Serhatî 102
Îsa Sax E
ZANÎ ev kulfet û du mêrêd ku pêşiya wê sekinîne kî ne? Ev kulfet şagirtê Îsa ye, navê wê Meryema Mejdelanî ye. Lê mêrêd bi kincêd sipî, milyaket in. Gava Meryem kete tirba ku bedena Îsa têda danî bûn, ewê dît ku tirbe vala ye. Gelo kî hilda bedena Îsa? Were em pêbihesin.
Paşî mirina Îsa keşîşa Pîlatora gotin: “Gava Îsa hê sax bû, ewî digot ku roja sisiya ji mirinê wê rabe. Niha emir ke ku esker miqatî tirbê bin, û nebe ku şagirtêd wî bên bedena wî hildin û cimetêra bêjin, ku ew ji mirinê rabûye!” Pîlato îzin da keşîşara wekî ewana eskerêd nobedar ber tirba Îsa bidine sekinandinê.
Paşî mirina Îsa, roja sisiya qereberbanga sibehê zû, nişkêva milyaketekî Yahowa hate ber tirba Îsa. Ewî kevir ji ber tirbê wêda kir. Eskerêd nobedar jî usa tevîhev bûn, ku ji tirsa ji ciyê xwe neleqyan. Xilaziyê gava ewana hindurê tirbê nihêrîn, li vir bedena Îsa îda tune bû. Hine ji nobedara çûbûn şeherê û tiştêd ku qewimîn keşîşara gilî kirin. Zanî ev keşîşêd zulim çi kirin? Keşîşa pere dane nobedara, seva ku ewana derewa bikin. Wana gote eskerra: “Bêjin, wekî gava em xewra çûn, şagirtêd Îsa hatin û bedene wî dizîn”
Wê demê hine jinêd ku şagirtêd Îsa bûn, hatin ber tirbê. Gava wana dît ku tirbe vala ye, ewana gele ecêvmayî bûn! Nişkêva du milyaket bi kincêd qerqaş xuya bûn û gotin: “Hûn çima Îsa li vir digerin? Ew ji nav miriya rabûye. Zû herin evê yekê bêjine şagirtêd wî”. Kulfet jî leze-lez ji tirbê derketin û çûn! Lê rêva mêrek rastî wan hat. Zanî ev kî bû? Belê, ev Îsa bû! Ewî jî gote wan: “Herin û hemû tişt şagirtêd minra bêjin”.
Gava kulfeta ev hemû tişt şagirtara gilî kirin, ku Îsa sax e û wana wî dît, ewana bawer nekirin. Lema jî Petrûs û Yûhenna bê eglekirinê revîn ber tirbê ku xwexa hemû tiştî bivînin, lê çimkî tirba Îsa vala bû, Petrûs û Yûhenna paşda vegeriyan û çûn. Lê Meryema Mejdelanî li vir ma. Gava ew kete hindurê tirbê, ewê du milyaket dît.
Lê gelo bedenê Îsa ça bû? Xwedê bedena wî betavekir. Gava Xwedê Îsa sax kir ew paşda nebû merivê bi bedenê, Xwedê Îsara bedena ruhanî da, û ew îda ça milyaket hate sax kirinê. Lê seva ku şagirtêd wî bizanibin ku ew îda sax e, Îsa bedenê meriya dida xevatê wekî şagirt bikaribin wî bivînin. Derheqa vê yekê hê zêde emê paşê pêbihesin.
Metta 27:62-66; 28:1-15; Lûqa 24:1-12; Yûhenna 20:1-12.