17-23 MIJDARÊ
STIRANA SILÊMAN 6-8
Kilama 34 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Nav-Namûs be
(10 deqe)
Birên keçika ji Şûnemê dixwestin, wekî ew namûsiya xwe xwey ke (St.Sl. 8:8, 9; w15 1/1 31-32 ¶15-16)
Dilê wê rihet e, çimkî ew cêrbandinên namûsiyêva girêdayîda amin ma (St.Sl. 8:10; yp 188 ¶2)
Ewê meseleke baş cahilara aliyê namûsiyêda hîştiye (yp2 33)
PIRSÊ BIDE XWE: “Ez ça dikarim civata xweda alî xûşk-birên azep bikim, wekî ewana nav-namûsiyêda temiz bimînin?”
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
St.Sl. 8:6—Hezkirina rast çira usa jî tê navkirinê “alava Yah, DT”? (w23.05 20,21 ¶1, 2)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Lq. 3:13-26 (th dersa 12)
4. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) MAL BI MAL. Karta jw.org bide xebatê seva ku xeberdanê destpêkî (lmd dersa 4, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Belavokekê bide xebatê seva ku wan ciya xeberdanê destpêkî, kîderê ku meriv dixebitin (lmd dersa 1, abzasa 4).
6. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Hevalheziyê bide kifşê, û xeberdana we xilaz dibe pêşiya ku tu bixwazî şedetiyê bidî (lmd dersa 2, abzasa 4).
7. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke
(5 deqe) Temaşe. lff dersa 42, abzasa 3-5—Têma: Şedên Yehowa Çi Hildidin Hesab Pêşiya ku Malbet Saz kin? (th dersa 7)
Kilama 121
8. Ji Zinêkariyê Birevin!
(15 deqe) Şêwirkirin.
Stirana Silêmanda şivan keçika ji Şûnemê teglîf dike hevekî bigerin, wekî tevayî wede derbaz kin (St.Sl. 2:10-14). Rast e nêtên wî temiz bûn, lê birên keçikê şixul dane xûşka xwe, wekî ew nikaribe teglîfkirina şivan qebûl ke (St.Sl. 2:15). Wana fem dikir, ku hergê xûşka wan tevî şivan tenê bimîne, temizaya rabûn-rûniştina wan dikare bê cêribandinê.
Kitêba Pîroz Mesîhiya hêlan dike “ji zinêkariyê birevin” (1 Kr. 6:18). Em gerekê ji hemû derecên ku dikarin bivine berbi bênamûsiyê, xwe dûr bigirin. Nivîskarê Stirana Silêman ji bîna ber Xwedê usa jî nivîsî: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Mtl. 22:3).
Vêxe VÎDÊO Xwedê “Sirên Dilada Zane”. Paşê pirsê bide guhdara:
Te ji vê vîdêoyê çi ders standin?
9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 36-37