KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Mijdar rûp. 8-9
  • Gelo Îda Wede ye ku Terka Ajotinê Bidim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Îda Wede ye ku Terka Ajotinê Bidim?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • TÊDERXE KU HALÊ TE ÇI CÛREYÎ YE
  • LI GORA PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ SAFÎKIRINA BIKIN
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Mijdar rûp. 8-9
Birakî emirda mezin ber pencerê rûniştî ye û li ereba xwe dinihêre. Destê wîda kilîta erebê ye û ew kûr difikire.

Gelo Îda Wede ye ku Terka Ajotinê Bidim?

MERIVEKÎ emirda mezin bi deha sala erebê yan motosîklêtê dajo. Ew şa dibe ku erebe yan motosîklêta wî heye û ew dikare bi azayî kengê jî bixwaze here hemû ciya. Lê malbet û hevalên wî seva wî ber xwe dikevin û dixwazin, wekî ew terka ajotinê bide. Ew fem nake ku çima ewana ber xwe dikevin.

Gelo dereca te jî usa ye? Çi dikare alî te bike safîkirina rast bikî, hela terka ajotinê bidî yan na?

Hine welatada ajovanên emirda mezin, yên ku dixwazin dokûmênta ajotinê teze kin, pêşiyê gerekê herin bal doxdir wekî doxdir wana binihêre. Mesîhiyên ku wan welatada dijîn, hemikî xwe li van qanûnên welêt digirin (Romayî 13:1). Lê hergê welatê weda qanûneke usa tune ye, dibeke dîsa jî lazim be rind bifikirî hela tu hê dikarî erebê yan motosîklêtê usa bajoyî ku emirê tu kesî nekî bin qeziyê.

TÊDERXE KU HALÊ TE ÇI CÛREYÎ YE

Li gora malpera teşkîleteke ku dîna xwe dide çetinayên merivên emirda mezin (National Institute on Aging), wê baş be ku tu van pirsa bidî xwe:

  • Çevên min rind divînin gava terî ye, û ez dikarim nîşanên ser rê rind bivînim û bixûnim?

  • Minra çetin nîne serê xwe bi temamî bizivirînim, wekî neynikêra û der-dorê xwe rind bivînim?

  • Rêaksiya min dîsa jî zû pêşda tê? Mesele, gelo ez hê dikarim nigê xwe zû ji gazê derbazî tormozê bikim?

  • Ez gelek hêdî najom û riya ereba nagirim?

  • Van paşwextiya ez çend cara ketime derecên xof, yan jî min ereba xwe çend cara lêxistiye yan herişandiye?

  • Polîs ji bo ajotina min qe ez dame sekinandinê?

  • Wedê ajotinê, ez qe xewra çûme?

  • Ez dermanên ku dikarin ser ajotina min hukum kin, dixwim?

  • Nefer yan hevalên min minra qe gotine ku ewana ji bo cûrê ajotina min ditirsin?

Hergê te ser yek yan du pirsa gotiye “belê”, ji kerema xwe bifikire ku dibeke îda wede hatiye hine guhastina bikî. Mesele, wê baş be ku tu îda erebê yan motosîklêtê haqas nejoyî, îlahî şev. Car-cara cûrê ajotina xwe kontrol bike. Dibeke tu dikarî ji neferekî yan ji hevalekî xwe bipirsî ku li gora nihêrandina wî, tu ça dajoyî. Usa jî, dibeke tu dikarî herî kûrsekê seva ku cûrê ajotina xwe hê baş kî. Lê hergê te ser gelek pirsên jorê gotiye “belê”, diqewime wê diha baş be ku tu bi temamî terka ajotinê bidî.a

LI GORA PRÎNSÎPÊN KITÊBA PÎROZ SAFÎKIRINA BIKIN

Diqewime tu xwexa nikarî têderxî wekî feresetên teye ajotinê îda mîna berê nînin. Usa jî, dibeke te xweş nayê ser vê yekê bifikirî. Gelo kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, wekî tu safîkirineke baş bikî? Dîna xwe bide van du prînsîpa:

Sînorê xwe bizanibe (Metelok 11:2). Çiqas em kal-pîr dibin, çevê me, guhê me, hereket û rêaksiyên me sist dibin. Mesele, gelek meriv gava kal-pîr dibin, terka hine cûre sporta didin, çimkî naxwazin ziyanê bidine xwe. Mîna vê yekê, yên emirda mezin ku sînorê xwe zanin wê têderxin wekî îda wede ye terka ajotinê bidin, seva emirê xwe nekine bin qeziyê (Metelok 22:3). Usa jî, merivê milûk wê guh bide wan, yên ku dibêjin wekî seva wan ber xwe dikevin (Beramber ke 2 Samûyêl 21:15-17).

Emirê meriva neke bin qeziyê (Qanûna Ducarî 22:8). Erebe yan motosîklêt dikare bibe sebebê birîndarbûn yan mirina kesekî. Merivê ku îda nikare baş erebê bajo, lê dîsa jî terka ajotinê nade, him emirê xwe him jî emirê merivên din dike bin qeziyê û dikare mirina kesekîda neheq be.

Hergê tera lazim e safîkirinê bikî ku terka ajotinê bidî yan na, nefikire ku tu nimiz bûyî yan jî te qîmeta xwe unda kiriye. Yehowa te hez dike çimkî tu sînorê xwe zanî, milûk î û xêra merivên din dixwazî. Usa jî, ewî soz daye wekî wê alîkariyê û dilbîniyê bide te (Îşaya 46:4). Ewê tu cara terka te nede. Lema jî, ji Yehowa bîlaniyê bixwaze wekî safîkirineke baş bikî ku terka ajotinê bidî yan na.

Kesên Din Dikarin Çi Bikin?

Gelek car hê baş e ku neferên malê tevî merivên xweye emirda mezin derheqa ajotina erebê yan motosîklêtê xeber din. Yan jî, dibeke ajovanekî emirda mezin hevalê te ye û te bihîstiye ku kesên din bona cûrê ajotina wî ber xwe dikevin. Gotinên wan hilde hesab. Diqewime tu dikarî tevî wî herî û xwexa bivînî hela ew ça dajo. Hergê lazim be, pêra derheqa cûrê ajotina wî xeber de. Gava tu vê yekê bikî, xwe dewsa wî dayne û jêra nerm xeber de, lê bi helalî. Diha zêde dîna xwe bide feresetên wîye ajotinê, ne ku salên emirê wî. Dewsa ku tu bêjî “Tu îda ajovanekî baş nînî”, tiştên usa bêje “Gava tu dajoyî, ez bona emirê te ditirsim”. Dîna wî bikişîne ser prînsîpên Kitêba Pîroz, yên ku ev gotar besa wan dike, û wîra bêje ku tu dudilî nabî, wekî ew qedirê prînsîpên Kitêba Pîroz digire.

Her kes ji me dikare halê wî merivî fem ke, yê ku mecbûr e ji bo emirê xweyî mezin terka ajotinê bide. Bidine ber çevê xwe ku ew xwe ça texmîn dike. Dibeke ew difikire ku ewî azaya xwe unda kiriye û îda merivên dinva girêdayî ye. Lema jî, em gerekê ber dilê wî merivîda bên û hazir bin alî wî bikin (Metelok 17:17). Hîviyê nîbin ku ewê ji me hîvî ke, wekî wî bi erebê bivin cîkî, çimkî dibeke ew şerm bike. Diqewime em dikarin girafîkê çêkin ku wî bivin bal doxdir, dikanê, xizmetiyê û civîna. Wîra bêjin ku hûn ji dil hazir in alî wî bikin û tevî wî wede derbaz kin (Romayî 1:11, 12).

a Seva ku hê zêde pêbihesin, binihêrin gotara bi navê “Gelo Hûn ji Qeziyên bi Erebê Xweykirî ne?” ji jûrnala Hişyar Bin!, seva 22 Tebaxê, sala 2002.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin