Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin
© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
1-7 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 32-33
Berdiliyê Bidine Wan, Yên ku Çetinayada nin
it-1 710
Elîhû
Elîhû firqî nedikire orta meriva û tu kesî bi sernavên bilind rûmet nedikir. Ewî fem dikir, ku ew jî mîna Îbo ji xaliyê hatiye çêkirinê, û Yê herî Himzor Efirandarê wî yê. Elîhû nedixwest Îbo bide tirsandinê. Ewî navê Îbo hildida û hindava wîda hevalekî amin bû, lê Elîfaz, Bîldad û Zofar usa nîbûn (Îb. 32:21, 22; 33:1, 6).
w14 15/6 25 ¶8-10
Hûn ser Merivên Sist usa Dinihêrin Ça Yehowa?
8 Mera wê diha hêsa be hindava xûşk-bira dilremiyê bidine kifşê, hergê em bîr nekin, wekî ewana ji bo çetinayên jîyînê sist bûne. Hinek ji bo nexweşiya diçerçirin, neferên hineka nebawermend in û hinek jî dêprêsiya wan heye. Her kes ji me jî dikare rastî derecên usa bê. Çaxê Îsraêlî Misirêda dijîtin, ew cimeteke sist û kesîb bû. Pêşiya ku ewana biketana Erdê Sozdayî, wanra dîsa hate gotinê wekî hindava xûşk-birên xweye ku tengasiyada nin, dilrem bin. Yehowa hîviyê bû ku Îsraêlî wê hesab nekin, wekî merivên kesîb hêjayî alîkariyê nînin (Qn.Dc. 15:7, 11; Qn.Kh. 25:35-38).
9 Em gerekê wan meriva, yên ku ketine derecên çetin, sûcdar nekin û wanda dudilî nebin. Dewsê, em gerekê ber dilê wanda bên û wana bişidînin (Îb. 33:6, 7; Mt. 7:1). Mesele, hergê kesek pê motosîklêtê bikeve qeziyê û wî bivine nexweşxanê, gelo hekîm wê lêkolîn kin ku ew neheq e, yan na? Hemikî na! Ewana wê derbêra alîkariyê bidine wî. Hema bi wî cûreyî, hergê xûşk yan birê me ji bo çetinaya sist bûye, berî pêşin em gerekê ruhanîda alî wan bikin (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:14).
10 Hergê em ser derecên xûşk-bira bifikirin, ev yek wê alî me bike bi cûrek mayîn ser sistbûnên wan binihêrin. Bifikirin derheqa wan xûşka, yên ku gelek sal ji bo peyketinên malbetê sebir dikin. Hinek ji wan dibeke şermoke û sist têne kifşê, lê bi rastî bawerî û dilê wan gelek qewî ye. Çaxê xûşkek, ku zarên xwe tenê mezin dike, timê wana tevî xwe tîne civatê, gelo hûn bawerî û xîreta wêra firnaq nabin? Lê hûn xîreta wan cahila divînin, yên ku xwe li rastiyê digirin, hela hê hingê jî, gava cahilên din xirab ser wan hukum dikin? Bi rastî ew xûşk-birên ku sist têne kifşê, diqewime “bi baweriyê dewletî” ne, mîna wan xûşk-bira, derecên kîjana ku diha baş e (Aqb. 2:5).
Kengê ye Wextê Xeberdanê?
17 Hevalê çara Elîhû, ku hate cem Îbo, merivê Birahîm bû. Ewî guh da hin Îbo hin jî sê hevalên mayîn. Ça tê kifşê, ewî rind guh dida xeberdana wan, çimkî ewî bi nermî û dilşewatî Îbo şîret kir, seva ew nihêrandina xweye nerast biguhêze (Îb. 33:1, 6, 17). Bona Elîhû ya lape ferz ew bû ku Yehowa rûmet ke, ne ku xwe yan kesekî din (Îb. 32:21, 22; 37:23, 24). Ji mesela Elîhû em hîn dibin, wekî wextê hişbûnê heye, dêmek gerekê xwe ker kin û guh bidine meriva (Aqûb 1:19). Em usa jî hîn dibin, wekî çaxê em dixwazin kesekîra şîretê bidin, nêta sereke gerekê ew be, ku Yehowa hurmet kin, ne ku xwe.
18 Hergê em şîreta ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku kengê û ça xeber din, usa emê nîşan kin, wekî em pêşkêşa xeberdanê qîmet dikin. Silêman Padşa ku bîlan bû, ji bîna ber Xwedê nivîsî: “Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî” (Metlk. 25:11). Belê, hergê em rind guh bidine meriva û pêşiya tiştekî bêjin, bifikirin, wê giliyên me mîna sêvên zêrîn bin, hin qîmet, hin jî bedew. Û îda firqî tune em zef xeber din yan kêm, xeberdana me wê meriva bişidîne û geş ke, û Yehowa jî wê mera firnaq be (Metlk. 23:15; Efes. 4:29). Bi vê yekê emê nîşan kin, ku em gelek qîmet dikin ewê pêşkêşa ji Xwedê!
Xizna Kitêba Pîroz
w13 15/1 19 ¶10
Berdewam kin Nêzîkî Yehowa bin
10 Usa jî em gerekê dîna xwe bidinê, ku rûva em çawa nin. Lê nelazim e bi zêdeyî xem kin bona wan tişta, çi ku salên emir pêşda tînin. Vê yekêda dikare eyan be gihîştîbûn, rûmet û bedewbûna dil. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Rû-gulîyê sipî kofîya rûmetê ye, ku ew nava rîya rastîyêda ye” (Mtl. 16:31). Yehowa bedewbûna vî cûreyî divîne û em jî gerekê bi nihêrandina wî ser xwe binihêrin (Bixûne 1 Petrûs 3:3, 4). Lema jî bifikire, gelo wê bi bîlanî be emirê xwe bikine bin xofê, û opêrasiya yan jî prosêdûrên mêdîsînayê bikin, seva ku rûva diha bedew bin. Firqî tune ku meriv çend salî ye û sihet-qewat e yan na, kaniya bedewbûna rast, ya ku ji dilê meriva tê, “şabûna Xudan” e (Nm. 8:10). Tenê dinya tezeda emê bi temamî sihet-qewat bin û dîsa usa bedew bin, çawa cahiltiyêda (Îb. 33:25; Îş. 33:24) Lê heta hingê, bîlanî û bawerî wê alî me bikin nêzîkî Yehowa bin, û em çi derecada bin jî, gerekê şabûna xwe unda nekin (1 Tîm. 4:8).
(Îbo 33:25, ÎM)
25 Goştê [bedena] wî wek goştê zaroka nû dibe û vedigere rojên xortaniya xwe.
8-14 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 34-35
Çaxê Rastî Neheqiyê Tên
Xwedê Yekî Çawa ne?
Xwedê timê wê yekê dike, çi ku rast e. Bi rastî naqewime, wekî Xwedayê Himzor xirabiyê û neheqiyê bike (Îbo 34:10). Dîwana wî bi heqî ye, û zebûrbêj jî derheqa Yehowa usa dibêje: “Çimkî tu bi rastiyê” dîwana mileta dikî (Zebûr 67:4). “Xudan li dil dinêre”, lema jî tu tişt û tu kes nikare wî bixalifîne, çimkî ew rastiyê divîne û bi heqiyê dîwanê dike (1 Samûyêl 16:7). Xêncî wê yekê, Xwedê hemû nerastî û neheqiya divîne, ku li ser erdê têne kirinê û soz dide, wekî zûtirekê “nepakê ji ser rûye erdê unda bin herin” (Metelok 2:22).
Padşatiya Xwedê Wê Çi Bide Hildanê?
5 Yehowa wê çi bike? Niha Yehowa mecalê dide her merivekî xirab, wekî bêne guhastinê (Îşa. 55:7). Rast e ev dinya wê zûtirekê bê kutakirinê, lê Xwedê dîwana wane xilaziyê hê nekiriye. Lê çi wê bibe tevî wan meriva, yên ku naxwazin bêne guhastinê û heta destpêbûna tengasiya mezin dîsa jî piştgiriya vê dinyayê bikin? Yehowa soz da wekî wê qira merivên xirab bîne. (Bixûne Zebûr 37:10.) Ew merivên xirab dibeke bifikirin wekî ji dîwana Xwedê wê xilaz bin. Vê dinyayêda ewana hîn bûne kirên xwe veşêrin, û ceza xwe nastînin (Îb. 21:7, 9). Lê Kitêba Pîroz mera dibêje: “Çevên [Xwedê] li ser rêyên zilam in û hemû gavên wî divîne. Terî nîne û siya mirinê nîne ku, . . . yên xirabiyê kiribin xwe li wir veşêrin” (Îb. 34:21, 22). Belê, tu kes nikare xwe ji Yehowa Xwedê veşêre. Tu merivê hilekar nikare wî bixapîne. Tu cîkî usa tune ku çevê Xwedê nevînin çi diqewime. Paşî Harmegedonê, dibeke em bigerin ka merivên xirab kîderê ne, lê emê wana nevînin. Ewana wê heta-hetayê unda bin herin (Zeb. 37:12-15).
Gelo Tuyê Seva Îsa Bilikumî?
19 Gelo ev problêm îro jî heye? Belê. Gelek kes me hiz nakin, çimkî em tevnebûyînê xwey dikin û nekevine nava şixulên polîtîkî. Ewana dixwazin ku em jî di hilbijartinên polîtîkda piştgiriya partîyekê yan serwêrekî bikin. Lê ewên ku însana ça hukumdarên xwe hildibijêrin bi rastî Yehowa înkar dikin (1 Samûyêl 8:4-7). Usa jî, gelek kes difikirin ku gerekê em mekteb û nexweşxana ava bikin û tiştên dinda alî meriva bikin. Ewana fem nakin ku em çira tiştekî nakin ku problêmên dinyayê safî bikin, lê herî zêde dîna xwe didin belakirina mizgînê.
20 Seva ku em nelikumin, gerekê em çi bikin? (Metta 7:21-23 bixûne). Gerekê em ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidin şixulê ku Îsa Mesîh tesmîlî me kiriye (Metta 28:19, 20). Gerekê em îznê nedine xwe ku bikevine nava problêmên polîtîkî û sosyalî. Em hemikî însana hiz dikin û bona wana xem dikin, lê em zanin ku alîkariya herî baş ev e wekî em wanra besa Padşatiya Xwedê bikin û alî wan bikin ku ewana bibin dostên Yehowa.
Xizna Kitêba Pîroz
Bira Şixulên Weyî Rezedilî Şikiriyê Bidine Yehowa
3 Elîhû yê ku guh dida xeberdana wan, derheqa Yehowa pirs da Îbo: “Hergê tu rast î, tu çi didî wî [Xwedê]? Yan jî ew çi distîne ji destê te?” (Îb. 35:7, DT). Gelo bi wan giliya Elîhû dixwest bigota wekî cefê me ku em bona şixulê Xwedê dikin badîhewa ye? Na. Lema jî bona wan giliya Yehowa ser wî hêrs neket, ça ser Elîfaz û Bîldad, çimkî Elîhû bi wan giliya da kifşê ku Xwedê hewcê xizmetiya me nîne. Ew tam e û hewcê tu tiştî nîne. Em nikarin wî hê dewletî kin yan jî hê qewat kin. Lê dewsê her hunur, fereset û qewat em ji Xwedê distînin, û ew dîna xwe dide ku em ça wan pêşkêşa didine xebatê.
(Îbo 35:7, DT)
7 Hergê tu rast î, tu çi didî wî? Yan jî ew çi distîne ji destê te?
15-21 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 36-37
Çira Tu Dikarî Îtbariya Xwe Sozê Xwedê Derheqa Emirê Heta-Hetayê Bînî?
w15 1/10 13 ¶1-2
Gelo Em Dikarin bi Rastî Xwedê Nas kin?
XWEDÊ HETA-HETAYÊ YE: Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê ji “bêdestpêkî heta bêdawîtiyê” ye (Zebûr 90:2, ÎM). Dêmek, destpêbûna Xwedê û xilaziya wî tune. Bi nihêrandina meriva “lêkolîn li hejmara salên wîva nabe” (Îbo 36:26).
Hûn çi karê distînin: Xwedê wera jîyîna heta-hetayê soz dide, hergê hûn bi rastî wî nas dikin (Yûhenna 17:3). Gelo ew soz wê çiqas nebûyî bibûya hergê xwexa Xwedê heta-hetayê nejîta? Tenê “Padşayê heta-hetayê”, dikare ewî sozî bîne sêrî (1 Tîmotêyo 1:17).
Tu Pêşkêşên ji Xwedê Dişêkirînî?
6 Av ser erdê heye, çimkî planêta me cîkî usada ye, ku ji tevê ne gelek dûr e, ne jî gelek nêzîk e. Hergê ev hema hinekî nêzîkî tevê bûya, ava ser erdê wê ziha bûya, erd wê germ û hişk bûya, û jîyîn wê ser tune bûya. Lê hergê erd hema hinekî ji tevê dûr bûya, temamiya ava ser erdê wê usa biqerimiya, ku erd bibûya topeke bûzê. Lê Yehowa erd daniye cîkî lapî baş, lema jî ser erdê ziviroka avê heye, kîjan ku emir xwey dike. Tev ava okyanûsa û hemû avên ser erdê germ dike û dike hulm seva ewir çêbin. Her sal ava ku tev dike hulm, ji ava hemû golên ser erdê, zêdetir e. Paşê ew hulma avê, weke deh roja hewêda dimîne, dibe berf yan baran û dibare ser erdê. Ev av axiriyêda paşda vedigere okyanûsa û cûre-cûre gol û kaniyên ava, û usa ev zivirok berdewam dibe. Yehowa ev zivirok usa saz kiriye, seva ser erdê hertim av hebe. Ew yek rastî jî bîlaniya wî û qewata wî eyan dike (Îb. 36:27, 28; Waîz 1:7).
Bira Hêviya Te Hertim Qewî be
16 Hêviya jîyîna herheyî pêşkêşeke gelek qîmet e, ku Xwedê daye me. Belê, axirîke gelek xweş hîviya me ye! Em bawer in ku emê pêkhatina sozên Xwedê bivînin. Mîna lengerê, ev hêvî alî me dike wekî em li himberî tengasî, peyketin û hela hê mirinê jî sebir kin û amin bimînin. Mîna kumzirihê, hêviya me hişê me diparêze, wekî em bikaribin tiştên xirab înkar kin û tiştên rast bikin. Hêviya me alî me dike wekî em diha nêzîkî Xwedê bin û fem bikin ku ew me çiqas hiz dike. Lema jî, gelek ferz e ku hêviya me hertim qewî be.
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 492
Belakirina Înformasiyayê
Berê, wan welatada derheqa kîjana ku Kitêba Pîrozda tê gotinê, înformasiya û nihêrandina meriva, bi cûre-cûre mêtoda derbazî hev dikirin. Heçî zef elametiyên herrojî û deng-besên ji welatên din, bi gilîkirina meriva bela dikirin (2 Sm. 3:17, 19; Îb. 37:20). Rêwiyên ku bi karwana diketine rêwîtiyê û wan şeher û gundara derbaz dibûn, kîderê ku riya karwana hebû, derheqa welatên dûr gilî dikirin, gava cîkî disekinîn wekî xwarinê bikirin û usa jî avê û tiştên din hildin. Palêstîna ciyê gelek başda bû, ew orta Asiya, Afrîka û Ewropayêda bû, kîderêra gelek karwan derbaz dibûn. Bi saya vê yekê, bineliyên Palêstînayê timê haş ji deng-besên teze hebûn, ku welatên dinda diqewimîn. Gelek car meriv bazarada pêdihesiyan, ku welatê wanda û ciyên din çi diqewime.
(Îbo 37:20, ÎM)
20 Gelo mirov jêra bêje ku ez dixwazim bipeyivim [xeber dim]? Kî dixwaze bê daqurtandin?!
22-28 ÇILEYÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 38-39
Tu Wede Divînî wekî Dîna Xwe Bidî Efrîna?
Gelo Tuyê bi Sebir Hîviya Yehowa Bisekinî?
7 Kitêba Pîroz dibêje ku gava Yehowa Erd efirand, ewî “pîvanên wê”, “bingehên wê” û “kevirê wê” danî (Îbo 38:5, 6). Yehowa hela hê wede vediqetand, wekî ser kirên destê xwe binihêre (Destpêbûn 1:10, 12). Bîne ber çevê xwe melek çiqas şa dibûn gava Yehowa tiştekî teze çêdikir. Kitêba Pîroz dibêje wekî wana bi şabûnê ‘bang dikir’ (Îbo 38:7). Ew yek çi me hîn dike? Bi hezara sal lazim bûn wekî Yehowa efirandinê xilaz ke, û gava Yehowa ser hemû karên destê xwe nihêrî, ewî got ku “ew gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:31).
Rabûna Miriya Hizkirin, Bîlanî û Sebra Xwedê Eyan Dike
2 Serîda, Yehowa Kurê xwe Îsa efirand ku tevî wî kar bike. Paşê, ewî bi destê vî Kurê pêşin bi mîlyona melek û hemû tiştên din efirandin (Kols. 1:16). Îsa ji karkirina tevî Bavê xwe şabûn distand (Metlk. 8:30). Melek jî pir kêfxweş bûn. Gava wana dît ku Yehowa û Îsa erd û ezman çawa çêkirin, wana “bi kêfxweşiyêva bang dikir”. Usa jî, gava Yehowa tiştên din efirandin – îlahî gava wî însan efirandin – melek pir şa bûn (Îb. 38:7; Metlk. 8:31). Hemû tiştên efirandî hizkirin û bîlaniya Yehowa eyan dikin (Zeb. 104:24; Rom. 1:20).
Bi Saya Efrîna Derheqa Yehowa Pêbihese
8 Yehowa hêja ye ku em baweriya xwe wî bînin. Yehowa alî Îbo kir, wekî ew diha zêde baweriya xwe wî bîne (Îbo 32:2; 40:6-8). Wedê xeberdana tevî Îbo, Yehowa dîna wî kişande ser steyrk, ewr û birûskê. Usa jî, Yehowa wîra besa heywana kir, mesele gayê beyanî û hesp (Îbo 38:32-35; 39:9, 19, 20). Ev hemû tişt ne tenê qewata Xwedê, lê hizkirin û bîlaniya wî jî didine kifşê. Paşî vê xeberdanê, Îbo diha zêde îtbariya xwe Yehowa anî (Îbo 42:1-6). Bi vî cûreyî gava em dîna xwe didine efrîna, ev yek tîne bîra me, wekî bîlanî û qewata Yehowa ser ya her kesîra ye. Ew usa jî dikare hemû problêmên me safî ke û wê hema usa jî bike. Zanebûna vê yekê alî me dike, wekî em diha zêde îtbariya xwe Yehowa bînin.
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 222
Qanûndar
Yehowa Qanûndar e. Temamiya gerdûnêda tenê Yehowa Qanûndarê rast e. Ewî qanûnên fîzîkî saz kiriye, yên ku hukum dikin ser efrînên nebînber (Îb. 38:4-38; Zb. 104:5-19), û jîyîna heywana (Îb. 39:1-30). Meriv jî ça efrînên Yehowa, bin hukumê qanûnên fîzîkîda nin. Lê ji ber ku meriv efrînên serwaxt in, û tenê wan dikeve normên nav-namûsiyê xwey kin, ser tişta bifikirin û hewcên xweye ruhanî fem bikin, lema jî ewana gerekê qanûnên nav-namûsiyê jî xwey kin, yên ku Xwedê daye (Rm. 12:1; 1 Kr. 2:14-16). Qanûnên Yehowa ser efrînên wîyî ruhanî jî hukum dikin, dêmek ser meleka (Zb. 103:20; 2 Pt. 2:4, 11).
Qanûnên Yehowaye fîzîkî nayêne betavekirinê (Yêr. 33:20, 21). Temamiya Gerdûnêda qanûnên Wîye fîzîkî usa rast dixebitin û nayêne guhastinê, wekî zandar li gora van qanûna dikarin bi seniya hesab kin cîguhastina hîvê, planêta û bedenên ezmanîye din. Kê miqabilî qanûnên fîzîkî diçe, ziyanê distîne. Qanûnên Yehowaye nav-namûsiyê jî nayêne guhastinê, û kesên ku van qanûna diteribînin, axiriya xirab distînin. Ev qanûn timê jî digihîjine nêta xwe, lê carna diqewime ku ji bo teribandina van qanûna, meriv derbêra rastî cezakirinê neyê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Xwedê nabe pêkenî. Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Gl. 6:7; 1 Tîm. 5:24).
(Îbo 38:8-10)
8 Yan jî kî bi deriyava bera girt; gava ji rema dayikê derket pejiqî. 9 Gava min ewira wêra kirin kinc û reş teriyê wêra kirin qevdik, 10 û gava sînora xwe jêra jê kirim, derî û zendê danîm.
29 ÇILEYÊ–4 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 40-42
Dersên ku Em Dikarin ji Serhatiya Îbo Bistînin
w10 15/10 3-4 ¶4-6
“Kê Nêt-Fikira Xudan Pê Hesiya”?
4 Çaxê em derheqa kirên Yehowa difikirin, em gerekê li gora nihêrandina meriva kirên Wî sûcdar nekir. Lê ew xeyset nav merivada heye û derheqa vê yekê Yehowa kitêba Zebûr 50:21-da dibêje: “Te tirê Ezî mîna te me”. Lêkolînkarekî Kitêba Pîroz, zêdetirî 175 sal pêşda, usa got: “Meriv li gora nihêrandina xwe Xwedê sûcdar dikin û dibêjin, ku Ew jî gerekê gura wan qanûna bike, kîjan ku ewana gerekê xwexa bînin sêrî”.
5 Em gerekê fesal bin, wekî nihêrandina me derheqa Yehowa ser hîmê xwestin û nihêrandina meye şexsî nîbe. Lê çira ev yek ferz e? Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em ça merivên qisûrdar û fikirandina xweda sînorkirî, dikarin bifikirin, wekî hine kirên Yehowa nerast in. Îsraêlên berê hema usa fikirîn û hesab kirin, ku yan çi Yehowa hindava wanda heq nîbû. Dîna xwe bidinê, ku Yehowa çi gote wan: “Lê belê hûn: Riya Xudan ne rast e, dibêjin. Ya mala Îsraêlê, niha guhdarî bikin: Gelo riya min ne rast e? Ma yên ne rast ne rêyên we ne?” (Hezql. 18:25).
6 Seva ku bi nihêrandina xwe Yehowa sûcdar nekin, em gerekê bînin ser xwe, ku cûrê fikirandina me sînor kirî ye û cara xalifandî ye jî. Îbo vê yekê ser xwe texmîn kir. Wedê çetinaya, Îbo himberî diltengiyê şer dikir û bi zêdeyî dikete heyra xwe. Ewî dîna xwe neda pirsên lape ferz. Lê Yehowa alî wî kir, bi cûrekî mayîn ser vê derecê binihêre. Yehowa zêdetirî 70 cûre-cûre pirs da Îbo, ser kîjana ewî nikaribû hema cabekî jî bida. Bi wan pirsa Yehowa wîra da kifşê, wekî femkirina wî sînorkirî ye. Îbo bi milûktî nihêrandina xwe guhast (Bixûne Îbo 42:1-6).
Dîna Xwe Bidin ser Pirseke Lape Ferz
12 Gelo em dikarin bêjin, wekî şîretkirina Yehowa sert bû, çimkî Îbo haqas derd dît? Na, Xwedê qe sert nîbû û ne jî Îbo usa fikirî. Rast e ewî kul-derdên giran dît, lê axiriyêda ewî razîbûna xwe da kifşê Xwedêra. Ewî hela hê jî got: “Ez xwe biçûk divînim û di xwelî û tozêda tobe kirinêda me!” (Îb. 42:1-6). Belê, şîretkirina Yehowa baş hukum bû ser Îbo. Pêşiya wê yekê, Elîhû jî Îbo şîret kir, wekî ew rast bifikire (Îb. 32:5-10). Îbo şîretên Yehowa qebûl kir, û Yehowa dît ku Îbo fikirên xwe guhast. Paşî vê yekê, Yehowa merivên dinra got ku ew Îbo qebûl dike, çimkî ew wedê kul-derda Xwedêra amin ma (Îb. 42:7, 8).
Hêviya Xwe Yehowa Bîne
17 Îbo nava tengasiyên giranda qewî û mêrxas ma, lê dîsa gelek xizmetkarên Yehowa hebûn, yên ku mîna wî, Xwedêra amin man. Nemeke xweda, Pawlosê şandî besa gelek kesên din kir û wana nav kir ça “elaleta şedaye giran” (Îbranî 12:1). Ewana gişk rastî tengasiyên giran hatin, lê Yehowara amin man (Îbranî 11:36-40). Gelo sebir û xîreta wan badîhewa bû? Hemikî na! Rast e, wana pêkhatina hemû sozên Xwedê bi çevê xwe nedîtin, lê wana dîsa jî hêviya xwe Yehowa dianî. Usa jî, wana zanibû ku Yehowa ji wan razî ye, lema jî dudilî nedibûn ku wê pê çevê xwe bivînin çawa sozên Wî, wê bêne sêrî (Îbranî 11:4, 5). Aminiya wan dikare me hêlan ke, wekî em jî hêviya xwe hindava Yehowa unda nekin.
18 Îro halê dinyayê çiqas diçe diha xirab dibe (2 Tîmotêyo 3:13). Roj bi roj, Mîrê-cina xizmetkarên Xwedê dicêribîne. Çi jî hebe, were em bi dil û can Yehowara xizmet kin û dudilî nebin, wekî “em gumana xwe li Xwedêyê sax tînin” (1 Tîmotêyo 4:10). Serhatiya Îbo nîşan dike ku Yehowa bi rastî jî “gelek dilovan û tije rem e” (Aqûb 5:11, ÎM). Were em jî Yehowara amin bimînin û bawer bin ku ewê “wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin!” (Îbranî 11:6 bixûne).
Xizna Kitêba Pîroz
it-2 808
Qerfkirin
Îbo merivekî rast bû û ewî hela hê hingê jî bêqisûrtiya xwe xwey kir, gava qerfên xwe wî dikirin. Lê cem Îbo nihêrandina nerast pêşda hat, ji bo çi jî ewî xwe nerast da kifşê û lema jî hewcê rastkirinê bû. Elîhû derheqa wî got: “Kîjan mirov wek Eyûb e [Îbo]? Ew tinaza wek avê vedixwe” (Îb. 34:7, ÎM). Îbo heçî zef dikete heyra wê yekê, wekî xwe heq derxe, ne ku Xwedê, û xwe diha rast hesab dikir, ne ku Xwedê (Îb. 35:2; 36:24). Hemû qerfên sê “hevalên” xwe, Îbo hesab dikir ku hema wî diketin, ne ku Xwedê. Usa dihate kifşê, ku tê bêjî Îbo ji qerfên hevalên xwe, lezetê distand, ça ji aveke xweş. Hine wext şûnda Xwedê Îbora şirovekir, wekî bi wan qerfa derheqa Wî nerastî dihate gotinê (Îb. 42:7). Tiştekî wî cûreyî Yehowa Samûyêl pêxemberra got, çaxê Îsraêliya ji wî dewa kir, wekî ser wanra padşakî kifş ke. Ewî got: “Çimkî ne tu, lê ez ji aliyê wanva hatime redkirin [înkarkirin]” (1 Sm. 8:7, ÎM). Îsa jî tiştekî usa şagirtên xwera got: “Bona navê min [ne ku navê xwe] hûnê ber çevê hemû mileta reş bin” (Mt. 24:9). Hergê em vê yekê bîra xweda xwey kin, emê bi nihêrandina rast hemû qerfa sebir kin û axiriyêda bona aminiya xwe bêne xelatkirinê (Lq. 6:22, 23).
(Îbo 42:7, ÎM)
7 Piştî ku ewî Eyûbra [Îbora] usa got, Xudan Êlîfazê Têmanîra got: “Hêrsa min li dijî te û herdu hevalên te ye. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min ya rast negot.
5-11 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 1-4
Piştgiriya Padşatiya Xwedê Bike
“Ezê Hemû Mileta Bihejînim”
8 Yazix gelek meriv guh nadin vê elametiyê (Zebûr 2:1-3 bixûne). Miletên dinyayê, Serwêrê ku Yehowa kifş kiriye, qebûl nakin, û mizgîniya Padşatiyê ça mizgîniya xêrê navînin. Serda jî, hine dewlet şixulê belakirina mizgînê qedexe kirine. Gelek serwêr xwe ça merivên xwedênas nîşan dikin, lê ewana naxwazin qewat û hukumê xwe unda kin. Lema jî mîna serwêrên rojên Îsada, serwêrên îroyîn jî miqabilî Padşê kifşkirî radibin û hicûmî xizmetkarên Yehowa dikin (Karên Şandiya 4:25-28).
Tevnebûyînê Xwey kin
11 Hebûnhizî. Hergê em hebûnhiz bin, mera dikare çetin be tevnebûyînê xwey kin. Rût, ku Malavyayêda dijî, gilî dike ku çawa sala 1970 hine Şedên Yehowa ji bo hebûnê tevnebûyîn xwey nekirine. Ew tîne bîra xwe: “Wana nikaribû jîyîna xweye komfort bihîşta. Hinek tevî me çûne lagêrê, lê paşê ketine partiyake polîtîkayê û vegeriyane mala xwe. Menî ew bû ku wan xweş nedihat dîskomforta jîyîna lagêrêda”. Lê heçî zef ji cimeta Xwedê tevnebûyîn xwey kirin wedê problêmên perava girêdayî, û hela hê jî çaxê hemû hebûna xwe unda kirin (Îbrn. 10:34).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 425
Ka
Ew heye qalçikê ce û genim, dêmek bermayê wedê hêrandin û temizkirina genim û toximên din. Rast e, Kitêba Pîrozda xebera “ka” tenê bi sîmbolîk tê xebitandinê, lê bi saya vê yekê em pêdihesin, ku berê çawa genim dihêran. Paşî nandirûnê, ev qalçikê genimê qîmet, bona xwarinê nayê xebitandinê û kêrî tu tiştî nayê. Lema jî ev bi sîmbolîk bona tiştên pûç û bêkêr dihate xebitandinê, ya ku gerekê ji tiştê baş bihata başqekirinê û kutakirinê.
Sêrîda wedê hêrandinê, genim ji ka temiz dikirin. Paşê, çaxê genim didane bê, ba mîna tozê ka dibir, çimkî ev sivik bû (Binihêre BÊ XISTIN). Ev mesele eyan dike, ku ça Yehowa cimeta xwe ji rabera temiz dike, usa jî nepaka û dijmina kuta dike (Îb. 21:18; Zb. 1:4; 35:5; Îş. 17:13; 29:5; 41:15; Hs. 13:3). Padşatiya Xwedê wê bi sîmbolîk dijminên xwe usa hûr hûrî ke, ku ba wê bikaribe hêsa wana mîna ka bive (Dn. 2:35).
Kayê bêkêr, dihate topkirinê û şewitandinê, seva ku ba ev ka paşda venegeranda û dîsa nekira nava genimê temizkirî, yên ku qûçkirî bûn. Yûhennayê Nixumdar pêxembertî kir, derheqa qirkirina endemên rêlîgiya qelp, û bi vê yekê da kifşê, wekî Îsa Mesîh wê genim bike embara, “lê kayê wê bi agirê ku natemire bişewitîne” (Mt. 3:7-12; Lq. 3:17; binihêre HÊRANDIN).
(Zebûr 1:4)
4 Lê nepake ne usa ne, ewe mîna paça kayê ne, ku ba lê dixe dajo dibe.
12-18 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 5-7
Amin Bimîne û Guh Nede Kirên Merivên Din
Em Çawa Dikarin ji Kitêba Pîroz Qewatê Bistînin?
7 Qet dost yan merivekî te dilê te êşandiye? Ça emê niha bivînin, tiştekî usa hatibû serê Dawid Padşa jî. Kurê wî Abşalom nemamî li wî kir û dixwast padşatiyê ji destê wî bigire (2 Samûyêl 15:5-14, 31; 18:6-14). Gelo tu dikarî ji vê serhatiyê çi dersa hîn bî?
8 (1) Dua bike. Mîna Dawid Padşa, dilê xwe Yehowara veke û wîra bêje ku tu çima xemgîn î (Zebûr 6:6-9). Paşê, ji Yehowa reca bike ku ew alî te bike wekî tu wan prînsîpa bivînî, yên ku dikarin rêberiya te bikin.
Dudilî Nebe ku Tu Çi Bawer Dikî Ew Heye Rastî
3 Baweriya me gerekê ne tenê ser hîmê hizkirina hindava cimeta Xwedê be. Çira? Çimkî hergê baweriya me tenê ser hîmê vê hizkirinê be, em dikarin hêsa baweriya xwe unda kin. Mesele, dibeke em bilikumin û xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê hergê xûşkek yan birak, yan jî hela hê rûspî yan pêşeng, gunekî giran bike. Em usa jî dibeke bilikumin, hergê kesek dilê me bêşîne yan jî bibe raber û bêje ku baweriya me ne rast e. Lema jî hergê hûn dixwazin baweriya we qewî be, ew gerekê ser hîmê heleqetiya weye baş tevî Yehowa be. Lê hergê we baweriya xwe ser hîmê kirên meriva ava kiriye, wî çaxî baweriya we wê sist be. Belê, baweriya me gerekê ne ku tenê ser hîmê hest û êmosiya be, lê usa jî ser hîmê îzbatkirinên hîmgirtî. Hûn gerekê sed selefî bawer bin, wekî Kitêba Pîroz rastiyê derheqa Yehowa hîn dike (Rom. 12:2).
4 Îsa got ku hine meriv wê “bi eşq û şa” rastiyê qebûl kin, lê gava ewana rastî çetinaya bên, baweriya wan wê sist be. (Bixûne Metta 13:3-6, 20, 21.) Mesele, dibeke ew meriv ne jî difikirin, ku hergê bibine şagirtên Mesîh, wê rastî çetinaya bên (Met. 16:24). Yan jî dibeke ewana difikirin, ku hergê bibine Mesîhî, problêmên wan wê tune bin, dêmek wê bi emirekî pê keremeta û bê çetinayî bijîn. Lê em zanin wekî vê dinya gunekarda problêm wê hebin. Emirê meda dikare tiştek bê guhastinê û em wedelû şabûna xwe unda kin (Zeb. 6:6; Waîz 9:11).
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 995
Tirb
Pawlosê şandî Romayî 3:13-da, giliyên ji Zebûr 5:9 wekiland, û gewriya merivên nepak, beramberî “tirba vekirî” kir. Çawa ku tirba vekirîda meytê miriya heye, ku îda bîn ketiyê, gewriya merivên xirab jî, bi xeberên usa tije ye, yên ku diherimînin û berbi mirinê dibin (Beramber ke Mt. 15:18-20).
(Zebûr 5:9)
9 Çimkî zarê wanda rastî tune, dilê wanda xirabkirin e, gewrîya wane tirba vekirî ye, zimanê wanda hilekarî ye.
19-25 SIBATÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 8-10
“Şikirîyê Bidime Te, Xudan”!
Ciyê Xwe Malbeta Yehowada Qîmet ke
6 Yehowa maleke xweş daye me. Pêşiya ku Yehowa merivên pêşin efirand, ewî erd bona wan hazir kir (Îbo 38:4-6; Yêremya 10:12). Yehowa yekî xemkêş û merd e, lema jî ewî gelek tiştên baş efirandine, wekî em bextewar bin (Zebûr 104:14, 15, 24). Gava Xwedê ser kirên destê xwe nihêrî, ewî dît ku her kirên wî “gelekî qenc bûn” (Destpêbûn 1:10, 12, 31). Yehowa meriva li ser hemû efirînara “serwêr danî” (Zebûr 8:6). Gelo ev yek qedirekî mezin nîne? Nêta Xwedê ev e, wekî merivên bêqisûr heta-hetayê tebiyetê xwey kin û ji wê lezetê bistînin. Gelo tu razîbûna xwe bona vê sozê Yehowa her tim eyan dikî?
Tu Pêşkêşên ji Xwedê Dişêkirînî?
10 Emê nîşan kin ku pêşkêşa xeberdanê dişêkirînin, hergê wan merivara yên ku êvolûsiyayê bawer dikin, şirovekin wekî efirandarê her tiştî Xwedê ye (Zeb. 9:1; 1 Pet. 3:15). Merivên ku êvolûsiyayê bawer dikin, dixwazin me bidine bawerkirinê, ku erd û hemû tiştên sax xwexa pêşda hatine. Pê Kitêba Pîroz û hine fikirên ku me vê gotarêda şêwir kir, em dikarin Bavê xweyî ezmana biparêzin, û wan merivara yên ku guh didine me, şirovekin çira em bawer dikin, wekî Yehowa Efirandarê erd û ezmana ye (Zeb. 102:25; Îşa. 40:25, 26).
Tu Xeberdanêda Meseleke Baş î?
13 Kilama bi dil û can bistirê. Gava em civatada kilama dibêjin, gerekê nêta meye sereke ev be, ku em pesinê Yehowa bidin. Xûşkeke bi navê Sara xwe ça stranbêjeke baş hesab nake. Dîsa jî, ew dixwaze pê kilama pesinê Yehowa bide. Lema jî çaxê ew xwe bona civatê hazir dike, ew kilama jî hazir dike. Ew kilama dibihê, distirê û dîna xwe didê ku gotinên kilama çawa têma civînêva girêdayî ye. Ew dibêje: “Bi saya vê yekê, ez dikarim diha baş dîna xwe bidime gotinên kilama, û îda haqas berxwe nakevim ku dengê min xweş e yan na”.
Xizna Kitêba Pîroz
it-1 832
Tilî
Bi zimanê sîmbolîk derheqa Xwedê tê gotinê, wekî Ew gelek tişt pê “tilî” yan pê “tiliyên” xwe dike. Mesele, pê “tiliya(ên)” xwe ewî Deh Temî ser selên kevir nivîsî (Drk. 31:18; Qn.Dc. 9:10), keremet dikirin (Drk. 8:18, 19), û ezman çêkir (Zb. 8:3). Ev yek ku tiliyên Xwedê, bi saya çi jî Ewî diefirand, ruhê pîrozva girêdayî ye, dêmek qewata wîva, tê kifşê ji elametiya derheqa efirandina dinyayê, ya ku kitêba Destpêbûnda nivîsar e. Wêderê tê gotinê, wekî qewata Xwedê (rûax, dêmek “ruh”) “ser rûyê avê digerîya” (Dsp. 1:2). Nivîsarên Pîroze Yûnanî, alî me dikin hevgirêdana vê yekê bivînin. Mesele, Metta nivîsî, wekî Îsa bi ruhê Xwedêye pîroz, cin derdixistin, lê Lûqa digot, ku ewî bi saya “tiliya Xwedê, ÎM” ev yek dikir (Mt. 12:28; Lq. 11:20).
(Zebûr 8:3)
3 Gava ez dîna xwe didime li ezmana, kirên tilî-pêçîyên Te, hîvê û steyrka, kîjan ku Te cî-war kirine,
26 SIBATÊ–3 ADARÊ
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 11-15
Bide Ber Çevê Xwe wekî Tu Dinya Tezeda nî
w06 15/5 18 ¶3
Fikirên Sereke ji Pareke Kitêba Zebûr
11:3—Gelo kîjan hîm hatine wêrankirinê? Ev hene hîmê ser kîjana însanet avakirî ye, dêmek qanûn, terbetî û heqî. Hergê ev hîm bileqin, wî çaxî tevlihevbûn wê pêşda bên û heqî wê betavebe. Derecên usada merivê rast gerekê bi temamî îtbariya xwe Xwedê bîne (Zebûr 11:4-7).
Gelo Dibe Wekî Dinya Bê Zulmî Be?
Kitêba Pîroz soz dide ku Xwedê wê zûtirekê erdê ji zulmiyê paqij ke. Ev dinya tevî şixulê xweyî zulm “bona Roja Axretê têne hiştinê, kîjanêda merivên nepak wê unda bin herin” (2 Petrûs 3:5-7). Îda ji bo merivên zulm, yên din wê neçerçirin. Ji ku em zanin, wekî Xwedê dixwaze zulmiyê pêda bide sekinandinê?
Kitêba Pîroz dibêje: Xwedê “ji kesên xirab û yên ku zordariyê hez dikin, nefretê dike” (Zebûr 11:5, DO). Efirandarê me, edilayê û heqiyê hiz dike (Zebûr 33:5; 37:28). Lema jî ew heta-hetayê wê merivên zulm teyax neke.
Bi Sebir Hîviyê be
15 Lê çira Dawid bi sebir hîviyê bû? Caba vê pirsê ew xwexa zebûra xweda dide, kîderê ku çar cara pirseke usa daye: “Heta kengê?” Ew dibêje: “Min xwe spartîye aminîya Te, dilê minê şa be, bi xilazkirina Te. Ezê bistirêm eşqî Xudane, bona qencîya ku li min kirîye” (Zeb. 13:5, 6). Dawid zanibû wekî Yehowa amin e û wî hiz dike. Ew difikirî ku çawa Yehowa alî wî dikir, û ew bi dil hîviya xilazkirina xwe bû. Belê, Dawid zanibû wekî ew badîhewa hîviyê nîne.
kr 236 ¶16
Padşatî Wê Qirara Xwedê ser Erdê Bîne Sêrî
16 Bêxofî. Şikir, sozên ku dilê me şa dikin, yên ku kitêba Îşaya 11:6-9 nivîsar in, wê raste-rast bêne sêrî! Him mêr, him jin, him jî zar kuda jî herin, wê xwe bêxofiyêda texmîn kin. Û îda ne meriv ne jî heywan, wê tu kesîra zirarê neynin. Bidine ber çevê xwe, wê bê wede, kengê ser temamiya dinê, hûnê xwe ça mala xweda texmîn kin. Hûnê tu tiştî û tu kesî netirsin, û bikaribin çem, gol û berada xwe avê xin, hilkişine çiya û deşt-zozanada bigerin. Û hela hê şev jî hûnê netirsin. Giliyên ji Hezeqêl 34:25 wê bêne sêrî û xizmetkarên Xwedê wê “çolêda ewlekariyêda rûnin [bêxofiyêda bijîn] û wê daristanada rakevin”.
Xizna Kitêba Pîroz
w13 15/9 19 ¶12
Tu Berdewam Dikî Bêyî Guhastinê?
12 Yazix dor-berê me merivên usa hene, yên ku wan hunura didine kifşê, derheqa kîjana Pawlosê şandî nivîsî bû. Diqewime ewana difikirin wekî xwe li norm û prînsîpa bigirîn ev tiştek kevin û paşdamayî ye. Gelek dersdar û dê-bav, zara hêlan dikin, wekî fikirandinêda aza bin. Belê, wanra her tişt yeke. Hela hê ev merivên ku xwe bawermend hesab dikin jî, difikirin wekî ewana aza ne van tişta bikin, çi ku ber çevê wan rast e, û borcdar nînin gura Xwedê û temiyên wî bikin (Zb. 14:1). Dişirmîşbûna vî cûreyî, dikare zirareke mezin Mesîhiyên rastra bîne. Hergê meriv haş ji xwe tune be, ew hêsa dikare, van fikir û nihêrandina qebûl ke, û destpêke miqabil normên Xwedê derê. Mesele, ew dikare ne bi dil û can gura rêberiyên civatê bike û hela hê ser van tişta jî bike kute-kut, çi ku wî xweş nayên. Yan jî ew dikare ne bi temamî van şîretên ji Kitêba Pîroz qebûl ke, yên ku derheqa wedederbazkirinê, Întêrnêtê û hînbûna bilind in.
(Zebûr 14:1)
1 Bêarê-bêfem dilê xweda dibêje: “Xwedê tune”. Şûna reşva diçe, heramîyê dike, kesek tune ku qencîyê bike.