KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es25 rûp. 118-128
  • Kanûna Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanûna Pêşin
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
  • Binserî
  • Duşem, 1 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 2 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 3 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 4 Kanûna Pêşin
  • Înî, 5 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 6 Kanûna Pêşin
  • Led, 7 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 8 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 9 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 10 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 11 Kanûna Pêşin
  • Înî, 12 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 13 Kanûna Pêşin
  • Led, 14 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 15 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 16 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 17 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 18 Kanûna Pêşin
  • Înî, 19 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 20 Kanûna Pêşin
  • Led, 21 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 22 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 23 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 24 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 25 Kanûna Pêşin
  • Înî, 26 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 27 Kanûna Pêşin
  • Led, 28 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 29 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 30 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 31 Kanûna Pêşin
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2025
es25 rûp. 118-128

Kanûna Pêşin

Duşem, 1 Kanûna Pêşin

Mirî radibin (Lûqa 20:37).

Gelo qewata Yehowa heye ku miriya vegerîne jîyînê? Bêşik, erê! Çimkî ew “Xwedêyê Hemû Zorayiyê” ye (Eyantî 1:8). Qewata Yehowa usa mezin e, ku ew dikare hemû dijmina, hela hê mirinê jî kuta ke (1 Korintî 15:26). Menîke din ku çira em zanin, wekî Xwedê dikare miriya dîsa vegerîne jîyînê, ew e, ku bîranîna wî bêsînor e. Xwedê navê her steyrkekê zane (Îşaya 40:26). Kesên mirî jî bîra Xwedêda nin (Îbo 14:13; Lûqa 20:38). Ew her tiştî hûr bi hûr derheqa kesên mirî zane, mesele reng-rûyê wan, xeyset-hunurên wan û usa jî bîranîn û serhatiya wan. Çira em baweriya xwe sozê Yehowa tînin, ku ewê miriya vegerîne jîyînê? Çimkî him xwestin him jî qewata wî heye, wekî vî sozê xwe bîne sêrî. Menîke din jî ev e, ku Yehowa berê jî kesên mirî sax dikir. Mesele, ewî qewat da Îsa û hine xizmetkarên xweye amin, ku vê yekê bikin. w23.04 9-10 ¶7-9

Sêşem, 2 Kanûna Pêşin

Bira xeberdana we merîfetî û xwêkirî be (Kols. 4:6).

Hergê em bi zimanekî nerm xeber din, kesên din wê hazir bin guh bidine me û xeberdanê berdewam kin. Hemikî hergê kesek bixwaze tevî me bikeve dewê, yan qerfên xwe baweriya me bike, eseyî nîne em caba wî bidin (Metelok 26:4). Lê heçî zef meriv usa nînin. Ewana hazir in guh bidine me. Eşkere ye, ku çaxê em nerm û milûk in, kara vê yekê gelek e. Gava tu caba pirsên çetin didî û rastî qerfa têyî, Yehowara dua bike û qewatê bixwaze, wekî tu milûk û nerm bimînî. Bîr neke, nermî û milûktî nahêlin wekî şer-dew pêşda bên. Û cabên teye nerm û merîfet, dikarin ser kesekî hukum kin, ku ew nihêrandina xwe derheqa me û rastiyên Kitêba Pîroz, biguhêze. Bona baweriya xwe, “her gav hazir bin, caba wan hemûya bidin. . . . Lê wê yekê bi xof û milûktiyê bikin” (1 Petrûs 3:15). Belê, bira milûktî qewata te be! w23.09 19 ¶18-19

Çarşem, 3 Kanûna Pêşin

Sebirê li xwe wergirin (Kols. 3:12).

Were em çar gava şêwir kin, bi saya kîjana em dikarin sebirê bidine kifşê? Ya pêşin, merivê bi sebir zû hêrs nakeve. Derecên çetinda, gava kesek hêrsa wî radike, ew rihet dimîne û heyfê hilnade (Derketin 34:6). Ya duda, merivê bi sebir bi dilrihetî dikare hîviya tiştekî bisekine. Gava tiştek derengî dikeve, merivê bi sebir dîsa jî her tiştî dike, wekî bînteng û eciz nebe (Metta 18:26, 27). Ya sisiya, merivê bi sebir lez nakeve. Gava kesekî bi sebir şixulekî ferz dike, ew vê yekê lez-bez nake wekî yaxa xwe lê xilaz ke. Dewsê, ew wede bona wî şixulî kifş dike, wekî paşê ça lazim e evî şixulî bike. Ya çara, merivê bi sebir derecên çetinda jî bê gazina sebir dike. Merivê bi sebir dîna xwe dide ser tiştên pozîtîv, û çi ji destê wî tê dike, wekî timê bi şabûnê Yehowara xizmet ke (Kolosî 1:11). Çawa xizmetkarên Xwedê, em gerekê van hemû derecada sebirê bidine kifşê. w23.08 20-21 ¶3-6

Pêşem, 4 Kanûna Pêşin

Xudan dila dicêribîne (Metlk. 17:3).

Yehowa Xwedê divîne ku dilê meda çi heye. Lema jî, gerekê em dilê xweyî sîmbolîk rind bibine xweyî. Tiştê herî ferz ew nîne ku em rûva çawa nin, lê ev e ku kûraya dilê meda bi rastî çi heye. Hergê bîlaniya Xwedê hiş û dilê meda hebe, Ewê me hiz bike (Yûhenna 4:14). Usa emê ji bênamûsiyê, derewên Mîrê-cina û ji merivên xirab, bêne xweykirinê (1 Yûhenna 5:18, 19). Çiqas em nêzîkî Yehowa bin, haqas hê zêde emê qedirê wî bigirin û wî hiz bikin. Em naxwazin dilê Bavê xweyî ezmana bêşînin, lema jî emê ji fikirên ku dikarin bibine sebebê gunekirinê, birevin. Carekê hindik mabû xûşka me Marta, ya ku Xorvatyayêda dijî, bênamûsî bikira. Ewê nivîsî: “Minra çetin bû bi zelalî bifikirim û xwe kontrol kim, wekî gune nekim. Lê tirsa ber Yehowa ez parastim”. Gelo çawa? Martayê got, ku ew fikirî wekî çi dikare biqewime hergê ew bênamûsiyê bike. Em jî gerekê ser vê yekê bifikirin. w23.06 20-21 ¶3-4

Înî, 5 Kanûna Pêşin

Dema li ber çevên wan hatim pîroz kirin, wê neteweyê [milet] bizanibin ku ez [Yehowa me, DT] (Hezql. 36:23).

Îsa zanibû ku qirara Yehowa ev e, wekî navê xwe pîroz ke û ji hemû leke û derewa paqij ke. Lema jî Axayê me, dêmek Îsa, şagirtên xwe hîn kir ku usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be” (Metta 6:9). Îsa rind fem dikir ku pîrozkirina navê Xwedê, pirsa here mezin e, ku hemû efrîna dikeve. Îsa ji her kesî zêdetir xîret kiriye ku navê Yehowa pîroz ke. Dîsa jî, gava dijmina ew girtin, wana buxdan avîtine wî ku ew kifiriya Xwedê dike. Bê şik, Îsa bêhurmetkirina navê Xwedêyî pîroz hesab dikir gunê herî mezin. Lema ew gelek eciz û dilteng dibû, çimkî ew wê bona vê yekê bihata sûcdarkirinê. Diqewime hema ev bû sebeba sereke, ku çira Îsa pêşiya girtina xwe usa dilteng bû (Lûqa 22:41-44). w24.02 11 ¶11

Şemî, 6 Kanûna Pêşin

Bi serwaxtîyê mal tê çêkirinê (Metlk. 24:3).

Reva jîyînêda, em gerekê Yehowa û Îsa ji merivên xwe zêdetir hez bikin (Metta 10:37). Lê ev yek nayê hesabê ku em gerekê cabdariyên malbetê neynin sêrî. Seva ku Xwedê û Îsa ji me razî bin, em borcdar in cabdariyên malbetê bînin sêrî (1 Tîmotêyo 5:4, 8). Hergê em usa bikin, emê şabûnê bistînin. Yehowa dixwaze ku jin-mêr hevdu hez bikin û qedirê hev bigirin. Ew dixwaze wekî dê-bav zarên xwe hez bikin û wana hîn kin. Usa jî ew dixwaze, ku zar gura dê-bavê xwe bikin. Bi vî cûreyî malbetêda wê edilayî hebe (Efesî 5:33; 6:1, 4). Malbet gerekê xwe bispêrin bîlaniya Kitêba Pîroz. Îzinê nede wekî nihêrandina van meriva, zanebûna kîjana ku heye, edet û hestên we, ser safîkirinên we hukum kin. Edebyetên meda, şîretên baş hene. Wana rind lêkolîn bike. Ewana wê alî te bikin, wekî tu prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidî xebatê. w23.08 28 ¶6-7

Led, 7 Kanûna Pêşin

Ev kitêba Qanûnê gerekê ji devê te neqete û tu gerekê şev û roj bi dengê nimiz bixûnî, seva ku her tişt çi têda nivîsar e, rast bînî sêrî. Hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî (Yêşû 1:8, DT).

Xûşkên me gerekê feresetên kêrhatî nav xweda pêşda bînin. Hine tiştên ku ewana zarotiyêda hîn dibin, temamiya emirê wanda karê dide wan. Mesele, hîn be ku rind bixûnî û binivîsî. Hine kûltûrada, ferz nîne ku jin xwendin û nivîsandinê bizanibe. Lê ev yek bona hemû Mesîhiya gelek ferz e (1 Tîmotêyo 4:13). Çiqas zor be jî, nehêle ku tu tişt riya te bigire, wekî tu hîn bî ku rind bixûnî û binivîsî. Lê ev yek çira usa ferz e? Feresetên usa dikarin alî te bikin, wekî tu xwera xebateke baş bivînî. Usa jî, tuyê bikaribî Xebera Xwedê rind lêkolîn bikî û bibî dersdarê Xebera Xwedê. Lê ya here ferz ev e, ku çaxê tu Xebera Xwedê bixûnî û lêkolîn bikî, tuyê diha nêzîkî Yehowa bî (1 Tîmotêyo 4:15). w23.12 20 ¶10-11

Duşem, 8 Kanûna Pêşin

Xudan . . . dikare xwedênasa . . . ji cêribandina xilaz ke (2 Pet. 2:9).

Alîkariyê ji Yehowa bixwaze, wekî cêribandinada amin bimînî. Em merivne gunekar in, lema jî em gerekê her tiştî bikin, wekî himberî cêribandina şer kin. Dijminê me Mîrê-cina çi ji destê wî tê dike, wekî em cêribandinada amin nemînin. Mesele, ew usa dike, wekî em wedederbazkirinên necayîzva mijûl bin. Ew dixwaze ku hişê me tiştên xirabva tije be, wekî em gunên giran bikin (Markos 7:21-23; Aqûb 1:14, 15). Mera alîkariya Yehowa lazim e, wekî em xwe ji tiştên nerast dûr bigirin. Carekê Îsa Xwedêra usa dua kir: “Me nebe cêribandinê, lê me ji yê xirab xilaz ke” (Metta 6:13). Yehowa hertim hazir e alî me bike, lê em gerekê bona vê yekê wîra dua bikin. w23.05 6-7 ¶15-17

Sêşem, 9 Kanûna Pêşin

Tayê sêqat jî bi rihetî naqete (Waîz 4:12, ÎM).

Jin-mêrên ku dostiya xwe tevî Bavê xweyî ezmana qîmet dikin, hazir in guh bidine şîretên Xwedê. Û ev yek wê alî wan bike problêma alt kin, wekî hizkirina wan hindava hevda sar nebe. Jin-mêrê ruhanîda qewî, her tiştî dikin, wekî çev bidine Yehowa û mîna wî dilovan bin, bi sebir bin û afûkar bin (Efesî 4:32–5:1). Hunurên usa alî jin-mêra dikin, wekî diha zêde hevdu hiz bikin. Xûşkeke bi navê Lêna, ya ku 25 sala zêdetir mêrkirî ye, dibêje: “Minra çetin nîne qedirê yekî xwedêhiz bigirim û wî hiz bikim”. Were em dîna xwe bidine meseleke ji Kitêba Pîroz. Gelo Yehowa çima Ûsiv û Meryem bijart ku ewana bibin dê-bavê Mesîhê sozdayî? Wana Yehowa hiz dikir, û Yehowa zanibû wekî Ewê emirê wanda ciyê pêşin bigire. w23.05 21 ¶3-4

Çarşem, 10 Kanûna Pêşin

Guhdariya rêberên xwe bikin (Îbrn. 13:17).

Rêberê me Îsa bêqisûr e, lê ew birên, kîjana ku ew dide xebatê wekî rêberiya me bikin, merivne qisûrdar in. Dibeke cara mera çetin e guh bidine wan, îlahî hergê ewana ne li gora dilê me tiştekî ji me dixwazin. Carekê, Petrûsê şandî ji melekê Xwedê rêberî stand, kîjan ku pêşiyê ewî nexwest bîne sêrî. Ewî gerekê goştê heywanên ku li gora Qanûna Mûsa qedexekirî bûn, bixwara. Petrûs ev rêberî ne tenê carekê, lê sê cara înkar kir! (Karên Şandiya 10:9-16) Gelo çira? Çimkî ev rêberiya teze, bona wî tiştekî netebiyetî bû. Xêncî vê yekê, Pawlosê şandî hazir bû wî çaxî jî guh bide rêberiyê, gava Orşelîmêda, mêrên emirda mezin ku Mesîhî bûn, jêra gotin, wekî ew tevî çar mêra here paristgehê û wêderê xwe li gora Qanûnê paqij ke. Bi vê yekê Pawlos wê bida kifşê, wekî ew Qanûnê qebûl dike. Lê ewî zanibû ku Mesîhî îda bin hukumê Qanûna Mûsada nînin. Û ewî tu şaşî nekiribû. Lê dîsa jî, Pawlos derbêra gav avît. Ewî “ew merî roja dinê hildan, tevî wan paqij bû” (Karên Şandiya 21:23, 24, 26). Pawlos guh da rêberiyê û bi vê yekê yektî xwey kir (Romayî 14:19, 21). w23.10 10 ¶15-16

Pêşem, 11 Kanûna Pêşin

Sira Xudan bona xofkêşên Wî ye (Zeb. 25:14).

Bi rastî, heval gerekê hevdu netirsin. Lê rêza serekeda tê gotinê, wekî kê ku dixwaze bibe dostê Yehowaye nêzîk, gerekê xofa Xwedê dilê wanda hebe. Lazim e ku tirsa Xwedê dilê hemû xizmetkarên Yehowada hebe. Lê çi tê hesabê Xwedê bitirsin? Kesê ku bi cûrê rast ji Xwedê ditirse, bi rastî wî hiz dike. Ew naxwaze tiştekî xirab bike, çi ku dikare zirarê bide dostiya wî tevî Xwedê. Tirsa Xwedê dilê Îsa Mesîhda jî hebû (Îbranî 5:7). Ziravê wî ji Yehowa nediqetiya, lê ewî Xwedê hiz dikir û bi dil qirara wî dianî sêrî (Îşaya 11:2, 3; Yûhenna 14:21, 31). Hunurên Yehowaye sereke hizkirin, bîlanî, heqî û qewat e. Lema em jî mîna Îsa qedirê wî digirin û hurmetê didine wî. Usa jî em zanin, ku Yehowa me hiz dike û rêberiya me dike. Bi gotin û kirên xwe, em dikarin dilê wî yan bêşînin yan jî şa bikin (Zebûr 78:41; Metelok 27:11). w23.06 14 ¶1-2; 15 ¶5

Înî, 12 Kanûna Pêşin

Dema qewat dît, dilê wî usa bilind bû ku . . . dijî Xwedayê xwe Xudan xayîntiyê kir [neamin ma] (2 Dîr. 26:16).

Gava Ûziya bû Padşakî qewî, ewî bîr kir wekî Kaniya qewatê û dewlemendtiya wî, Yehowa bû. Gelo ev çi ders e bona me? Gerekê em tu car bîr nekin, wekî her kerem û cabdarî em ji Yehowa distînin. Dewsa ku em bona pêşdaçûyîna xwe pesina bidine xwe, em gerekê pesina bidine Yehowa (1 Korintî 4:7). Em gerekê bi milûktî qebûl kin, wekî em qisûrdar in û lema jî em hewcê şîreta ne. Birakî weke 60 salî, usa nivîsiye: “Ez hîn bûm, ku bi zêdeyî derheqa xwe nefikirim. Gava kesek minra derheqa şaşiyên min dibêje, ez xîret dikim wekî vê yekê qebûl kim û xizmetiyêda pêşda herim”. Belê, hergê em guh bidin Yehowa û milûk bimînin, emê bi jîyîneke xweş û bextewar bijîn (Metelok 22:4). w23.09 10 ¶10-11

Şemî, 13 Kanûna Pêşin

Wera sebir lazim e ku hûn emirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê wî (Îbrn. 10:36).

Qirna yekêda, lazim bû ku şagirtên Îsa sebir kin. Xêncî çetinayên herrojî, ewana ji aliyê rêberên Cihûya, dewletê û malbeta xwe jî rastî peyketina dihatin, çimkî ewana şagirtên Îsa bûn (Metta 10:21). Û civatêda jî ewana gerekê fesal bûna, wekî hînkirinên rabera, yên ku dixwestin cudebûn bikirana civatê, ser wana hukum neke (Karên Şandiya 20:29, 30). Lê xizmetkarên Xwedê bi aminî teyax dikirin (Eyantî 2:3). Gelo çi alî wan dikir? Ewana derheqa serhatiyên ji Nivîsarên Pîroz kûr difikirîn, mesele, derheqa serhatiya Îbo, yê ku sebir dida kifşê (Aqûb 5:10, 11). Wana bona qewatê dua dikir (Karên Şandiya 4:29-31). Û wana bîr nedikir, ku hergê ewana sebir kin, Xwedê wê eseyî wana kerem ke (Karên Şandiya 5:41). Hergê em serhatiyên ji Xebera Xwedê û edebyetên me bixûnin û derheqa wan kûr bifikirin, emê jî bikaribin sebir kin. w23.07 3 ¶5-6

Led, 14 Kanûna Pêşin

Berê pêşin bikevine heyra Padşatiya Xwedê û rastiya wî, û hemû tiştên lazim wê wera bêne dayînê (Met. 6:33).

Yehowa û Îsa wê tu car me nehêlin. Çaxê Petrûsê şandî Îsa înkar kir, lazim bû ku ew safîkirinên ferz bike. Gelo ewê dîsa berdewam kira pey Îsa biçûya û xizmetiyêda xîret bûya? Îsa ji Yehowa lava dikir ku baweriya Petrûs sist nebe. Îsa Petrûsra besa vê duayê kir. Ewî got ku Petrûs wê paşê bikaribe dilê xûşk-bira qewî ke (Lûqa 22:31, 32). Bê şik, Petrûs ji van giliyên Îsa gelek qewat stand! Gava em mecbûr bin ku safîkirinên ferz bikin, Yehowa wê bi saya şivanên dilovan dilê me qewî ke, wekî em amin bimînin (Efesî 4:8, 11). Çawa ku Yehowa bona Petrûs û şandiyên din xem dikir, Ewê bona hewcên me jî xem bike, hergê em şixulê Padşatiyê daynin ser ciyê pêşin. w23.09 24-25 ¶14-15

Duşem, 15 Kanûna Pêşin

Yê ku alîkarîya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke (Metlk. 19:17).

Yehowa her qenciya biçûk, ya ku em bona kesên din dikin, divîne. Ew qenciya me ça qurbaneke qîmet hesab dike û ewê eseyî me xelat ke. Diqewime te berê ça berdestiyê civatê yan ça rûspî xizmet dikir. Yehowa xîret û hizkirina te qe bîr nake (1 Korintî 15:58). Ew divîne wekî tu dîsa jî hizkirinê nîşan dikî. Yehowa dixwaze ku em hizkirina hindava wî û kesên din, dilê xweda diha zêde pêşda bînin. Hergê em Xebera Xwedê bixûnin, ser wê kûr bifikirin û her roj Xwedêra dua bikin, hizkirina orta me û Xwedê wê diha mezin be. Gava em alî xûşk-bira dikin, em nîşan dikin ku em ji dil wana hiz dikin. Çiqas hizkirina me mezin be, haqas emê diha nêzîkî Yehowa û xûşk-bira bin. Û emê ji dostiya tevî wan heta-hetayê şabûnê bistînin! w23.07 10 ¶11; 11 ¶13; 13 ¶18

Sêşem, 16 Kanûna Pêşin

Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).

Her xizmetkarê Xwedê gerekê xwexa safî ke, ku ça miqatî siheta-qewata xwe be. Gava Mesîhî derheqa mêtoda qenckirinê safîkirina dikin, ewana gerekê guh bidine qanûnên Kitêba Pîroz, wekî xwe ji xûnê û sêrbaziyê dûr bigirin (Karên Şandiya 15:20; Galatî 5:19, 20). Lê hine derecada em gerekê xwexa safî kin, ku kîjan mêtodên qenckirinê bijbêrin. Firqî tune em çi difikirin derheqa filan mêtoda qenckirinê, lê yeke em gerekê qedirê safîkirina xûşk-bira bigirin, çimkî ew safîkirina şexsî ya her kesî ye. Lema jî em gerekê van çar tişta hildin hesab: (1) Tenê Padşatiya Xwedê wê me ji hemû nexweşiya qenc ke (Îşaya 33:24). (2) Her xizmetkarê Xwedê gerekê xwexa bona xwe safîkirineke lape baş bike û vê yekêda “bawer be” (Romayî 14:5). (3) Em naxwazin ser safîkirinên kesên din hukum kin û bi kirên xwe bibin menî ku ewana bilikumin (Romayî 14:13). (4) Xizmetkarên Xwedê hizkirinê didine kifşê û fem dikin, wekî yektiya civatê ji nihêrandinên wane şexsî ferztir e (Romayî 14:15, 19, 20). w23.07 24 ¶15

Çarşem, 17 Kanûna Pêşin

Hemû rojên wîye nezîrîyê bira ew Xudanra pîroz be (Jimar 6:8).

Dostiya me tevî Yehowa tiştekî gelek qîmet e, usa nîne? Bi hezara sala, bi mîlyona meriv jî gelek qîmet kirine ev dostî (Zebûr 104:33, 34). Gelek meriva ji aliyê xweda qurban kirine, seva ku Yehowara xizmet kin. Mesele, Nezîr, yan kesê tesmîlkirî, ku wedê berê Îsraêlêda dijîtin, wana jî usa dikir. Nezîra hine qurban ji aliyê xweda dikirin, seva ku bi cûrê mexsûs Yehowara xizmet kin. Li gora Qanûna Mûsa, ça jin usa jî mêr dikaribûn li ber Yehowa sond bixwarana, ku ser wextekê ça Nezîr bijîtana (Jimar 6:1, 2). Ji bo pêkanîna vê sondê, lazim bû ku wana xwe li hine qeyda bigirtana, yên ku bona Îsraêliyên din nîbûn. Gelo hine meriva çira dixwestin bibine Nezîr? Eyan e menî ev bû, ku wana Yehowa gelek hez dikir û dixwestin razîbûna xwe bona keremên wî nîşan kin (Qanûna Ducarî 6:5; 16:17). w24.02 14 ¶1-2

Pêşem, 18 Kanûna Pêşin

[Yehowa, DT] bi hezkirên xwe, bi kesên ku emirê wî dikin peymana çêdike û girêdayî dimîne (Dan. 9:4, ÎM).

Kitêba Pîrozda, xebera Îbranî, ya ku ça “amin” yan “hezkirina amin” hatiye welgerandinê tê hesabê heleqetiya kûr û dilgerm, ya ku Xwedê bi hezkirinê nîşanî xizmetkarên xwe dike. Ev xeber usa jî bona vê hezkirinê tê xebitandinê, ya ku orta xizmetkarên Xwedêda heye (2 Samûyêl 9:6, 7). Wext şûnda aminiya me dikare diha qewî be. Emê niha bivînin ku aminiya Daniyêl çawa diha qewî dibû. Aminiya Daniyêl hindava Yehowa, gelek car dihate cêribandinê. Gava ew 90 sal zêdetir bû, ew rastî cêribandineke lape mezin hat. Serokên qesirê Daniyêl nefret dikirin û qedirê Xwedayê wî nedigirtin. Lema jî wana safî kir wekî Daniyêl bikujin. Û li gora xwestina wan, Padşa qanûnek derxist, wekî bicêribînin hela Daniyêl wê padşêra, yan Xwedayê xwera amin bimîne. Seva ku Daniyêl îzbat kira ku ew padşara amin e, gerekê ewî 30 roj Yehowara dua nekira. Daniyêl qayîl nebû (Daniyêl 6:12-15, 20-22). w23.08 5 ¶10-12

Înî, 19 Kanûna Pêşin

Hevdu hiz bikin (1 Yûhn. 4:7).

Yehowa mera dibêje, wekî em berdewam kin hezkirinê hindava xûşk-bira bidine kifşê. Hergê xûşk yan birak dilê me bêşîne jî, em dikarin bawer bin, ku ewî nedixwest usa bikira, lê dixwaze li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijî (Metelok 12:18). Kêmasiyên me çiqas zef bin jî, Xwedê me hez dike. Çaxê em şaşiya dikin, ew pişta xwe nade me û ser me hêrs nakeve (Zebûr 103:9). Belê, Bavê meyî ezmana Xwedêyê efûkar e û em jî gerekê çev bidine wî! (Efesî 4:32–5:1) Em çiqas nêzîkî xilaziya vê dinya xirab dibin, haqas em gerekê nêzîkî xûşk-bira bin. Dibeke ji bo baweriya me pey me kevin û hela hê me bikine kelê jî. Hergê usa biqewime, emê gelek hewcê alîkariya xûşk-bira bin (Metelok 17:17). w24.03 15-16 ¶6-7

Şemî, 20 Kanûna Pêşin

Gavê meriv ji Xudanda têne avîtinê (Metlk. 20:24).

Nivîsarên Pîrozda derheqa serhatiyên cahila tê gotinê, yên ku bûne dostên Yehowa û bi jîyîneke baş dijîtin. Mesele, Dawid cahiltiya xweda safî kiribû Xwedêra xizmet ke û paşê ew bû padşakî amin (1 Padşatî 3:6; 9:4, 5; 14:8). Hergê tu serhatiya Dawid lêkolîn kî, mesela wî wê dilê te qewî ke, wekî tu bi aminî Yehowara xizmet kî. Usa jî tu dikarî hê zêde derheqa mesela Markos yan jî Tîmotêyo lêkolîn kî. Wana ji cahiltiyê bi aminî Yehowara xizmet dikir. Xwedê ji wan razî bû û ewana jî bextewar bûn. Safîkirinên ku tu îro dikî, wê ser axiriya te hukum kin. Hergê tu baweriya xwe Yehowa bînî û xwe nespêrî aqilê xwe, Ewê alî te bike wekî tu safîkirinên baş bikî. Tu dikarî emirekî xweş qazanc kî û bextewar bî. Bîr neke, Yehowa qîmet dike, çi ku tu bona wî dikî. Tu tişt ji vê yekê çêtir tune ye, ku Yehowara xizmet kî! w23.09 13 ¶18-19

Led, 21 Kanûna Pêşin

Li hev bibaxşînin (Kols. 3:13).

Pawlosê şandî zanibû, ku xûşk-bira bêqisûr nînin. Gelo ew rastî çi problêma dihat? Mesele, gava ew teze bû şagirtê Îsa, hine xûşk-birên ji civata Orşelîmê îtbariya xwe wî nedianîn (Karên Şandiya 9:26). Çend sal şûnda, hine meriva derheqa wî tiştên xirab gotin, ku navê wî reş kin (2 Korintî 10:10). Carekê Pawlos dît, ku rûspîkî ça ji tirsa ber meriva, safîkirineke nerast kir, ji bo çi jî bona hineka dikaribû bibûya kevirê likumandinê (Galatî 2:11, 12). Pawlos usa jî ji bo kirên hevalê xwe, Markos, gelek eciz bû (Karên Şandiya 15:37, 38). Lê yeke ew ji xûşk-bira nedireviya û terka xizmetiyê nedida. Gelo çi alî Pawlos kir teyax ke? Pawlos xûşk-bira hez dikir, lema jî ewî bi zêdeyî dîna xwe nedida kêmasiyên wan. Dewsa vê yekê, ewî dîna xwe dida xeysetên wane baş. Bi saya hezkirinê, Pawlos dibaxşande meriva. w24.03 15 ¶4-5

Duşem, 22 Kanûna Pêşin

Li xulamê Xudan nakeve, ku şer bike, lê hindava hemûyada berbihêr be (2 Tîmt. 2:24).

Gelek serhatiyên ji Kitêba Pîroz nîşan dikin, wekî milûktî çiqas qîmet e. Mesele, gava Îshaq li herêma Gêrarê cî-war bû, Filistiya ji hevsûdiyê bîrên avê, yên ku xulamên bavê wî kola bûn, xitimandin. Dewsa ku ew tevî wan şer bike, Îshaq malbeta xweva ji wêderê derbazî cîkî din bû û bîrên teze kola (Destpêbûn 26:12-18). Lê Filistiya gote wan: “Eva ava me ye”. Wê carê jî ewî ew çetinayî bi edilayî safî kir (Destpêbûn 26:19-25). Gava kesên din wî eciz dikirin yan hêrsa wî danîn, gelo çi alî wî dikir milûk bimîne? Bê şik, mesela dê-bavê wî gelek ser wî hukum kiribû. Ewî didît wekî bavê wî Birahîm merivekî edilayîhez e û diya wî Sera jî yeke “milûk û girane” (1 Petrûs 3:4-6; Destpêbûn 21:22-34). w23.09 15 ¶4

Sêşem, 23 Kanûna Pêşin

Min got û ezê bînim cih [sêrî] (Îşa. 46:11, ÎM).

Wedê kifşkirîda, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê şande ser erdê. Yehowa dixwest, wekî Îsa derheqa Padşatiyê meriva hîn ke û emirê xwe ça qurban bide, seva ku em ji gune û mirinê xilaz bin. Paşê, Yehowa Îsa ji mirinê rakir û dîsa vegerande ser ezmana, wekî ew bibe Padşê Padşatiya Xwedê. Têma sereke ya Kitêba Pîroz ev e, ku Yehowa wê bi saya Padşatiya xwe, kîjanêda Mesîh serwêrtiyê dike, nêta xwe bîne sêrî. Bi vî cûreyî, navê Wî wê bê pîrozkirinê û ji hemû derewa bê paqijkirinê. Nêta Yehowa nayê guhastinê. Ewî soz daye ku hemû gotinên wî, wê ese bêne sêrî (Îşaya 46:10; Îbranî 6:17, 18). Dinya wê bibe cinet û merivên bêqisûr û rast wê “heta-hetayê” ser rûyê erdê bijîn (Zebûr 22:26). Lê nêta Yehowa ne tenê ew e. Ewê hemû xizmetkarên xweye ser ezmana û yên ser erdê, bike yek. Paşê, her kes wê bi aminî piştgiriya Serwêrtiya Yehowa bike (Efesî 1:8-11). Seva ku Yehowa nêta xwe bîne sêrî, Ewî rêke lape baş bijartiye. Gelo tu vê yekêra firnaq nabî? w23.10 20 ¶7-8

Çarşem, 24 Kanûna Pêşin

Wêrek [qewî] be! . . . Ji ber ku ez bi wera me. Ev e gotina Xudanê Karîndar (Hag. 2:4, ÎM).

Çaxê Cihûya ji Babîlonê derketin û gihîştine Orşelîmê, ewana rastî çetinayên giran hatin. Wana nikaribû ebûra mala xwe bikira, wî çaxî halê polîtîkî diha xirab dibû û ewana rastî peyketina dihatin. Ji bo van çetinaya, hinekara zor bû, ku dîna xwe bidine avakirina paristgeha Yehowa. Lema jî, seva ku xîreta wan zêde ke, Yehowa Hagay û Zekerya pêxember şandine cem wan û bi saya hêlana van pêxembera dilê wan gelek qewî bû (Hagay 1:1; Zekerya 1:1). Weke 50 sal şûnda, Cihû dîsa sist bûn. Paşê Ezra, yê ku bergirekî Qanûnêye hoste bû, ji Babîlonê hate Orşelîmê. Seva ku xizmetkarên Xwedê pêşiya her tiştî dîna xwe bidine hebandina rast, Ezra ewana hêlan kirin (Ezra 7:1, 6). Gotinên Hagay û Zekerya alî xizmetkarên Xwedê dikir, ku wedê peyketina timê xwe bispêrin Yehowa. Îro jî giliyên wan dikarin alî me bikin, ku em wedê çetinaya, xwe bispêrin Yehowa (Metelok 22:19). w23.11 14-15 ¶2-3

Pêşem, 25 Kanûna Pêşin

Hizkirinê li xwe kin, ya ku van hemûya bi yektiya tam hevva girêdide (Kols. 3:14).

Em çawa dikarin hezkirina xwe kesên dinra nîşan kin? Mecalek ew e, ku em bi dilşewatiyê “ber dilê hevda” bên (1 Têsalonîkî 4:18). Gava em qisûr û kêmasiyên kesên din dibaxşînin, hezkirina me hindava hevda qewî dibe. Gelo çira usa ferz e, ku em îro hev hez bikin? Petrûs usa gotibû: “Axiriya her tiştî nêzîk bûye. . . . Berî her tiştî, hizkirina we hindava hevda bi dil û can be” (1 Petrûs 4:7, 8). Xilaziya vê dinya xirab nêzîk dibe, lema jî em gerekê bona çi hazir bin? Îsa pêşda derheqa peyçûyên xwe usa gotibû: “Bona navê min hûnê ber çevê hemû mileta reş bin” (Metta 24:9). Seva ku em himberî vê nefretiyê Yehowa Xwedêra amin bimînin, gerekê em tifaqî û yektiya xwe biparêzin. Hergê em xûşk-bira hez bikin, Mîrê-cina wê tu car nikaribe me ji hev veqetîne (Fîlîpî 2:1, 2). w23.11 13 ¶18-19

Înî, 26 Kanûna Pêşin

Em hevparên Xwedê yên xebatê ne (1 Korn. 3:9, ÎM).

Qewata rastiyên Kitêba Pîroz gelek mezin e. Gava em merivara derheqa Yehowa û hunurên wî gilî dikin, em divînin ku hukumê derewên Mîrê-cina çiqas diçe sist dibe, û çevên meriva vedibin. Ewana hêdî-hêdî fem dikin ku Bavê meyî dilovan yekî çawa ye, û ewana ji qewata wîye bêsînor heyran-hujmekar dimînin (Îşaya 40:26). Û ewana îtbariya xwe heqiya wîye bêqisûr tînin (Qanûna Ducarî 32:4). Ewana ji bîlaniya wîye mezin gelek tişt hîn dibin (Îşaya 55:9; Romayî 11:33). Û gava ewana pêdihesin ku Xwedê hezkirin e, dilê wan rihet dibe (1 Yûhenna 4:8). Ewana çiqas hê nêzîkî Yehowa dibin, haqas hêviya jîyîna heta-hetayê dilê wan digire. Qedirekî çiqas mezin e, ku em dikarin alî meriva bikin, wekî ewana nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin! Gava em vî şixulî dikin, Yehowa me ça hevalkarên xwe hesab dike (1 Korintî 3:5). w24.02 12 ¶15

Şemî, 27 Kanûna Pêşin

Şûna [dewsa] ku tê soz bidî û nekî, soz nede çêtir e (Waîz 5:5, ÎM).

Hergê tu Kitêba Pîroz hîn dibî yan jî hergê dê-bavê te Şedên Yehowa ne, gelo tu dixwazî bêyî nixumandinê? Ev nêteke gelek baş e! Lê pêşiya ku tu bêyî nixumandinê, tu gerekê xwe tesmîlî Yehowa kî. Gelo tu ça dikarî xwe tesmîl Yehowa bikî? Tu duada gerekê soz bidî Wî, wekî tuyê tenê wîra xizmet kî û qirara wî bona te wê ser ciyê pêşin be. Bi vî cûreyî tu soz didî Yehowa, wekî tuyê wî “bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” hez bikî (Markos 12:30). Çaxê tu xwe tesmîlî Yehowa dikî, ev yek tenê tu û Yehowa zanin, lê gava tu têyî nixumandinê, ev yek merivên din jî divînin. Sonda tesmîlbûyînê tiştekî gelek pîroz e, û Yehowa dixwaze tu li gora vê sonda xwe bijîyî (Waîz 5:4). w24.03 2 ¶2; 3 ¶5

Led, 28 Kanûna Pêşin

Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire (Efes. 5:33, DT).

Hemû zewacada problêm dikarin pêşda bên. Kitêba Pîroz derheqa wan, yên ku zewicî ne, dibêje ku ewana wê “rastî oxirmên giran bên” (1 Korintî 7:28). Gelo çira? Çimkî jin-mêr qisûrdar in, xeysetê wan ji hev cude ye û dibeke ewana kûltûrên cudeda mezin bûne. Paşî zewacê, dibeke hine xeysetên wane ecêb eşkere bin. Tiştên usa dikarin problêma orta wanda pêşda bînin. Dewsa ku tevayî problêma safî kin, dibeke ewana hevdu sûcdar kin. Diqewime ewana hela hê bifikirin ji hev başqe bijîn, yan jî ji hevdu biqetin. Gelo ev safîkirina rast e? Na. Hergê zewac zor be jî, Yehowa dixwaze ku jin û mêr hev neqetin. w24.03 16 ¶8; 17 ¶11

Duşem, 29 Kanûna Pêşin

Guman . . . me rûreş nake (Rom. 5:5).

Paşî sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê, me Yehowa diha baş nas kir û hê zêde Wî hez kir. Paşî vê yekê, gumana meye jîyîna heta-hetayê ser erdê cinetê diha qewî bû (Îbranî 5:13–6:1). Me emirê xweda dîtiye ku gotinên ji Romayî 5:2-4 çiqas qewî ne. Em rastî gelek tengasiya hatine, lê me sebir kiriye û dîtiye, ku Xwedê ji me razî ye. Xwedê me hez dike, lema jî em hê zêde bawer dikin wekî sozên wî wê bêne sêrî. Gumana me gav bi gav qewî dibe û diha rêalî dibe. Gumana me hê zêde hukum dike ser safîkirinên me, heleqetiya me tevî malbetê û ser vê yekê, ku em ça wedê xwe xerc dikin. Pawlosê şandî dostên Xwedêra nivîsî, ku hêviya wan wê bê sêrî (Romayî 15:13). w23.12 12-13 ¶16-19

Sêşem, 30 Kanûna Pêşin

[Yehowa, DT] wê xwexa we . . . bişidîne (1 Pet. 5:10).

Gava em derdekî dikişînin, dibeke hest û fikirên me tevlihev bin, mîna gemîkê ku wedê firtonê virda-wêda diçe. Gava em xwe usa texmîn dikin, gelo Yehowa ça alî me dike? Yehowa soz daye, ku ewê me qewî ke. Gava firtone radibe, dibeke gemî gelek diheje. Gelek gemiyava her du aliyava stabîlîzator hene, bi saya çi jî gemî nuqî avê nebe, û ba gemiyê virda-vêda nevêje. Bi saya vê yekê, rêwîtî bona rêwiya rihet dibe. Lê seva ku kara van stabîlîzatora hebe, lazim e ku gemî pêşda here. Bi wî cûreyî, hergê em wedê tengasiya berdewam kin bi aminî Yehowara xizmet kin, ewê me qewî ke. w24.01 22 ¶7-8

Çarşem, 31 Kanûna Pêşin

Ez Xwedêda guman im, ez natirsim (Zeb. 56:4).

Gava tirs dikeve dilê te, derheqa wan tişta bifikire, çi ku Yehowa îda kiriye. Dîna xwe bide efrîna, mesele çivîk û kulîrka. Ewana nikarin Yehowara xizmet kin, lê dîsa jî Yehowa bona wan xem dike. Ev yek ku Yehowa usa bona wan xem dike, gelo baweriya te diha qewî nake, ku Ewê bona te hê zêde xem bike? (Metta 6:25-32) Usa jî bide ber çevê xwe, ku Yehowa bona xizmetkarên xwe çi kiriye. Mesele, serhatîke Kitêba Pîroz lêkolîn ke, yan jî serhatiyên xûşk-bira bixûne. Xêncî vê yekê, bîne bîra xwe ku Yehowa heta niha ça alî te kiriye. Besa xeberê, ewî ça riya rastiyê nîşanî te kiriye? (Yûhenna 6:44) Ewî ça caba duayên te daye? (1 Yûhenna 5:14) Tu ça her roj ji qurbana Îsa karê distînî? (Efesî 1:7; Îbranî 4:14-16) w24.01 4 ¶6; 7 ¶17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin