî, heger kirên wê tunebin, bi tenê mirî ye (Aqûb 2:17).

Çawa ku Aqûbda tê gotinê, ev meriv diqewime dibêje, wekî baweriya wî heye, lê kirên wî vê yekê nîşan nakin (Aqûb 2:1-5, 9). Aqûb usa jî derheqa wî merivî gilî dike, yê ku birakî yan xûşkeke bê kinc û bê xwarin divîne, lê alî wan nake. Hergê jî ev kes bêje ku baweriya wî heye, lê yeke kirên wî vê yekê nîşan nakin, baweriya wî kêrî tiştekî nayê (Aqûb 2:14-16). Aqûb besa Rexabê jî kir, ya ku baweriya xwe bi kirên xwe nîşan dikir (Aqûb 2:25, 26). Ewê bihîstibû derheqa tiştên ku Yehowa bona Îsraêliya kiribû, û zanibû wekî Yehowa piştgiriya Îsraêliya dike (Yêşû 2:9-11). Rexabê baweriya xwe bi kirên xwe îzbat kir. Gava jîyîna du cesûsên Îsraêlî ketibû qeziyê, ewê ew veşartin. Mîna Birahîm, ew jina ne Îsraêlî jî, rast e gunekar bû û xwe li Qanûna Mûsa nedigirt, lê ew rast hate hesabê. Ji serhatiya Rexabê em hîn dibin, ku ferz e wekî em bi kirên xwe baweriya xwe nîşan kin. w23.12 5-6 ¶12-13

Pêşem, 23 Cotmehê

Hizkirinêda raw û rikinê xwe bavêjin (Efes. 3:17).

Bes nîne ku em tenê rastiyên sereke yên Kitêba Pîroz fem kin. Em ji dil dixwazin bi alîkariya ruhê pîroz “nêt-meremên Xwedêye kûr jî” hîn bin (1 Korintî 2:9, 10). Tu dikarî têmeke usa lêkolîn bikî, ya ku wê te diha nêzîkî Yehowa ke. Mesele, ev têma hêjayî lêkolînê ne: Çawa Xwedê hezkirina xwe xizmetkarên xweye berêra dida kifşê? Ev yek çawa îzbat dike, wekî ew te jî hez dike? Usa jî, tu dikarî lêkolîn kî, ku Yehowa dixwest wekî Îsraêlî çawa Wî bihebînin, û beramber ke, ku Ew çawa dixwaze wekî em îro jêra xizmet kin. Yan jî, tiştên ku pêxembera pêşda derheqa Îsa Mesîh gotibûn, çawa wedê jîyîn û xizmetiya wî ser erdê, hatine sêrî? Tu dikarî bi alîkariya Îndêksa Edebyeta Birca Qerewiliyê, yan jî bi saya Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa, kûr lêkolîna bikî û ji vê yekê şabûnê bistînî. Hergê tu Kitêba Pîroz kûr lêkolîn kî, baweriya te wê diha qewî be û tuyê diha baş Xwedê nas bikî (Metelok 2:4, 5). w23.10 18-19 ¶3-5

Înî, 24 Cotmehê

Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hizkirin gelek guna dinixême (1 Pet. 4:8).

Petrûsê şandî got, ku hezkirina me gerekê “bi dil û can be”. Lê para duda ya vê rêzêda tê gotinê ku ev hezkirin ça ser me hukum dike. Ev me hêlan dike çevê xwe ser şaşiyên xûşk-bira dadin. Em dikarin vê yekê beramberî meselekê bikin. Bidine ber çevê xwe ku sifrek gelek herişî ye û leke ser in. Hergê parçê sifirê bavêjine ser, wê ne ku tenê lekek yan dudu bê veşartinê, lê gelek qisûrên sifirê. Hema bi wî cûreyî, hergê hezkirina me hindava xûşk-bira bi dil û can be, emê bikaribin ne ku tenê şaşîk yan duda bibaxşînine wan, lê “gelek guna”. Hezkirina me hindava xûşk-birada gerekê usa qewî be, wekî em bikaribin bi dil û can hela hê şaşiyên wane mezin jî bibaxşînin (Kolosî 3:13). Gava em usa dikin, bi vê yekê em didine kifşê, ku hezkirina me qewî ye û em dilê Yehowa şa dikin. w23.11 11-12 ¶13-15

Şemî, 25 Cotmehê

Şafan li ber qiral [padşa] jê xwend (2 Dîr. 34:18).

Gava Yoşiya Padşa 26 salî bû, ewî destpêkir paristgehê teze ke. Wî çaxî, kitêba Qanûna Yehowa hate dîtinê, ya ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta xwe. Çaxê padşa bihîst ku çi hatiye nivîsarê, ewî derbêra xwest her tiştî li gora van nivîsara bike (2 Dîrok 34:14, 19-21). Tu hez dikî timê Kitêba Pîroz bixûnî? Gelo tu her tiştî dikî, wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnî? Lê ji vê yekê tu lezetê distînî? Gava Yoşiya weke 39 salî bû, şaşîke wî bû sebebê mirina wî. Dewsa ku ji Yehowa rêberiyê bixwaze, ewî xwexa safî kir çi bike (2 Dîrok 35:20-25). Ji vê yekê, em dikarin dersekê xwera hildin. Gerekê em hertim rêberiya Yehowa bigerin, firqî tune em çend salî ne yan jî çiqas wext Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Ev tê hesabê, ku em gerekê her roj bona rêberiya Yehowa dua bikin, Xebera wî bixûnin, ser wê kûr bifikirin û guh bidin şîretên xûşk-birên ruhanîda gihîştî. Bi vî cûreyî, emê diha kêm şaşiyên giran bikin û diha zêde şabûnê bistînin (Aqûb 1:25). w23.09 12 ¶15-16

Led, 26 Cotmehê

Xwedê miqabilî kubar-babaxa ye, lê keremê dide şkestiya (Aqûb 4:6).

Serhatiyên gelek kulfetên ku Yehowa hez dikirin û jêra xizmet dikirin, Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê. Wana xwegirtin dida kifşê û her tiştîda amin bûn (1 Tîmotêyo 3:11). Îro civatên meda jî xûşkên usa hene, yên ku ji dil Yehowa hez dikin û bûne Mesîhiyên gihîştî. Xûşkên cahil dikarin ji wana gelek tişt hîn bin. Xûşkên cahil, bifikirin ku hûn dikarin ji xûşkên gihîştî çi hîn bin. Dîna xwe bidine hunurên wane baş. Milûktî bona xizmetkarên Xwedê yên gihîştî gelek ferz e. Hergê kulfet milûk be, dostiya wê tevî Yehowa û kesên din wê baş be. Mesele, kulfeta ku Yehowa hez dike, ew bi milûktî prînsîpa serwêrtiyê tîne sêrî, ya ku Xwedê daye (1 Korintî 11:3). Ev prînsîpa ku Bavê meyî ezmana daniye, gerekê him civatêda him jî malbetêda bê xebitandinê. w23.12 18-19 ¶3-5

Duşem, 27 Cotmehê

Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe (Efes. 5:28).

Yehowa dixwaze, wekî mêr jina xwe hez bike, hemû hewcên wê hilde hesab, jêra bibe hevalekî baş û alî wê bike, ku ew diha nêzîkî Yehowa be. Fikirandina kûr, qedirgirtina jina û xîret, gelek ferz in. Ev tişt wê alî te bikin, wekî tu zewacêda bibî hevalekî baş. Paşî zewacê, dibeke tu bibî bav. Tu dikarî ji Yehowa hîn bî, wekî bibî bavekî baş (Efesî 6:4). Yehowa eşkere Kurê xwe Îsara got, ku ew lê hez dike û ji wî razî ye (Metta 3:17). Hergê tu bibî bav, her roj zarên xwera bêje, wekî tu wana hez dikî. Bona kirên wane baş payê wan bide. Bavên ku çev didine Yehowa, alî zarên xwe dikin, ku ewana bibine Mesîhiyên gihîştî. Tu çawa dikarî nihada bona vê cabdariyê xwe hazir kî? Mesele, bi dil û can bona malbeta xwe û xûşk-bira xem bike, usa jî hezkirin û razîbûna xwe wanra bide kifşê (Yûhenna 15:9). w23.12 28-29 ¶17-18

Sêşem, 28 Cotmehê

[Yehowa, DT] wê xwexa we . . . bişidîne (1 Pet. 5:10).

Mîna her kesî, xizmetkarên Yehowa jî rastî tengasiya tên û nexweş dikevin. Serda jî, Şedên Yehowa ji destê kesên ku wana hez nakin rastî zulmî û zêrandinê tên. Hemikî Yehowa hemû çetinaya ji me dûr naxe, lê ewî soz daye ku wê alî me bike (Îşaya 41:10). Bi alîkariya wî em dikarin şabûna xwe unda nekin, safîkirinên baş bikin û nav çetinayada jî wîra amin bimînin. Li gora Kitêba Pîroz, emê “edilayiya Xwedê” bistînin (Fîlîpî 4:6, 7). Ev tê hesabê ku edilayî wê bikeve dilê me, çimkî em dostên Yehowa ne. “Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e” û ji her tiştî ku em dikarin bidin ber çevê xwe, baştir e. Belê, çaxê em ji dil dua dikin, rihetiya mezin ku dikeve dilê me, ev heye “edilayiya Xwedê”. w24.01 20 ¶2; 21 ¶4

Çarşem, 29 Cotmehê

Pesinê Xudan bide, nefsa min û her tiştê nava minda, navê Wîyî pîroz (Zeb. 103:1).

Ewên ku Yehowa hez dikin, bi dil û can dixwazin pesinê navê wî bidin. Dawid Padşa zanibû ku gava meriv pesinê navê Yehowa dide, ew bi rastî pesinê Yehowa dide. Çaxê em navê Yehowa dibihên, hingê xeyset, hunur û kirên wî têne ber çevê me. Dawid dixwest bi “hemû hebûna” xwe, dêmek bi temamiya dilê xwe pesinê navê Xwedê bide û wî pîroz ke. Bona Lêwiya jî pîrozkirina navê Yehowa tiştekî zef ferz bû. Wana bi milûktî fem dikir, ku wê nikaribin tenê pê giliya bi temamî pesinê navê Yehowa bidin (Nehemiya 9:5). Bê şik, dilê Yehowa gelek şa dibû, gava wana bi dil-can û milûktî pesin didane wî. w24.02 9 ¶6

Pêşem, 30 Cotmehê

Em gihîştine çi derecê, anegorî wê yekê bijîn (Fîlî. 3:16).

Hergê tu negihîjî nêteke xwe, nefikire ku Yehowa te ça yekî bêkêr hesab dike (2 Korintî 8:12). Ji vê yekê xwera dersa hîn be, û bîr neke wekî tu îda gihîştî çi. Kitêba Pîroz dibêje, ku “Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirên we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike” (Îbranî 6:10). Lema jî derheqa wan tişta bifikire çi ku bal te îda hatiye standinê, mesele ku tu bûyî dostê Yehowa, belakirina mizgîniyêda kar dikî û hatî nixumandinê. Çawa ku berê tu gihîştibûyî nêtên xweye ruhanî, tu dikarî berdewam kî pêşda herî û bigihîjî nêtên xweye din jî. Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî bigihîjî nêta xwe. Gava tu xîret dikî wekî bigihîjî nêta xwe, bîr neke ku heta niha, Yehowa ça alî te kiriye û xîreta te kerem kiriye (2 Korintî 4:7). Hergê tu sist nebî û destê xwe berjêr nekî, tuyê keremên mezin bistînî! (Galatî 6:9) w23.05 31 ¶16-18

Înî, 31 Cotmehê

Bav we hez dike, çimkî we ez hez kirime û we bawer kiriye ku ez ji Xwedê hatime şandinê (Yûhn. 16:27).

Yehowa mecala digere ku nîşanî xizmetkarên xwe bike, wekî ew wana hez dike û ji wan razî ye. Kitêba Pîrozda du cara tê gotinê, ku Xwedê derheqa Îsa usa got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike” (Metta 3:17; 17:5). Gelo teyê nexwesta, ku Yehowa tera jî bigota wekî ew ji te razî ye? Hemikî Yehowa raste-rast mera xeber nade, lê ew bi saya Kitêba Pîroz mera xeber dide. Gava em çar kitêbên Mizgînîye pêşin dixûnin, em ça bêjî dengê Yehowa dibihên. Şagirtên Îsa merivên qisûrdar bûn, lê dîsa jî, ewî wana hez dikir. Nihêrandinên Îsa û nihêrandinên Bavê wî mîna hev in. Lema jî, gava em giliyên Îsa dixûnin, were em bidin ber çevê xwe ku Yehowa tevî me xeber dide (Yûhenna 15:9, 15). Çaxê em rastî çetinaya tên ev yek nayê hesabê ku Xwedê me qebûl nake. Bi rastî, çetinayî mecalê dide me ku em îzbat bikin wekî em Xwedê gelekî hez dikin û îtbariya xwe wî tînin (Aqûb 1:12). w24.03 28 ¶10-11

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin