KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Mijdar rûp. 14-15
  • 22-28 Kanûna Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 22-28 Kanûna Pêşin
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Mijdar rûp. 14-15

22-28 KANÛNA PÊŞIN

ÎŞAYA 11-13

Kilama 14 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Kitêba Pîroz Derheqa Mesîh Çi Gotibû?

(10 deqe)

Ewê ji rikiniyata Yêşa pêşda bê, ji kurê wî Dawid (Îş. 11:1; w11 1/4 4 ¶6)

Ruhê pîroz wê ser wî be û xofa Yehowa wê dilê wîda be (Îş. 11:2, 3a; ip-1 159 ¶6; w23.06 15 ¶5)

Ewê hakimê heq û dilrem be (Îş. 11:3b, 4, 5; ip-1 160 ¶9; 161 ¶11)

Îsa ser ezmana ça Padşa serwêrtiyê dike û destê xwe dirêjî erdê cinetê kiriye.

BIFIKIRE: Çira Îsa ji hemû serwêrên meriva çêtir e?

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Îş. 11:9, 10—Li gora wan rêza, kîjan bernama hînkirinêye lape mezin nava terîxiyêda, wê destpêbe? (w22.09 20 ¶2)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Lq. 5:14-25 (th dersa 11)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 2, abzasa 5).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Bi saya malpera jw.org caba pirsa meriv bide (lmd dersa 8, abzasa 3).

6. Şagirta Hazir kin

(5 deqe) Xwendekarê xwe hazir ke, wekî tevî te derkeve xizmetiya mal bi mal (lmd dersa 11, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 57

7. Gelo Tu “li Gora Heqiyê Dîwanê” Dikî?

(15 deqe) Şêwirkirin.

Du bira mêrikekîra şedetiyê didin, ser destê kîjanî ku tatû hene û ew ça merivekî xof tê kifşê. Birê cahil vîdêoya bi navê “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” nîşanî wî dike. Ser dîwar şikilê komeke dengbêja ye bi nave “Xêvî Mêtal”.

Em her roj meriva sûcdar dikin, cara hela hê dibeke em ne jî têderdixin ça em vê yekê dikin. Gelek car dibeke em ser hîmê vê yekê meriva sûcdar dikin, çi ku divînin. Îsa, yê ku bona me mesele ye, usa meriva sûcdar nake (Îş. 11:3, 4). Îsa dilê meriva divîne û hildide hesab fikir, nihêrandin û nêta meriva. Lê em wan tişta nikarin bizanibin. Dîsa jî em dikarin çi ji destê me tê bikin, wekî çev bidine Îsa. Ewî got: “Ne ku li gora dîtina çevê xwe, lê li gora heqiyê dîwanê bikin” (Yn. 7:24).

Hergê em ser hîmê dîtina çeva meriva sûcdar kin, ev yek dikare ser xîret û pêşdaçûyîna meye xizmetiyêda xirab hukum ke. Mesele, gelo em xizmet dikin wan mihalada, kîderê ku meriv ji milet yan rêlîgiyeke din in? Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan mihala, kîderê ku merivên dewletî yan kesîb dijîn? Gelo em ser hîmê vê yekê, çi ku divînin, difikirin ku meriv wê rastiyê qebûl neke? Nêta Xwedê ev e, wekî hemû cûre meriv xilaz bin û bigihîjine rastiyê (1 Tîm. 2:4).

Vêxe VÎDÊO Dersên Qîmet ji Birca Qerewiliyê—Li Gora Dîtina Çevên Xwe Dîwanê Nekin. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Derheqa kîjan nihêrandinên nerast vîdêoyêda tê gotinê?

  • Hergê em firqiyê bikine orta xûşk-bira, ev yek ça dikare ser civatê hukum ke?

  • Çi alî xûşk-birên ji vê vîdêoyê kir, wekî ser hîmê dîtina çeva meriva sûcdar nekin?

  • Te ji vê gotara Birca Qerewiliyê kîjan ders standin?

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) lfb dersa 46-47

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 12 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin