Kesên Emirda Mezin bona Civatê Qîmet in
“Gava ez cahil bûm, min dikaribû gelek tişt bikira. Lê niha ez pîr bûme û îda haqas nikarim bikim” (Konî, 83 salî).
Dibeke tu jî îda kal yan pîr bûyî, û qewata te îda mîna ya berê nîne. Diqewime îda gelek sal in ku tu bi aminî Yehowara xizmet dikî, lê tu difikirî ku niha nikarî xizmetiyêda haqas tişt bikî, çawa berê. Dibeke tu halê xweyî berê beramberî halê xweyî niha dikî. Lê gelo çi dikare alî te bike, wekî tu şabûna xwe unda nekî?
YEHOWA HÎVIYÊ YE KU TU ÇI BIKÎ?
Ji xwe bipirse: “Seva ku Yehowa ji min razî be, gerekê ez çi bikim?” Ev giliyên ji Markos 12:30 dikarin dilê te rihet bikin: “Yehowa Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe hez bike”.
Li gora vê rêzê, Yehowa dixwaze ku tu bi temamiya dilê xwe, caniya xwe û qewata xwe wîra xizmet bikî. Ew fikir dikare alî te bike, wekî tu xwe tevî kesên din yan tevî halê xweyî berê beramber nekî.
Hela bifikire: Gava tu cahil bûyî, te ça Yehowara xizmet dikir? Femdarî ye, hingê te çiqas dikaribû haqas Yehowara xizmet dikir. Îro tu ça Yehowara xizmet dikî? Belê îro jî, tu dîsa çiqas dikarî, haqas dikî. Dêmek tu dîsa jî mîna berê Yehowara xizmet dikî. Belê, berê te ya here baş dida Yehowa, û heta îro tu dîsa usa dikî.
Berê çaxê tu cahil bûyî, te çiqas dikaribû, haqas xizmet dikir, û îro jî, tu çiqas dikarî, haqas xizmet dikî.
KESÊN DIN DIKARIN JI CÊRIBANDINA TE KARÊ BISTÎNIN
Usa jî bira kalbûn yan pîrbûna te, tera nebe sînor ku tiştekî bikî, lê ewê hesab ke ça mecal ku alî meriva bikî. Bi rastî niha ji bo emirê xweyî mezin, tu dikarî hine wan tişta bikî, kîjan ku te cahiltiya xweda nikaribû bikira. Mesele, tu dikarî vê yekê bikî:
Kesên dinra gilî ke tiştên ku tu hîn bûyî. Hela binihêre Kitêba Pîroz çi dibêje:
Dawid Padşa: “Ez zar bûme û niha jî mezin bûme, min nedîtîye yê rast wêda avîtî, yan jî zarên wî ku nên pars kin” (Zebûr 37:25).
Yêşû: “Niha ez diçim wê riya ku hemû dinya diçê. Hûn hemû jî bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe zanin ku ji hemû tiştên baş yên ku Xwedayê we Xudan li ser we got, tu tişt jî vala derneket. Hemû jî pêk hatin, tiştekî vala derneket” (Yêşû 23:14, ÎM).
Diqewime tu jî usa difikirî. Dawid Padşa û Yêşû derheqa cêribandina xwe gilî dikirin. Wana derheqa wan tişta digot, kîjan ku nava gelek salada pê çevê xwe dîtibûn, û lema jî qîmetê gotinên wan diha mezin bû.
Hergê tu îda gelek sala Yehowara xizmet dikî, tu jî dikarî kesên dinra derheqa keremên ku te standiye gilî kî. Besa xeberê, gilî ke te emirê xweda çawa destê Yehowa didît. Serhatiyên te dikarin dilê kesên din qewî kin, wekî ewana jî bi dil û can Yehowara xizmet kin (Romayî 1:11, 12).
Usa jî çiqas dikarî here civata, wekî xûşk-bira qewî kî. Bi vê yekê tê xwexa jî karê bistînî. Konî, ya ku me jorê besa wê kir, usa dibêje: “Gava ez diçime civata, ev yek alî min dike ku ez mêrxasiya xwe unda nekim. Oda Civatêda, hezkirina xûşk-bira haqas qewî ye, ku meriv ne jî dikare wêderê xemgîn be. Ez xîret dikim pê pêşkêşên biçûk razîbûna xwe wanra nîşan kim. Usa jî ez berdewam dikim tevî xûşk-bira herim xizmetiyê”.
YEHOWA AMINIYA TE QÎMET DIKE
Kitêba Pîroz besa gelek meriva dike, yên ku ji bo sînor û halê xwe îda nikaribûn gelek tişt bikirana, lê dîsa jî Yehowa ewana hez dikirin. Were dîna xwe bidine mesela merivekî emirda mezin bi navê Şîmeyon, yê ku wedê Îsada dijît. Gava Şîmeyon diçû paristgehê, ewî dibeke didît ku mêrên cahil çawa şixul dikin. Şîmeyon diqewime ber xwe diket, çimkî ew îda kal bû û nikaribû mîna wan xizmet kira. Lê Yehowa wî gelek qîmet dikir. Li gora Kitêba Pîroz, ew “merivê rast û xwedêxof” bû. Lema jî Yehowa mecal da Şîmeyon, wekî ew Îsayê biçûk pê çevê xwe bivîne. Hela hê jî Yehowa bi saya wî pêxembertî kir, ku Îsa wê bibe Mesîh (Lûqa 2:25-35). Eyan e ku Yehowa dîna xwe nedida vê yekê ku Şîmeyon îda kal bibû, lê ewî ew hesab dikir ça merivekî bi baweriya mezin, yê ku “ruhê pîroz ser wî bû”.
Yehowa mecal da Şîmeyon ku ew Îsayê biçûk pê çevê xwe bivîne û pêxembertiyê bike ku ewê bibe Mesîh
Tu jî dikarî bawer bî ku hergê sînorên te hebin jî, Yehowa qîmet dike xizmetiya teye amin. Ew “dixwaze ku meriv haqasî bide, çiqas dikare, ne ku çiqas nikare” (2 Korintî 8:12).
Lema jî dîna xwe bide tiştên ku tu dikarî bikî. Mesele, hergê tu nikarî gelek siheta xizmet kî jî, tu dikarî haqas xizmet kî çiqas qewata te digihîjê. Usa jî tu dibeke dikarî xûşk-birara têlê xî yan nema bişînî. Tiştên usa dikarin xûşk-bira hêlan kin, îlahî çimkî tu yekî cêribandî yî, û te gelek sala Yehowara xizmet kiriye.
Hine xûşk-bira rastî problêmên sihet-qewatêva girêdayî tên. Dîna xwe bidine serhatiya ji Afrîkaya Rohilatê, ya ku tê gilîkirinê vê çargoşêda “Ew bi Saya Rastiya Kitêba Pîroz Sax Ma”.
Bîr neke ku bawerî û aminiya te dikare dilê kesên din qewî ke. Emirê xweda te sebira mezin daye kifşê, û tu dikarî van gotinada bawer bî: “Xwedê heq e, û ew kirên we û hezkirina ku we bona xatirê navê wî daye kifşê, bîr nake. Belê, ew bîr nake xizmetiya ku we pîrozara kiriye û hûn heta niha jî dikin” (Îbranî 6:10).
QEWATA TE ÇIQAS DIGIHÎJÊ YEHOWARA XIZMET KE
Lêkolînên zandara nîşan dikin ku çaxê kesên emirda mezin alî kesên din dikin, sihet-qewata wan hê baş dibe, mejiyê wan diha rind dixebite û emirê wan diha dirêj dibe.
Hemikî, kirên qenc nikarin hemû sînor û çetinayên kalbûn û pîrbûnê bidine hildanê. Tenê Serwêrtiya Xwedê dikare halê meyî gunekar, dêmek sebebê sereke yê kalbûn û pîrbûnê û mirinê, bide hildanê (Romayî 5:12).
Heta wê demê, xizmetiya te û ev yek ku tu alî meriva dikî, wekî ewana Yehowa nas kin, gumana te qewî dike û bona sihet-qewata te kêrhatî ye. Xûşk-birên emirda mezin, tu car bîr nekin ku Yehowa xizmetiya we qîmet dike, û civat baweriya weye qewî gelek qîmet dike!