Evê Broşûrê Çawa Bidine Xebatê
Vê broşûrêda bona her rojekê rêzeke ji Kitêba Pîroz û abzas heye. Rast e kengê wera dest dide hûn wî çaxî dikarin rêza rojê û abzasê bixûnin, lê geleka texmîn kirine, wekî şebeqa hê kêrhatî ye bixûnin, çimkî temamiya rojê dikarin derheqa vê rêzê bifikirin. Wê diha kêrhatî be, hergê tevî malbeta xwe rêza rojê şêwir kin. Nav temamiya dinyayêda neferên Beytelê wedê teştê dixûnin.
Ew abzas ji Birca Qerewiliyê (w) hatine hildanê, ji derxistina meha Nîsanê 2023 heta Adarê 2024. Nomêr kîjan ku paşî her nomêra derxistina jûrnalê nivîsar in, têne hesabê nomêrên rûpêla(ê). Paşê îda tê nivîsarê nomêra abzasa, ji kîderê elametî hatiye hildanê. (Binihêrin mesela jêrê.) Înformasiya zêde hûn dikarin gotarêda bixûnin, ya ku rêza rojêda kifşkirî ye.