KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Cotmeh rûp. 30-31
  • Du Endemên Koma Rêberiyêye Teze

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Du Endemên Koma Rêberiyêye Teze
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Têmên Mîna Wê
  • Du Endemên Teze yên Koma Rêberiyê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Çi ye Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Endemê Teze ya Koma Rêberiyê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Cotmeh rûp. 30-31

Du Endemên Koma Rêberiyêye Teze

SALA 2024, 5 Cotmehê, ser civata hersalî hate elamkirinê ku birên me Codî Cêdêl û Cêîkob Ramf hatine kifşkirinê ça endemên Koma Rêberiyê, ya Şedên Yehowa. Herdu bira gelek sal bi aminî Yehowara xizmet dikin.

Codî Cêdêl û jina wî Damarîs

Birê Codî li Mîsûriyê (Amêrîka) hate bûyînê, û dê-bavê wî Şedên Yehowa bûn. Herêma wanda mizgînvan hindik bûn, lema jî ewî gelek xûşk-birên ji cûre-cûre mileta nas kirin, yên ku hatine wêderê wekî mizgîniyê tevî wan bela kin. Hezkirin û yektiya wan ser dilê wî hukum kir. Sala 1983, 15 Cotmehê, gava ew hê cahil bû, ew hate nixumandinê. Ewî şixulê xizmetiyê gelek hez dikir, û meha Îlonê, sala 1989, paşî xilazkirina mektebê, ew bû pêşengê hertim.

Gava birê Codî hê cahil bû, dê-bavê wî ew û xûşka wî çend cara birine Beytelê ser êkskûrsiyayê. Bi saya van serlêdana, zarên wan xwera nêt danîn ku Beytelêda xizmet kin, û herdu jî gihîştine vê nêtê. Birê Codî meha Îlonê, sala 1990-da bû Beytelvan. Pêşiyê ewî Îdara Temizkirinêda û paşê jî li Îdara Mêdîsînî xizmet dikir.

Wan sala hine civatên ser zimanê Îspanî mezin dibûn û hewcetiya bira hebû. Lema jî birê Codî çû ser civateke wan û destpêkir zimanê Îspanî hîn be. Hine wext şûnda ewî xûşkeke bi navê Damarîs nas kir, ya ku wê herêmêda ça pêşeng xizmet dikir. Paşê ewana zewicîn, û xûşka Damarîs jî bû Beytelvan.

Sala 2005-da, lazim bû ku birê Codî û jina wî ji Beytelê herin ku dê-bavê xwe bibine xweyî. Wê demê wana ça pêşengên hertim xizmet kir. Birê Codî çend cara Mekteba bona Pêşenga derbaz kir. Usa jî ew li Komîtêya Hevkariya Nexweşxana û Komîtêya Avakirinê ya Herêmîda xizmet kir.

Sala 2013-da teşkîletê wana bona proêkta avakirina Worwîkê dîsa teglîfî Beytelê kirin. Ji wê demê, wana Patêrson û Wolkîlêda jî xizmet kiriye. Birê Codî li Îdara Şixulê Avakirinê û Îdara Înformasiya Nexweşxanada kar kiriye. Meha Adarê, sala 2023, ew ça Alîkarçiyê Komîtêya Xizmetiyê hate kifşkirinê. Derheqa kifşkirinên xweye berê ew usa dibêje: “Gava em kifşkirinên teze distînin, em carna ditirsin. Derecên usada, em gerekê bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin, çimkî ew her tiştî dikare bîne sêrî”.

Cêîkob Ramf û jina wî Înga

Birê Cêîkob li Kalîfornyayê (Amêrîka) hate bûyînê. Gava ew zar bû, diya wî neaktîf bû, lê dîsa jî ewê xîret dikir ku rastiyên Kitêba Pîroz bike dilê wî. Usa jî ew her sal diçû bal pîrika xwe, ya ku xûşkeke amin bû. Pîrika wî dîna wî dikişande ser rastiyê, û gava ew 13 salî bû, ewî xwest Kitêba Pîroz hîn be. Sala 1992, 27 Îlonê, gava ew hê cahil bû, ew hate nixumandinê. Wede şûnda, diya wî dîsa destpêkir Yehowara xizmet ke, û hemû neferên mala wî ruhanîda pêşda çûn û hatine nixumandinê.

Gava birê Cêîkob cahil bû, ewî didît wekî kesên ku ça pêşeng xizmet dikin, çiqas bextewar in. Lema jî sala 1995, meha Îlonêda, paşî ku ewî mekteb xilaz kir, ew bû pêşeng. Sala 2000-da, ew bona belakirina mizgîniyê çû Ekwadorê. Wêderê ew tevî pêşengeke ji Kanadayê, bi navê Înga bû nas, û paşê ewana zewicîn. Paşî dewatê, wana destpêkir bajarekî biçûkda li Ekwadorê xizmet kin. Wî çaxî wêderê mizgînvan hindik bûn, lê îro civateke qewî heye.

Wext şûnda, birê Cêîkob û xûşka Înga ça pêşengên mexsûs hatine kifşkirinê, û paşê birê Cêîkob ça berpirsiyarê mihalê hate kifşkirinê. Sala 2011-da, wana teglîfî Mekteba Gîledê koma 132 kirin. Paşî xilazkirina mektebê, wana pênc welatada cûre-cûre xizmetiyada kar dikirin, mesele ça Beytelvan, mîsyonêr û ça berpirsiyarê mihalê. Usa jî birê Cêîkob dersdarê Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê bû.

Ji bo pandêmiya COVID-19, birê Cêîkob û xûşka Înga vegeriyane Amêrîkayê. Teşkîletê wana teglîfî Beytela Wolkîlê kirin, û wêderê birê Cêîkob Îdara Xizmetiyêda hate hînkirinê. Wext şûnda, wana dîsa şandine fîlîala Ekwadorê. Wêderê birê Cêîkob ça endemê Komîtêya fîlîalê xizmet dikir. Sala 2023-da, wana şandine Worwîkê. Sala 2024, meha Çileyê, birê Cêîkob ça alîkarçiyê Komîtêya Xizmetiyê hate kifşkirinê. Birê me derheqa xizmetiya xwe usa dibêje: “Kifşkirina me qîmet e ne ji bo vê yekê ku em kîderê xizmet dikin, lê merivên tevî kîjana em hevkariyê dikin, gelek qîmet in”.

Em bi rastî jî şixulên wan birên xîret gelekî dişêkirînin! (Fîlîpî 2:29)

Koma Rêberiyêda niha 11 birên bijartî hene: Kênêt Kûk, Gêyc Flîgil, Sêmûêl Hurd, Cêfrî Cêkson, Codî Cêdêl, Stîvên Lêt, Gêrît Luş, Cêîkob Ramf, Mark Sandêrson, Dêvîd Splêyn, û Cêfrî Wîndêr.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin