KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 103
  • Hindurê Otaxa Dadayî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hindurê Otaxa Dadayî
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa ji Mirinê Rabû
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Sax E
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 103

Serhatî 103

Hindurê Otaxa Dadayî

ÇAXÊ Petrûs û Yûhenna ji tirba Îsa derketin û çûn, Meryem li wir tenê ma. Ewê destpêkir bigirî. Paşê, ça em îda pêhesiyan, ewê xwe kûz kir û hindurê tirbê nihêrî. Wî çaxî ewê du milyaket dît! wana gote wê: “Tu çima digirî?”

Meryemê got: “Wana Xudanê min hildane û ez nizanim ew danîne ku derê”. Gava ewê ev yek got, li pişt xweva zivirî û mêrek dît, yê ku wêra got: “Tu li kê digerî?”

Meryemê tirê ku ev mêr rezvan e, û dibek jî ku ewî bedena Îsa bir, lema jî ewê gote wî mêrikî: “Heger te ew hildaye, minra bêje te ew daniye ku”. Lê bi rastiyê ev mêr Îsa bû. Ew bi bedena merivekî hate xuyanê, lema jî Meryem wî nas nekir. Lê gava Îsa navê Meryemê hilda, ewê tê derxist ku ew Îsa ye. Meryem pêra-pêra revî cem şagirta, û gote wan: “Min Xudan dît!”

Hine wede şûnda hema wê rojê, du şagirt çûbûn gundekî bi navê Emwas. Li wir merîk rastî wan hat. Şagirt gele berxwe ketibûn, seva ku Îsa hatibû kuştinê. Lê rêva ew mêr ji Kitêba Pîroz wanara gele tişt şirovekir, û bi vê yekê derdê wan hinekî sivik kir. Xilaziyê, gava ewana di malekîda xwarinê dixwarin, wî mêrikî nan hilda, dua kir, nan ker kir û da wan. Usa wana fem kir ku ew Îsa ye. Hîngê Îsa ber çevê wan betavebû. Lê şagirt lez ketin çûne paşda Orşelîmê, wekî hemû tişt şandiyara gilî kin.

Heta ewana gihîştin cî, Îsa usa jî Petrûsra hate xuyanê. Gava şagirtêd mayîn derheqa vê yekê pêhesiyan şabûn kete dilê wan. Çaxê ew du şagirt gihîştin Orşelîmê û şandiya dîtin, wana jî gilî kir, ku Îsa çawa rêva rastî wan hat. Ew xeverdana wan hê xilaz nebibû û nişkêva tiştekî bi keremet qewimî. Zanî ev çi bû?

Hela dîna xwe bide şikil. Deriyê otaxê dadayî ye, lê Îsa bi keremetê kete otaxê! Bide hesavê xwe, şagirtêd Îsa çiqas şa dibin! Rastî jî şikir vê rojêra! Usa nîne? Hela hesav ke çiqas cara Îsa xwe nîşanî şagirta kir. Weke pênc cara derket, yan na?

Çaxê Îsa şandiyara hate xuyanê, şandîkî Îsa bi navê Tûma, ne li wir bû. Lema jî şagirta wîra gilî kirin: “Me Xudan dît!” Lê ewî wanara got, ku heta ew xwexa pê çevê xwe wî nevîne, wê bawer nake. Weke heyşt roja şûnda, şagirt dîsa jî di otaxêda top bûn û derî pişt xweva dadan. Wî çaxî Tûma jî tevî wan bû. Nişkêva, Îsa hema nav wan di otaxêda xuya bû. Îjar Tûma îda bawer kir ku Îsa rastî jî sax e.

Yûhenna 20:11-29; Lûqa 24:13-43.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin