KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g25 № 1 rûp. 4-5
  • Bi Rêalî ser Tişta Binihêrin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Rêalî ser Tişta Binihêrin
  • Hişyar Bin!—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIRA EV YEK FERZ E?
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?
  • Înflasiya Nav Temamiya Dinyayêda Zû Bela Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Naverok
    Hişyar Bin!—2025
  • Gumana Xwe Unda Nekin
    Hişyar Bin!—2025
  • Perê Xwe bi Bîlanî Xerc kin
    Hişyar Bin!—2025
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2025
g25 № 1 rûp. 4-5
Şikil: 1. Jinikek derva bacanên sor dikire. 2. Ew pera dirêjî jinikê dike.

HER TIŞT BIHA DIBE ÇA EBÛRA XWE BIKIN?

Bi Rêalî ser Tişta Binihêrin

Çaxê her tişt hêdî-hêdî biha dibe, em dikarin vê yekê têdernexin, îlahî hergê heqê xebata me jî zêde dibe. Lê gava bahê her tiştî nişkêva bilind dibe û heqê xebata me zêde nakin, em dikarin ber xwe kevin û bikevine strêsê, îlahî hergê em gerekê ebûra malbeta xwe bikin.

Em nikarin hukum kin ser vê yekê, ku her tişt biha dibe. Lê hergê em bi rêalî ser tişta binihêrin, emê karê bistînin.

ÇIRA EV YEK FERZ E?

Wan merivara, yên ku bi rêalî ser her tiştî dinihêrin, diha hêsa ye . . .

  • dilrihetiyê xwey kin. Çaxê dilê me rihet e, em diha zelal difikirin û safîkirinên diha baş dikin.

  • xwe ji tiştên bêkêr dûr bigirin. Mesele, wê ne bi bîlanî be xercên dewletê nedin, yan jî ser tiştên nelazim pera xerc kin.

  • tevî neferên xwe ji bo pera nekevine dewê.

  • têderxin ku ça ebûra xwe bikin, mesele perê xwe ser çi xerc kin û ser çi na.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ?

Hazir bin li gora dereca xwe guhastina bikin. Çaxê bahê her tiştî nişkêva bilind dibe, wê bi bîlanî be xercên xwe kêm kin. Hine merivên destteng her tiştî dikin, seva ku bi emirekî usa bijîn, wekî çevê xwe tiştekîda nehêlin û ev yek emirê wan diha çetin dike. Axiriyêda ewana ji bo vê yekê qidûm dikevin! Hergê malbeta te heye, dibeke tu ber xwe dikevî ku ça ebûra wan bikî. Lê dîsa jî bîr neke, wekî ji her tiştî zêdetir malbeta te hewcê hezkirin û wedê te ye.

“Kî ji we dikare bi xemên xwe, emirê xwe deqekê zêde ke?” (Lûqa 12:25).

“Lema bona roja sibê qe xema nekin, çimkî sibê xemên din wê hebin. Derdên rojê, besî rojê ne” (Metta 6:34).

Gava meriv her tiştî dikin, wekî çevê xwe tiştekîda nehêlin, ev yek emirê wana diha çetin dike

Fazîliya.

“Çawa ku Kitêba Pîrozda, 2 Tîmotêyo 3:1-da hatibû pêxembertîkirinê, em ‘rojên xilaziyêda zemanên xirabda’ dijîn. Lema jî ez ecêbmayî namînim, wekî problêmên êkonomîkî pêşda tên û her tişt biha dibe. Ez her tiştî dikim, wekî perê xwe ser tiştên nelazim xerc nekim”—Fazîliya, Azerbaycan.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin