12-18 GULANÊ
METELOK 13
Kilama 34 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Ji “Çira yê Nepaka” Neyê Xapandinê
(10 deqe)
Gumana xiraba tune ye (Mtl. 13:9; it-2 196 ¶2-3)
Tevî wan meriva hevaltiyê neke, yên ku xirabiyê dikin û vê yekê ça tiştekî baş hesab dikin (Mtl. 13:20; w12 15/7 12 ¶3)
Yehowa merivên rast kerem dike (Mtl. 13:25; w04 15/7 31 ¶6)
Emirê wan meriva, yên ku pey tiştên vê dinyayê dikevin, bi rastî usa xweş nîne, çawa ku tê kifşê. Lê merivên ku qirara Yehowa tînin sêrî, bi emirekî bextewar dijîn
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Mtl. 13:24—Ji vê rêzê em derheqa hezkirinê û şîretkirinê çi pêdihesin? (it-2 276 ¶2)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 10:35-52 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL. Xeberdana xwe destpêke bi qewimandineke usa, ya ku wan paşwextiya qewimî ye û ji Kitêba Pîroz rêzekê bixûne, kîjan ku wê jêra hewas be (lmd dersa 2, abzasa 5).
5. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Meriv teglîfî ser civatê ke (lmd dersa 2, abzasa 3).
6. Gotar
(5 deqe) lmd elametiya zêde A №9—Têma: Zarên ku Gura Dê-Bavê Xwe Dikin û Qedirê Wan Digirin, wê Pêşdaçûyî bin (th dersa 16).
Kilama 77
7. “Çira Merivên Rast wê Şewq Bide”
(8 deqe) Şêwirkirin.
Xebera Xwedêda zanebûn û bîlaniya lape baş heye. Hergê em emirê xweda bidine xebatê çi ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin, emê timê pêşdaçûyî û bextewar bin. Eva dinya wê tu car nikaribe vê yekê bide me.
Vêxe VÎDÊO Dinya Nikare Vê Yekê Bide Te, Çi ku Cem Wê Tune. Paşê pirsê bide guhdara:
Ça serhatiya xûşka me Guzel Gaynanşîna dide kifşê, wekî “çira merivên rast wê şewq bide”, lê “çira yê nepaka wê vêse”? (Mtl. 13:9)
Tu car wedê xwe badîhewa xerc neke, wekî bona tiştên vê dinyayê bikevî mitala, yan jî poşman bî ku te safî kiriye Yehowara xizmet kî (1 Yn. 2:15-17). Dewsa vê yekê, bira hiş-aqilê te ser zanebûna qîmet be, ya ku te ji Kitêba Pîroz standiye (Flp. 3:8).
8. Hewcên Civatê
(7 deqe)
9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 26, abzasa 9-17