Serhatî 63
Silêman Padşayê Bîlan
SILÊMAN hê gele cahil bû çaxê bû padşa. Ewî Yahowa hez dikir, û şîretê bavê xwe Dawid dida xevatê. Yahowa wî gele qebûl dikir, û derbekê Yahowa di xewnêda ji wî pirs kir: “Silêman, tu çi dixwazî ku ez tera bidim?”
Silêman cava xweda got: “Xwedayê min Yahowa, ez hê gele cahil im û nizanim ça padşatiyê bikim. Lema jî dixwazim wekî tu bîlaniyê minra bidî, ku bikaribim rast serwêrtiya cimeta te bikim”.
Yahowa xwastina Silêman begem kir. Ewî gotê: “Çimkî te ji min emirê dirêj û dewletiyê xwera nexwest, lê dewsa vê yekê te bîlanî xwera xwest, ezê te usa bîlan kim ku tu kes ji te bîlantir tune be. Lê serda jî ez tiştêd ku te ji min nexwestiye bidime te, hin navdariyê hin jî dewletiyê”.
Hine wede şûnda du jin hatibûn cem Silêman pê pirseke gele çetin. Yekê ji wan gotê: “Ez tevî vê jinkê di malekîda dijîm. Minra kurek hate bûyînê, û paşê du roj şûnda ewê jî kurek anî. Lê kurê wê mir, û şevê gava ez raza bûm ewê kurê xwe anî danî ber min, lê kurê mine sax-silamet hilda xwera. Çaxê ez hişyar bûm, min dîna xwe dayê ku zara ber min miriye û min tê derxist ku ev zara min nîne”.
Lê jinka dinê got: “Na! Kurê sax yê mine, lê kurê wê miriye”. Paşê jinka pêşin cava xweda gotê: “Na! Ew kurê te miribû lê yê min sax e!” Ahan seva çi orta wan şer vebibû. Gelo Silêman vî pirsî wê ça safî ke?
Silêman gote xulamê xwe ku şûr bîne, û gava ewî anî Silêman gote wî: “Zarokê bike du kera, û her yekêra kerîkî bidê”.
“Na!” Bi girînva dîya zarêye helal gote wan: “Hîvî we dikim zarê nekujin. Wî bidine wê jinkê!” Lê jinka dinê got: “Zarokê nedine ne min ne wê, wî bikine du kera”.
Xilaziyê Silêman divêje: “Zarokê nekuje! Wî bide jinka pêşin. Çimkî ew e dîya wîye helal”. Silêman zanibû ku dê, zara xwe usa hez dike, wekî hazir e wî bide kesekî dinê, tenê bira ew neyê kuştinê. Çaxê cimetê bihîst, ku Silêman ça bi aqilî ev pirs safî kir, ewana şa dibûn ku padşakî usa cem wan heye.
Wedê padşatiya Silêman, Xwedê cimet kerem dikir û hemû cûra xwarinê bereket dikir mesele: Genim û ceh, tirî û hêjîr, û dîsa gelek tişt. Kincêd baş cem meriya hebû û malêd wan jî bedew bûn. Hemû tiştêd baş cem her kesa têr-tije hebû.
1 Padşatî 3:3-28; 4:29-34.