28 TÎRMEHÊ–3 TEBAXÊ
METELOK 24
Kilama 38 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Xwe bona Derecên Çetin Hazir kin
(10 deqe)
Zanebûnê û bîlaniyê qazanc kin (Mtl. 24:5; w23.07 18 ¶15)
Hela hê wî çaxî jî gava hûn dilteng in, berdewam kin her roj Kitêba Pîroz bixûnin, herin civata û dua bikin (Mtl. 24:10; w21.02 30-31 ¶17-19)
Baweriya qewî û hezkirina hindava Yehowa alî me dike, wedê çetinaya dilteng nebin (Mtl. 24:16; w20.12 15)
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Mtl. 24:27—Em ji vê metelokê çi hîn dibin? (lvs serê 10, abzasa 13-15)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 14:43-59 (th dersa 11)
4. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Pêşiya ku tu şedetiyê bidî, xeberdana we xilaz dibe (lmd dersa 2, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 3, abzasa 4).
6. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Merivra gilî ke derheqa kûrsa Kitêba Pîroz, û karta kûrsa hînbûna Kitêba Pîroz bide wî (lmd dersa 4, abzasa 3).
7. Gotar
(3 deqe) lmd elametiya zêde A №11—Têma: Xwedê Elametiya Ferz Daye Me (th dersa 6).
Kilama 99
8. Çetinayada Alî Hev Bikin
(15 deqe) Şêwirkirin.
Nexweşî, teşqelên tebiyetê, miqabilîbûna hindava serwêrên dewletê, şer û peyketin dikarin nişkêva biqewimin. Çaxê ev tişt diqewimin, xûşk-bira diçine hewara hev û hevdu dişidînin. Lê hergê ev çetinayî raste-rast nayêne serê me, yeke dilê me ser xûşk-bira dişewite û em her tiştî dikin, wekî alî wan bikin (1 Kr. 12:25, 26).
Bixûne 1 Padşatî 13:6 û Aqûb 5:16b. Paşê pirsê bide guhdara:
Çira qewata duayên seva xûşk-bira gelek mezin e?
Bixûne Markos 12:42-44 û 2 Korintî 8:1-4. Paşê pirsê bide guhdara:
Hergê destê meda tune ye û em nikarin haqas pere bona şixulê hemdinyayê qurban kin, çiqas meyê bixwesta, çira wê baş be wekî em dîsa jî xwe paş nexin û qurbana bikin?
Vêxe VÎDÊO Qewîkirina Bira Wedê Qedexekirinê. Paşê pirsa bide guhdara:
Bira çi kirin wekî alî wan xûşk-bira bikin, yên ku Ewropaya Rohilatêda dijîtin, kîderê ku şixulê me qedexekirî bû?
Wedê qedexekirinê bira ça gura vê temiyê kirin, ku tevayî top bin û hevdu qewî kin? (Îbr. 10:24, 25)
9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 4-5