KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb24 Tîrmeh rûp. 10-16
  • 5-11 Tebaxê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 5-11 Tebaxê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê 2024
mwb24 Tîrmeh rûp. 10-16

5-11 TEBAXÊ

ZEBÛR 70-72

Kilama 59 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Nisilên Dinra Derheqa Qewata Yehowa Bêjin

(10 deqe)

Dawid cahiltiya xweda timê destê Yehowa didît (Zb. 71:5; w99 1/9 18 ¶17)

Çaxê Dawid emirda mezin bû, ewî piştgiriya Yehowa ser xwe texmîn dikir (Zb. 71:9; g04 10/8 23 ¶3)

Dawid cahilara derheqa emirê xwe gilî dikir û bi vê yekê wana qewî dikir (Zb. 71:17, 18; w14 15/1 23 ¶4-5)

Şikilê malbetê ji para “Prînsîpên bona Qulixkirina Tevî Malbetê”, ya ku me heftiya derbazbûyî şêwir kir. Wana coteke emirda mezin teglîfî ser qulixkirina malbetê kiriye û rind guh didine wan, gava ewana şikilê xwe nîşan dikin û qewimandinên ji emirê xwe gilî dikin.

PIRSÊ BIDE XWE: “Kîjan xizmetkarî, ku îda gelek wede Xwedêra xizmet dike, ez dikarim teglîfî ser Qulixkirina Tevî Malbetê kim, wekî ew derheqa xwe mera gilî ke?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 72:8—Sozê Yehowa ji Destpêbûn 15:18, ku Ewî dabû Birahîm, ça wedê serwêrtiya Silêman Padşa hate sêrî? (it-1 768)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 25:1-18 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Çaxê meriv destpêdike tevî te bikeve dewê, xeberdana xwe bi merîfetî xilaz ke (lmd dersa 4, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Xeberdana xwe tevî merivê xwe berdewam ke, yê ku dudilî dibe wekî Kitêba Pîroz hîn be (lmd dersa 8, abzasa 4).

6. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(5 deqe) Gotar. ijwfq 49—Têma: Çira Şedên Yehowa Hine Hînkirinên Xwe Guhastine? (th dersa 17)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 76

7. Mêtodên bona Qulixkirina Tevî Malbetê

(15 deqe) Şêwirkirin.

Ev malbet tevayî kilama bona civatê distirên.
Ev malbet Brodkastîngê dinihêre.
Qîzeke wan pêşanînê tevî diya xwe bi temaşê nîşan dike.

Qulixkirina Tevî Malbetê wedekî gelek ferz e, seva ku zarên xwe “bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Ef. 6:4). Bona hînbûnê xîret lazim e, lê ev wede dikare zarara hewas be, îlahî hergê xwestina wan heye rastiyên Kitêba Pîroz pêbihesin (Yn. 6:27; 1 Pt. 2:2). Şêwir ke çargoşe bi navê “Mêtodên bona Qulixkirina Tevî Malbetê”, kîjan ku dikare alî dê-bava bike, wekî Qulixkirina Tevî Malbetê kêrhatî û hewas derbaz kin, û paşê wan pirsa şêwir kin:

  • Ji van mêtoda hûn kîjanî dixwazin bidine xebatê?

  • Dîsa kîjan hine mêtodên kêrhatî we bona xwe dît?

MÊTODÊN BONA QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ

KITÊBA PÎROZ:

  • Hûn dikarin xwendina Kitêba Pîroze her heftiyê bi saya aûdîo bibihên, yan jî xwexa dor bi dor bi dengê bilind bixûnin. Mesele, her neferê malê dikare pê rola bixûne.

  • Ser hîmê xwendina Kitêba Pîroze her heftiyê pirsa hazir kin. Bira her kes pirsekî bijbêre û lêkolîn ke û paşê bêje, ku çi pêhesiyaye.

  • Derheqa pirsekî yan çetinayîkê şêwir kin, ku dikare pêşda bê û paşê prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin, bi saya kitêba bi navê Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike.

  • Ser hîmê dereceke Kitêba Pîroz temaşekê hazir kin.

  • Her heftiyê xwera karta çêkin û cûre-cûre rêzên Kitêba Pîroz ser binivîsin, mesele rêzên ji elametiya zêde A, ji broşûra Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin, û van rêza ezberî kin. Usa jî kartên ji heftiya derbazbûyî biwekilînin.

  • Lêkolîn kin pareke ji kitêba Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!

  • Bira neferên malê têmekê hazir kin ji para “Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî” yan jî ji “Şirovekirina Rêzên Kitêba Pîroz”, kîjan ku hûn dikarin bivînin gava bikevine ser jw.org HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ.

CIVAT:

  • Xwe bona pareke civatê hazir kin.

  • Caba xwe hazir kin û dîna xwe bidinê, ku caba we çiqas wede dikişîne.

  • Kilamên bona civatê bistirên.

  • Şêwir kin û bi saya temaşê xwe hazir kin, ku ça pêşiya û paşê civatê berdiliyê bidine kesekî.

  • Hergê neferê malêra ders hatiye dayînê, pêşda xwe hazir kin û bi temaşê nîşan kin.

XIZMETÎ:

  • Xwe bona xizmetiya mal bi mal hazir kin.

  • Xwe bona serlêdana dubare hazir kin.

  • Bidine ber çevê xwe, ku hûn neformal şedetiyê didin û paşê bi saya temaşê pêşanînê hazir kin.

  • Şêwir kin ku hûn çi dikarin bikin, wekî wedê Êvara Bîranînê, tatîla xebatê yan jî mektebê, hê zêde xizmet kin.

HEWCÊN MALBETÊ:

  • Pêşda xwe hazir kin û bi temaşê nîşan kin, ku hûnê çi bikin, hergê rastî dereceke usa bên, ku pirsa rastîhatina qîz û xortva girêdayî ye, yan jî tevnebûyînê, qerfkirinê û cejinava.

  • Dê-bavno, rola xwe tevî zara biguhêzin û bira zar têmekê lêkolîn kin û tevî we şêwir kin.

XÊNCÎ VÊ YEKÊ HÛN DIKARIN:

  • JW Brodkastîngê® binihêrin û şêwir kin.

  • Ser jw.org gotar bixûnin, yan jî vîdêo binihêrin û şêwir kin.

  • Şêwir kin têmekê ji para “Cahil” yan jî “Zar”, kîjan ku hûn dikarin bivînin gava ser jw.org, bikevine HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ.

  • Tevayî van fikira şêwir kin, kîjan ku we ser civata mezin xwera nivîsî ye.

  • Lêkolîn kin, yan jî dîna xwe bidine efrîna û paşê şêwir kin, ku hûn ji vê yekê derheqa Yehowa çi hîn bûne.

  • Cara kesekî teglîfî ser qulixkirina tevî malbetê kin û pirsa bidine wî.

  • Nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe û şêwir kin, ku ça bigihîjine wan nêta.

  • Tevayî ser proêktekê bixebitin, mesele gemiya Nuh çêkin, xerîtekê lêkolîn kin, yan jî dîagramekê çêkin.

Vêxe VÎDÊO Qulixkirina Tevî Malbetê Diha Baş kin. Paşê pirs bide guhdara:

  • Mêr ça dikare qulixkirina tevî malbetê bona kulfeta xwe hewas ke, hergê zarên wan tune ne?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 13, abzasa ¶17-24

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 123 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin