KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 2 rûp. 10-12
  • Hûn Çi Dikarin Bikin wekî Dinya Tezeda Bijîn

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hûn Çi Dikarin Bikin wekî Dinya Tezeda Bijîn
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWEDÊ “NAS KIN” WEKÎ XILAZ BIN
  • HER ROJ XEBERA XWEDÊ, DÊMEK KITÊBA PÎROZ, BIXÛNE
  • GAZÎ XWEDÊ BIKE, SEVA KU ALÎKARIYÊ BISTÎNÎ
  • Xwedê Çi Bona Me Kiriye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Tu Gerekê Çi Bikî, wekî Heta-Hetayê Bijîyî?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Seva Çi Îsa Mir?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Tu Dikarî Ser Erdê Heta-Hetayê Bijîyî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 2 rûp. 10-12

Hûn Çi Dikarin Bikin wekî Dinya Tezeda Bijîn

Ji gotarên pêşiya vê em pêhesiyan, wekî zûtirekê Xwedê wê qira însaneta neguhdar û bêrem bîne. Usa jî hemû çetinayî wê bêne hildanê. Gelo çira em dikarin dudilî nebin, wekî ev hemû tişt wê ese bêne sêrî? Çimkî Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz evê yekê soz dide:

“Dinyayê jî derbaz be” (1 YÛHENNA 2:17).

Bêşik wê hebin merivên usa, yên ku wê xilaz bin, çimkî Kitêba Pîroz soz dide:

“Ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne”.

Ça tê kifşê meriv dikarin xilaz bin, hergê qirara Xwedê biqedînin. Seva ku qirara Xwedê pêbihesin, ya pêşin lazim e wî nas bikin.

XWEDÊ “NAS KIN” WEKÎ XILAZ BIN

Şikil: 1. Berdestiya doxdir nexweşxanêda, westiyayî û qidûmketî ser erdê rûniştiye. 2. Ew kafêda hêsa dibe û divîne ça hevalxebatçiya wê bi beşera xweş jûrnalê dixûne. 3. Hevalxebatçiya wê rêzek ji Kitêba Pîroz jêra dixûne û karta jw.org jêra dide.

Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval” (Yûhenna 17:3). Seva ku em wedê kutakirina vê dinya zulm xilaz bin, lazim e Xwedê nas bikin. Ev yek tê hesabê ne ku tenê bizanibin ku Xwedê heye yan jî hine îzbatkirina derheqa wî bizanibin, lê diha zef tişt. Em gerekê bibine dostên wî. Hergê em dixwazin hevaltiya me tevî kesekî qewî be, lazim e bona hevalê xwe wede veqetînin. Hema bi wî cûreyî emê bikaribin bibine dostên Xwedê. Dîna xwe bidine hine rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz, yên ku wê alî me bikin bibine dostên Xwedê û dostiya xwe tevî wî qewî kin.

Rastiyên ku Em ji Kitêba Pîroz Pêdihesin

Berdestiya doxdir malda malpera jw.org dinihêre.

Em pêdihesin, wekî qirara Xwedê ew e ku em Cinetêda bijîn.

Ewî merivên pêşin, dêmek Adem û Hêwa efirand û ciyê gelek bedew, baxçê Êdênêda cîwar kir. Ewana kamil bûn û Xwedê her tişt bona jîyîna bextewar, da wan. Jîyîna wan gerekê heta-hetayê bûya. Heta ku wana tevî Xwedê dostî bikira, ewana wê nemirana. Lê wana safî kir gura Xwedê nekin û temiya wîye hêsa teribandin.

Em pêdihesin, wekî çima em diçerçirin.

Merivê pêşin, Adem, gura Xwedê nekir û bi wê yekê mecala jîyîna herheyî, ça bona xwe usa jî bona zureta xwe, unda kir. Kitêba Pîroz şirovedike: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Çawa nexweşî ji dê-bava derbazî ser zara dibe, hema usa jî Adem gune derbazî ser zureta xwe kir, lema jî em kal-pîr dibin û dimirin.

Em pêdihesin, wekî Xwedê çi îda kiriye seva ku alî me bike.

Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Xwedê Îsa şande ser erdê seva ku ew emirê xwe bona me berva bide. Derheqa ev kirê Xwedêye bi hizkirin, mêrekî Hindî, yê ku 86 salî ye usa dibêje: “Ev yek minra eyan dike, ku hizkirina Yehowaa hindava minda çiqas mezin e. Hizkirina wî hêviya jîyîna heta-hetayê dide min”.

Em pêdihesin, wekî çawa em dikarin razîbûna xwe Xwedêra bidine kifşê.

Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku heger em temiyên Xwedê biqedînin bi wê yekê emê razîbûna xwe bidine kifşê bona her tiştî çi ku ewî seva me kiriye (1 Yûhenna 2:3). Yehowa Xwedê bi hizkirinê mera nîşan dike, wekî em gerekê çi bikin, seva ku îda niha ji jîyînê şabûnê bistînin (Îşaya 48:17, 18). Xwedê naxwaze, wekî em biçerçirin. Hergê em temiyên wî bînin sêrî, ew soz dide ku emê ne ku tenê niha bi jîyîna bextewar bijîn, lê usa jî wê mecala me hebe heta-hetayê bijîn.

HER ROJ XEBERA XWEDÊ, DÊMEK KITÊBA PÎROZ, BIXÛNE

Berdestiya doxdir wedê hêsabûnê Kitêba Pîroz dixûne û ezmana dinihêre.

Hûnê bikaribin ji kutakirina vê dinyayê xilaz bin, hergê duada alîkariyê ji Xwedê bixwazin û qirara wî biqedînin

Em her roj xwarinê dixwin, seva ku bijîn. Lê Îsa got: “Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve” (Metta 4:4).

Îro em xeberên Yehowa ser rûpêlên Kitêba Pîroz dixûnin. Çiqas zêde tu vê kitêba buhurtî lêkolîn bikî, haqas zêde tuyê pêbihesî derheqa heleqetiya însanetê tevî Xwedê wedê berê, niha û axiriyê.

GAZÎ XWEDÊ BIKE, SEVA KU ALÎKARIYÊ BISTÎNÎ

Hergê tu dixwazî qirara Xwedê biqedînî lê tera zor e terka wan tişta bidî, çi ku Xwedê nefret dike, wî çaxî tu çi dikarî bikî? Hergê tu rind Xwedê nas bikî, ev yek wê bi cûrê mexsûs alî te bike.

Werên em dîna xwe bidine mesela kulfetekê, em wê nav kin Sakûra, ya ku bi emirekî bênamûs dijît. Çaxê ewê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, ew pêhesiya, wekî Xwedê dibêje: “Ji qaviyê birevin!” (1 Korintî 6:18). Sakûrayê ji Xwedê lava dikir, wekî qewatê bidê ku terka kirên xweye xirab bide. Lê dîsa jî jêra lazim bû ku tevî hestên xwe şer bike û cêribandinada qewî bisekine. Ew dibêje: “Çaxê fikirên xirab dihatine hişê min, min bi helalî dilê xwe Yehowara vedikir. Min zanibû, wekî bi qewata xwe ezê nikaribim serkevim. Min qewata duakirinê ser xwe texmîn kir û ewê yekê min diha nêzîkî Yehowa kir”. Mîna Sakûrayê bi mîlyona meriv destpêdikin Xwedê nas bikin. Xwedê qewatê dide wan, seva ku emirê xweda guhastina bikin û usa bijîn çawa ku wî xweş tê (Fîlîpî 4:13).

Çiqas zêde hûn Xwedê nas bikin haqas nêzîk Xwedê jî wê we nas bike û hûnê bibine dostên wîye delal (Galatî 4:9; Zebûr 25:14). Wî çaxî hûnê bikaribin xilaz bin û dinya tezeda, ku Xwedê soz dide, herheyî bijîn. Lê dinya teze wê çi cûreyî be? Gotara dinda emê caba wê pirsê bistînin.

a Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku di Kitêba Pîrozda nivîsar e.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin