KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 6 rûp. 20-rûp. 21 abz. 5
  • Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Gemiya Nuh
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Sêlava Temamiya Dinyayê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Nuh Gemiyê Ava Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Keskesora Pêşin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 6 rûp. 20-rûp. 21 abz. 5
Heta ku av daketa, gemî ser avê bû

DERSA 6

Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Nuh, malbeta wî û heywan ji gemiyê dertên

Nuh, malbeta wî û heywan ketine gemiyê. Yehowa derê gemiyê dada, û baran destpêbû. Baran usa qayîm dibarî, wekî gemî ser avê ket. Axiriyê temamiya erdê tije av bû. Merivên xirab, yên ku neketine gemiyê, mirin. Lê Nuh û malbeta wî hatine xweykirinê. Bide ber çevê xwe, ewana çiqas şa dibûn, wekî gura Yehowa kirin!

Baran 40 roj û 40 şeva dibarî û paşê sekinî. Paşî wê yekê av hêdî-hêdî dadiket. Xilaziyê, gemî ser çiyê sekinî. Nuh û malbeta wî nikaribûn ji gemiyê derketana, çimkî av hela hê bi temamî daneketibû.

Av hêdî-hêdî dadiket. Nuh û malbeta wî salekê zêdetir gemiyêda bûn. Paşê Yehowa gote wan, wekî ewana dikarin ji gemiyê derên. Ewana gelek ji Yehowa razî bûn, wekî ewî wana xilaz kir. Wana razîbûna xwe Yehowara bi wê yekê dane kifşê, ku wîra qurban anîn.

Keskesor

Yehowa wê yekêra gelek şa bû. Ewî soz da, wekî îda tu car pê sêlavê wê her tiştên ser erdê kuta neke. Seva ku sozê xwe îzbat ke, Yehowa ser ezman keskesor da kifşê. Lê te keskesor dîtiye?

Paşî wê yekê Yehowa gote Nuh û malbeta wî, zara bînin û ser erdê tije bin.

“Nuh kete gemiyê û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin” (Metta 24:38, 39).

Pirs: Gava Yehowa derê gemiyê dada, paşî wê yekê çi qewimî? Keskesor çi dike bîra me?

(Destpêbûn 7:1–9:17).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin