13-19 COTMEHÊ
WAÎZ 7-8
Kilama 39 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Here Vê Malê Kîderê ku Şînê Dikin
(10 deqe)
Wede bivîne seva ku berdiliyê bidî dilşkestiya (Wz. 7:2; w22.01 16 ¶9)
Derheqa hunurên baş yên wî merivî ku miriye gilî ke, û bi vê yekê berdiliyê bide merivên wî (Wz. 7:1; w19.06 23 ¶15)
Tevî wan, yên ku şînê dikin dua bike (w17.07 16 ¶16)
BÎR NEKIN: Merivên ku şînê dikin hewcê piştgiriya xûşk-bira ne, îlahî gava ev êş teze ye (w17.07 16 ¶17-19).
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Wz. 7:20-22—Ev rêz ça dikare alî me bike ku safî kin, hela lazim e tevî wî merivî xeber din, yê ku dilê me êşandiye, yan na? (w23.03 31 ¶18)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Lq. 2:1-14 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Pêbihese ku kîjan têma merivra hewas e û bêjê ku kengê tuyê bêyî, wekî derheqa vê têmê xeber din (lmd dersa 2, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL (lmd dersa 2, abzasa 3).
6. Xeberdanê Berdewam kin
(2 deqe) MAL BI MAL. Tiştekî ji malpera me jw.org. nîşanî meriv ke (lmd dersa 9, abzasa 4).
7. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke
(5 deqe) Temaşe. ijwfq 50—Têma: Cem Şedên Yehowa Roja Çelkirinê Ça Derbaz Dibe? (th dersa 17)
Kilama 151
8. Baweriya Xwe Hindava Saxkirina Miriya Qewî ke
(15 deqe) Şêwirkirin.
Sozê Yehowa derheqa saxkirina miriya, pêşkêşeke gelek qîmet e. Ev soz dide kifşê, wekî Yehowa bîlan, dilşewat û qewî ye, û ev soz îlahî hezkirina wîye mezin hindava her kesî ji me eyan dike (Yn. 3:16).
Hergê baweriya me hindava saxkirina miriya qewî be, emê bikaribin dîna xwe bidine gumana xwe û bona çetinayên xwe bi zêdeyî ber xwe nekevin (2 Kr. 4:16-18). Ev guman usa jî dikare edilayî û berdiliyê bide me çaxê em rastî peyketina tên, giran nexweş dikevin yan merivê xweyî nêzîk unda dikin (1 Ts. 4:13). Em nikarin bi rastî bextewar bin, hergê baweriya me hindava saxkirina miriya tune be (1 Kr. 15:19). Wê baş be wekî nêt daynin pêşiya xwe, ku baweriya xwe hindava vê gumana mexsûs qewî kin!
Bixûne Yûhenna 11:21-24. Paşê pirsa bide guhdara:
Mertayê ça baweriya qewî hindava saxkirina miriya da kifşê?
Baweriya wê ça hatibû xelatkirinê? (Yn. 11:38-44)
Vêxe VÎDÊO Çev Bidine Baweriya Kulfetên Amin! — Merta. Paşê pirsa bide guhdara:
Tu çira gumana saxkirina miriya qîmet dikî?
Tu çi dikarî bikî wekî baweriya xwe hindava saxkirina miriya qewî kî?
9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 26-27