Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
4-10 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 12-14
“Çi Tê Hesabê Hizkirina Mesîhiya”
1 (Romayî 12:10) Hizkirinêda çawa xûşk-bira ser hev şewat bin, qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin.
it-1 55
Hevgirêdan
Hizkirina Mesîhiya (bi zimanê Yûnanî fîladêlfîya, çi ku raste rast tê hesabê, “hevgirêdana nêzîk tevî bira”), gerekê hemû neferên civata Mesîhiya ça bêjî hevva girêde (Rm. 12:10; Îbr. 13:1; usa jî binihêre 1 Pt. 3:8.) Dêmek heleqetiya her kesa civatêda, gerekê usa qayîm, nêzîk û dilovan be, ça malbetêda. Rast e endemên civatê îda hizkirina biratî hindava hevda didine kifşê, lê dîsa jî, ji wana tê xwestinê wekî hê zêdê hizkirinê bidine kifşê (1 Ts. 4:9, 10).
Xebera Yûnanî fîlostorgos tê hesabê “hestên nazik” û tê gotinê ser bende, cem kîjanî ku heleqetiya nêzîk tevî yê din heye. Du kokên wê xebêrê hene. Yek ji wan stêrgo, gelek car tê xebitandinê ku bidine kifşê heleqetiya tebiyetî nava neferên malê. Pawlosê şandî Mesîhiya hêlan dikir evê xeysetê nav xweda pêşda bînin (Rm. 12:10). Pawlos usa jî digot, wekî rojên axiriyêda merivê bibine “dilsar, bêrem” (bi Yunanî astorgoy) û merivên usa wê hêjayî mirinê bin (2 Tîm. 3:3; Rm. 1:31, 32).
(Romayî 12:17-19) Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. Çi li ber çevê hemû meriva qenc e, wê bikin. 18 Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin. 19 Heyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê, çimkî nivîsar e: “Heyfhildan destê min e, ezê heyfê hilînim, Xudan dibêje”.
w09 15/10 8 ¶3
“Tevî Hemû Meriva Edilayiyêda bin”
3 Bixûne Romayî 12:17. Pawlos şirovekir ku çaxê em rastî miqabilîbûnê tên, em gerekê ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin. Evê şîretê xût ferz e hingê bînin sêrî, çaxê malbet aliyê rêlîgiyayêda para vekirîye. Mesîhî xwe dûr digire ji wê yekê, ku bi gilî yan kirên xweye nebaş, caba wî bide kî ku dilê wî êşand. Çaxê bende ji ber xirabiyê, xirabiyê dike, tu qencî ji vê yekê nayê. Aliyê dinva nihêrandina usa tenê dikare derecê hê xirab ke.
w07 1/7 24-25 ¶12-13
“Ji Ber Xirabiyêva Xirabiyê li tu Kesî Nekin”
12 Pawlos dibêje ku çawa xwe kifş kin tevî bawera û bêbawera: “Ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî nekin”. Ev şîreteke logîkî ye, û Pawlos zêde dike wekî: “Ji xerab nefret bikin, ÎM”. Gelo çawa meriv dikare bêje wekî ev xirabiyê nefret dike, çaxê ew xwexa ji ber xirabiyêva xirabiyê dike? Hergê bende usa dike ev nikare bêje wekî hizkirina bê durûtî ye. Paşê Pawlos dibêje: “Çi li ber çevê hemû meriva qenc e, wê bikin” (Romayî 12:9, 17). Ça em dikarin wan giliya bidine xebatê?
13 Pêşiya wê yekê, nema xweda Korintiyara, Pawlos nivîsî derheqa peyketina kîjan ku rastî şandiya hatibû. Ewî got: “Em ji dinyayêra, ji milyaket û mirovanra bûn temaşe. . . . Gava ku çêrî me tê kirin, em duayê xêrê dikin; gava tengahî li me tê kirin, em sebir dikin. Gava ku buxtan li me tê kirin, em bi nermî dipeyivin” (1 Korintî 4:9-13, ÎM). Anegorî wê yekê, îro meriv dîna xwe didin Mesîhiyên rast. Çaxê merivên der-dora me divînin, ku em bi qenciyê xwe kifş dikin hindava wan, kî ku hindava meda nerast e, ev dikare baş ser wana hukum ke û ewana wê bi hazir bûn guh bidine mizgîniya xêrê (1 Petrûs 2:12).
(Romayî 12:20, 21) Lê belê ev jî heye: “Heger dijminê te birçî ye, nên bidê û heger tî ye, avê bidê, çimkî tu bi vê yekê pirîskê êgir ser serê wî top dikî”. 21 Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve.
w12 15/11 29 ¶13
Hazir bin Hev Bibaxşînin
Diqewime carna tu difikirî ku dikarî alî kesekî bikî, kîjan ku dilê te êşandiye, wekî ew normên Mesîhtî fem bike. Pawlosê şandî nivîsî: “‘Gava me rezîl dikin, em dua li wan dikin, gava me dizêrînin, em sebir dikin, gava navê mera dilîzin, em li ber wan dadixin’; Nehêle xirabî ser te keve, lê bi qenciyê tu ser xirabiyê keve” (Rm. 12:20, 21). Bi dilremiya xwe hûn dikarin dilê wî merivî nerm kin, kîjan ku dilê we êşandiye, û alî wî bikin wekî xeysetên wîyî baş pêşda bên. Çaxê tu hindava wî merivî femkariya xwe didî kifşê, dilremî û qenciya xwe, usa tu dikarî alî wî bikî wekî rastiya Kitêba Pîroz pêbihese. Çi jî hebe caba weyî nerm, wê mecalê bide wî merivî wekî ser kirên we bifikire (1 Pt. 2:12; 3:16).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 12:1) “Awa ez hîvî ji we dikim xûşk-birano, bona wê dilşewatiya Xwedê, qalibê xwe diyarî Xwedê kin, çawa qurbaneke saxe durufkirî, li wî qebûl, ya ku hebandina weye ruhanî ye”.
Ça Bijbêrin Wedederbazkirina Kêrhatî?
5 Her tişt çi ku em di jîyîna xweda dikin girêdayî ye tevî xizmeta me Yehowara. Pawlos di nema xweda Romayara giliyê bi fikirên kûr dida xebatê, seva ku rastî hişê Mesîhiyada rind rûnê. Ewî ewana hêlan dikir: “Qalibê xwe tesmîlî Xwedê kin çawa qurbaneke sax, pîroz li Xwedê qebûl, yê ku heye qulixkirina meye pîroze fikirandî” (Romayî 12:1, DT). Xebera qalib tê hesabê hiş, dil û qewata meriya. Ev her tişt em didine xebatê seva Xwedêra xizmet kin (Marqos 12:30). Pawlos xizmeta bi dil û can beramberî qurbanê kir. Li gora qanûna Mûsa, Xwedê înkar dikir qurbana bi qusûr (Qanûna Kahîntiyê 22:18-20). Xwedê wê qurbana ruhanî ya Mesîhiya jî înkar ke, hergê ev bi qisûr be. Lê gelo ev yek ça dikare biqewime?
6 Pawlos Mesîhiyên Romayara usa nivîsî: “Ne jî endemên bedena xwe . . . pêşkêşî guneh bikin”. Ewî serda jî zêde kir: “Kirinên bedenê bi Ruh bikujin” (Romayî 6:12-14; 8:13, ÎM). Hine wede şûnda ewî di nema xweda hine meselên “kirinên bedenê” anîn. Derheqa gunekara, ewî nivîsî: “Devê wana tijî nifir û telî ye, nigê wane xûnrêtinêra dilezîne”, “tirsa Xwedê li ber çeva qet tune” (Romayî 3:13-18). Mesîhî dikare bedena xwe biherimîne, hergê bi endemên bedena xwe, yan bi parên bedena xwe tiştên gunekirinêye usa bike. Mesele, çaxê Mesîhî zane ku gerekê pornografiyê, sînemên bi zulmiyê tije nenihêre, lê yeke ew dinihêre, bi wê yekê ew awa gotî çevê xwe dide gune. Paşî vê yekê ew di xizmetêda çi jî bike, Xwedê qurbana wî hesab nake pîroz û qebûl nake (Qanûna Ducarî 15:21; 1 Petrûs 1:14-16; 2 Petrûs 3:11). Bi rastî wedederbazkirina necayîz wê ziyaneke mezin wîra bîne!
(Romayî 13:1) “Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne, çimkî tu hukumetî bêyî destûra Xwedê tune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne”.
w08 15/6 31 ¶4
Fikirên Sereke ji Nema Romayara
13:1: Çi tê hesabê ku hukumetî “ji Xwedêda ne”? Ewana hukumetiyê dikin, çimkî Xwedê îzin daye wan û em dikarin bêjin wekî Xwedê derheqa serwêrtiya wan pêxembertî kiribû. Ev yek eşkere dike pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa hine serwêra.
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 13:1-14) Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne, çimkî tu hukumetî bêyî destûra Xwedê tune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne. 2 Awa kî ku ber hukumetiyê radibe, ew ber emirê Xwedê radibe û ewê ku radibin, dîwana Xwedê ser xweda tînin. 3 Çimkî serdar yêd qenciyê dikin natirsînin, lê yêd xirabiyê. Tu dixwazî ji hukumetê netirsî? Xwe li qenciyê bigire, tê bibî şîrinê wê. 4 Çimkî ew xizmetkarê Xwedê ye bona qenciyêd te. Lê heger xwe li xirabiyê bigirî, jê bitirse, çimkî wî badîhewa şûr girênedaye. Ew xizmetkarê Xwedê ye, ku hêrsa wî ser wanda birêje, kîjanêd ku xirabiyê dikin. 5 Lema em gerekê gura hukumetada bin, ne tenê wekî em li ber hêrsê nekevin, lê belê wekî îsafa me jî dilê me rihet bihêle. 6 Bona vê yekê jî hûn xerc jî didin, çimkî ew xulamêd Xwedê ne, borcdarêd xercstandinê ne. 7 Awa kêra çi dikeve, li wan vegerînin, kêra xerc dikeve, xerc bidinê, kêra selef dikevin, selefa bidinê, ji kê gerekê bitirsin, bitirsin, kêra qedir dikeve, qedirê wî bigirin. 8 Tu tiştîda deyndarê tu kesî nemînin, pêştirî li hev hizkirinê, çimkî kî ku hevalê xwe hiz dike, temamiya Qanûnê diqedîne. 9 Ev temiyêd ku hene: “Ziniyê neke, nekuje, nedize, dilhavijiyê neke” û her çi temiyêd ku hene, dikevine nava vê gotinê: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike”. 10 Hizkirin xirabiyê li hevalê xwe nake. Awa hizkirin serê Qanûnê digire. 11 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e em ji xewê hişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir. 12 Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd terîstaniyê em ji xwe dûr xin û çekêd ronayiyê ser xweva kin. 13 Usa bijîn çawa ronaya rojê, bê kûçiksantiyê, serxweşiyê, bênamûsiyê, heramiyê, şerûdiyê û hevsûdiyê. 14 Lê Xudan Îsa Mesîh li xwe bikin mertal û guh nedine wan xwestinêd binyata xweye merivayî.
11-17 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ROMAYÎ 15-16
“Ji Yehowa Sebir û Berdilî Bixwaze”
(Romayî 15:4) Lê çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin.
“Tevî yêd Digirîn Bigirîn”
11 Xêncî vê serhatiya derheqa Îsa ku ewî Lazar sax kir, Xebera Xwedêda dîsa gelek rêz hene ku berdiliyê didine me. Bêşik, “çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me”, xweyîhêvî bin (Rom. 15:4). Hergê we merivê xweyî nêzîk unda kiriye, ew rêz ku jêrê têne dayînê, dikarin dilê we germ kin:
▪ “Xudan nêzîkî dilşkestiya ye û merim-belengaza didebirînê” (Zeb. 34:18, 19).
▪ “Dema derd-kul dilê minda zêde dibin, baristanîyêd te . . . [Yehowa] nefsa min şa dikin” (Zeb. 94:19).
▪ “Bira Xudanê me Îsa Mesîh bi xwe û Bavê me Xwedê yê ku ji me hiz kiriye û bi keremê hana herheyî û hêviya qenc daye me, ber dilê weda bê û we . . . qayîm bike” (2 Têsln. 2:16, 17, ÎM).
(Romayî 15:5) De bira Xwedê . . . bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa,
“Û Sebir jî, bira bi Dûmika Dirêj be”
5 Ji Yahowa qewatê hîvî kin. Yahowa “Xwedêyê sebirê” û berdiliyê ye (Rom. 15:5). Tenê ew bi temamî fem dike problêmên me. Ew usa jî fem dike ku ça derecên me, êmosyên me, û qisûrtiya me ser me hukum dibin. Lema tek ew e kîjan dikare sebirê bide me. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew daxwaza yên ku jê ditirsin tîne cîh, feryada [hevar-gaziya] wan dibihîze û wan rizgar [xilaz] dike” (Zeb. 145:19, ÎM). Lê çaxê em bona sebirê Xwedêra dua dikin, ew ça caba duayên me dide?
(Romayî 15:13) Îcar bila Xwedayê hêviyê, di baweriyêda dilê we bi hemû şahî û aştiyê tije bike, da ku bi hêza Ruhê Pîroz hêviya we zêde bibe.
w14 15/6 14 ¶11
“Xudan Xwedêyê Xwe Hiz Bike”
11 Yehowa hêviyê dide me, çi ku şabûn û edilayê dilê meda tije dike (Rom. 15:13). Hêviya ku Xwedê dide me, alî me dike çetinayada teyax kin. Ewên ku bi ruh kifşkirîne, îzbat dikin, ku heta mirina xwe amin dimînin, bi saya çi jî “kofiya jiyînê” distînin (Ent. 2:10). Ewên hêviya kîjana ku heye li ser erdê bijîn û aminiya xwe xwey dikin, wê keremên herheyî bistînin di Cineta sozdayîda (Lq. 23:43). Zanebûna vê yekê çawa li ser me hukum dike? Dilê me bi şabûn û edilayê tije dibe, usa jî hizkirina me hindava Efirandarê me diha pêşda tê, çimkî “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” ji wî ye (Aqb. 1:17).
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(Romayî 15:27) Ew qayl bûn û deyndarê wan in jî. Çimkî necihûya aliyê ruhanîda komek ji cihûya standin, gerekê ew jî aliyê hebûka dinêda komekê bidine wan.
w89 1/12 24 ¶3
“Bicêribînim, ka Hûn Hizkirinêda Çiqas Şîrhelal in”
Birên wanî Necihû gerekê hêlan bûna ku alî Cihûya bikirana, kîjan ku tengasiyêda bûn. Çimkî Necihû ça bêjî “deyndarê” Mesîhiyên Orşelîmê bûn. Hergê bi giliyê mayîn bêjin, hema ji Orşelîmê bona Necihûya mizgîniya xêrê hate belakirinê. Pawlos got: “Necihûya aliyê ruhanîda komek ji cihûya standin, gerekê ew jî aliyê hebûka dinêda komekê bidine wan” (Romayî 15:27).
(Romayî 16:25) Niha şikir ji wîra, yê ku dikare we baweriyêda bişidîne, weke wê Mizgîniya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê sura ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû
it-1 858 ¶5
Pêşdagotin
Mesîh dêmek Îsa, Zureta sozdayû bû, bi saya kîjanî ku hemû merivên rast wê bêne keremkirinê (Gl. 3:8, 14). Cara pêşiyê derheqa “zuret” hatibû gotinê di Êdênêda paşî miqabilîbûnê, lê hê pêşiya bûyîna Habîl (Dsp. 3:15). Lê 4 000 sal şûnda, “aşkerebûna wê sura” Xwedê eyan bû, hate kifşê wekî ev zureta sozdayî wê Mesîh be. Ev sur nava gelek salada veşartî bû (Rm. 16:25-27; Ef. 1:8-10; 3:4-11).
Xwendina Kitêba Pîroz
(Romayî 15:1-16) Em ku baweriyêda qewat in, gerekê bikevine bin barê sista, ne ku em li xwe xweş bên. 2 Bira ji me her kes aliyê qenciyêda li hevalê xwe xweş bê, ku baweriyêda bişide. 3 Çimkî Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat, lê çawa nivîsar e: “Ew qarêd ku li te dikin, li min dikin”. 4 Lê çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin. 5 De bira Xwedêyê sebirê û bîna li ber her kesî bide we, ku hûn hindava hevda ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa, 6 ku em bi dil û zarekî şikiriyê bidine Xwedê û Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh. 7 Bona vê yekê bona şikiriya Xwedê hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin. 8 Çimkî ez wera dibêjim, ku Mesîh bû xizmetkarê cihûya, bona aminiya Xwedê eyan ke, wekî ew sozê kal-bavara hatiye dayînê, mak ke, 9 û necihû bona rema wî şikiriyê bidine Xwedê. Çawa nivîsar e: “Bona vê yekê ezê nav necihûyada pesinê te bidim û eşqî navê te bistirêm”. 10 Û dîsa dibêje: “Gelî necihûya, şa bin tevî miletê wî!” 11 Û dîsa dibêje: “Şikiriyê bidine Xudan gelî necihûya û pesinê wî bidin, hemû cimetno”. 12 Îşaya jî dibêje: “Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser wî”. 13 Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û edilayiyêva bikimkimîne, bona wê baweriya we, wekî gumana we bi qewata Ruhê Pîroz zêde be. 14 Ez xwexa weda guman im xûşk-birayêd min, ku hûn qenciyada mane û zanebûnêva jî dagirtî ne, dikarin hevdu şîret kin. 15 Lê alîkîva min turuş kir wera nivîsî, ku wan tişta bikime bîra we, bona wê kerema ku ji Xwedêda minra hatiye dayînê, 16 wekî ez nava necihûyada bibime berdestiyê Mesîh Îsa. Ez nava Mizgînîdayîna Xwedêda mîna kahînekî xizmetkariyê dikim, ku hedîbûna necihûya qebûl be, bi Ruhê Pîroz buhurtî-jibare be.
18-24 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 1-3
“Tu Tiştên Fîzîkî Diha Qîmet Dikî yan Ruhanî?”
(1 Korintî 2:14) Lê merivê nexweyî-Ruh wan tiştêd Ruhê Xwedê qebûl nake, bi ya wî ev yekana bêhişî ne û nikare jî fem bike, çimkî halê wan tişta bi ruhanî têne enenekirinê.
Çi tê Hesabê Bibin Merivê Ruhanî?
4 Pêşiyê were em şêwir kin derheqa merivê neruhanî. Îro dinyayêda fikir û nihêrandina geleka tenê ser tiştên bedenî ye. Pawlos derheqa vê yekê got ku “ruhê ku niha . . . nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gura Xwedêda ne” (Efes. 2:2). Ev ruh heçî zef meriva hêlan dike ku pey geleka herin, dêmek çev bidine wan. Ewana tenê derheqa xwestinên xwe difikirin. Lema jî ewana wan tişta dikin kîjan ku ewana hesab dikin rast e, û prînsîpên Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Ewê nexweyî ruh, dêmek yê ku pey xwestinên bedenê dikeve, gelek dikeve heyra navê xwe, hebûkê, yan jî bona wî îzina wîye şexsî ya lape ferz e.
5 Dîsa ça tê kifşê ku meriv neruhanî ye? Merivên ku dikevine ber bayê “kirêd binyata însên”, merivne neruhanî ne (Galt. 5:19-21). Pawlos nema xweye pêşinda Korintiyara, besa xeyset-hunurên din dike, kîjan ku merivê bi hiş-aqilê bedenî dide kifşê. Mesele, ewî got ku merivên wî cûreyî orta meriva xirab dikin, dew-doza pêşda tînin, hevrikiyê dikin, hevdu didine dîwanê, bêşêkir in hindava wan yên ku rêberiyê didine wan, û pey xwarin-vexwarinê dikevin. Çaxê merivê bedenî dikeve cêribandinê, ew nikare xwe rast bide kifşê, sist dibe û dikeve telikê (Metlk. 7:21, 22). Cihûda derheqa merivên wî cûreyî hela hê jî got, wekî “ruhê pîroz” bal wan tune (Cihûd. 18, 19).
(1 Korintî 2:15, 16) Lê yê xweyî-Ruhê Xwedê her tiştî enene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê enenekirinê. 16 Çawa nivîsar e: “Kê nêt-fikira Xudan pê hesiya, ku şîretekê bide wî?” Lê nêt-fikira Mesîh serê meda ye.
Çi tê Hesabê Bibin Merivê Ruhanî?
6 Lê merivê ruhanî kê ye? Merivê ruhanî her gav derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê difikire. Merivên usa dixwazin “çev bidine Xwedê” (Efes. 5:1). Ev tê hesabê ku ewana dixwazin mîna Yehowa bifikirin û ser tişta pê çevê wî binihêrin. Xwedê bona wan rêalî ye. Ewana hemû tiştada prînsîpên Yehowa hildidin hesab (Zeb. 119:33; 143:10). Merivên bi hiş-aqilê ruhanî ser xwe dixebitin, wekî berê ruhê pîroz bidine kifşê, ne ku bikevine pey xwestinên bedenê (Galt. 5:22, 23). Seva fem kin ku çi tê hesabê merivê ruhanî, were meseleke usa bînin: Merivê ku bi hiş-aqilê xwe pêda dikeve bîznêsê û vê yekêda pêşda diçe, wî nav dikin ça bîznêsmên. Lê ewê ku hiş-aqilê wan ser tiştên ruhanî ye, dikarin wî nav kin ça merivê ruhanî. Belê, merivê ku gelek qîmet dike tiştên ruhanî, ew merivê ruhanî ye.
Çi tê Hesabê Bibin Merivê Ruhanî?
15 Ça em dikarin çev bidine Mesîh? Kitêba Pîrozda 1 Korintî 2:16-da tê gotinê, wekî nêt-fikira Mesîh gerekê serê meda be. Lê Romayî 15:5-da tê gotinê wekî em gerekê “ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa”. Dêmek, seva ku em bibine wek Îsa, em gerekê bizanibin ku nêt-fikirên wî çi bûn û ew ça difikirî, û derheqa xeyset-hunurên wî jî pêbihesin. Paşê em gerekê pêgeha wîda herin. Îsa hiş-aqilê xwe dabû ser heleqetiya xwe tevî Xwedê. Lema jî hergê em bibine mîna Îsa, emê hê zef çev bidine Yehowa. Ji vê yekê tê kifşê, wekî çiqas ferz e em hîn bin mîna Îsa bifikirin.
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(1 Korintî 1:20) Kanên serwaxt? Kanên zane? Kanên aqilmendêd vê dinyayê? Ne serwaxtiya vê dinyayê Xwedê kire bêhişî?
it-2 1193 ¶1
Serwaxtî
Eva dinya tevî awa gotî serwaxtiya xwe, înkar kir pêşkêşa Xwedê, kîjan ku ewî bi saya Mesîh dabû. Û diqewime serwêrêd dinyayê dikaribûn bi serwaxtî serwêrtiyê bikin, lê dîsa jî Xudan Îsa ser stûna cefayê mix kirin (1 Kr. 1:18; 2:7, 8). Lê Xwedê serwaxtiya xwe nedaye dinyayê, seva ku ev wek “bêhişî” bê hesabê. Bi rastî çaxê eva dinya pêşkêşa Xwedê ber tu tiştî hesab nekir, ewana xwexa şermî man (1 Kr. 1:19-28). Pawlos kire bîra Mesîhiyên Korintê wekî “serwaxtiya vê dinyayê Xwedê kire bêhişî” (1 Kr. 2:6, 13). Ewî usa jî Mesîhiyên Kolosêra digot, wekî ewana xwe dûr bigirin ji “serwaxtiya derewe pûç [bi Yûnanî fîlosofîas, çi ku rast e rast tê hesabê “hizkirina hindava serwaxtî”] û ji edet-sixirêd vê dinyayê (Kl. 2:8) himberî rêzên 20-23 bike.
(1 Korintî 2:3-5) Ez xwexa halekî sistda, bi xof û tirs nava weda bûm. 4 Û gotin û hînkirina min, ne ku bi xeberêd serwaxtiya merivayiye zarxweşiyê bû, lê bi îzbatiya qewata Ruhê Pîroz bû. 5 Ev yek aha bû, wekî baweriya we bi serwaxtiya merivayê nîbe, lê bi qewata Xwedê be.
w08 15/7 27 ¶6
Fikirên Sereke Nema Korintiyara
2:3-5. Pawlos di Korintêda şedetî dida, çi ku meydana fîlosofiya û hînkirinên Yûnanî bû. Diqewime Pawlos hevekî berxwediket hela ewê bikaribe dîna guhdarên xwe bikişîne berbi mizgîniyê. Lê çi jî hebû, ew nehîşt wekî sistbûn û kêmasiyên wî, riya wî bigirin seva ku bîne sêrî şixulê ku Xwedê dabû destê wî. Anegorî wê yekê, em gerekê nehêlin wekî hine derecên jîyîna me, riya me bigirin ku em mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê bela kin. Em dikarin bawer bin ku mîna dereca Pawlosda, Yehowa wê alî me jî bike.
Xwendina Kitêba Pîroz
(1 Korintî 1:1-17) Ji Pawlosê ku bi emirê Xwedê şandîtiya Mesîh Îsara gazîkirî, tevî Sostênîsê bira, 2 civîna Xwedêye Korintêra, buhurtî-jibarebûyiyêd yektiya Mesîh Îsada, yêd pîrozbûnêra gazîkirî, tevî wan hemûyêd ku her dera gazî navê Xudanê me Îsa Mesîh dikin, ew Xudanê wan û me ye. 3 De bira kerem û edilayiya Xwedêyê Bavê me û Xudan Îsa Mesîh li we be. 4 Ez her gav bona we şikiriyê didime Xwedêyê xwe, bona wê kerema wî, ya ku bi saya Mesîh Îsa wera hatiye dayînê. 5 Belê hûn bi yektiya wî her tiştîda dewletî bûn, her xeberdanê û her zanebûnêda. 6 Hînkirina derheqa Mesîhda nava weda hîmê xwe usa girtiye, 7 ku hûn kêmasiya tu pêşkêşê nakişînin, gava hîviya xuyabûna Xudanê me Îsa Mesîh in. 8 Ewê we heta xilaziyê hîmgirtî xwey ke, ku hûn Roja hatina Xudanê me Îsa Mesîh bêleke bin. 9 Amin e ew Xwedêyê ku gazî we kir, wekî hûn tevî Kurê wî Îsa Mesîhê Xudanê me bin. 10 De ez îdî hîvî ji we dikim xûşk-birano, bi navê Xudanê me Îsa Mesîh, bira gotina we hemûya yek be û dutîretî nava weda tune bin, lê hemû jî bi hevra bin û ser nêt-meremekî bin. 11 Çimkî min salixê we ji mala Xiloyê hilda xûşk-birano, ku nava weda dew-doz hene. 12 Awa gotî dixwazim bêjim, wekî nava weda yek dibêje: “Ez para Pawlos im”, yek dibêje: “Ez para Apolo me”, yek jî dibêje: “Ez para Petrûs im” û yekî din jî dibêje: “Ez para Mesîh im”. 13 Çima Mesîh parevebûyî ye? Çima Pawlos bona we xaç bûye? Yan bi navê Pawlos hûn pê avê hatine nixumandinê? 14 Ez ji Xwedê razî me, ku min ji we tu kes nenixumand, pêştirî Kirîspo û Gayos. 15 Niha tu kes nikare bêje, ku hûn bi navê min hatine nixumandinê. 16 (Rast e min mala Steyfan jî nixumand. Lê wekî mayîn nayê bîra min, ku min yekî din nixumandibe.) 17 Çimkî Mesîh ez nixumandinêra neşandim, lê Mizgînîdayînêra û ez vê yekê nadime zora xeberdana zimên, ku nebe qewata xaçê Mesîh ber tiştekî neyê hesabê.
25-31 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | 1 KORINTÎ 4-6
“Hinek Hevîrtirşk Temamiya Şkevê Hiltîne”
(1 Korintî 5:1, 2) Deng heye ku nava weda bênamûsî jî heye û ew jî bênamûsîke usa, wekî nava pûtparistada jî tune, ku yek dest davêje dêmariya xwe. 2 Û hûn ji kubariyê hir bûne! Ne gerekê we şîn bikira û yê xweyê vî kirî ji nava xwe derxista?
(1 Korintî 5:5-8) wî merivî bidine destê Mîrêcin, ku qalibê wî unda be û ruhê wî xilaz be Roja Xudanda. 6 Ne qenc e ku hûn firnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirşk temamiya şkevê hiltîne? 7 Vî hevîrtirşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê. 8 De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirşkê kevinî neheqiyê û xirabiyê, lê bi nanê bê hevîrtirşk, bi nanê helaliyê û rastiyê.
(1 Korintî 5:13) Çî minra ye ez dîwana yêd ji civînê der bikim? Xwedê wê dîwana wan bike. Lê dîwana yêd civînêda destêd weda ye. Awa çawa nivîsar e: “Yê xirab ji nava xwe derxin”.
it-2 230
Hevîrtirşk
Pawlosê şandî zimanê sîmbolîk da xebatê, çaxê Mesîhiyên Korintêra dinivîsî derheqa wê yekê, ku merivê benamûs ji civatê derxin. Ewî got: “Ne qenc e ku hûn firnaq dibin! Gelo hûn nizanin ku hinek hevîrtirşk temamiya şkevê hiltîne? Vî hevîrtirşkê kevin ji xwe dûr xin, ku hûn bibine hevîrê nûyî bê hevîrtirşk, çawa hûn usa ne jî. Çimkî berxê meyî Cejina Derbazbûnê, awa gotî Mesîh bona me hate serjêkirinê”. Paşê ewî zelal kir, wekî bi xebera “hevîrtirşk” ew çi dixwaze bêje: “De em vê cejinê derbaz kin, ne ku bi hevîrtirşkê kevinî neheqiyê û xirabiyê, lê bi nanê bê hevîrtirşk, bi nanê helaliyê û rastiyê” (1 Kr. 5:6-8). Anegorî wê yekê ça hine “hevîrtirşk” temamya hevîr tirş dike, usa jî heleqetiya nêzîk tevî merivê bênamûs dikare ser yên dinêna xirab hukum ke. Hemikî hergê ew di civatêda bimîne, ewê temamiya civat ber çevê Yehowa heram ke. Lema jî Mesîhiyên civata Korintê gerekê bi lez evê “hevîrtirşkê” ji xwe dûrxistana anegorî wê yekê ça Îsraêliyara îzin tune bû wekî wedê cejinê hervîrtirşk mala xweda xwey kin.
it-2 869-870
Şeytan
Çi tê hesabê wekî bende tesmîlî Şeytan kin, ku qalibê wî unda be?
Pawlosê şandî Mesîhiyên Korintêra nivîsî, wekî çi bikin tevî wî merivî, kîjan ku bênamûsî kir tevî jina bavê xwe. Pawlos got wekî “wî merivî bidine destê Mîrêcin, ku qalibê wî unda be” (1 Kr. 5:5). Dêmek ev dihate hesabê ku ewî merivî gerekê ji civatê derxistana, û tu heleqetî tev wî xwey nekirana (1 Kr. 5:13). Çaxê evî bendeyî tesmîlî Şeytan dikirin, dêmek ev ji civatê derdixistin û tesmîlî vê dinyayê dikirin, xwedê û serwêrê kîjanî ku Şeytan e. Anegorî hinek hevîrtirşkê di hevîrda, ev meriv bibû wek “qalib” di civatêda, lema jî çaxê ew ji civatê derdixistin, civat ça bêjî ev qalib nava xweda unda dikir (1 Kr. 5:6, 7). Mîna vê yekê Pawlos tesmîlî Şeytan kir Hûmenayo û Skender, çimkî wana înkar kir bawerî û îsafa temiz, ji bo çi jî baweriya wan hûrdexweşî bû (1 Tîm. 1:20).
(1 Korintî 5:9-11) Min wera nemêda nivîsîbû, ku tevî qava nebin. 10 Ne ku gotina min derheqa qava, timakara, talankir yan pûtparistêd vê dinêda bû. Heger usa bûya, gerekê hûn lap ji dinê derketana. 11 Lê belê min wera nivîsî, ku hûn tevî wî nebin, yê ku navê xwedênasiyê ser e, lê qav e, tima ye, pûtparist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî talankir e. Tevî yê usa heta nên jî nexwin!
lv 207, elametiya zêde
Em Gerekê Çawa bin, Hindava Wî Merivî yê ku ji Civatê Derxistine?
Em gerekê çawa bin, hindava wî merivî yê ku ji civatê derxistine? Kitêba Pîroz dibêje: “Hûn tevî wî nebin, yê ku nave xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pûtparist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî talankir e. Tevî yê usa heta nên jî nexwin!” (1 Korintî 5:11). Derheqa wî merivî ku “nava hînkirina Mesîhda namîne”, em giliyê usa dixûnin: “Hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî. Çimkî kî silavê bide wî, ew tevî kirêd wîye xirab dibe” (2 Yûhenna 9-11). Em xeber nadin tevî merivên ku civatê derxistine, ne derheqa pirsên ruhanî, ne jî derheqa tiştên din. Di “Birca Qerewiliyêda”, ya sala 1981, 15 Îlonê li ser rûpêla 25, hatiye gotinê: “Hergê tu kesekî silav kî jî, ev dikare bibe gava pêşin, wekî destpêkî tevî wî bikevî xeberdanê yan jî hevaltiyê bikî. Gelo hêja ye wekî em gava pêşin daynin, wekî nêzîkî wî merivî bin ku ji civatê derxistine?”
▸ Serê 3, abzasa 19
Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
(1 Korintî 4:9) Çimkî ez dibêjim qey Xwedê em şandî kirinên herî kêm, wek ên ku ji bo kuştina li ber hemûyan, hatine pêşanîn. Çimkî em ji dinyayêra, ji milyaket û mirovanra bûn temaşe.
w09 15/5 24 ¶16
Melek, “ruhêd berdestî ne”
16 Mesîhiyên ku rastî cêribandina tên, bona meleka dibine temaşe (1 Kr. 4:9). Melek bi şabûneke mezin dîna xwe didin aminiya me û kirinê meyî qenc, him jî ewana dîna xwe didin wan meriya, kîjan ku gunên xwe tobe dikin (Lq. 15:10). Melek dîna xwe didan kirên hine kulfetên wedê berê, kîjan ku dixwestin dilê Xwedê şa kin. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî “bona vê yekê gerekê kulfet sergirêdayî be, çawa nîşana bin hukumda, bona milyaketêd ku dibînin” (1 Kr. 11:3, 10). Belê, melek gelek dilşa dibin, gava dibînin kulfetên ku Xwedêra xizmet dikin û usa jî ewana dîna xwe didin hemû xizmetkarên Xwedê, kîjan ku guhdariya xwe hindava Xwedê û serwêrtiya civatêda didine kifşê. Guhdariya vî cûreyî meselekî baş e bona lavên Xwedêyî ezmanî.
(1 Korintî 6:3) Çima hûn nizanin ku emê dîwana milyaketa jî bikin? Îdî ku dimîne dîwana pirsêd vê dinyayê nekin?
it-2 211
Qanûn
Melek Guhdariya Qanûnê Dikin. Himberî meriya, melek ciyê bilind digirin, lê dîsa jî ewana gura qanûn û fermanên Xwedêda nin (Îbr. 1:7, 14; Zb. 104:4). Yehowa hela hê dijminê xwera, dêmek Şeytanra destûr neda, wekî ew ji sînorê derkeve (Îb. 1:12; 2:6). Mixayîlê serekê milyaketa, da kifşê wekî ew qebûl dike û qedirê hukumetiya Yehowa digire, ça Hakimê Herî Bilind. Ev rind hate kifşê gava Îsa gote Şeytan: “Bira Xudan li te hilê!” (Chd. 9; beramberî Zek. 3:2 bike). Yehowa Xwedê hemû melek kire bin rêberiya Îsa Mesîh (Îbr. 1:6; 1 Pt. 3:22; Mt. 13:41; 25:31; Flp. 2:9-11). Lema bi fermana Îsa, melek-qasid hatibû şandinê cem Yûhenna (Ent. 1:1). Xêncî wê yekê, çawa Pawlosê şandî 1 Korintî 6:3-da got, tenê birên Îsayî ruhanî dikarin dîwanê bikin. Dêmek ewana wê hingê dîwanê bikin, gava ruhên zulm wê bêne kutakirinê.
Xwendina Kitêba Pîroz
(1 Korintî 6:1-14) Gelo eva karê kirinê ye, gava yek ji we, nava wî û birê wîda dew-doz pêşda tê, turuş dike li ber nepaka wê yekê dide safîkirinê, ne ku li ber cimeta Xwedê? 2 Çima hûn nizanin ku cimeta Xwedê wê dîwana dinê bike? Û heger bi destê we wê dîwana dinyayê bê kirinê, gelo hûn nikarin van pirsêd sivik jî safî kin? 3 Çima hûn nizanin ku emê dîwana milyaketa jî bikin? Îdî ku dimîne dîwana pirsêd vê dinyayê nekin? 4 Awa heger nava weda pirsêd vê dinêye safîkirinê hebin, hûn çawa dikarin hakimtiyê bidine destê yêd usa, ku ji aliyê civînêda ne tu tişt in? 5 Ez aha dibêjim, ku hûn şerm bikin! Gelo nava weda yekî serwaxt tune, ku bikaribe nava birada serederiyê bike? 6 Lê bira birêra dikeve dew-dozê, ew jî li ber nebawera! 7 We rastî vê yekêda lap daye der, ku hûn hevra dikevine dergeh-dîwana. Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne neheqkirinê? Gelo hê qenc nîne, ku hûn bêne şêlandinê? 8 Lê hûn neheqiyê dikin û dişêlînin, ew jî xûşk-bira! 9 Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Padşatiya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pûtparist, ne zinêkar, ne qunde, ne kone, 10 ne diz, ne timakar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî talankir Padşatiya Xwedê wê war nebe. 11 Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rast hatine hesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedêyê me. 12 Dibêjin: “Her tişt minra edet e”, belê, lê her tişt ne kar e. “Her tişt minra edet e”, lê tu tişt gerekê hukumî ser min neke 13 Dibêjin: “Xwarin bona zik e, zik jî bona xwarinê ye”, lê Xwedê her duya jî wê unda ke. Lê beden ne bona qaviyê ye, lê bona xizmetkariya Xudan e û Xudan jî bona bedenê xem dike. 14 Û Xwedêyê ku Xudan ji mirinê rakir, wê me jî ji mirinê rake bi qewata xwe.