20-26 COTMEHÊ
WAÎZ 9-10
Kilama 30 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Nihêrandina Rast Ser Çetinaya Xwey ke
(10 deqe)
Em zanin wekî çetinayî nayê hesabê ku Yehowa ji me razî nîne (Wz. 9:11; w23.01 15 ¶4)
Em ecêbmayî namînin wekî dinyayêda, kîjan ku bin hukumê Mîrê-cinada ye, em rastî neheqiyê tên (Wz. 10:7; w19.09 5 ¶10)
Hela hê çetinayada jî em gerekê wede veqetînin, wekî wan tiştara şa bin çi ku Yehowa pêşkêşî me kiriye (Wz. 9:7, 10; w15 8/1 10 ¶4)
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Wz. 9:5—Gelo paşî mirinê çi diqewime? (lff dersa 29, abzasa 1)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Lq. 2:15-26 (th dersa 11)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Destpêke xeberdanê tevî wî merivî yê ku medekirî ye (lmd dersa 3, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Broşûrêda Meriva Hez kin, bikevine elametiya zêde A, û ji “Dersên ji Kitêba Pîroz bona Şêwirkirinê”, tevî merivê ku bona çetinayên matêriyalî ber xwe dikeve, têmekê şêwir kin (lmd dersa 4, abzasa 4).
6. Şagirta Hazir kin
Kilama 47
7. Çaxê Em Rastî Derdên Giran Tên, Yehowa Alî Me Dike
(15 deqe) Şêwirkirin.
Em her roj rastî cûre-cûre çetinaya tên. Lê carna nişkêva kul-derdên giran rastî me tên, kîjan ku aliyê êmosiyalî, fîzîkî û hela hê ruhanîda jî me qidûm dêxin. Ça em dikarin wedekî usa çetinda qewî bimînin?
Firqî tune em rastî kîjan kul-derda bên, Yehowa wê timê me qewî ke (Îş. 33:6). Seva ku îtbariya xwe Yehowa bînin, em gerekê serwaxt û milûk bin (Mtl. 11:2). Hergê em rastî kul-derdekî hatine, mera dibeke wede lazim be, seva ku bona xwe yan merivên xweye hezkirî xem bikin, wekî safîkirinên rast bikin, yan jî seva ku êşa dilê me hevekî sivik be (Wz. 4:6).
Yehowa xizmetkarên xwe hêlan dike wekî dil bidine ber hev. Lema jî gava hewce ne, em gerekê şerm nekin bixwazin wekî xûşk-bira bêne hewara me û hazir bin alîkariyê qebûl kin. Dudilî nebin vê yekêda ku xûşk-bira we gelek hez dikin û ewana wê gelek şa bin hergê bikaribin tiştekîda alî we bikin.
Bixûne 2 Korintî 4:7-9. Paşê pirsê bide guhdara:
Çira em gerekê hemû qewatê bidine xebatê seva ku berdewam kin şixulên ruhanîva mijûl bin hela hê vî çaxî jî, gava ev yek bona me gelek çetin e?
Vêxe VÎDÊO Yehowa Nêzîkî Dilşkestiya ye. Paşê pirsa bide guhdara:
Yehowa ça alî malbeta Sêptir kir?
Xûşk-bira ça alî wan kirin?
Tu ji mesela wan çi hîn bûyî?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 28, pêşxebera para 6 û dersa 29