KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr20 Hezîran rûp. 1-8
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”
  • Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
  • Binserî
  • 1-7 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 44-45
  • “Ûsiv Dibaxşîne Birên Xwe”
  • w15 1/5 31
  • “Netirsin, Çima Ez Dewsa Xwedê Digirim?!”
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-2 813
  • Qelişandina Kinc
  • w04 15/8 15 ¶15
  • Bê Menî Têne Nefretkirinê
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 8-14 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 46-47
  • “Xelayî ye, lê Birçî Nînin”
  • w87 1/5 15 ¶2
  • Xweykirina Jîyînê Wedê Xelayî-Celayê
  • kr 234-235 ¶11-12
  • Padşatî, Qirara Xwedê ser Erdê Tîne Sêrî
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • it-1 220 ¶1
  • Jêst û Cûrê Sekinandinê
  • nwtsty elametiya hînbûnê li ser hîmê Kr.Şn. 7:14
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 15-21 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 48-50
  • “Yên Emirda Mezin Cêribandî ne”
  • it-1 1246 ¶8
  • Aqûb
  • it-2 206 ¶1
  • Rojên Axiriyê
  • w07 1/6 28 ¶10
  • Yên Emirda Mezin Kerem in bona Cahila
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w04 1/6 15 ¶4-5
  • Merivên ku Xwedê Rûmet Dikin Têne Keremkirinê
  • it-1 289 ¶2
  • Binyamîn
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 22-28 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 1-3
  • “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim”
  • w13 15/3 25 ¶4
  • Navê Yehowayî Himzor Hurmet ke
  • kr 43, çargoşe
  • NAVÊ XWEDÊ ÇI TÊ HESABÊ
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • g04 8/4 6 ¶5
  • Serhatiya Mûsa Çîrok e yan Rêalî ye?
  • w04 15/3 24 ¶4
  • Fikirên Qîmet ji Kitêba Derketin
  • Xwendina Kitêba Pîroz
  • 29 HEZÎRANÊ-5 TÎRMEHÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 4-5
  • “Ezê Tevî Te bim, Gava Tu Xeberdî”
  • w10 15/10 13-14
  • Yehowa Ça Dinihêre Ser Wan, Yên Xwe Heq Derdixin?
  • w14 15/4 9 ¶5-6
  • Gelo Tu Divînî Ewê Ku Nayê Kifşê?
  • w10 15/10 14
  • Yehowa Ça Dinihêre Ser Wan, Yên Xwe Heq Derdixin?
  • Xizna Kitêba Pîroz Bigerin
  • w04 15/3 28 ¶4
  • Pirsên Xwendevana
  • it-2 12 ¶5
  • Yehowa
  • Xwendina Kitêba Pîroz
Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin” (2020)
mwbr20 Hezîran rûp. 1-8

Kanî bona “Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin”

1-7 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 44-45

“Ûsiv Dibaxşîne Birên Xwe”

(Destpêbûn 44:1, 2) Ûsiv emir li wekîlê mala xwe kir û got: “Têrêd van meriva çiqasî ku ew dikarin bibin xurekva dagire û perê her kesî jî dayne li ser devê têrêd wan, 2 lê kasa min, kasa zîvîn, tevî perê xurek dayne li ser devê têra yê herî biçûk”. Ewî weke gotina Ûsiv kir.

w15 1/5 31

“Netirsin, Çima Ez Dewsa Xwedê Digirim?!”

Çaxê Ûsiv ewana verê kirin, paşê merî şande pey wan, wekî wana bigire, neheq derxe, û yançi kasa wî dizîne. Çaxê kas çentê Binyamînda dîtin, hingê hemûşk, paşda birine cem Ûsiv. Niha îda Ûsiv dît wekî birêd wî merivne çawa nin û nihêrandina xwe hindava wan guhast. Cihûda dewsa birêd xwe xeber dida. Ewî lavaya Ûsiv dikir, ku hindava wanda rem be. Û hela hê digot wekî hemû 11 bira wê bibine dîlêd Misirê, tenê Binyamîn berdin. Lê Ûsiv digot, ku Binyamîn gerekê di Misirêda ça dîl bimîne, lê yêd din dikarin vegerin mala xwe (Destpêbûn 44:2-17).

Cihûda bi êmosiya xeber dida. Ewî got: “Tenê ew ji dîya xwe maye û bavê wî, wî hiz dike”. Diqewime ew gilî, gelek dilê Ûsiv girtin. Ûsiv kurê mezin bû ji Rahêlê, ya ku jina Aqûbe hizkirî bû, û ya ku wedê bûyîna zara xweye Binyamîn, mir. Ûsiv jî mîna bavê xwe, qîmet dikir ew yek, ku Binyamîn derheqa Rahêlê dianî bîra wana. Û ji bo vê yekê jî, Binyamîn seva Ûsiv gelek delal bû (Destpêbûn 35:18-20; 44:20).

Cihûda lavaya Ûsiv dikir, ku Binyamîn neke dîl. Ewî hela hê digot ku hazir e dewsa Binyamîn bibe dîl. Paşê ewî bi keser got: “Ezê çawa rabim hevraz herime cem bavê xwe, heger kurik ne tevî me be? Nebe ku ez wê qeziya ku bê serê bavê min bibînim!” (Destpêbûn 44:18-34, PKM) Îda eşkere bû wekî ewana hatine guhastinê. Çimkî Cihûda ne ku tenê ruhê tobekirinê da kifşê, lê usa jî helalî û dilşewatî nîşan kir, wekî çiqas derdê birê xweda ne.

Ûsiv îda nikaribû xwe bigirta û êmosiyêd xwe eyan kir. Ewî hemû xulamêd xwe verê kir û destpêkir bi dengê bilind bigirî. Dengê giriyê wî hela hê gihîşte qesra Firewin. Paşê îda ewî, xwe birêd xwera eyan kir û got: “Ez birayê we Ûsiv im”. Birêd wî zendegirtî sekinîbûn. Ûsiv xwe avîte pêsîra wan û bi nermî wanara digot wekî hemû tiştêd ku wana kir, ewî baxşandiye wan (Destpêbûn 45:1-15). Bi vê yekê Ûsiv nihêrandina Yahowa da kifşê, ku bi merdanî dibaxşîne meriya (Zebûr 86:5). Lê em usa dikin?

(Destpêbûn 44:33, 34) Awa ez niha tewaqe ji te dikim, bira ez, xulamê te dewsa wî kurikî xweyê xwera bibe xulam, kurik bira tevî birayêd xwe hevraz here. 34 Çimkî, ezê çawa rabim hevraz herime cem bavê xwe, heger kurik ne tevî me be? Nebe ku ez wê qezîya ku bê serê bavê min bibînim”.

(Destpêbûn 45:4, 5) Ûsiv gote birayêd xwe: “Kerem kin, werine nêzîk”, ew jî çûne cem û wî got: “Ez birayê we Ûsiv im, yê ku we firote Misirê. 5 Lê niha ber xwe nekevin û li we çetin neyê, ku we ez firotime vira, çimkî Xwedê ez berî we şandime vira, bona xweykirina jîyîna we”.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 44:13) Hingê wana kincê xwe qelaştin, her yekî kerê xwe bar kir û vegerîyane bajêr.

it-2 813

Qelişandina Kinc

Cihû û merivên dine Rohilatê gava dibihîstin, wekî pismamekî wan miriye, kincê ser xwe diqelaştin û usa şîn dikirin. Gelek car ewana kincê xwe ne ku bi temamî diqelaştin, lê tenê pêsîra xwe. Usa wana dikaribû ev kinc dîsa bida xebatê.

Merivê pêşin, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ewî kincê ser xwe qelaşt, ew Rûbên bû, kurê Aqûbî mezin. Çaxê Rûbên vegeriya ber bîrê û Ûsiv têda nedît, ewî kincê ser xwe qelaşt û got: “Kurik tune! Û ez, ez kuda herim?” Ça nixurî, Rûbên cabdar bû seva birê xweyî biçûk. Çaxê Aqûbra gotin, wekî kurê wî miriye, ewî jî kincê ser xwe qelaşt, kurx li xwe kir û usa şîna kurê xwe dikir (Dsp. 37:29, 30, 34). Misirêda, çaxê buxdan avîtine Binyamîn, wekî ewî dizî kir, birên Ûsiv usa berxwe ketin,wekî kincê ser xwe qelaşt in (Dsp. 44:13).

(Destpêbûn 45:5-8) Lê niha ber xwe nekevin û li we çetin neyê, ku we ez firotime vira, çimkî Xwedê ez berî we şandime vira, bona xweykirina jîyîna we. 6 Çimkî eva du salêd xelayîne li ser dinê, lê hê pênc sal jî hene, ku wê vedan û dirûnê nebe. 7 Xwedê ez berî we şandim, wekî li ser dinê koka we bihêle û jîyîna we bi azayîke mezin xwey ke. 8 Awa, yê ku ez şandime vira hûn nîbûn, lê Xwedê bû, ewî ez kirime bavê Firewin û xweyê temamîya mala wî, usa jî serwêrê temamîya welatê Misirê.

w04 15/8 15 ¶15

Bê Menî Têne Nefretkirinê

15 Çi dikare alî me bike hêrs nebin ser wan, kê bê menî me nefret dike? Bîr nekin, wekî dijminê meyî sereke Mîrê-cina û cinên wî ne (Efesî 6:12). Rast e, hine meriv hemdê xwe pey me dikevin, lê heçî zef ji wana dikevin ber bayê merivên din û ji bo nezaniyê miqabilî cimeta Xwedê dertên (Daniyêl 6:4-16; 1 Tîmotêyo 1:12, 13). Yehowa dixwaze ku “hemû meriv” mecalê bistînin, seva ku “xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Mesele, hine neyarên me ji bo rabûn-rûniştina meye baş, nihêrandina xwe guhastine û niha xûşk-birên me ne (1 Petrûs 2:12). Serhatiya Ûsivê kurê Aqûb jî meseleke baş e bona me. Rast e Ûsiv ji bo kirê birên xwe gelek çerçirî, lê ewî xeyd dilê xweda xwey nekir. Gelo wê yekêda çi alî Ûsiv kir? Hemû tiştîda Ûsiv destê Yehowa didît û fem dikir, wekî ew rêberiyê qewimandina dike, seva qirara xwe bîne sêrî (Destpêbûn 45:4-8). Anegorî wê yekê, îro jî Yehowa dikare ewê neheqiyê ku miqabilî me dikin, usa bide xebatê, wekî navê xwe hurmet-rûmet ke (1 Petrûs 4:16).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 45:1-15) Hingê Ûsiv nikaribû xwe zeft kira, li ber hemûyêd ku cem wî sekinî bûn kire qîrîn: “Hemû meriva ji cem min derxin!” Kesekî xerîb cem wî nema, gava Ûsiv xwe birayêd xweva da naskirinê. 2 Kûrîn ketê girîya, misirîya bihîst, ev deng gihîşte mala Firewin jî. 3 Ûsiv gote birayêd xwe: “Ez Ûsiv im. Bavê min hê sax e?” Lê birayêd wî nikaribûn caba wî bidana, çimkî li ber wî bibûne kevir mabûn. 4 Ûsiv gote birayêd xwe: “Kerem kin, werine nêzîk”, ew jî çûne cem û wî got: “Ez birayê we Ûsiv im, yê ku we firote Misirê. 5 Lê niha ber xwe nekevin û li we çetin neyê, ku we ez firotime vira, çimkî Xwedê ez berî we şandime vira, bona xweykirina jîyîna we. 6 Çimkî eva du salêd xelayîne li ser dinê, lê hê pênc sal jî hene, ku wê vedan û dirûnê nebe. 7 Xwedê ez berî we şandim, wekî li ser dinê koka we bihêle û jîyîna we bi azayîke mezin xwey ke. 8 Awa, yê ku ez şandime vira hûn nîbûn, lê Xwedê bû, ewî ez kirime bavê Firewin û xweyê temamîya mala wî, usa jî serwêrê temamîya welatê Misirê. 9 Niha rabin zû hevraz herine cem bavê min û jêra bêjin: ‘Kurê te Ûsiv aha dibêje: “Xwedê ez kirime xweyê temamîya Misirê, nesekine zû berjêr were cem min. 10 Tê topraxê Goşenêda nêzîkî min bimînî, tevî kurêd xwe, kurêd kurêd xwe, pez û dewarêd xwe û hemû hebûka xweva”’. 11 Ezê wir te têr kim, çimkî hê pênc salêd xelayê hene, wekî tu, mala xwe û hebûka xweva tunebûnê nebînî. 12 Va ye, çevê we û çevê birayê min Binyamîn dibînin, ku devê min van tişta wera dibêjin. 13 Derheqa temamîya rûmeta mine Misirêda û her tiştê ku we dît bavê minra gilî kin û zû bavê Min berjêr bînine vir”. 14 Xwe avîte stukura Binyamîn û girîya. Binyamîn jî ser stukura wîda girîya. 15 Çû rûyê hemû birayêd xwe û ser wanda digirîya. Pey vê yekêra birayêd wî pêra xeberdan.

8-14 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 46-47

“Xelayî ye, lê Birçî Nînin”

(Destpêbûn 47:13) Temamîya welêtda nan tunebû, çimkî xelayê gelekî zor dida û ji dest birçîbûnê halê welatê Misirê û Kenanê tunebû.

w87 1/5 15 ¶2

Xweykirina Jîyînê Wedê Xelayî-Celayê

2 Çawa ku Yehowa pêxembertî kiribû, heft salên têr-tijebûnê derbaz bûn û peyra heft salên xelayî-celayê destpêbûn. Ev xelayîke giran ne tenê Misirêda destpêbû, lê li “temamîya rûyê erdê”. Çaxê bineliyên Misirêyî birçî lavaya Firewin dikirin, ku nan bide wan, ewî gote wan: “Herine cem Ûsiv, çi wera bêje bikin”. Ûsiv genim difirote wan, heta ku perên wan xilaz nebûn. Paşê dewsa pera Ûsiv heywanên wan hildida. Xilaziyê çaxê tiştekî cimetê îda tune bû, wana gote Ûsiv: “Me û erdêd me jî bi nan bikire, em û erdêd xweva bibine xulamêd Firewin”. Usa Ûsiv temamiya erdê Misirê kirî seva Firewin (Destpêbûn 41:53-57; 47:13-20).

(Destpêbûn 47:16) Hingê Ûsiv got: “Heger pere xilaz bûne, heywanêd xwe bînin, ezê ber heywanêd weva xurek bidime we”.

(Destpêbûn 47:19, 20) Çima em û erdêd xweva li ber te bimirin? Me û erdêd me jî bi nan bikire, em û erdêd xweva bibine xulamêd Firewin, û toxim bide me, ku em bijîn û nemirin, wekî erd vikî-vala nebe”. 20 Hingê Ûsiv temamîya erdê Misirê Firewinra kirî, çimkî xelayê zor dida wan, misirîya her yekî zevîyê xwe difirot. Erdê Misirê bû yê Firewin.

(Destpêbûn 47:23-25) Hingê Ûsiv gote cimetê: “Va ye min hûn û erdêd we Firewinra kirîn, hanê wera toxim û erdê biçînin. 24 Hûn gerekê nandirûnêda ji pênc para parekê bidine Firewin, lê çar parê wera bimîne, bona erdê biçînin û xwarina xwe, yêd mala xweda û bona zarokêd xwe”. 25 Wana got: “Te em xilaz kirin! Bira em keremê li ber çevê xweyê xwe bibînin û em Firewinra bibine xulam”.

kr 234-235 ¶11-12

Padşatî, Qirara Xwedê ser Erdê Tîne Sêrî

11 Têr-Tijebûn. Temamiya dinyayê ji bo birçîbûna ruhanî diçerçire. Kitêba Pîrozda hatibû gotinê: “A vay, roj tên, Xudan, XUDAN dibêje û ezê birçîbûnê bişînim welêt, ne birçîbûna ji nanra û ne tîbûna ji avêra, tenê tîbûna ji bihîstina gotinên Xudanra bişînim” (Amos 8:11). Gelo bineliyên Padşatiya Xwedê jî ji birçîbûna ruhanî diçerçirin? Yehowa pêxembertî kir, wekî orta cimeta wî û dijminên wîda, cudebûn wê hebe: “A vay, wê qûlên min bixwin û hûnê birçî bimînin; a vay, wê qûlên min vexwin û hûnê tî bimînin; a vay wê qûlên min kêfxweş bibin û hûnê fedî [şerm] bikin” (Îşa. 65:13). Hûn divînin çawa ev gilî têne sêrî?

12 Xwarina xweye ruhanî em dikarin beramberî ava çêm bikin, kîjan ku diha fire û kûr dibe. Xwarina meye ruhanî têr-tije ye, dêmek edebyetên li ser hîmê Kitêba Pîroz, aûdîo-nivîsandin, vîdêo, civat, civatên mezin, û têmên ji malpera me. Belê, xwarina meye ruhanî têr-tije ye. Lê merivên vê dinyayê ji birçîbûna ruhanî diçerçirin (Hezql. 47:1-12; Yowl. 3:18). Her roj em şabûneke mezin distînin, çimkî divînin ku çawa Yehowa sozê xwe tîne sêrî, xwarina ruhanî têr-tije dide me. Lê tu ji sifra Yehowa xwarina ruhanî her car dixwî?

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 46:4) Ezê xwexa tevî te berjêrî Misirê bim û ezê xwexa te dîsa hevraz bînim, Ûsivê destêd xwe dayne li ser çevêd te”.

it-1 220 ¶1

Jêst û Cûrê Sekinandinê

Dadana çevê merivê mirî. Giliyê Yehowa ku gote Aqûb: “Ûsivê destêd xwe dayne li ser çevêd te” (Dsp. 46:4), dihate hesabê, wekî çaxê Aqûb bimire, Ûsiv wê çevê wî dade. Bi edetî ev yek cabdariya nixurî bû. Yehowa bi vê yekê Aqûbra da kifşê, wekî îzina nixurtiyê gerekê Ûsivra bikeve (1 Dr. 5:2).

(Destpêbûn 46:26, 27) Hemû nefsêd ku ji bedena Aqûb bibûn hatine Misirê, pêştirî jinêd kura şêst û şeş nefs bûn. 27 Ûsivra jî du kur Misirêda bibûn, gava Aqûb neferêd xweva çû Misirê, ew heftê nefs bûn.

nwtsty elametiya hînbûnê li ser hîmê Kr.Şn. 7:14

Serhev 75 nefs: Ça tê kifşê, Steyfan ji rêzeke konkrêt ya Nivîsarên Îbraniya newekilandiye, çaxê gotiye ku hejmara malbeta Aqûb Misirêda serhev 75 nefs bûn. Ev hejmar têksta Masorêtîda, ya Nivîsarên Îbranîda tune ye. Dsp. 46:26 dibêje: “Hemû nefsêd ku ji bedena Aqûb bibûn hatine Misirê, pêştirî jinêd kura şêst û şeş nefs bûn”. Lê rêza 27 berdewam dike: “Gava Aqûb neferêd xweva çû Misirê, ew heftê nefs bûn”. Em divînin, wekî nivîskar hejmara wan meriva bi du cûre mêtoda jimartiye. Ça tê kifşê, hejmara pêşin tenê ya zureta Aqûb e. Lê hejmara duda, ya wan hemû meriva ye, yên ku tevî Aqûb hatine Misirê. Ji Drk. 1:5 û Qn.Dc. 10:22 jî tê kifşê, wekî hejmara neferên mala Aqûb “70” nefs bûn. Lê Steyfan hejmara sisiya dibêje, nava kîjanîda hê zêde meriv in. Hinek difikirin, wekî nava vê hejmara sisiyada usa jî zar û nebiyên Ûsiv in, ji kurên wî Minaş û Efrayîm. Derheqa wana tê gotinê welgerandina “Sêptûagînt” Dsp. 46:20-da. Hinek jî difikirin, wekî nava wê hejmarêda bûkên Aqûb in, yên ku ji hejmara Dsp. 46:26-da hatibûn derxistinê. Dêmek “75” ew heye hejmara hemûşka serhev. Diqewime ev hejmar ser hîmê kopiyên Nivîsarên Îbranî ye, kîjan ku qirna yekê D.M.-da belabûyî bûn. Nava gelek salada zandara zanibûn, wekî “75” ev heye hejmara ji Dsp. 46:27 û Drk. 1:5, kîjan ku “Sêptûagînta” Yûnanîda nivîsar e. Xêncî wê yekê, qirna 20-da, Bera Mirîda du kitêbên gulometkkirî ya têksta Drk. 1:5 hatibûn dîtinê ser zimanê Îbranî. Wêderê jî hejmara “75” hatibû nivîsarê. Ev hejmara ku Steyfan got, diqewime ser hîmê wan nivîsarên kevin bûn. Çi jî hebe, hejmara Steyfan dide kifşê, wekî neferên mala Aqûb bi cûre-cûre mêtoda hatibûn jimartinê.

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 47:1-17) Ûsiv hat Firewinra gilî kir û got: “Bav û birayêd min, pez û dewarêd xwe û hemû hebûka xweva ji welatê Kenanê hatine, ewe niha li topraxêd Goşenê ne”. 2 Ewî ji nav birayêd xweda, pênc merî birin derxistine dîwana Firewin. 3 Firewin ji birayêd wî pirsî: “Hûn xweyê çi pêşeyî ne?” Wana gote Firewin: “Em, xulamêd te şivan in, em jî kal-bavêd me jî”. 4 Û gotine Firewin: “Em hatine ku vî welatîda firarî bimînin, çimkî çêre bona heywanêd xulamêd te tune, ji dest xelaya girane welatê Kenanêda, îzina te hebe xulamêd te topraxêd Goşenêda bimînin”. 5 Hingê Firewin gote Ûsiv: “Bav û birayêd te hatine cem te, 6 welatê Misirê li ber te ye, bav û birayêd xwe welatda cîyê herî qencda cîwar ke, bira ew topraxêd Goşenêda bimînin, lê heger tu zanî nava wanda yêd serxwe hene, wan bike serwêrêd heywanêd min”. 7 Ûsiv bavê xwe Aqûb anî derxiste dîwana Firewin û Aqûb dua li Firewin kir. 8 Firewin ji Aqûb pirsî: “Tu çend salî yî?” 9 Aqûb li Firewin vegerand û got: “Salêd mine firarî sed sî sal in. Salêd emrê min hindik û bêxêr bûn û negihîştine salêd emrê kal-bavêd mine nava rojêd firarîya wanda”. 10 Aqûb dua li Firewin kir û ji dîwana Firewin derket. 11 Ûsiv çawa Firewin ferman kiribû, bav û birayêd xwe welatê Misirêda, cîyê herî qencda, ji topraxê Ramsêsê, milkek da wan û ew cîwar kirin. 12 Ûsiv bavê xwe, birayêd xwe û temamîya mala bavê xwe, neferêd wanva nan dikirin. 13 Temamîya welêtda nan tunebû, çimkî xelayê gelekî zor dida û ji dest birçîbûnê halê welatê Misirê û Kenanê tunebû. 14 Ûsiv ji yêd ku genim dikirîn, hemû perêd ku li welatê Misirê û Kenanêda hebûn top kir. Ûsiv pere anîne mala Firewin. 15 Gava perê welatê Misirê û Kenanê xilaz bûn, hemû misirî hatine cem Ûsiv û gotinê: “Nan bide me! Çima em li ber çevê te bimirin, wekî perê me xilaz bûne?” 16 Hingê Ûsiv got: “Heger pere xilaz bûne, heywanêd xwe bînin, ezê ber heywanêd weva xurek bidime we”. 17 Û wana heywanêd xwe anîne cem Ûsiv, Ûsiv ber hespêd wanva, pezêd wanva, dewarêd wanva, kerêd wanva nan da wan, û wê salê ewî ber hemû heywanêd wanva nan da wan.

15-21 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DESTPÊBÛN 48-50

“Yên Emirda Mezin Cêribandî ne”

(Destpêbûn 48:21, 22) Û hingê Îsraêl gote Ûsiv: “Va ye ezê bimirim. Lê Xwedê wê tevî we be û wê we vegerîne watanê bavêd we. 22 Ez paleke çîya ser biratîya tera zêdetir didime te, kîjan ku min ew ji destê emorîya bi şûr û tîr-kevanê xwe stand”.

it-1 1246 ¶8

Aqûb

Aqûb pêşiya mirina xwe dua nebiyên xwe kir, dêmek Minaş û Efrayîm, kurên Ûsiv. Li gora rêberiya Xwedê, ewî kurê biçûk Efrayîm danî dewsa kurê mezin Minaş. Paşê Aqûb gote Ûsiv, kîjan li gora nixurtiyê gerekê ji mîrata bavê, du par bistanda: “Ez paleke çîya ser biratîya tera zêdetir didime te, kîjan ku min ew ji destê emorîya bi şûr û tîr-kevanê xwe stand” (Dsp. 48:1-22; 1 Dr. 5:1). Rast e, Aqûb bê şer erdê nêzîkî Şekemê hilda bû, çimkî ewî ji kurên Hamor kirî bû (Dsp. 33:19, 20), lê ev sozê Aqûb ku ewî da Ûsiv, baweriya Aqûb eyan kir, çimkî bi wan giliya ewî pêxembertî kir, wekî zuretên wî wê Kenanê zeft kin. Ev pêxembertî usa hatibû gotinê, tê bêjî ew îda bi şûr û tîr-kevanê wî hatibû zeftkirinê. (Binihêre EMORÎ.) Du parên vî erdê zeftkirî, ku Ûsivra diketin ew bûn, çi ku bereka Efrayîm û Minaş standin.

(Destpêbûn 49:1) Aqûb gazî kurêd xwe kirin û got: “Top bin, ez wanra bêjim, ku rojê bên wê çi bê serê we.

it-2 206 ¶1

Rojên Axiriyê

Pêxembertiya Aqûbe ber Mirinê. Aqûb gote kurên xwe: “Top bin, ez wanra bêjim, ku rojê bên wê çi bê serê we”. Aqûb derheqa wî wedeyî digot, çaxê giliyê wî destpêkin bêne sêrî (Dsp. 49:1). Du qirna zêdetir pêşiya wê yekê, Yehowa gotibû Abram (Birahîm), kalikê Aqûb, wekî zureta wî wê 400 sala biçerçire (Dsp. 15:13). Dêmek ew wede, ser kîjanî Aqûb got “rojê bên”, gerekê destpêbûya çaxê 400 salên çerçirandinê xilaz bûna. (Hê zêde elametî derheqa Destpêbûn serê 49, binihêrin gotarên derheqa kurên Aqûb). Ev pêxembertî axiriyêda jî gerekê bihata sêrî ser “Îsraêla Xwedê” ya ruhanî (Gl. 6:16; Rm. 9:6).

(Destpêbûn 50:24, 25) Ûsiv gote birayêd xwe: “Ezê bimirim, lê ese Xwedêyê ser weda bê û we ji vî welatî hevraz derxe. Wê we bibe wî welatî, bona kîjanî ewî Birahîm, Îshaq û Aqûbra sond xwar”. 25 Ûsiv kurêd Îsraêl da sondê û got: “Ese Xwedêyê ser weda bê, hestûyêd min jî ji vir derxin hevraz bibin”.

w07 1/6 28 ¶10

Yên Emirda Mezin Kerem in bona Cahila

10 Yên emirda mezin dikarin baş ser xûşk-bira hukum bin. Gava Ûsivê kurê Aqûb emirda mezin bû, ewî baweriya xwe usa da kifşê, wekî ew yek hela hê paşî mirina wî jî ser mîliyona xizmetkarên Xwedê, baş hukum dibû. Ew 110 salî bû çaxê “bona hestûyêd xwe temî da” Îsraêliya, wekî hestûyên wî tevî xwe bivin, gava ji Misirê derên (Îbranî 11:22; Destpêbûn 50:25). Pey mirina Ûsivra, Îsraiyêlî Misirêda gelek sala dîltiyêda diçerçirîn. Lê evê temiyê şewqa hêviyê dikire dilê wan, wekî azabûna wan wê bê.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Destpêbûn 49:19) Gad, mixulqetekê hicûmî ser wî ke, lê ewê pê-pê hicûm ke.

w04 1/6 15 ¶4-5

Merivên ku Xwedê Rûmet Dikin Têne Keremkirinê

4 Pêşiya ku temamiya cimetê biketa Erdê Sozdayî, Îsraêliyên ji bereka Gad îzin xwestin, wekî ji Ûrdunê aliyê ruhilatê cîwar bin, kîderê ku bona çêrandina heywana baş bû (Jimar 32:1-5). Jîyîna wêderê çetin bû. Lê berekên, ku aliyê roavayê cîwar bibûn, xweyîkirî bûn, çimkî Deşta Ûrdunê usa bû, ku dijmin nikaribûn bigihîştana wan (Yêşû 3:13-17). Derheqa erdê aliyê ruhilatêye Ûrdunê kitêbêda “The Historical Geography of the Holy Land”, kîjan ku Corc Adam Smît nivîsiye, usa tê gotinê: “[Ew erd] nav temamiya nîvgirava Erebistana bakurê, vekirî bû û nedihate xweykirinê ji qaçaxa, kîjana ku hicûmî ser wan dikirin. Hinek ji wan qaçaxên birçî her sal hicûmî ser wan ciya dikirin, kîderê ku heywan diçêrandin”.

5 Bereka Gad wê ça teyax ke ber wan hicûmkirina? Çend qirne pêşda kal-bavê wan Aqûb, gava ber mirinê bû, pêxembertî kir: “Gad, mixulqetekê hicûmî ser wî ke, lê ewê pê-pê hicûm ke” (Destpêbûn 49:19). Alîkîva hate kifşê ku ev pêxembertîke nebaş e. Lê bi rastî evê pêxembertiyê temî dida bereka Gad, wekî ewana jî hicûmî ser dijmina bikin. Aqûb bi wê yekê ewana hêlan kirin, ku hergê ewana usa bikin, dijmin wê mecbûr be robetî paşda bireve, lê bereka Gad wê pê-pê pey wan keve.

(Destpêbûn 49:27) “Binyamîn gurekî devxûn e, sibehê zû nêçîrê dixwe, lê êvarê talên bela dike”.

it-1 289 ¶2

Binyamîn

Aqûb ber mirinê pêxembertî kir, wekî bereka Binyamîn şerkirinêda wê hoste be. Ewî derheqa kurê xweyî hizkirî got: “Binyamîn gurekî devxûn e, sibehê zû nêçîrê dixwe, lê êvarê talên bela dike” (Dsp. 49:27). Mêrên ji bereka Binyamîn eskerên cêribandî bûn. Wana hin pê destê rastê, hin jî çepê bi şidanê kevir usa divatîn ku têle por diket (Hkm. 20:16; 1 Dr. 12:2). Ji bereka Binyamîn, Ehûdê Hakim, kîjan ku çep bû, Eglon Padşa kuşt, ji bo kîjanî cimeta Îsraêl zelûliyêda bû (Hkm. 3:15-21). Usa jî lazim e kifş kin, wekî “sibehê zû”, dêmek destpêka serwêrtiya ser Îsraêlê, Şawûlê kurê Kîs ji bereka Binyamîn, bû padşê wanî pêşin, yê ku ji hemû bereka “herî biçûk” bû. Şawûl padşa sert tevî Filistiya şer dikir (1 Sm. 9:15-17, 21). Mîna vê yekê “êvarê”, dêmek nêzîkî kutasiya serwêrtiya ser Îsraêlê, Jin-padşa Ester û Mordokayê xweyîhukum, yên ku ji bereka Binyamîn bûn, cimeta Îsraêlê ji qirkirinê xilaz kirin wedê serwêrtiya Împêriya Farisî (Es. 2:5-7).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Destpêbûn 49:8-26) “Cihûda! Birayêd teyê pesinê te bidin. Destê te ser stukura dijminê te be, zarêd bavê te li ber te ta bin. 9 Cihûda cewrikê şêra ye. Kurê min, tu ji nêçîrkirinê rabûyî. Wî xwe avît û palda mîna şêra û makeşêr, kî dikare wî rake. 10 Serwêrtîyê ji Cihûda kêm nebe, ne jî şiva sevîtîyê ji bedena wî, heta hatina xweyê wê , û miletê guhdarîya wî bikin. 11 Ceşikê xwe wê kola tirîyêva girêde, ceşikê kera xwe kola tirîyêye here qencva, pê şerabê kirasê xwe wê bişo, û pê xûna tirîyê kincêd xwe, 12 çevêd wî ji şerabê sortir û diranêd wî ji şîr sipîtir bin. 13 Zebûlonê devê berê bimîne, û gemîwargeha gemîya be, sînorê bigihîje heta Saydayê. 14 Îsaxar, kerekî qewat e, bin têrada dimerixe, 15 dît rihetî ku rind e, û welat jî pir xweşe, mil xwe tewand bin bare, bû paleyê borcdare. 16 Danê dîwana miletê xwe bike mîna ji qebîleke Îsraêl, 17 Danê merekî serê rîya be, tîremerekî şiverîya be, ku li sima hespê dixe, sîyarê wê serpiştê diçe. 18 Ya Xudan ez hîvîya xilazkirina te me. 19 Gad, mixulqetekê hicûmî ser wî ke, lê ewê pê-pê hicûm ke. 20 Aşêrê nanda têr-tijî be, teme-tîskêd padşê bide. 21 Neftelî karê xezalêyî aza ye, xweyê gotinêd gul û nûre. 22 Ûsiv çiqilê xweyîbere, çiqilê xweyîberî ser kanîyê ye, penc avîtîye ser dîware. 23 Ew tel kirin, gule avîtinê, tîrkevana kîn ajotinê, 24 lê kevanê wî ser zora xwe ma, zendêd desta çîl girtine, bi saya destê Zorê Aqûb, Şivan û Qeyayê Îsraêlê. 25 Ji bav Xwedê teyî ku alî te dike, ji Yê Herî-Zorî ku dua te dike, bi duayêd jore ezmana, bi duayêd bêbinîyêye jêr paldayî, dua ser memik û betinê te. 26 Duayêd bavê te, ji duayêd çîyayêd berê zortir bûn, ji xweşîya girêd heta-hetayê bilindtir bûn, bira li ser serê Ûsiv bin, û ser tepa serê wî, ku ser birayêd xwera ye.

22-28 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 1-3

“Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim”

(Derketin 3:13) Mûsa gote Xwedê: “Va ez diçime cem zarêd Îsraêl û bêjime wan: ‘Xwedêyê kal-bavêd we ez şandime cem we’. Lê gava ew ji min bipirsin: ‘Navê wî çi ye?’ Ez çi wanra bêjim?”

w13 15/3 25 ¶4

Navê Yehowayî Himzor Hurmet ke

4 Bixûne Derketin 3:10-15. Çaxê Mûsa 80 salî bû, ewî şixuleke mexsûs ji Xwedê stand: “Tu cimeta min, zarêd Îsraêl ji Misirê derxî”. Lê Mûsa bi qedir pirseke ferz da Xwedê. Mûsa ça bêjî ji Xwedê pirsî: ‘Navê te çi ye?’ Em zanin wekî navê Xwedê îda gelek wext pêşda eyan bû, lema jî ecêbmayî ye, wekî bi vê yekê Mûsa çi dixwest pêbihesiya? Eşkere ye, ewî dixwest hê zêde pêbihesiya derheqa wî kesî, ku ew nav ser bû, dêmek tiştên usa çi ku wê cimeta Xwedê bidana bawerkirinê, wekî Xwedê bi rastî wê wana xilaz kira. Berxweketina Mûsa femdarî bû, çimkî Îsraêlî gelek wext dîltiyêda bûn. Diqewime wanara wê îda çetin bûya bawer kirana, ku Xwedayê kal-bavê wan wê bikaribe wana aza ke. Hin jî hine Îsraêliya destpêkiribûn xudanên Misiriya bihebînin! (Hezql. 20:7, 8)

(Derketin 3:14) Xwedê gote Mûsa: “EZ YÊ HEME. Vê yekê bêje zarêd Îsraêl, bêje ku: ‘EZ HEME ez şandime cem we’”.

kr 43, çargoşe

NAVÊ XWEDÊ ÇI TÊ HESABÊ

NAVÊ Yehowa pêşda hatiye ji xebera Îbranî “bibe”. Hine zandar dibêjin, wekî vê derecêda ev xeber tê hesabê, kesek dike ku tiştek bibe. Dêmek gelek qayîl in, wekî mena navê Xwedê ev e, “Ew Dike Wekî Bibe”. Ev nav layîqî rola Yehowa ye, çawa Efrandar. Ewê ku “Dike Wekî Bibe” xwexa gerdûn û hemû efrînên din çêkiriye. Ew usa jî berdewam dike nêt-qirarên xwe bîne sêrî.

Lê caba ku Yehowa da Mûsa, ya ku Derketin 3:13, 14-da nivîsar e, em ça gerekê fem bikin? Mûsa pirsî: “Va ez diçime cem zarêd Îsraêl û bêjime wan: ‘Xwedêyê kal-bavêd we ez şandime cem we’. Lê gava ew ji min bipirsin: ‘Navê wî çi ye?’ Ez çi wanra bêjim?” Yehowa caba wî da: “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim, DT”.

Dîna xwe bidinê, Mûsa ji Xwedê nepirsî ku navê wî çi ye. Mûsa û Îsraêliya navê Xwedê pêşda zanibûn. Mûsa dixwest, wekî Yehowa tiştekî usa derheqa xwe eyan kira, çi ku baweriya cimetê qewî kira û mena navê wîva jî girêdayî bûya. Yehowa bi van giliya “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim, DT”, tişteke mexsûs derheqa xwe eyan kir: her derecekêda ew dibe ew kê lazim e, seva ku qirara xwe bîne sêrî. Mesele, seva Mûsa û Îsraêliya, Yehowa bû Xilazkar, Qanûndar, Nandar û hê zêde. Ev yek dide kifşê, wekî Yehowa xwexa safî dike bibe ew, kê lazim e seva ku sozên xwe bîne sêrî, kîjan ku daye cimeta xwe. Lê navê Yehowa hê zêde tişt tê hesabê, ne ku tenê ev çi ku me şêwir kir. Ew nav usa jî tê hesabê, wekî Xwedê usa dike, ku efrînên wî bibin ew kî lazim e, seva qedandina qirara wî.

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 2:10) Gava kurik mezin bû, ewê anî da qîza Firewin, ewê jî ew xwera kire kur û navê wî danî Mûsa, got: “Çimkî min ew ji avê derxist”.

g04 8/4 6 ¶5

Serhatiya Mûsa Çîrok e yan Rêalî ye?

Gelo ecêbmayî ye, wekî qîza Firewin karibû zareke usa hilda û xwey kira? Na, çimkî li gora rêlîgiya Misirî, seva ku xelatê bistînin û herine ezmana, dihate dewakirinê kirên qenc bikin. Arxêoloj Coys Tîldêslî derheqa xweykirina zarê usa gotiye: “Misirêda kulfeta her tişt dikirin, wekî îzina wan jî weke ya mêra be, û gihîştine nêta xwe. Wana jî wek mêra didane xebatê îzina qanûntî û aborîtiyê . . . lema jî kulfeta dikaribûn zar hildana û xwera xwey kirana”. Dokûmênteke berêda, ku ji papîrûsê bû, nivîsar bû wekî jineke Misirî xulamên xwe kire zarên xwe. Lê ferhengekêda jî “The Anchor Bible Dictionary” usa tê gotinê: “Ev çi ku diya Mûsa peretî şîr dida zarokê, tîne bîra me peymana ku Mêzopotamyayêda girêdidan”.

(Derketin 3:1) Mûsa pezê xezûrê xwe Îtroyê terêqê Midyanê diçêrand. Ewî kerî ajot çû berîyê derket û gihîşte Horêbê, çîyayê Xwedê.

w04 15/3 24 ¶4

Fikirên Qîmet ji Kitêba Derketin

3:1: Yetro kîjan kahîn bû? Wedê berê malxên malê seva malbeta xwe kahîn bûn. Ça tê kifşê Yetro baveşîrê bereka Midyana bû. Midyan zureta Birahîm bûn ji jina wî Qitûrayê, lema jî ewana zanibûn derheqa hebandina Yehowara (Destpêbûn 25:1, 2).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 2:11-25) Êpêce wext derbaz bû, gava Mûsa mezin bû, rabû çû cem biratîya xwe, ewî dîna xwe da şixulêd wanî giran, dît wê yekî misirî birakî wîyî îbranî dikute, 12 dor xwe nihêrî, dîna xwe dayê ku kes tune, lêxist yê misirî kuşt û qûmêda veşart. 13 Roja dinê rabû çû, dîna xwe dayê wê du merivêd îbranî hevra şer dikin, hingê gote yê neheq: Çima tu li hevalê xwe dixî?” 14 Ewî jî lê vegerand: “Kê tu ser me serwêr û hakim kifş kirî? Dibe ku dixwazî min jî bikujî çawa te yê misirî kuşt?” Mûsa tirsîya û got: “Rast ev tişta derketîye”. 15 Firewin ev tişt bihîst, xwest ku Mûsa bikuje, lê Mûsa ji ber Firewin revî çû welatê Midyanêda ma, li ser bîrekê rûnişt. 16 Heft qîzêd terêqê Midyanê hebûn. Evana hatin av kişandin, kurn tijî kirin ku pezê bavê xwe avdin. 17 Şivana hat berî wan dan. Hingê Mûsa rabû pişta wan girt û pezê wan avda. 18 Evana çûne cem bavê xwe Rihûêl, ewî pirsî: “Ev çawa bû ku hûn îro usa zû hatin?” 19 Wana got: “Merivekî misirî em ji destê şivana xilaz kirin, av jî bona me kişand û pezê me avda”. 20 Hingê ewî gote qîzêd xwe: “Lê ew kanê ye? We çima ew merî usa berda? Gazî wî kin bira bê nan bixwe”. 21 Li Mûsa xweş hat ku cem wî merivî bimîne û ewî qîza xwe Sîpporah da Mûsa. 22 Ewa hemle derket, kurek anî û Mûsa navê wî danî Gêrşom, çimkî got: “Ez welatê xelqêda ketime xerîbîyê”. 23 Pey gelek wextra padşê Misirê mir. Zarên Îsraêl ji dest xulamtîyê kirine zarîn. Û ew hewar-gazîya wane ji dest xulamtîyê gihîşte Xwedê. 24 Xwedê hêwerza wan bihîst û Xwedê ew peymana xwe bîr anî, ya ku tevî Birahîm, Îshaq û Aqûb girêdabû. 25 Xwedê dîna xwe da zarêd Îsraêl û halê wan pê hesîya.

29 HEZÎRANÊ-5 TÎRMEHÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | DERKETIN 4-5

“Ezê Tevî Te bim, Gava Tu Xeberdî”

(Derketin 4:10) Mûsa gote Xudan: “Xweyê min, hîvî dikim! Ezî xeberdanêda ne serxwe me, ne duhu ne jî pêr û ne jî pey vê xeberdanêra ku te tev xulamê xwe xeberda, lê ez yekî devqerimî û zimênda giran im”.

(Derketin 4:13) Ewî gotê: “Xweyê min, hîvî dikim! Kerema xwe yekî dinê bişîne”.

w10 15/10 13-14

Yehowa Ça Dinihêre Ser Wan, Yên Xwe Heq Derdixin?

“Ezê nikaribim wê yekê bikim”. Dibeke tu difikirî, ku tuyê nikaribî mizgîniyê bela kî. Hine xizmetkarên Yehowa yên wedê berê difikirîn, wekî wê nikaribin bînin sêrî şixulê, ku Yehowa dida wan. Werên em derheqa Mûsa bifikirin. Çaxê ewî şixuleke mexsûs ji Yexowa stand, ewî got: “Xweyê min, hîvî dikim! Ezî xeberdanêda ne serxwe me, ne duhu ne jî pêr û ne jî pey vê xeberdanêra ku te tev xulamê xwe xeberda, lê ez yekî devqerimî û zimênda giran im”. Rast eYehowa hêlan da Mûsa, lê ewî dîsa gote Yehowa: “ Xweyê min, hîvî dikim! Kerema xwe yekî dinê bişîne” (Drk. 4:10-13). Gelo Yehowa xwe ça da kifşê?

(Derketin 4:11, 12) Hingê Xudan gote wî: “Kê dev da mêriv, yan kê ker û lal çêkirin, yan yê ku dibîne, yan yê kor? Ez Xudan nînim? 12 Awa niha tu here ezê tevî devê te bim û te hîn kim, çi ku tu gerekê bêjî”.

w14 15/4 9 ¶5-6

Gelo Tu Divînî Ewê Ku Nayê Kifşê?

5 Pêşiya ku Mûsa vegeriya Misirê, Yehowa prînsîpek wîra şirovekir, ya ku wede şûnda Mûsa kitêba Îboda nivîsî: “Tirsa Xudan, zanyarî” ye (Îb. 28:28). Seva ku xofa Mûsa ji Xwedê hebûya û ewî xwe bi bîlanî bida kifşê, Yehowa wîra nîşan kir, wekî meriv ji Xwedayê Himzor çiqas cude dibe. Xwedê pirs da wî: “Kê dev da mêriv, yan kê ker û lal çêkirin, yan yê ku dibîne, yan yê kor? Ez Xudan nînim?” (Drk. 4:11).

6 Seva Mûsa ev çi ders bû? Mûsa gerekê netirsiya. Yehowa Mûsa dişand û hazir bû hemû tiştên wîra lazim bide wî, wekî ew bikaribe elametiya Xwedê bigihîne Firewin. Firewin himberî Yehowa tu tişt nîbû. Xêncî wê yekê, ev cara pêşin nîbû, ku cimeta Xwedê ji bo serwêrên Misirê bin qeziyêda bû. Diqewime Mûsa difikirî ku ça Yehowa wedê serwêrtiya Firewinên berê Birahîm, Ûsiv, û hela hê Mûsa jî xwey kir (Dsp. 12:17-19; 41:14, 39-41; Drk. 1:22–2:10). Mûsa bi baweriya hindava Yehowa, dêmek “ewê ku nedihate kifşê”, karibû bi mêrxasiyê ber Firewin bisekine û her xebereke Yehowa elamî wî ke.

(Derketin 4:14, 15) Hingê hêrsa Xudan li Mûsa rabû û gotê: “Harûnê lêwî ne birê te ye? Ez zanim ku ewî xeberdanêda serxwe ye, va ye ewê pêşîya teda bê û gava ew te bibîne wê gelekî şa be. 15 Tu tevî wî xeber de û xebera bike devê wî, ezê devê te û devê wîra bim, ezê we hîn kim ku hûnê çi bikin.

w10 15/10 14

Yehowa Ça Dinihêre Ser Wan, Yên Xwe Heq Derdixin?

Yehowa, Mûsa ji kifşkirina wî aza nekir. Lê Harûn wîra kifş kir çawa alîkarçî (Drk. 4:14-17). Xêncî wê yekê, Yehowa gelek sala tevî Mûsa bû û alî wî dikir, wekî şixulê Wî bîne sêrî. Îro jî tu dikarî bawer bî, wekî Yehowa wê bi saya xûşk-birên cêribandî alî te bike, ku xizmeta xwe bînî sêrî. Hin jî bi Kitêba Pîroz, Yehowa me dide bawerkirinê, ku wê alî me bike, wekî şixulê Wîda hoste bin (2 Kr. 3:5; binihêre çargoşe “Salên Lape Bextewar Jîyîna Minda”).

Xizna Kitêba Pîroz Bigerin

(Derketin 4:24-26) Û usa qewimî ku rêva cîkî şevbêrî kirin, Xudan rastî Mûsa hat û xwest ku wî bikuje. 25 Hingê Sîpporahê kevirekî tûj hilda, kurê xweyî nesinetkirî sinet kir, pîyêd . . . [Wî] xist û gotê: “Rast tu bona min mêrê xûnê yî”. 26 Û bi vî awayî Xudan ew hişt. Wî çaxî bona sinetîyê ewê got: “Mêrê xûnê”.

w04 15/3 28 ¶4

Pirsên Xwendevana

Giliyê Sîpporahê “tu bona min mêrê xûnê yî”, hevekî ecêb têne kifşê. Ev yek derheqa wê çi eyan dike? Sîpporahê dewakirina peymana sinetkirinê anî sêrî û bi wê yekê ewê da kifşê, wekî peymana tevî Yehowa qebûl kir. Wede şûnda, çaxê Yehowa tevî Îsraêliya peyman girêda, hingê zelal bû wekî vê peymanêda Yehowa dewsa malxê bû, lê cimeta Îsraêl dewsa jinê bû (Yêremya 31:32). Lema jî çaxa Sîpporah gote melek (yê ku dewsa Yehowa bû) “mêrê xûnê”, usa ewê da kifşê, wekî qebûl dike dewakirinên wê peymanê. Vê peymana sinetkirinêda Sîpporah ça bêjî dewsa jinê girtibû, lê Yehowa Xwedê, dewsa malxê. Çi jî hebû, Sîpporahê safî kir qirara Xwedê bîne sêrî, lema jî kurê wê îda bin qeziyêda nîbû.

(Derketin 5:2) Firewin got: “Xudan kî ye ku ez gura gotina wî bikim û îzina Îsraêl bidim? Ez Xudan nas nakim û îzina Îsraêl jî nadim”.

it-2 12 ¶5

Yehowa

Xebera “nas bikin” hê zêde tê hesabê, ne ku tenê sera-bera derheqa kesekî yan tiştekî bizanibî. Nabalê bêfem, navê David zanibû, lê yeke pirsî: ‘Dawid kê ye?’ Ev pirsa wî dida kifşê, wekî Nabal bê merîfet û bê qedir bû (1 Sm. 25:9-11; himberî hev ke tevî 2 Sm. 8:13). Anegorî vê yekê Firewin jî ji Mûsa pirsî: “Xudan [Yehowa, DT] kî ye ku ez gura gotina wî bikim û îzina Îsraêl bidim? Ez Xudan [Yehowa, DT] nas nakim û îzina Îsraêl jî nadim” (Drk. 5:1, 2). Bi van giliya Firewin da kifşê, wekî Yehowa nas nake ça Xwedayê rast, û qebûl nake ku hukumê Xwedê ji wî mestir e. Firewin usa jî nizanibû, wekî qewata Yehowa digihîjê ku qirara xwe bîne sêrî, derheqa kîjanî ku Mûsa û Harûn elam dikirin. Lê Firewin, temamiya Misirê û cimeta Îsraêlê, gerekê fem kirana ku navê Yehowa bi rastî çi tê hesabê, û ew kesê çi cûreyî ye. Ew yek wana gerekê hingê fem kirana, gava Yehowa qirara xwe hindava Îsraêliya bianiya sêrî. Dêmek Xwedê gerekê ewana ji dîltiyê aza kirana û bibirana Erdê Sozdayî. Usa Ewî wê peymana xwe, ku tevî kal-bavê wan girêdabû, bianiya sêrî. Hema derheqa wê yekê Xwedê got: “Hûnê bizanibin ku Xudan Xwedêyê we [Yehowa, DT] ez im” (Drk. 6:4-8; binihêre HIMZOR).

Xwendina Kitêba Pîroz

(Derketin 4:1-17) Mûsa lê vegerand û got: “Lê ewê min bawer nekin û ne jî wê dengê min bibihên, çimkî wê bêjin, Xwedê teva xuya nebû ye”. 2 Hingê Xwedê gote Mûsa: “Ew çî ye destê teda?” Ewî got: “Şivdar e”. 3 Xwedê gotê: “Wê bavêje erdê”. Ewî avîte erdê, bû mer û Mûsa jê revî. 4 Xudan gote Mûsa: “Destê xwe dirêj kê poçê bigire”. Ewî jî destê xwe dirêj kirê ew girt û ew destê wîda bû şivdar. 5 “Bi vê yekê wê bawer bikin, wekî Xudan Xwedêyê kal-bavêd wan, Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb teva xuya bûye”. 6 Xudan dîsa gote Mûsa: “Niha destê xwe têke paşila xwe”. Ewî destê xwe kire paşila xwe derxist û va ye, destê wî bû mîna berfa kunî-kunî bûyî. 7 Xwedê gotê: “Destê xwe dîsa têke paşila xwe”. Ewî dîsa destê xwe kire paşila xwe derxist û va ye, ew dîsa bû mîna qalibê wî. 8 “Heger te bawer nekin û guh nedine nîşana pêşin, wê bawerîya xwe nîşana duda bînin. 9 Lê heger van her du nîşana jî bawer nekin û guh nedine dengê te, hingê ji çemê Nîlê avê hilde û birêje ser erdê. Ew ava ku te ji Nîlê hilda wê ser erdê bibe xûn”. 10 Mûsa gote Xudan: “Xweyê min, hîvî dikim! Ezî xeberdanêda ne serxwe me, ne duhu ne jî pêr û ne jî pey vê xeberdanêra ku te tev xulamê xwe xeberda, lê ez yekî devqerimî û zimênda giran im”. 11 Hingê Xudan gote wî: “Kê dev da mêriv, yan kê ker û lal çêkirin, yan yê ku dibîne, yan yê kor? Ez Xudan nînim? 12 Awa niha tu here ezê tevî devê te bim û te hîn kim, çi ku tu gerekê bêjî”. 13 Ewî gotê: “Xweyê min, hîvî dikim! Kerema xwe yekî dinê bişîne”. 14 Hingê hêrsa Xudan li Mûsa rabû û gotê: “Harûnê lêwî ne birê te ye? Ez zanim ku ewî xeberdanêda serxwe ye, va ye ewê pêşîya teda bê û gava ew te bibîne wê gelekî şa be. 15 Tu tevî wî xeber de û xebera bike devê wî, ezê devê te û devê wîra bim, ezê we hîn kim ku hûnê çi bikin. 16 Bira ew dewsa te cimetêra xeber de û ew ter a bibe dewsa dev û tu jî wîra dewsa Xwedê. 17 Û wê şivdarê bigire destê xwe, wekî bi wê nîşana bikî”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin