KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 24 rûp. 27-28
  • Pawlos Civatara Dinivîse

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pawlos Civatara Dinivîse
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Şîret Derheqa Bawerbûnê, Rabûn-Rûniştandinê û Hezkirinê
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Pawlos Di Romêda
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Cineta Undakirî
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Cinet û Merivêd Pêşin
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 24 rûp. 27-28
Pawlos girtiyê malê ye û pê rêberiya wî nema dinivîsin

SERÊ 24

Pawlos Civatara Dinivîse

Nemêd Pawlos, mesîhiyêd pêşin dişidînin

ŞIXULÊD civata mesîhiyêd teze, gelek lazim bûn bona qedandina nêta Yahowa. Lê mesîhiyêd pêşin derbêra rastî peyketina hatin. Gelo ewana wê bikaribin çetinayêd di civatêda û hin jî çetinayêd ji civatê der, teyax kin û amin bimînin? Di Mizgînîda, dêmek di Nivîsarêd Yûnaniyada 21 neme hene, yêd ku şîretêd kêrhatî didine me, û me dilgerim dikin.

Ji van 21 nema, 14 hev, ji Romayî heta Îbranî, Pawlosê şandî nivîsî. Navê van nema eyan dikin, ku her nemek bona kê hatiye nivîsarê, bona merivekî, yan bona civatekî. Werên em niha hine fikirêd ji van nema pêbihesin.

Namûs û rabûn-rûniştandin. Kî ku bênamûsiyê, qaviyê û gunêd dinêye giran dikin “padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-21; 1 Korintî 6:9-11). Rast e qulixkarêd Xwedê ji cûre-cûre mileta nin, lê gerekê yektiyê xwey kin (Romayî 2:11; Efesî 4:1-6). Ewana gerekê bi dil û eşq alî wan xûşk-birêd xwe bikin, yêd ku tengasiyêda nin (2 Korintî 9:7). Pawlos şîretê dide: “Her gav dua bikin”. Ev alî mesîhiya dike, wekî ewana hemû nêtêd dilê xwe Yahowara vekin (1 Têsalonîkî 5:17; 2Têsalonîkî 3:1; Fîlîpî 4:6, 7). Seva ku Xwedê duayêd wana bibihê, lazim e pê bawerbûnê dua bikin (Îbranî 11:6).

Malbet ça dikare bextewar be? Mêr gerekê jina xwe hez bike ça bedena xwe, lê jin gerekê kûr qedrê mêrê xwe bizanibe. Zarara lazim e gura dê-bavê xwe bikin, çimkî ev yek Xwedê xweş tê. Dê û bav gerekê bi hezkirin zarêd xwe şîret kin, û şîretêd ji xebera Xwedê bidine xebatê (Efesî 5:22-6:4; Kolosî 3:18-21).

Xerîteye ku dide kifşê, wekî Pawlos kîderê nemên xwe nivîsî

Femkirina nêta Xwedê. Qanûna Mûsa cimeta Îsraêl xwey dikir û heta hatina Îsa rêberiya wan dikir (Galatî 3:24). Lê mesîhiyara, seva ku Xwedêra qulix kin, eseyî nîbû ku xwe van qanûnava bigirin. Di nema Îbranîda, mesîhiyêd cihûra, Pawlos hûr bi hûr şirovedike, ku qanûna Mûsa seva çi hatibû dayînê, û ça nêta Xwedê bi Îsa Mesîh tê sêrî. Pawlos şirovekir, wekî di van cûre-cûre qanûnada nêta pêxembertiyê hebûn. Mesele, qurbankirina heywana, kifş dikir qurbankirina Îsa, kîjan ku rastî jî gunêd meriya afû dike (Îbranî 10:1-4). Paşî mirina Îsa, Xwedê peymana qanûna Mûsa, da guhastinê, çimkî van qanûna şixulê xwe îda kirin (Kolosî 2:13-17; Îbranî 8:13).

Civata Mesîhiyên qirna yekê guh dide, gava nemên Pawlos wanara dixûnin

Rêberî bona şixulêd civatê. Mêrêd, ku dixwazin serwêrtiyê bikin di civatêda, gerekê pê normêd namûsiyêye mezin bijîn, û ruhanîda gihîştî bin (1 Tîmotêyo 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). Qulixkarêd Yahowa, gerekê her gav top bin û hevdu dilgerm kin (Îbranî 10:24, 25). Civata mesîhiya gerekê qayîm kin, û wana şîret kin (1 Korintî 14:26, 31).

Pawlos ji her du nemêd xwe Tîmotêyora, yek di Romêda nivîsî. Wî çaxî ew girtî bû, û hîviya sûcê xwe bû. Tenê çend hevalêd wî netirsiyan bêne cem wî. Pawlos fem dikir wekî wedê wî hindik maye, û ewî nivîsî: “Lecêda ez qenc revîm, min riya xwe qedand, bawerî xwey kir” (2 Tîmotêyo 4:7). Ça eyan e, Pawlos paşî vê yekê zûtirekê hate kuştinê. Lê nemêd wî, heta roja îroyîn rêberiyê didine mesîhiyêd rast.

Li ser hîmê kitêbêd Romayî; 1 Korintî; 2 Korintî; Galatî; Efesî; Fîlîpî; Kolosî; 1 Têsalonîkî; 2 Têsalonîkî; 1 Tîmotêyo; 2 Tîmotêyo; Tîto; Filîmon; Îbranî..

  • Çi tê gotinê di nemêd Pawlosda, derheqa namûsiyê û rabûn-rûniştandinê?

  • Çi digot Pawlos derheqa wê yekê, ku ça nêta Xwedê tê sêrî bi Îsa?

  • Pawlos çi rêberî da bona şixulêd civatê?

KÎ YE ZURETA SOZDAYÎ?

Paşî gunekirina Adem û Hêwayê, Xwedê bi xeberdana sîmbolîk gote mer: “Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatiyê daynim, ewê serê te bihincirîne û tê jî peniya wê bigezî” (Destpêbûn 3:15, PKM). Di Kitêba Pîrozda, “merê berê” tê gotinê ser Şeytan Mîrê-cina (Eyantî 12:9). Lê gelo kî bû ev Zureta sozdayî, dêmek Xilazkar? Ev pirs di Kitêba Pîrozda, hêdî-hêdî nava gelek salada dihate eyankirinê.

Weke 2 000 sal paşî qewimandina di baxçê Adenêda, Yahowa got wekî Zureta sozdayî wê ji Birahîm bê (Destpêbûn 22:17, 18). Çend sed sal derbaz bûn, Pawlos nîşan kir wekî para vê zureta pêşin, Îsa Mesîh bû (Galatî 3:16). Di Kitêba Destpêbûn 3:15-da hatibû pêxembertî kirinê, wekî bi sîmbolîk peniya Îsa wê bê gestinê, ev yek hate sêrî çaxê Îsa kuştin. Lê Xwedê Îsa sax kir, û “aliyê ruhanîda jîyînêra hate vegerandinê” (1 Petrûs 3:18).

Xwedê qirar kir, wekî 144 000 merî bibine para zureta duda (Galatî 3:29; Eyantî 14:1). Ewana têne saxkirinê seva emirê ruhanî, wekî tevî Îsa Mesîh di Padşatiya Ezmanada serwêrtiyê bikin (Romayî 8:16, 17).

Zûtirekê Îsa Padşayê gelek zor, wê qira Şeytan Mîrê-cina û zureta wî, dêmek meriyêd zulm, û usa jî qira cinêd ku pey Mîrê-cina çûn, bîne (Yûhenna 8:44; Efesî 6:12). Serkartiya Îsa wê hemû meriyêd guhdarra şabûn û edilaiyê bîne. Xilaziyê Îsa wê“serê” Mîrê-cina bihincirîne, û wî kuta ke heta-hetayê (Îbranî 2:14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin