Şedên Yehowa Hindava Kesên ku Berê Rêlîgiya Wanda Bûn, Çawa nin?
Em xîret dikin wekî hindava her kesî bi hezkirin, bi qedir, û heyf bin. Hergê Şedekî Yehowa ruhanîda sist bûye yan xizmetiya xwe daye sekinandinê, em her tiştî dikin wekî alî wî bikin, em wî didine bawerkirinê wekî wî hez dikin, û em alî wî dikin ku ew ruhanîda dîsa tezeda pêşda here (Lûqa 15:4-7).
Hine derecada kirên Şedê Yehowa dibe menî, ku ew ji civatê tê derxistinê (1 Korintî 5:13). Lê çimkî em heval-bawermendên xwe gelek hez dikin, em pêşda alî wî kesî dikin, wekî ew ji civatê neyê derxistinê. Û hergê ew bê derxistinê jî, em dîsa jî hezkirin û qedir hindava wîda didine kifşê, çawa ku Kitêba Pîroz temiyê dide me (Markos 12:31; 1 Petrûs 2:17).
Çi dikare bibe menî ku meriv ji civatê bê derxistinê?
Kitêba Pîroz zelal nîşan dike ku hergê Mesîhî gunekî giran dike û naxwaze bê guhastinê, gerekê wî ji civatê derxin (1 Korintî 5:11-13). Kitêba Pîroz eşkere dike ku kîjan gune dikarin meriv berbi vê yekê bivin ku ji civatê bê derxistinê. Mesele, ew heye zinêkarî, qavî, serxweşî, mêrkujî, û dizîkirin (1 Korintî 6:9, 10; Galatî 5:19-21; 1 Tîmotêyo 1:9, 10).
Lê dîsa jî, em kesekî bona gunê giran ji civatê derbêra dernaxin. Rûspiyêna civatê pêşiyê alî wî kesî dikin wekî ew terka kirên xwe bide (Romayî 2:4). Û ewana dixwazin bi nermî, bi hezkirin û bi qedir dilê wî bikirin (Galatî 6:1). Ev yek dikare alî wî bike, ku ew şaşiya xwe fem ke û tobe ke (2 Tîmotêyo 2:24-26). Lê hergê ew naxwaze bê guhastinê, û berdewam dike miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz here û tobe nake, vî çaxî ew gerekê ji civatê bê derxistinê. Û rûspiyên civatê elam dikin wekî ew kes îda Şedê Yehowa nîne.
Rûspî xîret dikin wekî dilê yê gunekar bi nermî, dilovanî û bi qencî berbi guhastinê hêlan kin
Lê kara vê yekê çi ye, wekî merivê ku berdewam dike gune bike, ji civatê tê derxistinê? Ya pêşin, civatêda prînsîpên Xwedêye nav-namûsiyê têne xweykirinê û civat ji hukumê xirab yê wî merivî tê parastinê (1 Korintî 5:6; 15:33; 1 Petrûs 1:16). Û ya duda, ew yek dikare alî wî merivî bike, ku gunekirinê biterikîne, û bixwaze bê guhastinê (Îbranî 12:11).
Şedên Yehowa hindava kesên ku ji civatê hatine derxistinê, çawa nin?
Kitêba Pîroz dibêje wekî heleqetiya Mesîhî gerekê tevî wî kesî tune be yê ku ji civatê hatiye derxistinê, û dibêje “tevî kesê usa xwarinê jî nexwin” (1 Korintî 5:11). Dêmek em tevî wan wede derbaz nakin. Lê yeke ew nayê hesabê ku em pişta xwe didine wan, em bi qedir in hindava wanda. Em şa dibin gava ewana têne ser civînên me, û em dikarin wana silav kin.b Û him jî ewana dikarin ji rûspiya alîkariya ruhanî bixwazin.
Ewên ku ji civatê hatine derxistinê, gava têne ser civînên me, bi dil têne qebûlkirinê
Lê ça ne halê wî kesî, yê ku ji civatê hatiye derxistinê, lê hevalzewacê wî û zarên wî Şedên Yehowa ne? Rast e heleqetiya wan tevî wî hindava rêlîgiyayê tê guhastinê, lê heleqetiya wan çawa neferên malê dîsa jî dimîne. Ewana ku malekêda dijîn, heleqetiya wane normal û bi hezkirin dîsa jî berdewam dibe.
Kesê ku ji civatê hatiye derxistinê dikare ji rûspiya hîvî ke ku ewana serlêdana wî bikin. Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz dikarin bi hezkirin û nermî wî şîret kin û hêlan kin ku ew tobe ke û vegere cem Xwedê (Zekerya 1:3). Hergê ew kirên xwe biterikîne û bi dil bixwaze dîsa pê qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz bijî, ewê dîsa jî bikaribe bibe endemê civatê. Civatêda jî wê “bibaxşînine wî û li ber dilê wîda bên”, çawa ku Mesîhiyên Korintêda kirin, gava yê gunekar gunê xwe anî rûyê xwe û tobe kir (2 Korintî 2:6-8).
Ewên ku hatibûne derxistinê çi texmîn kirine gava vegeriyane?
Dîna xwe bidinê ku Şedên Yehowa yên ku berê ji civatê hatibûne derxistine, lê paşê vegeriyane cem Xwedê, çi dibêjin.
“Gava min safî kir vegerime civatê, min tirê rûspî wê hûr bi hûr min bipirsin hela wan deha salada çaxê ez civatêda nîbûm, min çi kiriye. Lê usa nîbû. Dewsê wana tenê minra got: ‘Em dixwazin tu pêşda herî, dîna xwe bide ser vê yekê’. Paşî vê yekê dilê min usa rihet bû”—Marîa, Dewletên Yekbûyî.
“Civat hizreta min bû ku ez vegerim. Min texmîn kir ku ez qîmet im. Xûşk-birên mine ruhanî alî min kirin, wekî ez texmîn kim ku Xwedê baxşandiye min û dixwaze ez pêşda herim. Rûspî timê kêleka min bûn û alî min dikirin, wekî ez ruhanîda qenc bim. Wana dilbînî dida min û alî min kirin ku ez bawer kim, wekî Yehowa niha jî min qîmet dike û hez dike”—Malkom, Sîêrra-Lêonê.
“Ez şa me ku Yehowa cimeta xwe usa hez dike ku teşkîleta xwe temiz xwey dike. Çi jî bona kesên ji civatê der sert tê kifşê, bi rastî gelek ferz e û nîşana hezkirinê ye. Ez gelek ji Bavê xweyî ezmana razî me ku ew haqas Xwedayê dilovan û afûkar e”—Sêndî, Dewletên Yekbûyî.
a Rûspî ew hene Mesîhiyên gihîştî, yên ku pê Kitêba Pîroz hîn dikin û şivantiya cimeta Yehowa dikin, dêmek alî wan dikin û dil didine wan. Ewana bona şixulê xwe pera nastînin (1 Petrûs 5:1-3)
b Carna kesek civatê dihêle û tiştên usa dike ku zirarê dide civatê, û yên din berbi kirên xirab hêlan dike. Gava ew yek diqewime, em temiya Kitêba Pîroz hildidin hesab, kîjan ku dibêje “silavê nedine” wî kesî (2 Yûhenna 9-11).