Alî Wan Bike, ku “Baweriyêda Şidiyayî Hîmgirtî bin”
Bi rastiyê jî çiqas hewas e bibînin, ku çawa Yahowa şixulê nandirûnê kerem dike, ku weke çarek miliyon merî, her sal têne nixumandinê (Qan.Dcr. 28:2). Çaxê qulixkar alî meriv kir û ew hate nixumandinê, hingê dikare usa biqewime ku qulixkar safî ke îda hînkirinê tevî wî berdewan neke, û dîna xwe bide wê yekê ku aliyê yêd dinêna bike. Û ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe jî, dikare qayîl be wekî hînkirinê berdewan neke, seva ku bikaribe gelek wede qulix ke. Heyneser, gelek ferz e wekî hîmê rastiyê ya wan meriya, kî ku Kitêba Pîroz hîn dibin, qewî be. Wanara lazim e, ku xwe qewî kin û “baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:6, 7; 2 Tîmt. 3:12). Lema jî, paşê wê yekê çawa merî tê nixumandinê, ew gerekê berdewan ke hînbûna Kitêba Pîroz, heta ku xilaz neke van du kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” û “Xwe nava hezkirina Xwedêda xwey ke”. Binihêrin usa jî “Qulixkirina meye Padşatiyê” sala 2011, meha nîsanê, rûpêla 2 (ru).