Pirsên Xwendevana
“Xwestina” ku Yehowa wê wedekî nêzîkda bike dilê mileta, çi ye?
Derheqa destpêka tengasiya mezin, Eyantî 17:16, 17 usa dibêje: “Ew her dehe stirûyên ku te dîtin, usa jî cenewir wê hevra bijenine ya qav. Ewê destê wê ji her tiştî bikin, wê tezî kin û goştê wê bixwin, êgirda bişewitînin. Çimkî Xwedê ev yek kire dilê wan, ku xwestina wî bikin û ser nêtekê bin, padşatiya xwe bidine cenewir, heta ku xeberên Xwedê bêne sêrî”. Berê edebyetên meda dihate gotinê, wekî “xwestina” ku Yehowa wê bike dilê mileta ev e, ku rêlîgiyên qelp kuta kin.
Lê me dît ku em gerekê van rêza bi cûrekî din fem kin. “Xwestina” ku Yehowa wê bike dilê mileta ev e, ku ewana “padşatiya xwe bidine cenewir”. Seva ku em fem kin, wekî ev gilî wê ça bêne sêrî, were em dîna xwe bidine van pirsa.
Vê pêxembertiyêda derheqa kê tê gotinê? “Qav” usa jî ça “Babîlona Mezin” tê navkirinê û tê hesabê împêriya hemdinyayê ya rêlîgiya qelp. “Cenewir”, yê ku rengê wî “sorê gevez” e, tê hesabê teşkîleta ku bona edilaya nav temamiya dinyayêda cabdar e, û ew sala 1919-da hatibû sazkirinê û navê vê Lîga Mileta bû, û niha ev Teşkîleta Miletên Yekbûyî ye (Eyantî 17:3-5). ‘Dehe stirû’ têne hesabê hemû hukumetên ku piştgiriya cenewir dikin.
Heleqetiya orta qav û cenewirê sorê gevez çi cûreyî ye? Qav ser pişta cenewirê “siyar” bûye, tevî wî hevkariyê dike, xîret dike ku ser wî hukum ke û hela hê lê kontrol ke jî.
Çi wê bê serê qavê? Cenewir û dehe stirûyên ku piştgiriya wî dikin, wê qavê nefret kin. Ji bo nefretiyê, ewana lê talan kin û xirabiya wê eşkere kin. Ewana wê dîwana Yehowa bînin sêrî û bi temamî lê kuta kin (Eyantî 17:1; 18:8). Bi wî cûreyî teşkîletên rêlîgiyên qelp wê bi temamî bêne hildanê. Lê pêşiya ku ev yek biqewime, Yehowa wê bike dilê miletên dinyayê, wekî ewana tiştekî usa bikin, çi ku tu car nava terîxiya însanetêda neqewimî bû.
Yehowa wê çi bike dilê mileta? Yehowa wê “xwestina” xwe bike dilê ‘dehe stirûya’ wekî ewana “qewat û hukumê xwe bidine cenewir [yê sorê gevez]”, dêmek Miletên Yekbûyî (Eyantî 17:13). Bifikire ku ev yek çi tê hesabê. Gelo serwêrtiyên dinyayê wê xwexa safî kin ku qewat û hukumê xwe bidine cenewir? Na! Kitêba Pîroz dide kifşê, ku Xwedê wê evê xwestinê bike dilê wan (Metelok 21:1; beramber ke Îşaya 44:28). Gelo ev yek wê hêdî-hêdî biqewime? Na! Ça tê kifşê, ev yek wê nişkêva biqewime. Paşê, cenewir wê dîwana Yehowa bîne sêrî û hemû teşkîletên rêlîgiyên qelp wê bi temamî qir ke.
Axiriyêda wê çi biqewime? Eseyî nîne ku em dîna xwe bidine nûçeyên ku nîşan dikin, wekî hukumetiyên dinyayê çiqas diçe, diha zêde piştgiriya Miletên Yekbûyî dikin. Yehowa wê nişkêva xwestina xwe bike dilê mileta, wekî ewana hukumetiya xwe bidine cenewir. Hingê emê fem kin ku tengasiya mezin ber şêmîkê ye. Heta ku ew wede bê, were em “hişyar bimînin û ser hişê xwe bin”, çimkî guhastinên mezin pêşiya me ne! (1 Têsalonîkî 5:6)