Şîretên bona Xweykirina Edilayê
Efirandarê me mera dibêje ku em çawa dikarin tevî meriva edilayêda bin, firqî tune malda, ser xebatê yan jî tevî hevala. Dîna xwe bidine hine şîretên wîye bîlan, yên ku alî gelek meriva kirine.
Bibaxşîne Meriva
“Li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe” (KOLOSÎ 3:13).
Em gişk jî şaşiya dikin. Cara em dikarin meriva bidine xeydandinê, cara jî ewana me didine xeydandinê. Çi jî hebe, em gişk jî hewcê baxşandinê ne û gerekê hev bibaxşînin. Çaxê em dibaxşînin kesekî ku me daye xeydandinê, em îda ser wî hêrs nakevin. Em “ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî” nakin, û şaşî yan kêmasiyên wan, nakine bîra wan (Romayî 12:17). Lê heger kesek gelek dilê me êşandiye û em nikarin evê yekê bîr kin, gerekê em çi bikin? Hingê em gerekê başqe bi qedir tevî wî kesî xeber din. Û nêta me gerekê ew be ku li hev bên, ne ku îzbat kin kê neheq e û kê rast e (Romayî 12:18).
Milûk û bi Qedir be
“Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (FÎLÎPÎ 2:3).
Çaxê em milûk in û hindava merivada bi qedir in, wana xweş tê tevî me hevaltiyê bikin. Ewana zanin ku emê hindava wanda heyf û dilşewat bin, û bi hemdê xwe tu car dilê wan neêşînin. Lê heger em xwe ser merivara bigirin, yan jî timê bixwazin ya xwe bikin, emê heleqetiya orta hevda xirab kin û şer-dew wê pêşda bên. Meriv wê xwe ji me dûr bigirin, û hevalên me jî wê hindik bin, yan jî qe tune bin.
Firqiyê Nekine Nava Meriva
“Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (KARÊN ŞANDIYA 10:34, 35).
Efirandarê me firqiyê nake orta meriva ji bo milet, ziman, hebûk, yan jî rengê çermê wan. Ewî “hemû miletên dinyayê ji xûnekî xuliqand” (Karên Şandiya 17:26). Ev tê hesabê ku hemû meriv xûşk û bira ne. Gava em merivara heyf in û bi qedir in, em wana şa dikin, xwexa jî em bextewar dibin û hin jî dilê Efirandarê xwe şa dikin.
Nerm û Berbihêr Bin
“Berbihêriyê . . . li xwe wergirin” (KOLOSÎ 3:12).
Gava em berbihêr û nerm in, merivara tevî me hêsa ye. Ewana aza tevî me xeber didin û hela hê dikarin şîreta jî bidine me, çimkî zanin ku emê rihet bimînin û ser wan hêrs nekevin. Usa jî heger kesek ser me hêrs dikeve, caba meye nerm dikare hêrsa wî merivî dayne. Metelok 15:1 dibêje ku “caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike”.
Merd û Şêkirdar be
“Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (KARÊN ŞANDIYA 20:35).
Îro gelek meriv tima ne û tenê derheqa xwe difikirin. Lê bi rastî heger em dixwazin bextewar bin, em gerekê destvekirî bin (Lûqa 6:38). Merivên merd bextewar in, çimkî meriva diha zef hiz dikin, ne ku tişta. Û hema ev hizkirin hêlanê dide wan, wekî şêkirdar bin û razîbûnê bidine kifşê, gava kesek wanra qenciyê dike (Kolosî 3:15). Ji xwe bipirsin: “Ez hiz dikim tevî kê hevaltiyê bikim, tevî kesên bêşêkir û tima, yan tevî yên destvekirî û şêkirdar?” Caba vê pirsê çi eyan dike? Em gerekê hindava merivada usa bin, çawa ku dixwazin wekî ewana hindava meda bin (Metta 7:12).