KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w20 Mijdar rûp. 8-11
  • Yehowa Kerema Dide Kesên ku Vedigerin Welatên Xwe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Kerema Dide Kesên ku Vedigerin Welatên Xwe
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • “CIYÊ RAST BONA ‘MESÎGIRTINÊ’”
  • DILXWEŞIYA MEZINKIRINA ZARÊN RUHANÎ
  • XÛŞK Û BIRÊN FEDAKAR ALÎKARIYA YEHOWA DISTÎNIN
  • PÊŞDAÇÛYÎNA XWENDEKARA DERSDARA DILXWEŞ DIKE
  • “ME QIRARA RAST DAYE”
  • “Ez ji Kesên Din Gelek Tişt Hîn Bûme!”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • Jîyîneke Xweş Xizmetiya Yehowada
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Ewana bi Rezedilî Xizmet Dikin: li Madageskarê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
w20 Mijdar rûp. 8-11
Onîsîmê û Gêraldîn mizgînê didin dikançîkî.

Onîsîmê û Gêraldîn

Yehowa Kerema Dide Kesên ku Vedigerin Welatên Xwe

GELEK xûşk-birên me, yên ku berbi welatên dewlemendva koç kiribûn, îda vegeriyane welatên xwe. Ji ber ku ewana Yehowa û însana hiz dikin, ew çûne ciyên ku li wê derê mizgînvan hindik in (Met. 22:37-39). Gelo wan çi fedakarî kirine û çi bereket standine? Ka em li serhatiyên hine xûşk û bira binihêrin, yên ku vegeriyane Kamêrûnê, welatekî li Afrîkaya roava.

“CIYÊ RAST BONA ‘MESÎGIRTINÊ’”

Di sala 1998-da, birakî bi navê Onîsîmê ji Kamêrûnê derbazî welatekî din bûbû û 14 sal li wêderê ma. Rojekê, ewî li civînekê derheqa belakirina mizgînêda meselek bihîst. Gotarvan usa got: “Du heval li ciyên cude mesiya digirin. Yek ji wan ji yê din zêdetir mesiya digire. Ma yê ku hindik mesiya digire wê neçe ciyê ku li wêderê mesî zêde ne?”

Paşî vê meselê, Onîsîmê dixwest vegere Kamêrûnê, çimkî îşê “mesîgirtina” ruhanî li wêderê baş pêşda diçe. Lê belê, hine tirsên wî hebûn. Mesele, ewî xem dikir ka ewê bikaribe paşî haqas sala ji nûva hînî welatê xwe bibe. Seva ku xwe bicêribîne, Onîsîmê ser 6 meha çû Kamêrûnê. Paşê, di sala 2012-da, ewî mala xwe bar kir û derbazî Kamêrûnê bû.

Onîsîmê dibêje: “Lazim bû ku ez hînî hewaya germ û halê jiyanê bibim. Li Oda civatê, lazim bû ku ez dîsa hîn bibim ku li ser textên sert rûnêm. Lê belê, her ku min dîna xwe dida bernamê, min kursiyên nerm bîr dikirim”.

Di sala 2013-da, Onîsîmê bi xûşkeke bi navê Gêraldînê zewicî, ya ku 9 sal li Fransayê mabû û paşê vegeriya Kamêrûnê. Ji ber ku wan herî zêde bi îşê Yehowa mijûl bûn, wana çi bereket standin? Onîsîmê dibêje: “Em tevayî çûn Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê û me li Beytelê xizmet kir. Sala par, 20 xwendekarên civata me hatin nixumandin. Min fem kir ku ez hatim ciyê rast bona ‘mesîgirtinê’” (Marq. 1:17, 18). Gêraldînê jî usa dibêje: “Ez tu cara nedifikirîm ku ezê haqas bereketa bistînim”.

DILXWEŞIYA MEZINKIRINA ZARÊN RUHANÎ

Li kêleka berê, Cûdît û Sêm-Kastêl mizgînê didin mêrikekî.

Cûdît û Sêm-Kastêl

Cûdît li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dijît, lê ewê dixwest xizmeta xwe zêde bike. Ew usa dibêje: “Gava ez ji bo teseliya malbeta xwe diçûm Kamêrûnê, min her car çend hînbûnên nû destpêdikir, û ez kelogirî dibûm ji ber ku min ew li wêderê dihîştin”. Lê belê, Cûdît ditirsiya ku bi temamî vegere Kamêrûnê, çimkî bi perê ku ewê li Amêrîkayê qazanc dikir, ewê heqê qenckirina bavê xwe didan, yê ku li Kamêrûnê dijît. Dîsa jî, Cûdîtê xwe dispart Yehowa û derbazî Kamêrûnê bû. Hilbet ewê carina bîra jiyana li Amêrîkayê dikir, lê ewê dua kir ku Yehowa alî wê bike ku ew hînî jiyana li Kamêrûnê bibe. Usa jî, hêlana ku ewê ji berpirsiyarekî mihalê û jina wî distand, mêrxasî da wê.

Cûdît dibêje: “Nava 3 salada, min 4 zarên ruhanî mezin kirin”. Wede şûnda, Cûdît bû pêşenga mexsûs. Îro, ew tevî mêrê xwe Sêm-Kastêl, yê ku berpirsiyarê mihalê ye, diçe serlêdana civata. Gelo halê bavê Cûdîtê çawa bû? Cûdît û malbeta wê li welatekî din nexweşxanek dît, ya ku hazir bû ku opêrasyona bavê wê bê pere bike. Şikir ku opêrasyon pir baş derbaz bû.

XÛŞK Û BIRÊN FEDAKAR ALÎKARIYA YEHOWA DISTÎNIN

Li parkekê, Vîktor û Karolîn mizgînê didin mêrikekî.

Karolîn û Vîktor

Birakî bi navê Vîktor berbi Kanadayêva koç kiribû. Paşî ku ewî gotareke li “Birca Qerewiliyê” derheqa xwendina bilind, xwend, û ew derheqa hînbûna xweye zanîngehêda fikirî. Axiriyêda, ew ji zanîngehê derket û hine kûrsên têknîkî stand, yên ku bi zêdeyî wext nedikişand. Ew dibêje: “Bi vî awayî min zû xwera xebat dît, û ez bûm pêşeng”. Paşê, Vîktor bi xûşkeke bi navê Karolînra zewicî, û ew tevayî bona tatîlê çûn Kamêrûnê. Gava ew çûn Beytelê ser êkskûrsiyayê, ji wan pirsîn ka ew dikarin li Kamêrûnê xizmet bikin. Vîktor dibêje: “Sebeba me tune bû ku em vê teglîfê qebûl nekin, û ji ber ku me bi jiyaneke sade dijît, me dikaribû vê teglîfê qebûl bikin”. Siheta Karolînê ne baş bû, lê wan dîsa jî safî kir ku derbazî Kamêrûnê bibin.

Sêrîda, Vîktor û Karolîn bûn pêşengên hertim, û wan bi perê ku wan berê top kiribû, ebûra xwe dikir. Paşê, ewana ser çend meha çûn Kanadayê û li wê derê xebitîn. Bi vî awayî, wana dikaribû vegerin Kamêrûnê û xizmeta xwe berdewam bikin. Wana çi bereket standin? Ew çûn Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê, bûn pêşengên mexsûs û niha jî di îşê avakirinêda dixebitin. Vîktor dibêje: “Me jiyana xwe ya rihet berda û îzin da ku Yehowa alî me bike”.

PÊŞDAÇÛYÎNA XWENDEKARA DERSDARA DILXWEŞ DIKE

Stêfanî û Alên li cem erebeyên edebyeta disekinin û mizgînê didin jinikekê.

Stêfanî û Alên

Di sala 2002-da, birakî bi navê Alên, yê ku li Almanyayê diçû zanîngehê, belavokeke bi navê “Cahilno: Hûnê Emirê Xwe Ça Derbaz kin?” xwend. Vê belavokê alî wî kir ku ew xwera hine nêta dayne. Di sala 2006-da, ew çû Mekteba Başkirina Xizmetiyê, û ew hat kifş kirin ku li welatê xwe, dêmek li Kamêrûnê, xizmet bike.

Li Kamêrûnê, Alên xwera îşekî nîvrojî dît. Paşê, ewî xwera xebateke hê baş dît, lê ev xebat wê gelek wede ji wî bistanda. Lema, gava ew hat teglîf kirin ku bibe pêşengê mexsûs, ewî derbêra qebûl kir. Mezinê vê xebatê wîra hê zêde pere soz da, lê Alên safîkirina xwe neguhast. Paşê, ew bi xûşkeke bi navê Stêfanîyêra zewicî, ya ku bi gelek sala li Fransayê mabû. Gava xûşka me derbazî Kamêrûnê bû, gelo ew rastî çi tengasiya hat?

Stêfanî usa dibêje: “Çend nexweşiyên biçûk û alêrjiyên min destpêbû, lê bi saya dermana ku min hertim dixwar, ez rihet bûm”. Gelo ew jin-mêr xelata sebra xwe standin? Belê. Alên dibêje: “Carekê, em bona xizmetê çûn gundekî dûr bi navê Katê. Li wêderê, çend kesa dixwest Kitêba Pîroz hîn bibin. Paşê, me bi wanra hînbûna Kitêba Pîroz bi telefonê derbaz kir. Ji van xwendekarên Kitêba Pîroz, du kes hatin nixumandin, û komeke mizgînvana hat saz kirin”. Stêfanî dibêje: “Ji vê şabûnê mezintir tune ku em alî meriva bikin ku ew jiyana xwe bidin destê Yehowa. Bi saya xizmeta ku em li vir tînin sêrî, me ev dilxweşî gelek cara stand”. Îro, Alên berpirsiyarê mihalê ye û tevî Stêfanî diçe serlêdana civata.

Karên Xizmetkirina Welatê Xweda

“Me kûltûr û nihêrandinên mihala xwe îda zanibûn. Xelq me wek merivên xerîb hesab nedikir, lema diha hêsa bû ku em tevî meriva xeber din” (Alên).

“Em wek xelqê mihala xwe xuya dikin, lema em bi rihetî dikarin herin hine ciyên usa ku kesên xerîb nikarin herin wêderê” (Stêfanî).

“ME QIRARA RAST DAYE”

Li ser pirekê, Lêons û Gîsêl mizgînê didin jinikekê.

Lêons û Gîsêl

Gava Gîsêl hate nixumandinê, ew li Îtalyayê diçû zanîngehê ku bibe doktor. Jin-mêrê ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî wê derbaz kiribûn, pêşeng bûn, û wana bi jiyaneke sivik dijît. Vê yekê li ser Gîsêl hukum kir, û ewê jî dixwest xizmeta xwe zêde bike. Lema, gava ew hê diçû zanîngehê, ew bû pêşenga hertim.

Gîsêl dixwest vegere Kamêrûnê, wekî xizmeta xwe hê zêde bike, lê hine tirsên wê hebûn. Ew dibêje: “Ez ditirsiyam ku ezê îzna bajarvaniyê unda bikim û nikaribim vegerim Îtalyayê. Usa jî, wê lazim bûya ku ez ji heval û merivên xwe, yên ku li Îtalyayê dijîn, dûr bikevim”. Dîsa jî, li meha Gulanê ya sala 2016, Gîsêl vegeriya Kamêrûnê. Çendek şûnda, ew bi birakî bi navê Lêons mêr kir, û Beytela Kamêrûnê ew hêlan kirin ku ewana derbazî bajarê Ayosê bibin, çimkî li wêderê mizgînvan hindik bûn.

Jiyana li Ayosê çawa bû? Gîsêl dibêje: “Gelek cara, elektrîk bi çend heftiya dihat birîn, û me nikaribû enerjiya telefonên xwe tije bikin. Telefonên me gelek cara nedixebitîn. Ez hîn bûm ku li ser êgir xwarinê çêkim, û em nîvê şevê bi destgere û fenera diçûn ser kaniyê ku avê bikişînin, çimkî li wê sihetê gelek meriv tune bû”. Wana çawa nava wan tengasiyada sebir kir? Gîsêl dibêje: “Ruhê Yehowa, mêrê min, hêlana heval û meriva û alîkariya aliyê pereda, ya ku neferên me carina dida me, alî me dikir”.

Gelo Gîsêl bextewar e ku ew vegeriya welatê xwe? Ew usa dibêje: “Belê! Bêşik! Sêrîda, em rastî hine tengasiya dihatin û me carina mêrxasiya xwe unda dikir, lê wede şûnda, em ça bêjî rabûne ser piya, û me fem kir ku me safîkirina rast kiriye. Em xwe dispêrin Yehowa, û em xwe hê nêzîkî wî texmîn dikin”. Lêons û Gîsêl çûn Mekteba Mizgînvanên Padşatiyê, û niha ew wedelû wek pêşengên mexsûs xizmet dikin.

Wek mesîgirên ku hazir in, wekî di îşê mesîgirtinêda zemetê bikişînin, kesên ku vedigerin welatê xwe jî hazir in ku bona belakirina mizgînê fedakariyê bikin. Tu şik tune ku Yehowa hizkirina ku van mizgînvanên xîret bona navê wî eyan kiriye, tu car bîr nake (Nehem. 5:19; Îbrn. 6:10). Heger tu welatê xerîbda dijî, lê li welatê te hewcedariya mizgînvana heye, gelo tu dikarî vegerî welatê xwe? Heger tu vê yekê bikî, tuyê bereketên mezin bistînî (Metlk. 10:22).

Wana Çawa Ew Yek kir?

Heger tu dixwazî vegerî welatê xwe, binihêre ku hine xûşk û bira çawa ew yek kirin.

  • Çi dikare biqewime?

    “Heval û merivên te dikarin zorê li te bikin û mêrxasiya te bişkênin. Xwe bispêre Yehowa” (Alên).

  • Tu çawa dikarî haziriyê bikî?

    “Min di temamiya emrê xweda haqas dua nekiribû” (Gîsêl).

    “Min pêşda xwera pere top kir, wekî çevê min li destê kesên din nîbe” (Gêraldîn).

    “Ez çûm bal doktor wekî haş ji sihet-qewata xwe hebim” (Stêfanî).

  • Tu çawa dikarî ebûra xwe bikî?

    “Di serîda, min bi perê ku min pêşda top kiribû, ebûra xwe kir. Paşê, min li mektebê ders dida, û paşê jî, min sabûn çêdikir û difirot” (Gêraldîn).

    “Me şîrnayî çêdikir û difirote dikana” (Gîsêl).

    “Min li ser Întêrnêtê îşê tercmaniyê dikir” (Onîsîmê).

  • Tu çawa dikarî xwe biparêzî?

    “Min xwera maleke usa hilbijart, ya ku nêzîkî mala xûşk û bira bû” (Gêraldîn).

    “Gava ez derdikevim xizmetê, kesekî din hertim tevî min e” (Gîsêl).

    “Ez êvara tenê ji malê dernakevim. Usa jî, ez tiştên biqîmet li ber çeva danaynim” (Stêfanî).

    “Min merivara nedigot ku ez ji welatekî din hatime, û min her tişt wek merivên mihalê dikir bona ku ez ji wan cuda xuya nebim” (Cûdî).

  • Tu çawa dikarî dilşa û pêşdaçûyî bî?

    “Em zû hînî guhastina bûn. Me dianî bîra xwe ku em çima hatine vira, û me dîna xwe dida tiştên pozîtîv” (Vîktor).

    “Ez hîn bûme bi tiştên ku di destê minda hene, razî bim” (Alên).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin