Serhatî 64
Silêman Paristgehê Ava Dike
PÊŞÎYA mirina xwe Dawid rêberî hîşt Silêmanra seva avakirina paristgehê. Ev rêberî ji Yahowa bû. Wedê padşatiya xwe di sala çarada Silêman destpêdike avakirina paristgehê. Heft sal û nîv lazim hatin ku paristgeh bê ava kirinê. Weke dehe hezar mêr paristgeh ava dikirin, û gele pere lazim hatin seva avakirinê, çimkî di paristgehêda gele tişt ji zêr û zîva hatin çêkirinê.
Di paristgehêda, ça mîna di konê Yahowada, du otaxê ferz hebûn. Ew otax ji otaxêd kon du car mestir bûn. Di otaxa pêşinda Silêman qutiya peymanê danî, lê hemû tiştêd dinê yê ku di konêda hebûn, Silêman danî otaxa duda.
Çaxê paristgeh ava bû, wana eydeke mezin kivş kirin. Li ser vî şikilî tu dikarî bivînî ça Silêman ber paristgehê li ser çoka rûniştiye û Xwedêra dua dike. Silêman gote Yahowa: “Wa ezmanê-ezmana nikarin te cîwar kin, lê ku ma ew paristgeh yê ku min ava kir. Lê Xwedayê min, hîvî te dikim, bibihê wan dua yê ku cimeta te wê ji vir tera dua bikin”.
Gava Silêman duayê xwe xilaz kir, agir jorda li ser qurbangehê hat û qurbana wan şewitand. Li nav paristgehê ronaya ji Yahowa diçûrisî. Bi vê yekê hate femkirinê ku Yahowa bihîst û qebûl kir duayê Silêman, û ev paristgeh jî dilê wî xweş hat. Paristgeh ji konê pîroz hê baş bû, û cimet îda di paristgehêda serê xwe ber Yahowa datanîn.
Nava gele sala Silêman bi bîlaniyê serkartî dikir û cimet bextewar bû. Lê Silêman gele jin ji welatêd dinêna xwera anî, yê ku Yahowara qulix nedikirin. Divînî ça jineke wî serê xwe ber pût datîne? Xilaziyê wana usa kir ku Silêman jî destpêkir serê xwe ber pûta dane. Zanî ji bo vê yekê çi qewimî? Ewî îda ne bi remtiyê li ser meriya hukumtî dikir. Ew bû dilkafir û cimet bin padşatiya wî îda bextewar nîbûn.
Ji vê yekê Yahowa gele li ser Silêman hêrs ket û lema jî gotê: “Ezê padşatiyê ji te bistînim û bidime kesekî din. Ev yek paşî emirê te wê biqewime, wedê serkartiya kurê te. Lê ez naxwazim ku ji kurê te padşatiya li ser temamiya cimetê bê standinê”. Were em pêbihesin ça ev yek qewimî.
1 Dîrok 28:9-21; 29:1-9; 1 Padşatî 5:1-18; 2 Dîrok 6:12-42; 7:1-5; 1 Padşatî 11:9-13.