SERÊ 11
Kilamêd ku ji Bîna ber Xwedê Hatine Nivîsarê
Dawid û yêd dinêna kilamêd hebandinê dinivîsin. Di Kitêba Zebûrda 150 kilamêd usa hatine nivîsarê
KITÊBA lape mezin, di Kitêba Pîrozda ev heye topkirina kilamêd pîroz. Seva hazirkirinê û nivîsara vê kitêbê, weke 1 000 sal lazim hat. Di vê kitêba Zebûrada, gelek kilamêd dilgerm hene, û usa jî kilamêd derheqa baweriyê. Ev kilam derbazî me dikin cûre-cûre êmosiyêd wan meriya, yêd ku ev zebûr nivîsîne. Mesele, nav wanda hene kilamêd derheqa şabûnê, razîbûnê, duakirinê, berxveketinê û tobekirinê. Ça tê kifşê zebûrbêja îtbariya xwe Xwedê dianîn, û heleqetiya wane nêzîk tevî Xwedê hebû. Were em niha binihêrin, di van Zebûrada derheqa çi tê gotinê.
Yahowa hukumdarê qanûnî ye, yê ku hêja ye wekî em wî hurmet kin û wîra qulix kin. Di Zebûra 83:18-da, em dixûnin: “Navê te, Yahowa ye! Û yê ku li ser tevaya Gerdûnê [Rûyê erdê, DT] Herî Bilind e, tenê tu yî!, AB”. Hine zebûr, navê Yahowa pîroz dikin seva efirînêd wî, mesele seva keremetêd tebiyetê, steyrkêd ezmana û efirandina bedena meriya (Zebûr 8, 19, 139, 148). Hinek jî Yahowa Xwedê hurmet dikin, ça Xwedêyê ku xilaz dike û xwey dike wan meriya, kî ku wîra amin in (Zebûr 18, 97, 138). Yêd din jî Yahowa hurmet dikin seva rastiya wî, çimkî ew meriya ji çetinaya xilaz dike, û merivêd xirab jî ceza dike (Zebûr 11, 68, 146).
Yahowa alîkariyê û berdiliyê dide wan meriya, yêd ku wî hez dikin. Di Zebûra 23-da yê ku ji zebûrêd dinêna gelek navdartir e, Dawid, Yahowa himberî şivanekî dilgerim dike, yê ku rêberiya bexikêd xwe dike, wana xwey dike û miqatî wan dibe. Zebûra 65:2 dîna me dide ser wê yekê, ku Yahowa ew Xwedê ye “yê ku duaya dibihîze, AB”. Gelek ji wan meriya yêd ku gunê giran kirine, hêsabûnê û dilgermiyê dibînin ji Zebûra 39 û 51. Di van Zebûrada tê şirovekirinê, ku Dawid ji gunêd xweyî giran poşman dibe û tobe dike, usa jî gumana wî hebû, wekî Yahowa wê bibaxşîne wî. Zebûra 55:22 jî me hêlan dike, wekî timê îtbariya xwe Yahowa bînin û hemû barêd xwe tesmîlî wî bikin.
Bi saya Padşatiya Mesîh, Yahowa wê halê dinyayê biguhêze. Di Zebûrada hine ciya, derheqa Mesîh, Padşayê sozdayî hatine nivîsarê. Di Zebûra 2-da nivîsar e, wekî ev Padşa wê qir ke wan cimeta, yêd ku miqabilî wî diçin. Zebûra 72 dibêje, wekî ev Padşa wê kuta ke birçîbûniyê, nerastiyê û zulmiyê. Di Zebûra 46:9-da tê gotinê, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya Mesîh, hemû şera bide sekinadinê û hemû çeka jî bide hildanê. Di Zebûra 37-da jî em dixûnin, ku merivêd zulmkar wê bimirin, lê meriyêd qenc wê li ser erdê heta-hetayê bijîn û şa bin di edilayiyêda û bextewariyêda.
Li ser hîmê kitêba Zebûr.