Heval-Xizmetkarê Kêrhatî be
1. Çawa em dikarin çev bidine Pawlosê şandî, çaxê tevî xûşk-bira dertên dannasînkirinê?
1 Çaxê Pawlosê şandî, tevî xûşk-bira wede derbaz dikir, ev mecaleke baş bû seva wî, wekî “dil bide ber” wan (Rom. 1:12). Lê çaxê tu tevî xûşk-bira dertêy dannasînkirinê, hingê tu evê mecalê didî xebatê ku wana hêlan kî û alî wan bikî? Seva ku heval-xizmetkarê kêrhatî bî, gerekê xwe ker nekî, lê dikarî gilî kî ku çi alî te dike wekî qulixkarekî baş bî.
2. Çi em dikarin bikin, seva ku heval-xizmetkarê xwe qewî kin, û çira ev yek ferz e?
2 Qewî ke: Hine qulixkar, wedê dannasînkirinê serxwe nînin. Û ev yek ji rû û dengê wan tê kifşê. Lema jî heger bi helalî payê wan bidin, bi wê yekê emê bikaribin wana qewî kin. Lê tu dîsa ça dikarî wana qewî kî? Berpirsiyarekî rêwî usa dibêje, wekî ew heval-xizmetkarê xwera, gilî dike derheqa tirsêd ku di qulixkirinêda cem wî hene. Û usa jî dibêje ku çawa ew dua dike seva alîkariyê, wekî bikaribe tirsa xwe bitemirîne. Lê birakî din gilî dike derheqa wê yekê, hela çi alî wî dike wekî serxwe be: “Çaxê ez xeberdanê destpê dikim, dixebitim ku beşera min eşq û şa be. Û car-cara ez Yahowara dua dikim, wekî ev tiştekî biçûk jî cem min bê standinê”. Lê gelo çi alî te kiriye, ku tu di qulixkirinêda serxwe û qewî bî? Derheqa vê yekê dikarî heval-xizmetkarê xwera wedê dannasînkirinê gilî kî.
3. Tu çi dikarî bêjî heval-xizmetkarê xwera, seva ku alî wî bikî ku di qulixkirinêda hê cêribandî be?
3 Bêje Derheqa Mêtodêd Dannasînkirinê: Wedê dannasînkirinê te qe pirseke, yan jî pêşxebereke hêsa daye xebatê, yê ku rind di mihala teda li ser meriya hukum kiriye? Çi kareke baş anî ew yek, çaxê te pêşanîneke xwe daye xebatê? Derheqa van tişta heval-xizmetkare xwera bêje (Metlk. 27:17). Çaxê tu diçî serlêdana dubare bikî, heval-xizmetkarê xwera gilî ke, derheqa wê yekê hela te çi pêşxeber hazir kiriye, û çawa dixwazî evê yekê bidî xebatê. Paşî hînkirina Kitêba Pîroz, tu dikarî heval-xizmetkarê xwera şirowekî ku te çira gotar, rêz yan jî mêtoda hînkirinêye vî cûreyî, jibart.
4. Çira em gerekê bixwazin, ku alî heval-xizmetkarêd xwe bikin?
4 Dannasînkarêd qurna yekê ne ku tenê dixwestin alî nebawera bikin. Lê ewana usa jî fem dikirin qîmeta hev-hêlankirinê û qewîkirinê (Kar.Şand. 11:23; 15:32). Pawlosê şandî, Tîmotêyo cahil hîn dikir, û ew hêlan dikir, wekî ew tiştêd ku hîn bû, yêd dinênara jî gilî ke (2 Tîmt. 2:2). Çaxê em bîr nakin wedê dannasînkirinê derheqa tiştêd jorê gotî tevî heval-xizmetkarêd xwe xeber din, bi wê yekê em şabûna wan zêde dikin. Em usa jî alî wan dikin ku di qulixkirinêda kêrhatî bin, û em xwexa jî dilê Bavê xweyî ezmana şa dikin (Îbrn. 13:15, 16).