KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g25 № 1 rûp. 12-13
  • Merd bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Merd bin
  • Hişyar Bin!—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EV YEK FERZ E?
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?
  • Merivên Merd Bextewar in
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Çima Lazim e Alî Merivên Din Bikim?
    Pirsên Cahila
  • Şîretên bona Xweykirina Edilayê
    Hişyar Bin!—2021
  • Ji Dayînê Lezetê Bivîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2025
g25 № 1 rûp. 12-13
Malbetek ber mala xweye sade bi şabûnê tevî mêvana nan dixwin.

HER TIŞT BIHA DIBE ÇA EBÛRA XWE BIKIN?

Merd bin

Hergê wera çetin e ebûra xwe bikin, diqewime hûn difikirin ku mecala we qe tune ye ku merdaniyê bidine kifşê. Lê bi rastî, gava em bi merdanî alî kesên din dikin, ev yek alî me dike problêmên xweye matêriyalîda ser kevin. Belê, hûn dikarin rast pera xerc kin û him jî destvekirî bin.

ÇIRA EV YEK FERZ E?

Gava em destvekirî ne, ev yek me diha bextewar dike, hela hê hingê jî hergê ev yek, çi ku em didine kesên din, tiştekî biçûk e. Hine lêkolîn didine kifşê, wekî merdanî dikare baş hukum ke ser sihet-qewata meye fîzîkî û êmosiyalî. Mesele, merdanî dikare alî me bike kêm ber xwe kevin, nekevine strêsê, tansiyona xûna me normal dibe û hela hê êşên me jî kêm dibin. Usa jî xewa me dikare diha baş be.

“Bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda” (Karên Şandiya 20:35).

Çaxê em pera didine kesên din yan jî bi cûrekî din alî wan dikin, mera diha hêsa dibe alîkariyê qebûl kin gava em xwexa jî hewcê alîkariyê dibin. Xorvard, yê ku ji Înglîstanê ye, usa dibêje: “Gava ez û jina min mecalê digerin ku alî kesên din bikin û destvekirî bin, em texmîn dikin ku mera jî hêsa dibe alîkariyê qebûl kin û kêm bona vê yekê ber xwe kevin”. Hemikî, merivên destvekirî, ku ji dil didin, tu car hîviya vê yekê nînin ku ewana wê tiştekî dewsê bistînin. Lê ewana dikarin hevalên baş qazanc kin, yên ku çetinayada wê kêleka wan bisekinin.

“Bidin, û wera jî wê bê dayînê” (Lûqa 6:38).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?

Çi ku destê teda heye, pareveke. Hergê destê teda gelek tune ye, dîsa jî tu dikarî tiştekî bikî, seva ku komekê bidî kesên din, mesele ev dikare xwarin be jî. Dûnkan û malbeta wî Ûgandayêda dimînin, ewana destteng in, lê dîsa jî ji dil dixwazin merdaniyê bidine kifşê. Dûnkan dibêje: “Her roja Ledê ez û kulfeta min, em kesekî teglîfî mala xwe dikin, wekî tevayî nan bixwin. Em şa dibin ku mecala me heye wede tevî mêvana derbaz kin”.

Hemikî, gava merdaniyê didine kifşê, lazim e usa jî serwaxt bin. Wê nerast be, hergê em bi merdaniya xwe halê malbeta xwe diha xirab kin (Îbo 17:5).

Şîret: Tevî kesekî xwarin-vexwarinê parevekin. Hergê kinc yan tiştên din cem we hene ku hûn îda nadine xebatê, wê baş be bidine wan, yên ku hewce ne, mesele hevala yan cînara. Ewana wê şa bin û ji we razî bin.


Tiştên dinda jî merd be. Pêşkêşên lape qîmet pê pera nayne kirîne. Mesele, em dikarin wede û qewata xwe xerc kin seva ku qenciyê bikin. Hela hê xeberên şîrin jî dikarin bibine pêşkêş! Lema jî timê merivara bêje ku tu çiqas wana qîmet dikî û hez dikî.

Şîret: Alî meriva bike gava wanra şixulên malêda, heyatêda, yan jî şixulên dinda alîkarî lazim e. Tu dikarî hevalekî xwera hema du giliya jî binivîsî, ku bidî kifşê wekî tu bona wî difikirî.

Gava tu mecala digerî seva ku merd bî, tuyê xwexa jî gelek kerema bistînî.

“Usa jî qencî û alîhevkirinê bîr nekin” (Îbranî 13:16).

Jin-mêrek heyata kulfeteke emirda mezin temiz dikin. Ew kulfet çaya germ dide wan.
Troy.

“Rast e mala me biçûk e, lê dîsa jî em hez dikin xwarinê çêkin û gazî hevala kin. Em şabûneke mezin distînin gava alî hevalên xwe dikin. Cara em pera jî didine wan. Lê heçî zef em wedê xwe bona wan xerc dikin. Emirê xweda em dîsa û dîsa îzbat dibin, wekî bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda”—Troy, Îsraêl.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin