Serhatî 11
Keskesora Pêşin
GELO Nuh û neferêd mala wî çi kirin çaxê ji gemiyê derketin? Nuh qurbanek Xwedêra anî. Ev yek li ser şikilê jêrê rind tê kivşê. Nuh ji Xwedê gelekî razî bû, ku ew neferêd mala xweva ji Sêlava Dinyayê xilaz bûn. Lema jî ewî heywana qurban kir Xwedêra û bi vê yekê razîbûna xwe nîşanî Xwedê kir.
Ça tu dişirmîş dibî, Yahowa qurbana wan qebûl kir? Belê, ewî qebûl kir. Xwedê usa jî Nuhra soz da, ku dinya tu car pê Sêlavê îda nayê qirkirinê.
Hine wede şûnda, erd ji ava sêlavê ziha bû. Nuh û malbatê wî li ser erdê jîyîna teze destpêkirin. Xwedê kerema xwe da wan û got: “Hûn gerekê zara bînin. Gerekê hev zêde bin, ku temamiya erdê bi meriya tije be”.
Lê wede derbaz bû û çaxê meriya derheqa Sêlavê dibihîst, tirs dikete dilê wan, ku sêlav wê dîsa bê. Lema jî Xwedê nîşanek kivş kir, wekî merî bikaribin têkine bîra xwe sozê wî, ku erd pê sêlavê tu car wê qir nabe. Lê tu zanî Xwedê çi nîşan kivş kir? Ev nîşan keskesor bû.
Keskesor li ser ezmana kivş dibe paşî baranê, çaxê tev derdikeve. Di keskesorda cûre-cûre reng hene. Te qe carekê keskesor pê çevê xwe dîtye? Hela binihêre ser şikilê jorê. Tu keskesorê divînî?
Xwedê gote wan: “Ez soz didime we, ku ne merî, ne jî heywan tu car wê nayne qirkirinê pê sêlavê. Ezê keskesorê li ser ewra daynim. Çaxê keskesor wê derkeve, ezê lê bivînim û sozê xwe têkime bîra xwe”.
Çaxê tu keskesorê divînî, çi gerekê bînî bîra xwe? Rast e, Xwedê soz da ku dinya wê tu car pê sêlavê îda nayê qirkirinê.
Destpêbûn 8:18-22; 9:9-17.