Bernama seva Heftiya ji 12 Çileyê
HEFTIYA JI 12 ÇILEYÊ
Kilama 37 û Duakirin
□ Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bh Serê 16, abz. 10-12, û rûp. 222-223 (30 deqe)
□ Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: Yêşû 21-24 (8 deqe)
№ 1: Yêşû 24:14-21 (3 deqe yan hê kêm)
№ 2: my Serhatî 94 (5 deqe)
№ 3: Yahowa Efirandarê Pir Himzor e (igw rûp. 2 abz. 4-rûp. 3 abz. 1) (5 deqe)
□ Civata Qulixiyê:
Têma vê Mehê: ‘Xudanra tam şkestî’ qulix dikin (Kr.Şn. 20:19).
Kilama 29
10 deqe: Ça Xulam, Tam Şkestî Xudanra Qulix kin. Şêwirkirin. Bixûne Karêd Şandiya 20:19. Xebera “qulix kiriye”, dikare usa jî bê welgerandinê “ça xulam qulix kin”. Paşê bêje guhdara bira caba xwe li ser wan pirsa bidin: (1) Çi tê hesabê xebera “xulam”? (2) Çi hine derecada em dikarin ça xulam, Xudanra qulix kin? (3) Çi tê hesabê şkestî? (4) Çawa şkestîbûn, dêmek milûktî alî me dike qulixiya xwe biqedînin?
20 deqe: “Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Ça Caba Xweyê Malê Bidin, yê ku Hêrs e”. Şêwirkirin. Paşî şêwirkirna gotarê, temaşa kin ji du para nîşan ke, wekî ew bi rêalîstî be. Pêşiyê nîşan ke, wekî qulixkar caba rind nade xweyê malêra, yê ku hêrs e. Paşê nîşan ke, wekî qulixkar caba xwe, rind û bi taktîk dide. Hemûşka hêlan ke, wekî bidine xebatê rêberiya ji vê binseriyê “Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê”.
Kilama 39 û Duakirin