KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 7
  • Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?
  • Pirsên Cahila
  • Têmên Mîna Wê
  • Gelo Lazim e Ez Mektebê Bihêlim?
    Pirsên Cahila
Pirsên Cahila
ijwyp serê 7
Sivdera mektebêda xortê medekirî, ber dexlê sekiniye.

PIRSÊN CAHILA

Çi Bikim Hergê Ez ji Mektebê Westiyame?

Hergê tu difikirî wekî tu ji mektebê westiyayî, ew yek femdarî ye, çimkî mektebêda dersdarên te diqewime sert in, hevaldersxanên tê ser te hukum dikin, usa jî êkzamên ku berxweketina te zêde dikin û bêhesab ders.a Keçikek bi navê Rêyçêlb usa dibêje:

“Ez hazir im herim hemû ciya, xêncî mektebê. Minra diha baş e ber devê berê bim, tevî hevalên xwe bim û hela hê alî de-bavê xwe bikim malê temiz kim û xwarinê çêkim, ne ku herim mektebê!”

Mîna Rêyçêl diqewime tu jî difikirî, wekî mekteb bona tê bûye ça kela kîderê tu mecbûr î teyax kî, heta ku mekteb xilaz be û tu aza bî. Lê gelo çi dikare alî te bike, wekî hindava mektebê nihêrandina rast xwey kî?

We zanibû? Çaxê tu nihêrandina rast hindava mektebêda pêşda tînî, hingê tu dikarî dereca xwe kontrol kî û mektebê îda hesab nekî ça cêribandina xwe. Bi rastî mekteb ça hacet e, kîjan tu didî xebatê seva ku feresetên xwe diha baş kî, yên ku axiriyê wê kêrî te bên.

Seva ku tu nihêrandina rast hindava mektebêda pêşda bînî, derheqa wan tişta bifikire:

Şikilê kaxaz û qelemê.

Hînbûna teye mektebêda. Hergê tu mektebêda rind hîn bî, axiriyêda tuyê bikaribî cûre-cûre derecên emirê xweda xwexa problêmên xwe safî kî, ne ku timê alîkariyê ji yên din bixwazî. Ji xwe bipirse: “Hergê jî hine tişt mektebêda min xweş nayên, dîsa jî ew hînbûn çida kêrhatî ye?”

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bîlaniyê û femkariyê xwey ke” (Metelok 3:21).

Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Çi Bikim wekî Mektebêda Rind Hîn bim?”

Şikilê kaxazê.

Xeysetên te. Mekteb dikare alî te bike wekî tu bikaribî rast wedê xwe xerc kî, hîn bî wededa tişta bikî û xebathez bî, dêmek xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda bînî, yên ku wê kêrî te bên gava tu mezin bî. Pirsên usa bide xwe: “Çawa hînbûna mektebêda dikare alî min bike, wekî ez bikaribim wededa tişta bikim û bibime xebatkarekî baş? Çi ez dikarim bikim, wekî wan derecada hê baş bim?”

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23).

Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Ça Hîn bim ku Wedê Xwe Rast Xerc kim?”

Şikilê du meriva, yên ku xeber didin.

Heleqetiya te tevî meriva. Xeberdana te tevî hevaldersxanên te dikare alî tê bike, ku tu bikaribî qedirê meriva bigirî û dilşewat bî. Xortek cahil bi navê Coşûa dibêje:“Hîn bî ça tevî meriva xeber dî, usa ferz e ça terîxiyê û zandariyê bizanibî. Ev yek wê temamiya emirê te kêrî te bê”. Ji xwe bipirse: “Ça mekteb alî min kir, ku çawa tevî meriva ziman bivînim, îlahî tevî wan meriva, yên ku ji miletên din in û nihêrandina kîjana ji ya min cude dibe?”

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tevî hemûya edil bin” (Îbranî 12:14).

Seva ku hê zêde înformasiya pêbihesin binihêrin gotara “Ça Ez Dikarim Xeberdana Xwe hê Baş kim?”

Şikilê merivê ku rê diçe.

Axiriya te. Mekteb dikare alî te bike wekî bizanibî çi cem te rind tê standinê û xwera nêta daynî. Keçikek cahil bi navê Brûk usa dibêje: “Tu dikarî tenê tiştekî usa hîn bî, kîjan ku wê paşê xebatêda kêrî te bê. Min hema usa kir.” Ji xwe bipirse: “Gelo paşê mektebê ezê ça ebûra xwe bikim? Çawa ezê bikaribim çi ku ez hîn bûme xebatêda bidime xebatê?”

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Şiverîya gavên xwe enene ke” (Metelok 4:26).

a Gelek prînsîpên ku vê gotarêda hatine şêwirkirinê, dikarin alî wan zara jî bikin yên ku malda hîn dibin.

b Hine nav hatine guhastinê.

Cahilên din çi dibêjin

  • Mêdîson.

    “Çaxê ez tevî hevaldersxanên xwe ser proêkta dixebitîm, min tevî cûre-cûre meriva hevkariyê dikir. Bi saya vê yekê, ez hîn bûm guh bidime hevaldersxanên xwe, yên ku bi cûrê emirê xwe û kûltûra xwe ji min cude dibûn. Hevaldersxanên min tevî hindava min heyf bûn û qedirê min digirtin, çimkî wana didît, ku ez jî hindava wanda heyf im û wana sûcdar nakim”—Mêdîson.

  • Rayan.

    “Ez hîn bûn ku ser hevaldersxanên xwe rast binihêrim. Gelek ji wan ser xwe dixebitîn, ku bibine merivne baş. Lema jî min mecal bernedida wekî wanra hine fikirên ji Kitêba Pîroz bêjim, kîjan ku dilbîniyê didin”—Rayan.

  • Brûk.

    “Mekteb alî te dike ku hîn bî tevî meriva heleqetiya baş saz kî. Tu tevî hevaldersxanên xwe temamiya rojê tevayî derbaz dikî, lema jî hîn be çi gerekê bêjî û çi na, usa jî çawa bi sebir û merd bî. Mektebêda ser dersa sportê, hûn ça kom sportêva mijûl dibin û ev yek te hîn dike ku komêda hevkariyê bikî. Vê yekê tuyê xwexa bi xwe nikaribî hîn bî”—Brûk.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin