KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Gulan rûp. 2-3
  • 5-11 Gulanê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 5-11 Gulanê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Gulan rûp. 2-3

5-11 GULANÊ

METELOK 12

Kilama 101 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Xebata bi Xîret, Tê Keremkirinê

(10 deqe)

Wedê xwe ser tiştên bêkêr xerc nekin (Mtl. 12:11)

Çi ku dikin, bi xîret vê yekê bikin (Mtl. 12:24; w16.06 30 ¶6)

Hûnê bona xîreta xwe bêne keremkirinê (Mtl. 12:14)

Şikil: Birak him ser xebata xwe, him jî şixulê ruhanîda gelek xîret e. 1. Hacetên bona xebatê destê wîda nin. 2. Ew ser xebatê şixul dike. 3. Ew tevî malbeta xwe ser civatê ye. Ewî tevî qîza xweye biçûk destê xwe bilind kirine, wekî caba xwe bidin. 4. Ew bi saya belavokê şedetiyê dide mêrekî.

ŞÎRET: Emê ji xebata xweye bi xîret diha zêde lezetê bistînin, hergê bifikirin ku ev yek çi karê dikare kesên dinra bîne (Kr.Şn. 20:35; w15 2/1 5 ¶4-6).

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 12:16—Prînsîpa ji vê rêzê ça dikare alî meriv bike qewî bimîne, çaxê ew rastî çetinaya tê? (ijwyp 95 ¶10-11)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 10:17-34 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(2 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 1, abzasa 4).

5. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 5, abzasa 4).

6. Xeberdanê Berdewam kin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Malpera me nîşanî wî merivî ke, zarê kîjanî ku hene (lmd dersa 9, abzasa 3).

7. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke

(3 deqe) Temaşe. ijwfq 3—Têma: Hûn Bawer Dikin ku Tenê Hebandina We Rast e? (lmd dersa 4, abzasa 3)

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 21

8. Bi Alîkariya Yehowa Problêmên Êkonomîkî Alt Dikin

(15 deqe) Şêwirkirin.

Dibeke tu xem dikî, wekî xwera xebatekê bivînî, yan xebata xwe unda nekî, yan jî ber xwe dikevî ku çawa ebûra xwe bikî him niha, him jî çaxê emirda mezin bî? Halê vê dinyayê aliyê êkonomîkîda dikare nişkêva bê guhastinê. Lê Yehowa me dide bawerkirinê, ku hergê em qirara wî emirê xweda daynin ser ciyê pêşin, ewê timê bona me xem bike, hela hê wî çaxî jî, gava halê me aliyê êkonomîkîda nişkêva xirab be (Zb. 46:1-3; 127:2; Mt. 6:31-33).

Derece ji vîdêoya bi navê “Yehowa Timê Tê Hewara Me”. Birê Fransîsko destê jina xwe girtiyê û tevî malbetê dua dike.

Vêxe VÎDÊO Yehowa Timê Tê Hewara Me. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Em ji serhatiya birê Fransîsko çi hîn dibin?

Bixûne 1 Tîmotêyo 5:8. Paşê pirsê bide guhdara:

  • Eva rêza ça baweriya te qewî dike, wekî Yehowa wê timê bona hewcên xizmetkarên xwe xem bike?

Dîna xwe bide hine prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku wedê problêmên êkonomîkî wê alî te bikin:

  • Emirê xwe bargiran neke. Badîhewa deyna neke stiyê xwe û perê xwe ser tiştên bêkêr xerc neke (Mt. 6:22).

  • Xebat û hînbûneke usa bijbêre, kîjan ku wê riya te negire, wekî şixulê Padşatiyê emirê xweda daynî ser ciyê pêşin (Flp. 1:9-11).

  • Milûk be û hînî derecên teze be. Hergê tu bê xebat mayî, hazir be wekî xebateke usa jî bikî, ya ku vê dinêda nimiz hesab dikin, ku bikaribî ebûra malbeta xwe bikî (Mtl. 14:23).

  • Hela hê wî çaxî jî merd û destvekirî be, gava destê teda haqas tune ye (Îbr. 13:16).

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 26, abzasa 1-8, çargoşe ser rûp. 204, 208

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 57 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin