KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwbq gotar 147
  • Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Heta-Hetayê Bijîyî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Heta-Hetayê Bijîyî?
  • Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Caba Kitêba Pîroz
  • Nihêrandina Nerast Derheqa Emirê Heta-Hetayê
  • Em Dikarin Heta-Hetayê Bijîn!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Xwedê Çi Bona Me Kiriye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Hûn Çi Dikarin Bikin wekî Dinya Tezeda Bijîn
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Çi Em Gerekê Bikin Wekî Heta-hetayê Bijîn
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
ijwbq gotar 147
Zar mezin dibe û dibe xort

Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Heta-Hetayê Bijîyî?

Caba Kitêba Pîroz

Kitêba Pîroz soz dide: “Ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Ça tu dikarî qirara Xwedê bînî sêrî?

  • Xwedê û Kurê wî Îsa nas ke. Duayê xweda Îsa gote Xwedê: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Em çi cûre dikarin Xwedê û Îsa “nas kin”? Lazim e Kitêba Pîroz hîn bin û çi ku vê da nivîsar e bînin sêrî.a Kitêba Pîroz fikirên Efirandarê me, Yehowa Xwedê, mera eyan dike (Karên Şandiya 17:24, 25). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa Kurê wî, Îsa Mesîh, yê ku “gotinêd jiyîna heta-hetayê” hîn dikir (Yûhenna 6:67-69).

  • Baweriya xwe qurbanbûna Îsa bîne. Îsa hate ser erdê, wekî “berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Metta 20:28). Qurbanbûna Îsa mecal da însanetê, wekî ser erdê Cinetê heta-hetayê bijîn (Zebûr 37:29).b Îsa got: “Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Emê bi wê yekê baweriya xwe hindava Îsa bidine kifşê, hergê hînkirinên wî emirê xweda bînin sêrî û qirara Bavê wî biqedînin (Metta 7:21; Aqûb 2:17).

  • Tevî Xwedê heleqetiya nêzîk saz ke. Xwedê me teglîf dike ku bibine dostê wî (Aqûb 2:23; 4:8). Xwedê herheyî ye. Mirinê tu car ser wî hukum neke, ew dixwaze wekî dostên wî jî herheyî bijîn û tu car nemirin. Bi saya Kitêba Pîroz ew dostên xwera dibêje: “Dilê we bira bijî heta-hetayê!” (Zebûr 22:26).

Nihêrandina Nerast Derheqa Emirê Heta-Hetayê

Nihêrandina nerast: Însanetê mecalê xwera bivîne, ku heta-hetayê bijîyî.

Îzbatî: Raste roja îroyîn mêdîsîna gelek pêşda çûye û difikirin ku wê bikaribin emirê meriva dirêj kin, lê dîsa jî ewana wê tu car nikaribin emirê heta-hetayê bidine meriva. Tenê Xwedê dikare emirê heta-hetayê bide meriva, çimkî ew e “kanîya jîyanê” (Zebûr 36:9). Xwedê soz dide ku wê emirê heta-hetayê pêşkêşî merivên amin bike ke û ewana wê tu car nemirin (Îşaya 25:8; 1 Yûhenna 2:25).

Nihêrandina nerast: Tenê merivên ji rasayên bijartî wê heta-hetayê bijîn.

Îzbatî: Xwedê firqiyê nake orta meriva. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:34, 35). Merivên ji cûre-cûre miletî û berekî wê bikaribin heta-hetayê bijîn, hergê gura Xwedê bikin.

Nihêrandina nerast: Emirê heta-hetayê wê hewas nîbe.

Îzbatî: Emirê heta-hetayê pêşkêşa Xwedê ye, ew me hiz dike û dixwaze, wekî em bextewar bin (Aqûb 1:17; 1 Yûhenna 4:8). Xwedê zane, seva ku meriv bextewar be, ew gerekê şixulê hewasva mijûl be (Waîz 3:12). Xwedê soz dide, wekî dinya tezeda cem her kesa wê xebata hewas hebe, ya ku wê karê bide wan û merivên wane hizkirî (Îşaya 65:22, 23).

Xêncî vê yekê, meriv wê her roj tiştên teze derheqa Efirandarê xwe û efrînên wî pêbihesin. Xwedê xwestina her-heyî bijîn kiriye dilê meriva, û xwestina ku hê zêde derheqa wî pêbihesin. Lê dîsa jî “mirov nikare ji destpêkê heta dawiyê karê ku Xwedê çêkiriye bibîne û derxîne” (Waîz 3:10, 11). Lema jî cem wan meriva yên ku wê heta-hetayê bijîn, wê timê mecal hebe tiştên teze pêbihesin û şixulên hewasva mijûl bin.

a Şedên Yehowa dikarin alî te bikin hînkirina Kitêba Pîroz derbaz bî. Bona hê zêde elametî binihêre vîdêo “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?”

b Binihêre têma “Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin