KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Kanûna Pêşin rûp. 2-7
  • Kitêba Îbo Dikare Alî Te Bike Gava Rastî Kul-Derda Têyî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba Îbo Dikare Alî Te Bike Gava Rastî Kul-Derda Têyî
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWEDÊ DIHÊLE KU ÎBO RASTÎ KUL-DERDA BÊ
  • SERHATIYA ÎBO ÇA ALÎ ME DIKE SEBIR KIN?
  • BI SAYA KITÊBA ÎBO ALÎ KESÊN DIN BIKE
  • Hêviya Xwe Yehowa Bîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Kitêba Îbo Dikare Alî Te Bike Gava Şîreta Didî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Îbo Kê Bû?
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Kanûna Pêşin rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 48

KILAMA 129 Heta Xilaziyê Teyax kin

Kitêba Îbo Dikare Alî Te Bike Gava Rastî Kul-Derda Têyî

“Bi rastî, Xwedê xirabiyê nake” (ÎBO 34:12, ÎM).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku li gora kitêba Îbo, çima Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin û em ça dikarin tengasiyada teyax kin.

1-2. Çima hêja ye ku em kitêba Îbo bixûnin?

GELO te wan paşwextiya kitêba Îbo xwendiye? Rast e ev kitêb weke 3 500 sal pêşda hatibû nivîsarê, lê dîsa jî gelek meriv evê kitêbê hesab dikin ça yek ji kitêbên lape baş, kîjan ku nava terîxiyêda hatibûne nivîsarê. Kanîkêda tê gotinê ku zimanê vê kitêbê him hêsa ye, him jî gelek xweş û qewî ye. Merivê ku ev kitêba ji bîna ber Yehowa Xwedê nivîsî, Mûsa pêxember bû (2 Tîmotêyo 3:16).

2 Kitêba Îbo pareke ferz e Kitêba Pîrozda. Gelo çima? Menîk ev e, ku kitêba Îbo zelal nîşan dike, wekî pîrozkirina navê Yehowa pirseke çiqas mexsûs e. Usa jî ev kitêb besa hezkirin, bîlanî, heqî û qewata Yehowa dike. Mesele, kitêba Îboda Yehowa 31 cara tê navkirinê ça “Karîndar”, dêmek ça Xwedayê ku qewata wî têra her tiştî dike. Ev gilî hemû kitêbên din yên Kitêba Pîrozda haqas car nayê xebitandinê, çiqas kitêba Îboda. Xêncî vê yekê, kitêba Îbo cabên gelek pirsên ferz dide, mesele, Xwedê çima dihêle wekî kul-derd hebin?

3. Em ji lêkolîna kitêba Îbo çi karê dikarin bistînin?

3 Çawa ku meriv dikare ji serê çiyakî der-dora xwe bi zelalî bivîne, kitêba Îbo jî alî me dike wekî em tengasiyên jîyînê ji cîkî bilind bivînin, dêmek bi nihêrandina Yehowa. Were em dîna xwe bidinê, ku kitêba Îbo ça dikare alî me bike, gava em rastî tengasiya tên. Emê pêbihesin ku Îsraêlî ji serhatiya Îbo çi dikaribûn hîn bûna û em çi dikarin hîn bin. Usa jî emê bivînin, ku roja îroyîn em ça dikarin bi saya vê kitêbê alî meriva bikin.

XWEDÊ DIHÊLE KU ÎBO RASTÎ KUL-DERDA BÊ

4. Orta Îbo û Îsraêliyên Misirêda kîjan firqiya mezin hebû?

4 Çaxê Îsraêlî welatê Misirêda xulamtiyêda bûn, mêrekî bi navê Îbo li welatê Ûsê dijît. Ça tê kifşê, Ûs rohilata Welatê Sozdayîda û bakura Erebistanêda bû. Misirêda, Îsraêliya destpêkirin pûta bihebînin, lê Îbo bi aminî Yehowara xizmet dikir (Yêşû 24:14; Hezeqêl 20:8). Yehowa derheqa Îbo usa got: “Li dinyayê merivekî wek wî tune ye”a (Îbo 1:8, ÎM). Îbo gelek dewlemend û merivekî nav û deng bû. “Li rohilat, merivê herî mezin ew bû” (Îbo 1:3, ÎM). Mîrê-cina gelek hêrs bû ku merivekî usa xweyîqedir Xwedêra amin bû.

5. Yehowa çima hîşt ku Îbo rastî kul-derda bê? (Îbo 1:20-22; 2:9, 10)

5 Mîrê-cina got ku hergê Îbo rastî kul-derda bê, ewê pişta xwe bide Yehowa (Îbo 1:7-11; 2:2-5). Yehowa Îbo gelek hez dikir, lê giliyên Mîrê-cina çend pirsên ferz pêşda anîn, lema jî Yehowa îzin da Mîrê-cina wekî ew giliyên xwe îzbat ke (Îbo 1:12-19; 2:6-8). Mîrê-cina pez û dewarên Îbo ji wî standin, deh zarên Îbo kuştin û wî ji serî heta binî bi kotîbûnê nexweş xist. Lê çiqas jî Mîrê-cina hicûmî ser Îbo dikir, Îbo dîsa jî Yehowara amin ma (Bixûne Îbo 1:20-22; 2:9, 10). Wede şûnda Yehowa Îbo qenc kir, dîsa gelek mal-milk da wî, navê wî paqij kir û deh zar dan wî. Usa jî ewî emirê Îbo 140 sal zêde kir, û Îbo çar nisilên zar û nebiyên xwe dît (Îbo 42:10-13, 16). Gelo serhatiya wî ça dikaribû bona merivên wedê berê, kêrhatî bûya? Em dikarin ji serhatiya wî çi dersa bistînin?

6. Îsraêliya ji serhatiya Îbo çi kar dikaribûn bistandana? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Îsraêliya çi kar dikaribûn bistandana? Misirêda, emirê Îsraêliya gelek çetin bû. Mesele, Yêşû û Kaleb cahiltiya xweda xulam bûn. Rast e neheqiya wan nîbû, lê paşê ewana mecbûr bûn 40 sal beriyêda bin. Îsraêliyên wî wedeyî û yên ku paşê dijîtin, ji serhatiya Îbo dikaribûn fem kirana wekî kul-derd ji Xwedê nînin, lê ji Mîrê-cina ne. Usa jî wana dikaribû fem kira, ku çima Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin û ew çiqas qîmet dike kesên ku wîra amin dimînin.

Mêrekî Îsraêlî kelpîça datîne û derheqa tiştekî difikire. Nêzîkî wî, Misirî pê şivekî Îsraêliya dixin, yên ku dixebitin.

Îsraêliyên ku bi gelek sala Misirêda xulam bûn, dikaribûn ji serhatiya Îbo karê bistînin (Binihêre abzasa 6)


7-8. Kesên ku rastî zulmiyê tên, ça dikarin ji kitêba Îbo karê bistînin? Meselê bînin.

7 Em çi karê dikarin bistînin? Sed heyf ku îro gelek meriv baweriya xwe hindava Xwedê unda kirine, çimkî fem nakin ku çima tiştên xirab têne serê merivên baş. Mesele, were em şêwir kin serhatiya xûşka me Hazelêb, ya ku Rwandayêda dijî. Gava ew biçûk bû, ewê baweriya xwe Xwedê dianî. Lê paşê tiştên xirab hatine serê wê. Dê-bavê wê ji hev qetiyan, û ew cem zirbavê xwe dijît, yê ku hindava wêda zulm bû. Gava ew cahil bû, mêrekî ew xirab kir. Hazel çû dêrê, lê wêderê ewê dilbînî nestand. Paşê Hazelê derheqa hestên xwe Xwedêra usa nivîsî: “Xwedê, min tera dua dikir, min xîret dikir ku qenciyê bikim, lê te kul-derd anî pêşiya min. Niha ez terka te didim û ezê îda usa bijîm, çawa ku dilê min dixwaze”. Gelo dilê me bona wan meriva naşewite, yên ku mîna Hazelê difikirin, wekî kul-derdên wan ji Xwedê ne?

8 Ji kitêba Îbo em pêhesiyan, wekî kul-derd ne ku ji Xwedê ne, lê ji Mîrê-cina. Usa jî em pêhesiyan ku gava tiştên xirab têne serê kesekî, ev yek nayê hesabê, wekî ewî gune kiriye. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî tiştên ku meriv hîviyê nîbûn, nişkêva dikarin bêne serê her kesî (Waîz 9:11; Îbo 4:1, 8). Xêncî vê yekê em pêhesiyan, ku gava em wedê tengasiya Yehowara amin dimînin, em mecalê didine wî wekî ew îzbat ke, ku Mîrê-cina derewîn e (Îbo 2:3; Metelok 27:11). Bi saya vê yekê çi ku em pêhesiyan, em zanin ku çira tiştên xirab dikarin bêne serê me. Wede şûnda, Hazelê tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir û fem kir, ku tengasiyên wê ji Xwedê nînin. Ewê got: “Min dîsa bi dil û can Xwedêra dua kir. Min Yehowara got, ku gava min gotibû wekî ezê terka wî bidim, wî çaxî min ew rind nas nedikir. Niha ez fem dikim, wekî Yehowa min hez dike û şabûn û edilayî kete dilê min”. Em çiqas şa ne bizanibin, wekî meniya kul-derdên me Xwedê nîne! Were em bivînin ku gava em rastî çetinaya tên, em ça dikarin ji serhatiya Îbo karê bistînin.

SERHATIYA ÎBO ÇA ALÎ ME DIKE SEBIR KIN?

9. Gava Îbo êş dikişand, ewî çi dikir? (Aqûb 5:11)

9 Halê Îbo bide ber çevê xwe. Ew nava xaliyêda rûniştî bû, bedena wî bi pizika tije bû, û ewî êşeke mezin dikişand. Çermê wî ji van pizika reş bibû, û ew gelek diçerçirî. Ew bêtaqet bû û birînên xwe timê pê kudurên cêrên şkestî dixurand. Belê, halê Îbo gelek xirab bû, lê dîsa jî ewî ne ku tenê berdewam dikir bijî, lê usa jî ewî sebir dikir (Bixûne Aqûb 5:11). Gelo çi alî Îbo dikir sebir ke?

10. Em ji ku zanin ku dostiya Îbo tevî Yehowa qewî bû?

10 Îbo dilê xwe Yehowara vekir (Îbo 10:1, 2; 16:20). Mesele, kitêba Îbo serê sisiyada em divînin, ku Îbo ji bo derdên xwe dinaliya. Ew difikirî ku hemû derdên wî ji Yehowa ne. Paşê, sê hevalên Îbo dîsa û dîsa digotin, wekî tiştên ku hatine serê wî, ji bo gunê wî bû. Lê Îbo caba wan dida û digot, wekî ewî aminiya xwe xwey kir. Ji hine giliyên Îbo tê kifşê, wekî wextekî ew difikirî, ku ew diha rast e ne ku Xwedê (Îbo 10:1-3; 32:1, 2; 35:1, 2). Lê ewî anî ser xwe, wekî seva ku rastiya xwe îzbat ke, ewî carna qal-bal xeber dida (Îbo 6:3, 26). Serê 31-da em divînin, ku Îbo xwest wekî Xwedê cabê bide wî û bêje, ku ew hêjayî ceza nîne (Îbo 31:35). Hemikî îzina Îbo tune bû ku ji Xwedê dewa ke, wekî ew raste-rast caba wî bide ku sebebê kul-derdên wî çi ye.

11. Gava Îbo got ku ew merivekî rast e, Yehowa çi got?

11 Gelo Îbo çima usa xeber da? Eyan e ku dostiya wî tevî Xwedê qewî bû. Lema jî ew guman bû, ku Xwedê wê aminiya wî bivîne. Gava Yehowa ji firtonê caba Îbo da, ewî sebebên çetinayên Îbo hûr bi hûr şirovenekir. Usa jî Yehowa Îbo sûcdar nekir ji bo vê yekê, ku ewî gazinên xwe kiribû, yan jî çimkî ewî timê besa rastiya xwe dikir. Çawa ku bavek tevî kurê xwe xeber dide, Yehowa hema usa tevî Îbo xeber da. Ev mêtod bi rastî jî baş bû. Îbo bi milûktî qebûl kir ku ew her tiştî nizane, û ewî ji bo giliyên xweye bêhiş tobe kir (Îbo 31:6; 40:4, 5; 42:1-6). Wedê berê meriva ça dikaribû ji vê serhatiyê karê bistînin, û em ça dikarin ji vê serhatiyê karê bistînin?

12. Îsraêliya ji serhatiya Îbo çi kar dikaribûn bistandana?

12 Îsraêliya çi kar dikaribûn bistandana? Îsraêliya dikaribûn ji tiştên ku hatibûn serê Îbo, dersê bistînin. Mesele, were em dereceke ji emirê Mûsa pêxember şêwir kin. Gava ewî rêberiya miletê Îsraêl dikir, ew rastî gelek çetinaya dihat. Lê ew mîna Îsraêliyên raber nîbû. Dewsa ku ser Yehowa bike kute-kut, ewî dilê xwe Yehowara vedikir û derheqa xemên xwe gilî dikir (Derketin 16:6-8; Jimar 11:10-14; 14:1-4, 11; 16:41, 49; 17:5). Usa jî gava Yehowa Mûsa rast kir, lazim bû wekî ew jî mîna Îbo sebir ke. Mesele, gava Îsraêliya konên xwe Qadêşêda danîbûn û wexteke nêzîkda îda gerekê biketana Erdê Sozdayî, Mûsa ji bo kute-kuta wan hêrs ket, û tiştên zêde xeber da. Sed heyf ku wê demê, ewî pesinê Yehowa neda (Zebûr 106:32, 33). Lema jî Yehowa îzin neda wekî ew bikeve Erdê Sozdayî (Qanûna Ducarî 32:50-52). Mûsa bê şik ji bo vê yekê xemgîn bû, lê dîsa jî ewî safîkirina Yehowa bi milûktî qebûl kir. Serhatiya Îbo dikaribû alî wan Îsraêliya bikira, yên ku paşê dijîtin, wekî ewana hindava çetinaya sebir kin. Ji vê serhatiyê ewana dikaribûn hîn bûna dilê xwe Yehowara vekin û xwe diha heq hesab nekin. Ewana usa jî dikaribûn hîn bûna ku şîretên Yehowa bi milûktî qebûl kin.

13. Serhatiya Îbo ça dikare alî me bike sebir kin? (Îbranî 10:36)

13 Em çi karê dikarin bistînin? Em şagirtên Îsa ne, lema mera jî sebir lazim e (Bixûne Îbranî 10:36). Mesele, dibeke hine ji me nexweş in, dêprêsiyayêda nin, malbetêda rastî problêma tên, ji bo mirina dost yan merivekî xwe xemgîn in yan rastî çetinayîke din tên. Û carna, gilî yan kirên kesên din dikarin halê me diha giran kin (Metelok 12:18). Kitêba Îbo nîşanî me dike, ku çi jî emirê meda biqewime, em dikarin dilê xwe Yehowara vekin û bawer bin, ku ewê me bibihê (1 Yûhenna 5:14). Hergê em carna mîna Îbo qal-bal xeber din jî, ewê me bona giliyên me sûcdar neke, lê qewat û bîlaniyê bide me, wekî em bikaribin sebir kin (2 Dîrok 16:9; Aqûb 1:5). Çawa ku ewî Îbo rast kiribû, dibeke ew me jî usa rast ke. Kitêba Îbo nîşanî me dike ku em ça dikarin sebir kin, hergê ji Kitêba Pîroz, ji teşkîleta Yehowa, yan jî ji dostên cêribandî şîretê bistînin (Îbranî 12:5-7). Îbo kareke mezin stand ji vê yekê, çaxê şîreta ku jêra hate dayînê, bi milûktî qebûl kir. Hergê em jî şîreta bi milûktî qebûl kin, emê jî kareke mezin bistînin (2 Korintî 13:11). Çawa ku me dît, em dikarin ji serhatiya Îbo dersên gelek kêrhatî bistînin. Niha were em bivînin, ku em ça dikarin bi saya serhatiya Îbo alî kesên din bikin.

BI SAYA KITÊBA ÎBO ALÎ KESÊN DIN BIKE

14. Em ça dikarin wedê xizmetiyê şirovekin, ku çima kul-derd hene?

14 Wedê xizmetiyê, gelo meriv carna ji te dipirsin hela kul-derd çima hene? Tu çi cabê didî? Dibeke tu gilî dikî ku baxçê Êdênêda çi qewimî, ku wêderê melekekî xirab Adem û Hêwa xapand û bû sebebê vê yekê, ku ewana miqabilî Xwedê rabûn (Destpêbûn 3:1-6). Ji bo raberîbûna Adem û Hêwayê, dinya bi kul-derda tije ye û meriv kal-pîr dibin û dimirin (Romayî 5:12). Xwedê êpêce wede da, wekî derewên Mîrê-cina eşkere bin û mizgîniya derheqa jîyîna heta-hetayê bê belakirinê (Eyantî 21:3, 4). Bi saya şirovekirina wî cûreyî, gelek meriv hatine ser riya rastiyê.

15. Em ça dikarin bi saya kitêba Îbo şirovekin, ku çima kul-derd hene? (Binihêre usa jî şikil.)

15 Bi saya kitêba Îbo, tu dikarî bi cûrekî din jî caba vê pirsê bidî, ku çima kul-derd hene. Sêrîda, tu dikarî payê wî merivî bidî, çimkî ew pirseke gelek ferz dide. Paşê, besa Îbo pêxember bike. Gava ew mêrê amin rastî kul-derda hat, ewî jî pirseke usa da. Serda jî, ew difikirî ku Xwedê ew bela anîbû serê wî (Îbo 7:17-21). Ev merivê ku tu pêra xeber didî, diqewime ecêbmayî bimîne ji bo vê yekê, ku pirsa wî haqas qirne pêşda jî hatibû dayînê. Tu dikarî jêra bêjî, wekî yê ku bela anîbû serê Îbo, ne ku Xwedê, lê Mîrê-cina bû. Bi vî cûreyî Mîrê-cina dixwest îzbat kira, wekî meriv tenê bona kara xwe Xwedêra xizmet dikin. Usa jî tu dikarî zelal kî, ku Xwedê hîşt wekî Îbo wan çetinaya bikişîne, çimkî bawer bû wekî merivên amin dikarin Mîrê-cina derewîn derxin. Wext şûnda, Xwedê xizmetkarê xwe Îbo ji bo aminiya wî xelat kir. Bi vî cûreyî em dikarin merivara şirovekin, wekî kul-derd ji Yehowa nînin.

Şikil: 1. Kulfetek şikil destê xweda girtiye, yê ku ewê ji nav kevir-kuçikên mala xweye şewitî derxistiye. 2. Paşê, ev kulfet ber stêndê disekine, ya ku nêzîkî wî cî ye, kîderê ku wedê teşqelên tebiyetê alîkariyê didin. Xûşkek jêra rêzekê dixûne.

Tu ça dikarî bi saya kitêba Îbo nîşanî meriva kî, ku “Xwedê xirabiyê nake”? (Binihêre abzasa 15)


16. Kitêba Îbo ça dikare alî wan meriva bike, yên ku rastî çetinaya tên? Meselê bînin.

16 Dîna xwe bidê ku kitêba Îbo ça alî mêrekî bi navê Marîo kir. Sala 2021-da, xûşkekê bi saya têlê şedetî dabû wî. Wedê xeberdana pêşin, ewê Marîora rêzeke ji Kitêba Pîroz xwend û got, wekî Xwedê him gumaneke xweş dide me, him jî guh dide duayên me. Gava ewê ji Marîo pirsî, hela ew derheqa vê yekê çi difikire, ewî got, wekî hema niha ewî neme malbeta xwera dinivîsî, seva ku xatirê xwe ji wan bixwaze û paşê xwe bikuje, lê nişkêva ewê jêra têlê xist. Marîo jêra got: “Ez bawer dikim ku Xwedê heye, lê îro şebeqê ez difikirîm, wekî ewî pişta xwe daye min”. Wedê xeberdana wane duda, xûşka me besa serhatiya Îbo kir. Marîo xwest temamiya kitêba Îbo bixûne û xûşka me jêra lînka Welgerandina Dinyaya Teze ya Kitêba Pîroz şand. Axiriyêda, Marîo hînbûna Kitêba Pîroz qebûl kir û gelek şa bû hê zêde pêbihese derheqa Xwedêyê ku bi hezkirinê tije ye û yê ku dikeve heyra meriva.

17. Tu çima şêkirdar î ku Yehowa kitêba Îbo kiriye para Kitêba Pîroz? (Îbo 34:12)

17 Eşkere ye ku Kitêba Pîroz dikare alî wan meriva bike, yên ku rastî çetinaya tên (Îbranî 4:12). Em gelek şêkirdar in ku Yehowa serhatiya Îbo Kitêba Pîrozda daye nivîsarê! (Îbo 19:23, 24) Kitêba Îbo nîşanî me dike, wekî bi rastî, Xwedê xirabiyê nake (Bixûne Îbo 34:12). Usa jî ew nîşanî me dike, ku çima Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin û em ça dikarin sebir kin. Gotara din wê dîna me bide ser hine dersa, yên ku em dikarin ji kitêba Îbo bistînin û emê şêwir kin, ku ça em dikarin bi cûrekî baş şîretê bidin.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Çima bona me kêrhatî ye fem bikin, ku çima Xwedê hîşt wekî Îbo rastî kul-derda bê?

  • Serhatiya Îbo ça dikare alî me bike çetinayada sebir kin?

  • Bi saya kitêba Îbo, em ça dikarin alî kesên din bikin?

KILAMA 156 Bi Bawerî Binihêre

a Ça tê kifşê Îbo wî wedeyîda dijît, gava Ûsivê amin îda miribû (1657 B.D.M.) û Mûsa hê nehatibû kifşkirinê ça rêberê Îsraêliya (nêzîkî sala 1514 B.D.M.). Diqewime xeberdana orta Xwedê û Mîrê-cinada û usa jî kul-derdên Îbo wî çaxî qewimîn.

b Hine nav hatine guhastinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin