KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwbr24 Gulan rûp. 1-9
  • Kanî bona “Bijîn û Xizmet kin Bernama Civînê”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanî bona “Bijîn û Xizmet kin Bernama Civînê”
  • Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
  • Binserî
  • 6-12 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 36-37
  • “Bîna Xwe Xiraba Teng Neke”
  • w03 1/12 13 ¶20
  • Bira Yehowa Şabûna Te be
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 445
  • Çiya
  • 13-19 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 38-39
  • Barê Xwesûcdarkirinê ji Stiyê Xwe Bavêjin
  • w02 15/11 20 ¶1-2
  • Em Ça Dikarin Rojên Xwe Ber Yehowa Bijmêrin?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • 20-26 GULANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 40-41
  • Çima Em Gerekê Alî Meriva Bikin?
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 16
  • Yehowa
  • 27 GULANÊ–2 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 42-44
  • Ji Hînkirina Xwedê bi Temamî Karê Bistînin
  • w06 1/6 9 ¶4
  • Fikirên Sereke ji Du Zebûra
  • w12 15/1 15 ¶2
  • Çawa Lêkolînê Hê Hewas û Kêrhatî kin
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 1242
  • Çeqel
  • 3-9 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 45-47
  • Kilama Derheqa Zewaca Padşê
  • w14 15/2 9-10 ¶8-9
  • Zewaca Berxra Şa bin!
  • it-2 1169
  • Şer
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • 10-16 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 48-50
  • Dê-Bavno—Baweriya Malbeta Xwe Hindava Teşkîleta Yehowa Qewî kin
  • w11 15/3 19 ¶5-7
  • Meniyên Weye Şabûnê Hene
  • w12 15/8 12 ¶5
  • Mîna Bajarvanên Padşatiyê Bijîn!
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-2 805
  • Hebûk
  • 17-23 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 51-53
  • Ji Şaşiyên Giran Xwe Dûr Bigire
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 644
  • Doeg
  • 24-30 HEZÎRANÊ
  • FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 54-56
  • Yehowa Tevî Te ye
  • w06 1/8 22 ¶10-11
  • Bîlan be, ji Xwedê Bitirse
  • cl 243 ¶9
  • Tu Tişt Nikare Me ji Hezkirina Xwedê Dûr xe
  • Xizna Kitêba Pîroz
  • it-1 857-858
  • Pêşdatêderxistin, pêşdaqirarkirin
Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin—2024
mwbr24 Gulan rûp. 1-9

Kanî bona Bernama Civînê, Bijîn û Xizmet kin

6-12 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 36-37

“Bîna Xwe Xiraba Teng Neke”

(Zebûr 36:1-4)

1 Neheqî çi ku emirî nepaka dike, ev yek eyan e dilê minva: Xofa Xwedê tune li ber çevê wan, 2 çimkî hilekarîyê li ber çevê xwe dikin, ku neheqîya wan eyan nebe û ji ber çeva nekevin. 3 Xeberên devê wan neheq û derew in, femê wan tune ku qencîyê bikin. 4 Nivînên xweda şêwira neheqîyê dikin û ser rîyên neqenc ew disekinin, ji xirabîyê jî ew zivêr nabin.

(Zebûr 37:1)

1 Bîna xwe xiraba teng neke, hevsûdîyê bêola neke.

(Zebûr 37:7, 8)

7 Li ber Xudan berbihêr be û hîvîya Wî be, bîna xwe wî merivî teng neke ku jêra li hev tê û wî merivê ku digihîje meremê xirab. 8 Hêrs nekeve, neqilqile, bînteng nebe ku xirabîyê bikî.

(Zebûr 37:10, 11)

10 Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî. 11 Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin.

w03 1/12 13 ¶20

Bira Yehowa Şabûna Te be

20 Hingê “milûkê erdê war bin” (Zebûr 37:11a). Lê gelo yên “milûk” kî ne? Xebera ku hatiye welgerandinê ça “milûk”, ji koka xeberekê ye, kîjan ku tê hesabê “nimizkirin, yan şkênandin”. Belê, merivên milûk ew in, yên ku hîviya Yehowa ne, wekî ew hemû neheqiyên ku hindava wanda tê kirinê, bide hildanê. Ewana “xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:11b). Hela hê niha jî em cineta ruhanîda, dêmek civata Mesîhtî ya rastda, ji edilayê lezetê distînin.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 36:6)

6 Heqîya Te mîna çîyayê herî bilind e, qirara Te mîna ava here kûr e! Mêriv û heywên Tu xwey dikî, Xudano!

it-2 445

Çiya

Qewîbûn, her-heyîtî û bilindayî. Çiya beramberî qewîbûnê û her-heyîtiyê dibin (Îş. 54:10; Heb. 3:6; beramber ke Zb. 46:2). Lema jî gava zebûrbêj heqiya Yehowa beramberî çiyayên “herî bilind” kir (Zeb. 36:6), diqewime bi vê yekê ewî dixwest bigota, wekî heqiya Yehowa mîna çiya cî naleqe. Yan jî, ew yek ku çiya bilind in, diqewime ewî dixwest bigota, wekî heqiya Xwedê ji heqiya meriva bilindtir e (Beramber ke Îş. 55:8, 9). Eyantî 16:20-da, derheqa rêtina kasa hefta ya xezeba Xwedê, usa tê gotinê: “Çiya îdî nehatine xuyanê”. Dêmek, hela hê tiştên ku mîna çiyayên bilind jî, wê nikaribin ji xezeba Xwedê xilaz bin (Beramber ke Yêr. 4:23-26).

13-19 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 38-39

Barê Xwesûcdarkirinê ji Stiyê Xwe Bavêjin

(Zebûr 38:3-8)

3 Ji alava hêrsa Te, cîkî minî sax nemaye, dest guneyê min, hestûkî minî rihet nemaye. 4 Çimkî neheqîyên min ji serê min bilindtir bûne, mîna barê giran ew li ser min giran bûne. 5 Rûyê bêfemîya minda, birînên min bîn ketinê dirizin. 6 Deverûya çûyî, qudûmketî, her roj bi dilê kul digerim, 7 çimkî navdilê min kul-birînava tijî ne û nav minda cîkî sax nemaye. 8 Ez halketî û gelekî hincirî, dikim zarîn ji axînîya dilê xwe.

(Zebûr 39:4, 5)

4 “Bêje Xudan Tu axirîya min, çiqas in ew rojên min û rêwîtîya min çend roj in”. 5 Va pê bihusta Te roj dane min û emirê min li ber Te ne tu tişt e. Rast her merivê dinê ketîye, ew tam weke hulmekê ye.

(Zebûr 39:12)

12 Ya Xudan, Tu bibihê duayê min û guh bide hêwarza min, Tu pişt nede hêsirên min, ez li ber Te çawa rêwî, mîna pêşîyên xwe mêvanî.

w02 15/11 20 ¶1-2

Em Ça Dikarin Rojên Xwe Ber Yehowa Bijmêrin?

ROJÊN emirê me kin in û difirin. Derheqa vê yekê ku rojên emirê me ça zû difirin, Dawid zebûrbêj duayê xweda Xwedêra usa got: “Bêje Xudan Tu axirîya min, çiqas in ew rojên min û rêwîtîya min çend roj in. Va pê bihusta Te roj dane min û emirê min li ber Te ne tu tişt e”. Dawid dixwest usa bijîta, wekî him pê xeberdana xwe him jî pê rabûn-rûniştina xwe dilê Xwedê şa ke. Ewî zanibû wekî bêyî Xwedê ew nikare bijî, lema usa got: “Gumana min li ser Te ye” (Zebûr 39:4, 5, 7). Yehowa guh da wî. Ewî bi rastî kirên Dawid qîmet kir û bona vê yekê ew xelat kir.

Îro gelek meriv hema her deqekê tiştekîva mijûl in, wede jî zû difire, û ewana dixwazin her tiştî pêra bigihînin. Carna ji bo vê yekê merî xemgîn dibe, hela ça wede bivîne, wekî pêra bigihîne her tiştî bicêribîne û bike. Lê gelo em jî mîna Dawid xîret dikin, wekî usa bijîn, ku qebûlkirina Xwedê bistînin? Yehowa dîna xwe dide me her kesî û me enene dike. Îboyê xwedêxof, yê ku weke 3 600 sal pêşda dijît, zanibû wekî Yehowa divîne riyên wî û hemû gavên wî dijmêre. Îbo pirs da, ku ewê ça caba Xwedê bide, gava Ew ji wî hesab bixwaze? (Îbo 31:4-6, 14) Belê, em dikarin rojên xwe ber Xwedê bijmêrin, bi vê yekê ku usa bijîn, wekî dilê Xwedê şa kin. Bona vê yekê gerekê em tiştên ruhanî daynin ciyê pêşin, gura temiyên Xwedê bikin, û wedê xwe bi bîlanî xerc kin. Were em van fikira hûr bi hûr şêwir kin.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 39:1)

1 Min got: “Ezê miqatî rîya xwe bim, ku bi zimanê xwe guna nekim, gemekê bavêjime ez devê xwe, heta ku nepak li ber min e”.

20-26 GULANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 40-41

Çima Em Gerekê Alî Meriva Bikin?

(Zebûr 41:1)

1 Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb, rojên tengasîyêda Xudanê wî xilaz ke

(Zebûr 41:2-4)

2 Xudanê wî xwey ke û emir bidê, ewê li ser dinê xwezilî be û wê nede destê xwestina neyar. 3 Xudanê nexweşîyêda cî-nivîna wî bê remê, ji hemû nexweşîya qenc ke û ji nivînê rake. 4 Min got: “Ya Xudan, min were remê, nefsa min qenc ke, çimkî min ber Te gune kir”.

(Zebûr 41:13)

13 Şikir Xudan Xwedêyê Îsraêlra, ji her-heyê heta heta-hetayê. Amîn û amîn.

(Metelok 14:31)

31 Ewê ku kesîb dêşîne, ew qedirê Xuliqdarê wî dikeve, lê yê alîyê desttenga dike, ew qedirê Xwedê digire.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 40:5-10)

5 Gelek in kirinên Te, ya Xudan, Xwedêyê min, ew keremet û fikirên Teye li ser me, tu heyîn tune mîna Te. Minê ew salix kirana û bikira dengî, lê bêhesab in, nayêne gotin. 6 Qurban û dîyarî Te begem nekir, Te guhê min vekir, tevayîşewat û dîyarîya paqijbûnê Te nexwestin. 7 Hingê min got: “Va me ez hatim, kitêba gulomatkda bona min nivîsar e. 8 Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê û va ye hînkirina Te dilê minda ye”. 9 Min nava civîna giranda mizgînî da heqîya azadkirina Te elam kir. Va ye min lêvên xwe nedan ser hev, ya Xudan, Tu zanî! 10 Min heqîya Te dilê xweda veneşart, aminîya Te û xilazkirina Te min salix kir, dilovanî û rastîya Te min ji civîna giran veneşart.

it-2 16

Yehowa

Temamiya Kitêba Pîrozda têmek derbaz dibe, ew heye îzbatkirina îzina serwêrtiya Yehowa. Dêmek qirara Yehowaye sereke ew e, wekî navê xwe pîroz ke. Pîrozkirin, yanê paqijkirina navê wî tê hesabê, ku ew ji bêhurmetkirinê bê paqijkirinê. Xêncî wê yekê, melekên ser ezmana û merivên ser erdê gerekê navê wî pîroz hesab kin. Ev yek ku ewana qedirê serwêrtiya Yehowa digirin û wî ça serwêr hesab dikin, tê hesabê ku ewana bi rezedilî dixwazin wîra xizmet kin û bi şabûnê qirara wî bînin sêrî, çimkî wî hez dikin. Duakirina Dawid kîjan ku Zebûra 40:5-10-da nivîsar e, hema eyan dike nihêrandina vî cûreyî û pîrozkirina navê Xwedê. (Dîna xwe bidinê ku çawa Pawlosê şandî parên ji vê nemê, Îbr. 10:5-10-da ser Îsa Mesîh dide xebatê.)

27 GULANÊ–2 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 42-44

Ji Hînkirina Xwedê bi Temamî Karê Bistînin

(Zebûr 42:4, 5)

4 Ev yek ku tên bîra min, agir-şewat min dikeve, çawa mixulqetêra min xwe digîhand, bi wanra tevayî bi dengê eşqê û şikirdarîyê, koma cejinêva ez diketime Xana Xwedê. 5 Çima nav minda dikizkizî ruhê min, çima nava minda ne rihet î? Gumana xwe li Xwedê bîne, çimkî ezê dîsa pesinê Wî bidim, xilazkirê xwe û Xwedêyê xwe.

(Zebûr 42:8)

8 Rojê Xudan huba Xwe dide eyankirinê, şevê jî stirana Wî tevî min e, duayê min jî ber bi Xwedêyê emirê min e.

(Zebûr 43:3)

3 Ronayî û rastîya Xwe bişîne, bira ewana rêberîya min bikin, min bibine çîyayê Teyî pîroz û Xana Te.

w06 1/6 9 ¶4

Fikirên Sereke ji Du Zebûra

42:4, 5, 11; 43:3-5. Hergê ji bo menîke ku meva girêdayî nîne, em wedelû ji civatê dûr bûne, hingê bîranîna meye derheqa xizmetiya baş û şabûna tevî xûşk-bira, dikare me qewî ke. Hemikî destpêkêda em dibeke xwe tenê texmîn kin û ev hestê me diha qewî be, lê gava em wedê xweyî xweş xizmetiyêda, bînin bîra xwe, ev yek wê alî me bike ku bîr nekin, wekî Xwedê sitara me ye û em gerekê îtbariya xwe wî bînin.

w12 15/1 15 ¶2

Çawa Lêkolînê Hê Hewas û Kêrhatî kin

1 DUA: Gava pêşin ew heye duakirin (Zeb. 42:8). Lê çira? Em gerekê lêkolîna Xebera Xwedê hesab kin pareke hebandina me Xwedêra. Lema jî, em gerekê ji Yehowa hîvî kin ku nihêrandina rast û ruhê xweyî pîroz bide me (Lûqa 11:13). Barbara, ya ku gelek wext mîsyonêr e, dibêje: “Pêşiya xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz, ez timê dua dikim. Paşî vê yekê, ez texmîn dikim wekî Yehowa tevî min e û ku qebûl dike vê yekê çi ku ez dikim”. Duayê pêşiya lêkolînê hiş û dilê me vedike, wekî em bikaribin bi temamî xwarina ruhanî qebûl kin, ya ku ber me ye.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 44:19)

19 Lê Te em cîyê mişk û mera hincirandin û bi sîya mirinê em nixamtin.

it-1 1242

Çeqel

Kitêba Pîrozda ev terewil yanê kûçikê beyanî, çend cara meselada heye. Gava Îbo derheqa halê xweyî xirab şirovedikir, usa got: “Ez çeqelara bûm bira” (Îb. 30:29). Zebûrbêj derheqa bindestkirina cimeta Xwedê û diqewime derheqa ciyê şer, ser kîjanê çeqel tên seva ku ciniyaza bixwin, (beramber ke Zebûr 68:23) got, ku ewî em li ciyê çeqelada kuta kirin (Zb. 44:19). Sala 607 B.D.M. Babîlonê Orşelîm zeft kiribû û ji bo vê yekê bajarda xelayîke usa giran destpêbû, ku dê hindava zarên xwe gelek bêrem bibûn. Yêremya bêremtiya cimetê hela hê jî himberî çeqela kir, ku bona tûlên xwe xem dikirin (Lr.Yêr. 4:3, 10).

3-9 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 45-47

Kilama Derheqa Zewaca Padşê

(Zebûr 45:1)

1 Ji dilê min xebera qenc bilq vedide, hilbestên min eşqî Padşê ne, zimanê min mîna qelema nivîskarê çê ye.

(Zebûr 45:13, 14)

13 Dergîstîya Padşê ew hindurva xas û xewan e, kincê wê bi têlê zêr hûnandî ye. 14 Xemila neqişandîva wê dibine li ber Padşê, berbûk pey wê tev diçine li ber Wî.

(Zebûr 45:3, 4)

3 Şûrê Xwe li pişta Xwe girêde, Egîto, bi rewş û rûmeta Xwe. 4 Bi qedirê Xwe pêşda here, bona rastî, milûktîyê û heqîyê, sîyaro, bira destê Teyî rastê rêberîya Te ber bi kirên hujmekar bike.

(Zebûr 46:8-11)

8 Werin bibînin kirên Xudan, çi keremet kir rûyê erdê. 9 Şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne. 10 Ker bin û bizanibin, Ez im Xwedê, Ezê nav miletada bilind bim û li rûyê erdê bilind bim. 11 Xudanê Ordîya tevî me ye, Xwedêyê Aqûb kela me ye.

w14 15/2 9-10 ¶8-9

Zewaca Berxra Şa bin!

8 Bixûne Zebûr 45:13, 14a. Bona dewata tevî Padşa, bûk xemilandî ye. Eyantî 21:2-da bûka ku bona “dergîstiyê xwe” xemilandî ye, beramberî bajêr dibe, dêmek Orşelîma Teze. Vî bajarê ezmanîda ronaya “rûmeta Xwedê” mîna kevirê qîmet e, mîna kevirê yaspîs, û mîna xirûstal (Eyan. 21:10, 11). Kitêba Eyantî derheqa bedewbûna Orşelîma Teze gilî dike (Eyan. 21:18-21). Ecêbmayî nîne ku zebûrbêj derheqa bûka xemilandî usa xeber dide! Ne dewata tevî Padşa li ezmênda ne.

9 Bûk anîn ber Dergîstiyê wê, dêmek ber Padşê Padşatiya Xwedê. Ew lê hazir dike, temiz dike û “bi xeberê” avêda dişo. Ew bûk paqij û bêqisûr e (Efes. 5:26, 27). Dergîstiya wî usa jî gerekê layîqî vê qewimandinê xwekirî be. Û ev yek hema usa ne! Bi rastî jî kincên wê bi zêr dirûtî ye, û wê bûkê bi kincên hûnandî bînin ber Padşê. Bona zewaca tevî Berx, “kitanê birqokî paqij jêra hate dayînê”. Paşê dîsa şirovedike: “Ew kitan nîşana kirinên cimeta Xwedêye rast in” (Eyan. 19:8).

it-2 1169

Şer

Paşî vî şerî, ser erdê wê hezar sala edilayî be. Zebûrbêj dibêje: “[Yehowa] şera dide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê, tîr-kevana dişkêne, rima hûr-hûrî dike û mertala bi êgir dişewitîne”. Serê sêrîda ev gilî hingê hatine sêrî, gava Xwedê çekên dijmina kuta kir, û edilayî anî ser erdê Îsraêlê. Çaxê Îsa wan meriva kuta ke, yên ku bibine meniya destpêka şerê Harmegedonê, îda ser dinyayê wê bi temamî edilayî be (Zb. 46:8-10). Ewên ku “ji şûrên xwe gîsina çêkin û ji rimên xwe jî meqesên rezvana”, û ewên ku “tu car wê hîn nebin ku şer kin” wê jîyîna heta-hetayê bistînin. Gelek meniyên me hene ku baweriya xwe wan soza bînin, çimkî ev giliyê Yehowa, Xwedayê ordiya ne (Îş. 2:4; Mx. 4:3, 4).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 45:16)

16 Dewsa kal-bavên Teyê ewledên Te bin, Tê wan bikî serwêr ser temamîya erdê.

10-16 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 48-50

Dê-Bavno—Baweriya Malbeta Xwe Hindava Teşkîleta Yehowa Qewî kin

(Zebûr 48:12, 13)

12 Dora Sîyonê bizivirin û dora wê hûn bigirin, bilindcîyên wê bijmirin, 13 mêla we ser sûrên wê be, dîna xwe bidine qesirên wê, ku nisilê mayînra hûn salix kin,

(Zebûr 48:14)

14 çimkî ev Xwedêya Xwedêyê me ye heta-hetayê, Ewê rêberê me be her-heyê.

w11 15/3 19 ¶5-7

Meniyên Weye Şabûnê Hene

“Dora Sîyonê bizivirin û dora wê hûn bigirin, bilindcîyên wê bijmirin, mêla we ser sûrên wê be, dîna xwe bidine qesirên wê, ku nisilê mayînra hûn salix kin” (Zeb. 48:12, 13). Van rêzada zebûrbêj Îsraêlî hêlan dikirin, wekî bên û Orşelîmê bivînin. Bidine ber çevê xwe, wan malbetên Îsraêlî, yên ku dihatin vî bajarê pîroz ser cejinên hersalî û paristgeha wîye mezin didîtin. Bêşik ew yek bîra wanda dima. Belê, wana wê bixwesta “nisilê mayînra” jî derheqa vê yekê gilî kirana.

Bifikirin derheqa jin-padşa Şebayê, ya ku pêşiyê bawer nedikir gotinên xelqê derheqa serwêrtiya Silêmane baş û bîlaniya wî. Lê gelo çi wê da bawerkirinê, wekî çi jî ewê bihîstibû rast bû? Ewê got: “Heta ku hatim û çevên min wan dîtin, ez bi gotina wanva bawer nebibûm” (2 Dîr. 9:6). Belê, çi ku em pê çevê xwe divînin, dikare ser me gelek hukum be.

Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî ewana pê çevê xwe bivînin ku teşkîleta Yehowa ça baş sazkirî ye? Hergê fîlîala Şedên Yehowa nêzîkî we ye, herin ser êkskûrsiyayê. Mêndî û Bêtanî 1 500 kîlomêtrî dûrî Beytela welatê xwe dijîtin. Lê dê-bavê wan gelek car ewana dibirine ser êkskûrsiyayê. Ewana gilî dikin: “Pêşiya ku em bihatana Beytelê, me tirê wêderê tenê yên emirda mezin xizmet dikin. Lê çaxê em çûne Beytelê, me wêderê xûşk-birên cahil dîtin, yên ku gelek bona Yehowa dixebitîn, û ji vê yekê şabûn distandin! Me dît wekî teşkîleta Yehowa ser cîkî biçûk nîne kîderê em dijîn. Û her çûyîneke Beytelê em ruhanîda qewî dikirin”. Çaxê Mêndî û Bêtanî pê çevê xwe dîtin, ku teşkîleta Yehowa çawa dixebite, wana xwest bibine pêşeng, û hela hê jî ewana wedelû hatine teglîfkirinê ku Beytelêda xizmet kin.

w12 15/8 12 ¶5

Mîna Bajarvanên Padşatiyê Bijîn!

5 Lêkolîna terîxiyê. Carna çaxê kesek dixwaze bibe bajarvanê filan welatî, ji wî tê dewakirinê ku terîxiya wî welatî bizanibe. Mîna vê yekê, lazim e wekî ewên ku dixwazin bibine bajarvanên Padşatiya Xwedê, derheqa vê Padşatiyê bizanibin. Dîna xwe bidine mesela kurên Qorax, yên ku Îsraêla berêda xizmet dikirin. Wana Orşelîm û ciyê hebandinê ku wêderê bû, gelek hez dikirin. Wana xweş dihat derheqa terîxiya vî bajarî gilî kin. Ewana ne tenê heyran-hujmekar diman ser bedewbûn û mezinbûna vê, lê usa jî ser vê yekê ku ew bajar û ciyê hebandinê çiqas ferz bû. Ciyê hebandinê yê sereke Orşelîm bû, û ew dihate hesabê “Bajarê padşayê mezin”, Yehowa. Wêderê cimet Qanûna Yehowa hîn dibû. Yehowa hezkirina xwe hindava vê cimetê dida kifşê, ser kîjanê Padşê Orşelîmê serwêrtî dikir. (Bixûne Zebûr 48:1, 2, 9, 12, 13.) Hûn jî dixwazin mîna kurên Qorax lêkolîn kin terîxiya para teşkîleta Yehowaye ser erdê û merivara gilî kin? Çiqas hê zêde hûn derheqa teşkîleta Yehowa bizanibin û ku ew ça piştgiriya cimeta xwe dike, haqas Padşatiya Xwedê wê bona we diha rêalî be. Hingê wê xwestina we ku mizgîniya derheqa Padşatiyê bela kin hê mezin be (Yêrem. 9:24; Lûqa 4:43).

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 49:6, 7)

6 yê gumana wî li ser qewata wî ye û pê hebûka xweye pir difire? 7 Belê ew hebûk nikare wî xilaz ke û ne jî berdêlê berva bide Xwedê.

it-2 805

Hebûk

Îsraêlî aliyê matêriyalîda pêşda diçûn, dixwarin, vedixwarin û ji vê yekê lezet distandin (1 Pd. 4:20; Wz. 5:18, 19). Hebûkê ewana ji wan problêma xwey dikir, yên ku ji bo kesîbbûnê pêşda dihatin (Mtl. 10:15; Wz. 7:12). Hemikî Yehowa dixwest ku Îsraêlî bixebitiyana û baş bijîtana (beramber ke Mtl. 6:6-11; 20:13; 24:33, 34), lê ewî usa jî wanara derheqa xofiya hebûkê got. Dêmek wana dikaribû Yehowa, Kaniya Hebûka xwe bîr kirana û destpêkirana gumana xwe bidana ser hebûka xwe (Qn.Dc. 8:7-17; Zb. 49:6-9; Mtl. 11:4; 18:10, 11; Yêr. 9:23, 24). Îsraêliyara timê dihate gotinê, ku hebûk wedelû ye (Mtl. 23:4, 5), wekî ewana nikarin hebûkê ça kirîn bidine Xwedê û kesekî ji mirinê xilaz kin (Zb. 49:6, 7), û wekî hebûk bona miriya bêkêr e (Zb. 49:16, 17; Wz. 5:15). Wanara dihate gotinê, ku hergê ewana hê zêde dîna xwe bidine hebûkê, ev yek dikare wana berbi derewa û mixenetiyê bive, ji bo çi jî qebûlkirina Xwedê unda kin (Mtl. 28:20; beramber ke Yêr. 5:26-28; 17:9-11). Ewana usa jî dihatine hêlankirinê, wekî “hebûka xweva qedirê Xudan” bigirin (Mtl. 3:9).

17-23 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 51-53

Ji Şaşiyên Giran Xwe Dûr Bigire

(Zebûr 51:5)

5 Belê ezî neheqîyêva dinê ketime ez ji zikmakîyêda gunekar bûme.

(2 Korintî 11:3)

3 Lê tenê ez ditirsim, tuwere çawa mer bi fêlbaziya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhelalî û dilsaxiya xweye hindava Mesîhda bikin.

(Zebûr 51:6)

6 Belê Tu rastîyê dilê minda dixwazî. Dilê min kûr hînî serwaxtîyê ke.

(Zebûr 51:10-12)

10 Xwedê, dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne. 11 Tu min ji ber Xwe nevêje û Ruhê Xweyî Pîroz ji min nestîne. 12 Şabûna xilazkirina Xwe li min vegerîne û bi ruhekî razî min bingeh ke.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 52:2-4)

2 Zimanê te xirabîyê dertîne, mîna dûzanê tûj hilekarîyê dike. 3 Tu xirabîyê hê gelekî hiz dikî, ne ku qencîyê, hê gelekî derewîyê, ne ku rast xeberdanê. 4 Tu hiz dikî her xeberên zîyankar, hey zimanê har û mer.

it-1 644

Doeg

Doeg cem Şawûl Padşa ciyê bilind digirt û serokê şivanên pezên padşa bû (1 Sm. 21:7; 22:9). Ça tê kifşê Doeg prozêlît bû. Ew şeherê Nobda ber Yehowa girtî bû, dibeke ji bo sozê xwe, nepaqijbûnê yan kotîbûnê. Lema jî ewî dît ça Ahîmelek Kahînê Mezin, nan û usa jî şûrê Golyat da Dawid. Wede şûnda, çaxê Şawûl fikirên xwe derheqa wê yekê, ku miqabilî wî tiştek tê kirinê, gote xulamên xwe, hingê Doeg gilî kir ev yek çi ku şeherê Nobda dîtibû. Şawûl gazî kahînê mezin û kahînên dine ji Nobê kir, û paşê hine pirs da Ahîmelek. Paşê ewî temî da nobedara ku kahîna bikujin. Gava nobedara înkar kirin vê yekê bikin, Doeg li gora fermana Şawûl derbêra 85 kahîn kuştin. Paşî vê zulmiyê, Doeg bajarê Nob jî wêran kir, hemû bineliyên wê, mezin biçûkava gişk kuşt, usa jî heywan (1 Sm. 22:6-20).

Li gora pêşxebera Zebûra 52, Dawid derheqa Doeg dibêje: “Zimanê te xirabîyê dertîne, mîna dûzanê tûj hilekarîyê dike. Tu xirabîyê hê gelekî hiz dikî, ne ku qencîyê, hê gelekî derewîyê, ne ku rast xeberdanê. Tu hiz dikî her xeberên zîyankar, hey zimanê har û mer” (Zb. 52:2-4).

24-30 HEZÎRANÊ

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ ZEBÛR 54-56

Yehowa Tevî Te ye

(Zebûr 56:1-4)

1 Min were remê, Xwedêyo! Merî zorê li min dikin, tevayîya rojê tengasîyê didine min. 2 Neyar tevayîya rojê zorê min dikin, çimkî gelek in şerkarên min! Yê Herî Jorin! 3 Gava ez tirsêda me, ez Teda guman im. 4 Pê Xwedê ezê pesinê xebera Wî bidim, ez Xwedêda guman im, ez natirsim, bendeyê çi li min bike?

(Zebûr 56:8)

8 Tu dero-derbûnên min dijmirî, hêsirên min Tu bike meşkê Xwe. Gelo ew ne kitêba Teda ne?

(Zebûr 56:9-13)

9 Neyarên minê paşda herin, gava ez hewara xwe Te daynim. Ez bi vê yekê pê dihesim, ku Xwedê tevî min e. 10 Pê Xwedê ezê pesinê xebera Wî bidim, pê Xudan ezê pesinê xebera Wî bidim. 11 Ez Xwedêda guman im, ez natirsim, merivê çi li min bike? 12 Ya Xudan, gere ez ad-qirarên xwe bînime sêrî. Qurbanên razîdarîyê bidime Te. 13 Çimkî nefsa min Te ji mirinê xilaz kir, belê, nigên min jî ji likumandinê, wekî ez li ber Xwedê ronaîya jîyînêda bigerim.

(Romayî 8:36-39)

36 Çawa nivîsar e: “Bona te em her roj ber mirinê ne, mîna peza serjêkirinê hesab dibin”. 37 Lê em nava van hemû tiştada hê zêde serdikevin, bi saya ewî ku em hiz kirin. 38 Çimkî ez eseyî zanim ku ne mirin, ne jiyîn, ne milyaket, ne şexsek, ne tiştên hazir, ne tiştên wê bên, ne tu qewat, 39 ne yên jorin, ne yên jêrin û ne jî efirînekî mayîn dikare hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa

w06 1/8 22 ¶10-11

Bîlan be, ji Xwedê Bitirse

10 Carekê Dawid cî-sitar cem Akîş digeriya, yê ku padşê Gatê bû, dêmek bajarê Filistiya, kîderê berê Golyat dijît (1 Samûyêl 21:10-15). Xulamên padşê têderxistin ku Dawid dijminê miletê wan e, û derheqa vê yekê gotine Akîş. Lê gelo Dawid dereceke usa xofda çawa xwe da kifşê? Ewî duada dilê xwe Yehowara vekir (Zebûr 56:1-4, 11-13). Rast e Dawid xwe dewsa dîna danî û revî, lê ewî zanibû wekî bi rastî Yehowa ew xilaz kir, bi vê yekê ku cefê wî kerem kir. Dawid bi temamiya dilê xwe îtbariya xwe Yehowa dianî, û bi vê yekê da kifşê wekî ew bi rastî jî merivekî xwedêxof e (Zebûr 34:4-6, 9-11).

11 Em mîna Dawid dikarin baweriya xwe sozê Xwedê bînin, wekî ew nava problêmên meda wê alî me bike û bi vê yekê emê bidine kifşê, ku ji Xwedê ditirsin. Dawid got: “Rîya xwe bide destê Xudan, gumana xwe bide ser Wî û Ewê bîne sêrî” (Zebûr 37:5). Ev nayê hesabê ku em problêmên xwe didine destê Yehowa, xwexa tu tiştî nakin û hîviyê ne, ku ew dewsa me her tiştî bike. Gava Dawid Xwedêra dua kir, peyra ew bê şixul rûnenişt, lê aliyê xweda tiştek kir. Dawid seva ku problêma safî ke, femkariya xwe û feresetên xweye fîzîkî da xebatê, kîjan ku ji Xwedê standibû. Lê dîsa jî Dawid zanibû, ku meriv tenê pê qewata xwe nikare serfiraz be. Em jî gerekê vî cûreyî bikin. Gava em aliyê xweda her tiştî bikin, yê mayîn îda gerekê bidine destê Yehowa. Gelek car usa dibe, wekî ji me tenê tê xwestinê ku îtbariya xwe Yehowa bînin. Hema derecên vî cûreyîda eyan dibe heleqetiya me tevî Xwedê û ku em ji Xwedê ditirsin yan na. Ev giliyên Dawide bi berdilî dikarin me qewî kin: “Sira Xudan ji bo wan e ku ji wî ditirsin” (Zebûr 25:14).

cl 243 ¶9

Tu Tişt Nikare Me ji Hezkirina Xwedê Dûr xe

9 Yehowa sebira me qîmet dike (Metta 24:13). Bîr neke wekî Şeytan dixwaze ku tu pişta xwe bidî Yehowa. Her car gava tu aminiya xwe Yehowara xwey dikî, tu usa caba qerfkirina Şeytan didî (Metelok 27:11). Carna hêsa nîne teyax kî. Problêmên ji bo sihet-qewatê, pera, diltengiyê û problêmên din dikarin bona me bibine cêribandin. Diltengî dikare usa jî ji bo vê yekê pêşda bê, gava zef hîviya tiştekî bî (Metelok 13:12). Yehowa îlahî derecên usada aminiya me qîmet dike. Lema jî Dawid Padşa ji Yehowa hîvî dikir ku hêsirên wî ava gotî meşkda xwey ke, û bi baweriyê zêde kir: “Ew ne kitêba Teda ne?” (Zebûr 56:8) Belê, Yehowa bîr nake her hêsireke me û berxweketina me, û ew aminiya me gelek qîmet dike.

Xizna Kitêba Pîroz

(Zebûr 55:12, 13)

12 Neyar nîne serê min dike, min sebir kira, yan peyketîyên min yê ku xwe ser minra digire, min xwe jê veşarta. 13 Lê belê tu hogirê min, heval û pismamê min,

it-1 857-858

Pêşdatêderxistin, pêşdaqirarkirin

Bi nemamiya Cihûda Îsxeryotî pêxembertiya Xwedê hate sêrî, û zelal bû ku Yehowa û Kurê wî Îsa dikarin pêşda axiriyê têderxin (Zb. 41:9; 55:12, 13; 109:8; Kr.Şn. 1:16-20). Lê ev nayê hesabê, wekî Xwedê pêşda qirar kiribû, ku hema Cihûda wê nemamiya Îsa bike. Pêxembertî didane kifşê, ku yek ji hevalên Îsayî nêzîk wê nemamiya wî bike, lê nehatiye gotinê ku ew wê kî be. Hergê Xwedê pêşda qirar kira, wekî Cihûda wê çi bike, ew yek wê miqabilî prînsîpên wî bûya. Dewakirina Xwedê, kîjan ku Pawlosê şandî nivîsî, usa bû: “Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkariya Xudan, ne jî tevî gunên yên mayîn bî. Xwe paqij xwey ke” (1 Tîm. 5:22; beramber ke 3:6). Îsa bijartina 12 şandiyada serwaxtî û bîlanî da kifşê, ku temamiya şevê Bavê xwera dua dikir, û paşê derheqa safîkirina xwe wanra got (Lq. 6:12-16). Hergê Xwedê îda pêşda qirar kira, wekî hema Cihûda bibe nemamê Îsa, ewê miqabilî vê rêberî û temiya xwe bûya, ku me jorê xwend, dêmek ewê tevî gunên wî bûya.

Belê, eşkere ye ku çaxê Cihûda hate bijartinê ça şandî, hingê dilê wîda nîşanên vê yekê, ku ewê bibe nemam, tune bûn. Lê ewî xwexa îzin da, wekî koka “jerdadayî” dilê wîda mezin be û wî biherimîne, axiriya çi jî ew bû ku ewî pişta xwe da Xwedê, kete ber bayê Mîrê-cina, destpêkir diziyê û nemamiyê bike (Îbr. 12:14, 15; Yn. 13:2; Kr.Şn. 1:24, 25; Aqb. 1:14, 15; binihêre CIHÛDA №4). Wede şûnda, Cihûda ji riya rastiyê usa dûr ket, ku Îsa xwexa dikaribû halê dilê wî bidîta û pêxembertî bikira, wekî ewê nemamiya wî bike (Yn. 13:10, 11).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin