16-22 SIBATÊ
ÎŞAYA 36-37
Kilama 150 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Netirse ji Wan Tişta Çi ku Dibihêyî
(10 deqe)
Rabşak hate Orşelîmê seva ku cimeta Yehowa bitirsîne (Îş. 36:1, 2; lfb dersa 55, rûp. 132 ¶3)
Ewî dixwest wana bida bawerkirinê, wekî ewana sist û bêguman in (Îş. 36:8; ip-1 387 ¶10)
Ewî qerfê xwe cimetê dikir ji bo vê yekê, ku wana îtbariya xwe Yehowa û padşê xwe dianî (Îş. 36:7, 18-20; ip-1 388 ¶13-14)
Xizmetkarên Yehowa gerekê wan meriva netirsin, yên ku qerfê xwe baweriya wan dikin (Îş. 37:6, 7)
WEDÊ QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ: Binihêrin VÎDÊO “Ya Yehowa, Îtbariya Xwe Te Tînim” û şêwir kin ku hûn ji vê vîdêoyê çi hîn bûn.
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Îş. 37:33-37—Çetinayada em ça dikarin gumana xwe Yehowa nebirin? (w24.06 21 ¶8)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Lq. 7:26-38 (th dersa 2)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL. Merivra derheqa rastîke ji elametiya zêde A, ji broşûra Meriva Hez kin, gilî ke (lmd dersa 1, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL (lmd dersa 3, abzasa 5).
6. Derheqa Baweriya Xwe Şiroveke
(5 deqe) Temaşe. ijwbq 110 ¶1-4—Têma: Nixumandin Çi Tê Hesabê? (th dersa 17)
Kilama 118
7. Hîmê Baweriya Te Çi ye?
(15 deqe) Şêwirkirin.
Gelo kesekî qerfê xwe te kiriye ji bo vê yekê ku tu Xwedê û Kitêba Pîroz bawer dikî, yan jî çimkî te safî kiriye bibî Şedê Yehowa? Yan jî dibeke kesek baweriya te kiriye bin şikê? Hergê erê, dibeke tu tevlihev bûyî û te nizanibû ça caba wî bidî. Xeberdana nêgatîv dikare hela hê şikê jî hindava baweriya me bike dilê me. Tu çi dikarî bikî wekî ev yek neqewime?
Bixûne Îşaya 36:4. Paşê pirsê bide guhdara:
Çima ferz e wekî em baweriya xweda dudilî nebin?
Vêxe VÎDÊO Jîyîna Mine Cahiltiyêda—Gelo bi Bîlanî ye Xwedê Bawer Bikin? Paşê pirsa bide guhdara:
Êlîbaldo û Krîstal çi kirin seva ku baweriya xwe qewî kin?
Çima tu bawer dikî, wekî Xwedê heye?
Kîjan rêzên ji Kitêba Pîroz te didine bawerkirinê wekî . . .
Yehowa te hez dike?
Yehowa wê timê alî te bike?
tu nava cimeta Xwedêda nî?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 62-63