Serhatî 116
Çi Em Gerekê Bikin Wekî Heta-hetayê Bijîn
HELA binihêre ev keçika biçûk tevî hevalêd xwe çi dixûne? Belê, ewana jî hema vê kitêbê dixûnin, yê ku niha di destê teda ne, dêmek kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”. Ewana jî mîna te niha serhatiya 116 dixûnin navê kîjanî usa ne: “Em çi gerekê bikin wekî heta-hetayê bijîn”.
Lê zanî derheqa çi ewana niha pêdihesin? Hergê em dixwazin heta-hetayê bijîn, pêşiyê em gerekê bizanibin derheqa Yahowa û kurê wî Îsa. Kitêba Pîroz divêje: “Hergê em dixwazin heta-hetayê bijîn, em gerekê Xwedayê yekanî û rast, usa jî kurê wiye Îsa Mesîh, yê ku ewî şandibû erdê, nas kin”.
Lê ça em dikarin nasiya xwe bidine Yahowa û kurê wî Îsa Mesîh? Mesele, hergê em kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz” ji serî heta xilaziyê bixûnin. Di vê kitêbêda gele tişt derheqa Yahowa û Îsa tê gilî kirinê, usa nîne? Ev kitêb usa jî gilî dike derheqa şixulêd wan, yê ku wana îda kir, û derheqa wan şixula yê ku ewana li axiriyê wê bikin. Lê em gerekê ne tenê vê kitêbê bixûnin.
Hela dîna xwe bide, ku kêleka van zara dîsa kitêbek heye. Ev, Kitêba Pîroz e. Bêje kesekî, wekî tera ji Kitêba Pîroz van herfê nivîsara bixûnin, li ser hîmê kîjanî ev hemû serhatî hatin nivîsarê. Xwendina Kitêba Pîroz wê alî te bike, wekî tu Xwedêra rast qulix kî û bijî heta-hetayê. Lema jî xwera bike xeyset wekî timê Kitêba Pîroz bixûnî.
Lê bi rastiyê tenê nas bikin Yahowa û Îsa Mesîh, bes nîne. Hergê jî tu rind bizanibî ewana derheqa çi hîn dikin, ev jî wê bes nîbe seva jiyîna heta- hetayî. Lê gelo çi dîsa lazim e?
Lazim e em çi jî pêdihesin, bidine xevatê. Cihûdayê Îsxeryotî tê bîra te? Ew yek ji wan donzdeh şandiya bû, yê ku Îsa jibartibû. Cihûda gele tişta derheqa Yahowa û Îsa zanibû. Lê çi serê wî qewimî? Hinek weda şûnda ew bû merîkî xwehez, û seva 30 zîva ewî nemamiya Îsa kir. Lema jî Cihûda heta-hetayê wê najî.
Niha merivek bi navê Gehazî bîna bîra xwe, derheqa wî em di serhatiya 69-da pêhesiyan. Ewî kincêd û zêr-zîvê ku pêra nediket, dixwest hilda xwera. Seva ku van tişta bistîne, ew hela hê derew kir. Lema jî Yahowa wî ceza kir. Hergê em gura qanûnêd Yahowa nekin, ew wê me jî ceza ke.
Lê di terîxiyêda hebûn meriyêd usa, yê ku bi helalî Yahowara qulix dikirin. Em jî dixwazin mîna wan bin, usa nîne? Meselekî baş mera gedê biçûk bi navê Samûyêl hîşt. Di serhatiya 55-da, em pêhesiyan ku Samûyêl hê weke çar-pênc salî bû, gava destpêkir di konê Yahowada qulix ke. Lema jî firqî tune tu çend salî yî, tu jî îda mezin î û dikarî Yahowara qulix kî.
Lê dîsa kesek heye, ku em dixwazin çev bidine meselê wî. Belê, ev Îsa Mesîh e. Di serhatiya 87-da em pêhesiyan ku Îsayê cahil, gava di paristgehêda bû, derheqa Bavê xweye ezmana tevî meriya xeber dida. Ka were em jî usa bik in. Were em çiqas dikarin hê gele meriyara gilî kin, derheqa Xwedayê xwe Yahowa û kurê wiye Îsa Mesîh. Hergê em usa dikin, emê bikaribin bijîn di cinetê Xwedêda heta-hetayê.
Yûhenna 17:3; Zebûr 145:1-21.