KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 3 rûp. 6
  • Sêlava Dinyayê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sêlava Dinyayê
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Sêlava Dinyayê; Kî Gura Xwedê Kir?
    Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê
  • Gemiya Nuh
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Serhatiya Nuh û Sêlava Dinyayê; Ev Çîrok e yan Rêalî bû?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Nuh Gemiyê Ava Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 3 rûp. 6
Gemî ser avêra diçe, baran dibare û av zêde dibe

SERÊ 3

Sêlava Dinyayê

Xwedê dinya zulm qir dike, lê Nuh û malbeta wî xilaz dike

BENDE li ser erdê zêde dibûn, û pey vê yekêra gune û zulmî jî zêde dibûn. Di wan wedada tenê pêxemberek hebû, ev Henox bû, yê ku pêxembertî dikir, wekî rojek wê bê çaxê Xwedê merivêd zulm qir ke. Lê çi jî hebû, zulmî yeke li hev zêde dibûn. Hine milyaket miqabilî Xwedê rabûn, ewana ji ezmana peya bûne erdê xwe kirin dilqê meriya û zewicîn tev jina. Wede şûnda wanra zar dibûn. Ev zar terikî dibûn, hin jî pir qewat û zulm derdiketin. Navê wan nefîl bû. Ewana zulmî û xûnrêtin li ser erdê zêde kirin. Xwedê gelek berxweket û dilê wî gelek êşiya, çaxê ewî li ser van tişta nihêrî.

Paşî Henox, merîk li ser erdê dijît yê ku çev nedida merivêd zulm û ne mîna wan bû, navê wî Nuh bû. Ew û malbeta wî hemû tiştî dikirin, wekî rast bijîn ber Xwedê. Xwedê safî kir merivêd zulm qir ke, lê Nuh û heywana xilaz ke. Lema jî ewî emir kir, wekî Nuh gemiya pir mezin ava ke, yê ku wê dirêj û kêmber bûya. Di gemiyêda, Nuh neferêd xweva û usa jî cûre-cûre heywan dikaribûn wedê Sêlava temamiya dinyayê, xilazbûna. Nuh gura Xwedê kir. Weke 40 yan 50 sal, Nuh gemî ava dikir, ewî usa jî “rastî dannasîn dikir” (2 Petrûs 2:5). Nuh elamî meriya dikir, derheqa nêzîkaya Sêlavê, lê tu kes guh nedida wî. Ahan wede hat, wekî Nuh neferêd xweva û usa jî heywan bikevine gemiyê. Çaxê Xwedê pey wanra derî dada, xuşîniya baranê destpêbû.

Weke 40 şevî û 40 rojî xuşîniya baranê bû, û erd temam kete bin avê. Merivêd zulm qir bûn. Çend meh şûnda, av daket û gemî li ser çiyê sekinî. Hine wede şûnda, ewêd ku gemiyêda bûn, derketin. Di gemiyêda ewana weke salekê man. Nuh, ji Yahowa gele razî bû ku ewana xilaz bûn. Lema jî, ewî qurban Yahowara da. Xwedê qebûl kir ev qurban, û soz da Nuh û neferêd wî, ku îda tu car erdê û hemû bînbera pê Sêlavê wê qir neke. Çawa dilbînî seva wan, Yahowa nîşanek wanara kifş kir, ev keskesor bû.

Paşî Sêlavê, Xwedê temiyêd teze da meriya. Ewî îzin da wana bixwin goştê heywana, lê îzin neda ku xûnêva bixwin. Xwedê usa jî gute zuretêd Nuh, wekî ewana bela bin li ser temamiya erdê, lê hineka ji wan gura Xwedê nekirin. Bin serwêrtiya Nemrûd, merî top bûn, wekî di şeherê Babîlonêda destpêkin birca mezin ava kin. Ewana rind zanibûn temiyêd Xwedê ku gerekê li ser temamiya erdê bela bin, lê yeke ev temiya Xwedê înkar kirin. Lema jî Xwedê zimanê wan tevî hev xist, û wana destpêkir xeberdin li ser cûre-cûre zimana. Ji femnekirina zimanê hev, ewana avakirina bircê dane sekinandinê, û ji hev bela bûn.

Li ser hîmê kitêbêd Destpêbûn serê 6 heta 11; Cihûda 14, 15.

  • Ça gune û zulmî, bela bû li ser temamiya dinyayê?

  • Nuh ça îzbat kir ku ew merîkî amin e?

  • Paşî Sêlavê, Xwedê meriyara çi qedexe kir ku bixwin?

EWANA RIYA XWEDÊDA DIÇÛN

Zuretêd Adem û Hêwayê nîvê zef înkar kirin serwêrtiya Yahowa. Lê hebûn meriyêd rast jî. Yê pêşin Habîl bû, kurê Adem û Hêwayê. Henox û Nuh jî pê giliyê Xwedê dijîtin. Derheqa wan tê gotinê, wekî ewana riya Xwedêda diçûn (Destpêbûn 5:22; 6:9). Di Kitêba Pîrozda hene gele mesele, derheqa jina û mêra yêd ku gura Xwedê dikirin, û qebûl dikirin Xwedê ça Hukumdarê xwe.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin