GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 49
KILAMA 44 Duayê Merivê Dilşkestî
Kitêba Îbo Dikare Alî Te Bike Gava Şîreta Didî
“Îbo! Gotina min bibihîze” (ÎBO 33:1, ÎM).
VÊ GOTARÊDA
Ji kitêba Îbo emê bivînin, ku em ça dikarin şîretên baş bidin.
1-2. Gava sê hevalên Îbo û Elîhû hatin bal Îbo, wana çi kir?
ÎBO, yê ku merivekî nav-deng û dewletî bû, hemû tişt unda kir û deng-bes derheqa vê yekê zû bela bû. Derheqa halê Îbo merivên Rohilatê zû pêhesiyan. Sê hevalên wî, dêmek Elîfaz, Bîldad û Zofar jî bihîstin ku çi hate serê Îbo û çûn bajarê Ûsê, wekî ber dilê wîda bên. Lê gava ewana gihîştine wêderê û dîtin ku Îbo çi halîda ye, ewana metal man.
2 Bidine ber çevê xwe, ku wana çi dît. Îbo hemû hebûka xwe unda kiribû. Pez, dewar, deve û kerên wî îdî tune bûn. Mala ku zarên wî têda bûn, hilşiya û gişk mirin. Heçî zef xulamên wî jî hatine kuştinê. Serda jî bedena Îbo pizikava tije bû. Dûrva sê mêra Îbo nav xweliyêda rûniştî dîtin. Gelo wana ça xwe da kifşê? Ewana kêleka wî rûniştin û didîtin ku êşa Îbo çiqas giran bû, lê dîsa jî wana nava heft rojada qe dengê xwe nekir û ber dilê wîda nehatin (Îbo 2:12, 13). Paşê xortekî bi navê Elîhû jî hat û nêzîkî wan rûnişt. Axiriyêda Îbo destpêkir xeber de û ji bo derdên xwe, nifir roja bûyîna xwe kir û mirina xwe xwest (Îbo 3:1-3, 11). Femdarî ye ku Îbo hewcê alîkariyê bû. Ji giliyên ku sê hevalên Îbo wîra gotin û ji vê yekê ku wana ça xeber da, tê kifşê ku ewana bi rastî hevalên wî bûn yan na.
3. Vê gotarêda emê dîna xwe bidine çi?
3 Yehowa rêberiya Mûsa kir, wekî gilî û kirên sê hevalên Îbo û Elîhû bide nivîsarê. Eyan e ku hine giliyên Elîfaz ji cinekî bûn, lê giliyên Elîhû ji bîna ber Yehowa bûn (Îbo 4:12-16; 33:24, 25). Lema jî kitêba Îboda him şîretên gelek baş, him jî şîretên gelek xirab hene. Ji kitêba Îbo emê bivînin, ku şîret ça gerekê bê dayînê. Pêşiyê emê mesela xirab ya sê hevalên Îbo şêwir kin. Paşê jî emê dîna xwe bidine mesela baş ya Elîhû. Usa jî emê bivînin, ku Îsraêliya ça dikaribûn ji kitêba Îbo kar bistandana û em çi karê dikarin bistînin.
SÊ HEVALÊN ÎBO ÇA ŞÎRET DANE WÎ?
4. Dilê Îbo çima bi giliyên sê hevalên wî rihet nebû? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Kitêba Pîroz dibêje ku gava sê hevalên Îbo bihîstin ku çi bela hate serê Îbo, ewana çûn wekî teseliya wî kin û ber dilê wîda bên (Îbo 2:11). Lê ewana negihîştine nêta xwe. Gelo çima? Herî kêm sê menî hene. Ya pêşiyê, dewsa ku guh bidine wî, wana derbêra şîret da wî. Mesele, ewana nerast difikirîn ku Îbo ji bo gunên xwe dihate cezakirinêa (Îbo 4:7; 11:14). Ya duda, gelek gotinên wan bêkêr, sert û ne bi hezkirinê bûn. Mesele, her sê ji wana tiştên usa gotin, ku bi logîkî dihate kifşê, lê nerast bûn (Îbo 13:12). Bîldad du cara sert Îbora got, ku ew gelek xeber dide (Îbo 8:2; 18:2). Zofar jî bi zimanekî tûj got, ku Îbo yekî bêhiş e (Îbo 11:12). Ya sisiya, dibeke wana dengê xwe ser Îboda bilind nekir, lê gelek cara qerfên xwe wî kirin, ew sûcdar kirin û nimiz kirin (Îbo 15:7-11). Eşkere ye ku nêta wan ew nîbû, wekî dilê Îbo rihet kin yan baweriya wî diha qewî kin, lê ew bû ku wî neheq derxin.
Gava tu şîretê didî, meriva nimiz neke lê alî wan bike (Binihêre abzasa 4)
5. Axiriya şîretên hevalên Îbo çi bû?
5 Axiriya şîretên sê hevalên Îbo nebaş bû. Ji bo gotinên wan, Îbo xwe gelek xirab texmîn kir (Îbo 19:2). Çiqas wana wî sûcdar dikir, haqas ewî xîret dikir ku rastiya xwe îzbat ke. Lema jî Îbo qal-bal xeber dida (Îbo 6:3, 26). Giliyên sê hevalên Îbo li gora nihêrandina Yehowa nîbûn, û wana hindava Îbo dilşewatî nedane kifşê. Bi vî cûreyî, wana bê hemdê xwe îzin da, wekî Mîrê-cina wana bona nêta xwe bide xebatê (Îbo 2:4, 6). Ev serhatî ça dikaribû wedê berê merivara kar bianiya, û îro em ça dikarin ji vê serhatiyê karê bistînin?
6. Rûspiyên Îsraêlî dikaribûn ji mesela xirab ya sê hevalên Îbo çi dersa hîn bûna?
6 Îsraêliya çi kar dikaribûn bistandana? Paşî vê yekê ça miletê Îsraêl saz bû, Yehowa rûspiyên cêribandî kifş kirin, wekî ewana li gora qanûnên wî hakimtiyê bikin (Qanûna Ducarî 1:15-18; 27:1). Pêşiya ku şîret bidana yan şixulê dîwankirinê bikirana, rûspî gerekê rind guh bidana meriva (2 Dîrok 19:6). Usa jî wana gerekê pirs bidana û nefikiriyana, wekî ewana xwexa jî her tiştî zanin (Qanûna Ducarî 19:18). Ewên ku şîret didan, gerekê tevî wan meriva, yên ku alîkarî ji wan dixwestin, sert xeber nedana. Gelo çima? Çimkî merivra çetin e dilê xwe kesê sertra veke (Derketin 22:22-24). Belê, rûspiyên miletê Îsraêlê dikaribûn ji serhatiya Îbo gelek dersên ferz hîn bûna.
7. Xêncî rûspiyên Îsraêlî, dîsa kê dikaribû şîreta bida, û wana ça dikaribû ji serhatiya Îbo kar bistanda? (Metelok 27:9)
7 Hemikî, ne tenê rûspî şîret didan. Bi rastî hemû Îsraêlî, dêmek ça yên cahil, usa jî kesên emirda mezin, kulfet yan mêr, dikaribûn alî merivên din bikin, wekî ewana diha nêzîkî Yehowa bin yan jî xwe rast kin (Zebûr 141:5). Yek ji hunurên hevalê rast ev e, ku ew hazir e ji dil şîretê bide (Bixûne Metelok 27:9). Mesela xirab ya sê hevalên Îbo dikaribû nîşanî Îsraêliya kira, ku gava ewana şîreta didin, gerekê çi nebêjin û çi nekin.
8. Gava em şîreta didin, gerekê em çi nekin? (Binihêre usa jî şikil.)
8 Em çi karê dikarin bistînin? Çawa şagirtên Îsa, em dixwazin alîkariyê bidine xûşk-birên ku ketine derecên çetin. Lê em gerekê mîna sê hevalên Îbo nekin. Ya ewlin, pêşiya ku şîreta bidin em gerekê pêbihesin ku bi rastî çi qewimiye. Ya duda, em gerekê mîna Elîfaz nîbin û li gora nihêrandin û cêribandina xwe şîreta nedin, lê ser hîmê Kitêba Pîroz vê yekê bikin (Îbo 4:8; 5:3, 27). Ya sisiya, em gerekê meriva nimiz nekin û tevî wan sert xeber nedin. Hine giliyên Elîfaz û hevalên wî rast bûn. Hela hê Pawlosê şandî jî hine giliyên Elîfaz dubare kir (Beramber ke Îbo 5:13 tevî 1 Korintî 3:19). Dîsa jî heçî zef ji giliyên wane derheqa Yehowa nerast bûn û dilê Îbo êşandin (Îbo 42:7, 8). Gava em şîreta didin, em gerekê Yehowa Xwedê tu cara mîna yekî sert nedine kifşê û nebêjin, ku ew xizmetkarên xwe hez nake. Niha, were em binihêrin ku em ji mesela Elîhû çi dersa dikarin bistînin.
Gava tu şîretê didî kesekî, 1) têderxe ku bi rastî çi qewimiye, 2) Kitêba Pîroz bide xebatê û 3) bi hezkirinê xeber de (Binihêre abzasa 8)
ELÎHÛ ÇA ŞÎRET DA ÎBO?
9. Çaxê sê hevalên Îbo xeberdan xilaz kirin, çima Îbora alîkarî lazim bû, û Yehowa ev alîkarî ça da wî?
9 Îbo û sê hevalên wî dirêj xeber dan, û 28 serên Kitêba Pîrozda xeberdana wan nivîsar e. Ji giliyên wan tê kifşê, wekî ewana eciz bûn û hela hê hêrs bûn jî. Axiriyêda wana xeberdan da sekinandinê, lê Îbo hela hê xemgîn bû û hewcê dilbîniyê û şîretê bû. Gelo Yehowa ça alî wî kir? Bi saya Elîhû, Yehowa şîret da wî. Lê Elîhû çima haqas wede hîviyê bû heta ku xeberdanê destpêke? Ewî got: “Ez bi emirê xwe biçûk im, hûn jî kal in. Lema min xwe da paş” (Îbo 32:6, 7, ÎM). Elîhû zanibû, wekî merivên emirda mezin gelek tişt emirê xweda dîtine û hîn bûne, lema jî ewana ji cahila diha bîlan û cêribandî ne. Lê paşî vê yekê ça Elîhû bi sebir guh da Îbo û hevalên wî, ewî îda nikaribû xwe bigire. Ewî got, wekî ne tenê kesên emirda mezin heqiyê fem dikin û bîlanî tenê salên emirva girêdayî nîne (Îbo 32:9). Gelo Elîhû paşê çi got, û ewî çi cûreyî xeber da?
10. Pêşiya ku Elîhû şîret da Îbo, ewî çi kir? (Îbo 33:6, 7)
10 Pêşiya ku Elîhû şîret da Îbo, ew ber dilê wîda hat. Gelo çawa? Em zanin ku sêrîda Elîhû hêrs bû (Îbo 32:2-5). Lê dîsa jî, gava ewî tevî Îbo xeber dida, ewî ne ku bi hêrs, lê bi milûktî xeber dida. Mesele, ewî Îbora got: “Va ye, li ber Xwedê, ez jî wek te me” (Bixûne Îbo 33:6, 7). Paşê ewî got, wekî ewî rind guh da xeberdana Îbo. Ewî hela hê besa fikirên sereke ji xeberdana Îbo kir (Îbo 32:11; 33:8-11). Û gava Elîhû careke din jî şîret da Îbo, ewî dîsa usa xwe da kifşê (Îbo 34:5, 6, 9; 35:1-4).
11. Elîhû ça şîret da Îbo? (Îbo 33:1)
11 Gava Elîhû şîret da Îbo, ewî bi qedir xeber da. Mesele, ça tê kifşê, sê hevalên Îbo gava tevî wî xeber didan, navê wî hilnedidan, lê Elîhû navê wî hildida (Bixûne Îbo 33:1). Diqewime Elîhû anî bîra xwe, ku gava Îbo û hevalên wî xeber didan, wîra çiqas çetin bû xwe bigire û tiştekî nebêje. Lema jî gava ewî şîret da Îbo, ewî mecal jî da wî, wekî ew cabê bide (Îbo 32:4; 33:32). Usa jî Elîhû eşkere got, wekî hine fikirên Îbo nerast in, û ewî bîlanî, qewat, heqî û hezkirina Yehowaye amin anî bîra wî (Îbo 36:18, 21-26; 37:23, 24). Bi saya şîretên baş yên Elîhû, Îbo hazir bû şîreta ji Xwedê qebûl ke (Îbo 38:1-3). Gelo kesên ku wedê berê dijîtin, ça dikaribûn ji mesela Elîhû karê bistînin, û em çi karê dikarin bistînin?
12. Yehowa ça bi saya pêxembera alî xizmetkarên xwe dikir, û Îsraêliya ça dikaribûn ji mesela Elîhû karê bistînin?
12 Îsraêliya çi kar dikaribûn bistandana? Wedê berê Yehowa Xwedê gelek pêxember kifş dikirin, wekî ewana nêta wî xizmetkarên wîra eyan kin. Mesele, wedê Hakimada, Deborayê mîna dêkî rêberiya cimetê dikir, û Samûyêl ji cahiltiya xwe xizmet dikir ça kesê ku elametiya ji Yehowa digîhande meriva (Hakimtî 4:4-7; 5:7; 1 Samûyêl 3:19, 20). Paşê, wedê padşada, Yehowa bi saya pêxembera alî xizmetkarên xwe dikir, wekî ewana ruhanîda qewî bimînin û şîret dida wan meriva, yên ku ji hebandina rast dûr diketin (2 Samûyêl 12:1-4; Karên Şandiya 3:24). Mesela Elîhû dikaribû nîşanî kesên amin bikira, ku ewana ça gerekê şîreta bidin.
13. Em ça dikarin dilê hevdu qewî kin?
13 Em çi karê dikarin bistînin? Em Mesîhî ne, lema jî em mizgîniya Kitêba Pîroz bela dikin û qirara Xwedê digihînine meriva. Usa jî em dilê xûşk-bira bi giliyên xweş qewî dikin (1 Korintî 14:3). Hergê xûşk-bira ji bo hine tişta hêrs kevin yan bê hemdê xwe xeber din jî, îlahî rûspî gerekê “ber dilê dilşkestiyada bên” (1 Têsalonîkî 5:14; Îbo 6:3).
14-15. Rûspî ça dikarin çev bidine mesela Elîhû, gava şîreta didin?
14 Bide ber çevê xwe, wekî rûspîk dibihê ku civata wîda xûşkek ketiye dêprêsiyayê. Lema jî ew tevî birakî din diçe bal wê, wekî dilê wê qewî ke. Wedê xeberdana wan, xûşk dibêje ku ew xwe xirab texmîn dike û ji xizmetiyê û civata, şabûnê nastîne. Vê derecêda rûspî gerekê çi bike?
15 Ya pêşin, ew gerekê têderxe ku xûşk çima xemgîn e. Bona vê yekê, ew gerekê bi sebir guh bidê. Dibeke ew xwe layîqî hezkirina Xwedê hesab nake. Diqewime ew ji bo barê “xemên vê dinyayê” xemgîn e (Lûqa 21:34). Ya duda, rûspî gerekê mecala bigere, wekî payê xûşkê bide. Rast e ew dêprêsiyayêda ye, lê ew dîsa jî tê civata û diçe xizmetiyê. Û ya sisiya, gava rûspî dereca wê fem bike û têderxe ku çima xûşkê şabûna xwe unda kiriye, ewê bikaribe ser hîmê Kitêba Pîroz lê bide bawerkirinê, wekî Yehowa wê hez dike (Galatî 2:20).
BERDEWAM KIN JI KITÊBA ÎBO HÎN BIN
16. Em ça dikarin berdewam kin ji kitêba Îbo hîn bin?
16 Belê, em dikarin ji kitêba Îbo gelek dersa hîn bin! Çawa ku me ji gotara pêşin dît, kitêba Îbo zelal dike ku çima Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin. Usa jî em pêhesiyan, ku ça em dikarin nava çetinayada sebir kin. Ji vê gotarê me dît, ku em ça dikarin mîna Elîhû bi cûrekî baş şîreta bidin, ne ku mîna sê hevalên Îbo. Pêşiya ku tu şîretê bidî kesekî, gelo wê baş nîbe wekî tu van dersên ji kitêba Îbo dîsa lêkolîn kî? Û hergê îda gelek wext derbaz bûye ku te kitêba Îbo xwendiye, gelo wê baş nîbe wekî tu vê kitêba xweş dîsa bixûnî? Tuyê bivînî ku ev kitêb ne tenê wedê berê kêrhatî bû, lê îro jî kareke mezin dikare bîne.
KILAMA 125 Kê Dilrem e, Bextewar e
a Usa tê kifşê, ku cinekî Elîfazra gotibû, wekî Yehowa tu merivî ça kesê rast hesab nake. Li gora nihêrandina wî, meriv çi bike jî, Xwedê wê tu cara ji wî razî nîbe. Her sê cara, gava Elîfaz xeber dida, ewî ev fikira nerast dubare dikir (Îbo 4:17; 15:15, 16; 22:2).