KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Kanûna Pêşin rûp. 14-19
  • Çev Bide Milûktiya Yehowa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bide Milûktiya Yehowa
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • YEHOWA HAZIR E GUH BIDE ME
  • YEHOWA YEKÎ BERBIHÊR E
  • YEHOWA YEKÎ BI SEBIR E
  • YEHOWA DÎNA XWE DIDE MERIVÊN MILÛK
  • Çev Bide Nihêrandina Yehowa û Îsa
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Merdanî Şabûnê Mera Tîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Kanûna Pêşin rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 50

KILAMA 48 Em Her Roj Rê Herin Tevî Yehowa

Çev Bide Milûktiya Yehowa

“Çev bidine Xwedê, çawa zarên hezkirî” (EFESÎ 5:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku em ça dikarin çar derecada çev bidine milûktiya Yehowa.

1. Çima Yehowa milûktiyêda meseleke lapî baş e?

GAVA tu dîna xwe didî merivên xweyîhukum û serwêra, gelo tê hişê te ku ewana merivne milûk in? Dibeke na. Lê Yehowa, yê ku qewata wî bêsînor e, yekî milûk e (Zebûr 113:5-8). Yehowa her aliyava milûk e. Xeyset-hunurên wîda qurebûn qe tune ye. Were em dîna xwe bidine çar hunurên Yehowa û bivînin ku van derecada milûktiya wî ça eşkere dibe. Usa jî emê bivînin ku Îsa ça çev dida milûktiya Bavê xwe. Ev yek wê alî me bike diha nêzîkî Yehowa bin û hê zêde çev bidine milûktiya wî.

YEHOWA HAZIR E GUH BIDE ME

2. Zebûr 62:8 derheqa Yehowa çi nîşanî me dike? (Usa jî binihêrin şikil.)

2 Tevî merivê qure çetin e xeber din, çimkî ewana xwe ji merivên din çêtir hesab dikin. Lema jî merivên din newêrin nêzîkî wan bin yan jî dixwazin xwe ji wan dûr bigirin. Yehowa qe yekî usa nîne! Ew milûk e û dixwaze wekî em nêzîkî wî bin û dilê xwe wîra vekin (Bixûne Zebûr 62:8). Çawa ku bavekî hezkirî hazir e guh bide zarên xwe, Yehowa hazir e guh bide duayên xizmetkarên xwe. Ewî gelek ji wan dua hela hê Kitêba Pîrozda jî da nivîsarê. Ev yek nîşan dike, wekî ew gelek dixwaze duayên me bibihê (Yêşû 10:12-14; 1 Samûyêl 1:10-18). Lê hergê em carna ji bo şaşiyên xwe bifikirin, wekî em hêja nînin ku Yehowara dua bikin, em dikarin çi bikin?

Kur bavê xwera gilî dike, ku derdana bona kulîrka ça nişkêva şkênand gava dilîst, û bav bi sebir guh dide kurê xwe.

Mîna Yehowa, bav bi milûktî guh dide kurê xwe, yê ku gava dilîst, derdana bona kulîrka şkênand (Binihêre abzasa 2)


3. Em ji ku zanin, wekî Yehowa dixwaze ku em berdewam kin wîra dua bikin?

3 Hergê em xwe hêjayî hezkirina Yehowa hesab nakin, dîsa jî em dikarin wîra dua bikin. Em vê yekê ji ku zanin? Meteloka derheqa kurê undabûyîda, Îsa besa xortekî kir, yê ku gunên giran kiribû û paşê tobe kiribû. Dîsa jî, ew difikirî ku bav wê wî qebûl neke. Lê gava kur vegeriya malê, bavê wî çi kir? Îsa got ku gava ewî kurê xwe dît, “bi lez çû pêşiya wî, ew hemêz kir û paç kir” (Lûqa 15:17-20). Yehowa mîna vî bavê hezkirî ye. Gava kesên ku bona çetinayî û gunên xwe ber xwe dikevin û dilteng in wîra dua dikin, ew dikeve heyra wan, çimkî ew yekî milûk e (Lûrînên Yêremya 3:19, 20). Dilê wî ser wan dişewite, ew ça bêjî bi lez diçe pêşiya wan, wekî dilê wan rihet ke û nîşanî wan ke, ku ew wana hez dike (Îşaya 57:15). Gelo Yehowa ça bi lez tê pêşiya me? Gelek cara, ew vê yekê bi saya rûspiyên civatê, merivên meye bawermend û xûşk-birên din dike (Aqûb 5:14, 15). Yehowa bi vî cûreyî alî me dike, çimkî dixwaze wekî em heleqetiya nêzîk tevî wî xwey kin.

4. Îsa yekî çawa ye?

4 Îsa çev dida Bavê xwe. Mîna Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh jî yekî milûk e. Lema jî gava ew ser erdê dijît, meriva bi rihetî dikaribû nêzîkî wî bin û pirsa bidine wî (Markos 4:10, 11). Gava ewî ji meriva dipirsî, hela ewana ser pirsekî çi difikirin, wana nihêrandina xwe bi azayî digot (Metta 16:13-16). Û gava wana şaşî dikir, ewana neditirsiyan, çimkî zanibûn wekî Îsa yekî qenc, dilrem û bi sebir e (Metta 17:24-27). Ev yek ku Îsa bi temamî çev dida hunurên Bavê xwe, alî şagirtên wî dikir wekî diha baş Yehowa nas kin (Yûhenna 14:9). Wî wedeyî serokên rêlîgî merivne sert, qure û bêtalaş bûn. Lê şagirtên Îsa ser hîmê mesela Îsa dîtin, wekî Yehowa yekî usa nîne. Ew yekî milûk e û hazir e guh bide meriva.

5. Seva ku merivên din hêsa bikaribin nêzîkî me bin, çima ferz e wekî em milûk bin?

5 Em ça dikarin çev bidine Yehowa? Hergê em milûktiyê nav xweda pêşda bînin, merivara wê hêsa be nêzîkî me bin. Milûktî wê alî me bike, wekî em ne ku çevnebar, qure û kîn bin, lê wekî qenc, bi sebir û efûkar bin. Wî çaxî merivên din wê bixwazin nêzîkî me bin (Kolosî 3:12-14). Îlahî ferz e, wekî rûspî milûk bin ku xûşk-birara hêsa be nêzîkî wan bin û dilê xwe wanra vekin. Bona vê yekê hemikî lazim e, wekî ewana wede tevî xûşk-bira derbaz kin. Hergê mecala wan heye, wê baş be wekî ewana ne ku bi vîdêokonfêrênsiyayê tevî civatê têklî bin, lê herin civatê wekî rû bi rû xûşk-bira bivînin. Usa jî, çiqas ji destê wan tê, ewana gerekê tevî xûşk-bira mal bi mal xizmet kin. Çiqas baş ewana rûspiya nas bikin, haqas wanra wê hêsa be dilê xwe rûspiyara vekin.

YEHOWA YEKÎ BERBIHÊR E

6-7. Yehowa ça hazir bû safîkirinên xwe li gora xwestina xizmetkarên xwe biguhêze?

6 Merivên babax gelek cara difikirin ku nihêrandina wan, nihêrandina herî rast e, lema jî naxwazin safîkirina xwe biguhêzin. Lê Yehowa, yê ku bi rastî her tiştî zane, yekî usa nîne. Ew yekî milûk e, lema jî ew hazir e safîkirinên xwe biguhêze. Mesele, serhatiya Meryemê bide ber çevê xwe. Tevî birê xwe Harûn, ew miqabilî birê xwe Mûsa derket, yê ku wekîlê Yehowa bû. Bi vê yekê Meryem bi rastî miqabilî Yehowa derket û bêqedirî hindava wîda da kifşê. Lema jî Yehowa ser wê hêrs ket û bi nexweşiya kotîbûnê lê ceza kir. Lê gava Harûn lavaya Mûsa kir, ku alî wê bike, û Mûsa reca Yehowa kir, wekî ew lê qenc ke, Yehowa çi kir? Kesê babax wê safîkirina xwe neguhasta. Lê Yehowa yekî milûk e, lema jî ewî xwestina wan qebûl kir û Meryem qenc kir (Jimar 12:1-15).

7 Yehowa hindava Hizqiya Padşa jî milûktî da kifşê. Gava padşa giran nexweş ket, Yehowa bi saya Îşaya pêxember wîra got, wekî wexteke nêzîkda ewê bimire. Hizqiya bi hêsira ji Yehowa reca kir, wekî ew wî qenc ke. Yehowa bi dilremî emirê wî ser 15 sala zêde kir (2 Padşatî 20:1, 5, 6). Belê, Yehowa yekî milûk e, lema jî ew him dilrem e, him jî hazir e guh bide meriva.

8. Em ji ku zanin wekî Îsa yekî berbihêr e? (Markos 3:1-6)

8 Îsa çev dida Bavê xwe. Gava Îsa ser erdê bû, ew yekî berbihêr bû, û çi ji destê wî dihat dikir wekî alî meriva bike. Mesele, rast e ev yek serwêrên rêlîgî xweş nedihat, lê dîsa jî ewî roja Şemiyê merivên nexweş qenc dikir (Bixûne Markos 3:1-6). Îro jî Îsa bi berbihêriyê rêberiya civatê dike. Mesele, ew wan kesên ku gunên giran dikin sebir dike û mecalê dide wan, wekî xwe rast kin (Eyantî 2:2-5).

9. Em ça dikarin berbihêriyê bidine kifşê? (Binihêre usa jî şikil.)

9 Em ça dikarin çev bidine Yehowa? Em gerekê bi milûktî ser xwe bixebitin, wekî fikir û kirên meda berbihêrî bê kifşê (Aqûb 3:17). Mesele, dê-bavên berbihêr tiştên usa ji zarên xwe dewa nakin, çi ku ji qewata wan der e. Vê yekêda Aqûb meseleke baş hîşt, çimkî ewî qewata zarên xwe hildida hesab (Destpêbûn 33:12-12). Usa jî dê-bavên milûk û berbihêr zara beramberî hev nakin. Rûspiyên civatê jî gerekê berbihêr bin. Mesele, gava koma rûspiyada tiştek tê safîkirinê, rûspîkî berbihêr wê timê ser ya xwe nesekine, lê hazir be ku piştgiriya fikirên piraniyê bike, hemikî tenê hergê fikirên wan miqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz nîbin (1 Tîmotêyo 3:2, 3). Xêncî vê yekê, hergê nihêrandina me carna ji nihêrandina kesên din cude be jî, em gişk dikarin qewatê bidine xebatê, wekî nihêrandina kesên din fem bikin (Romayî 14:1). Belê, were em gişk xîret bikin ku berbihêriya me ‘her kesîra eşkere be’ (Fîlîpî 4:5).

Şikil: Bav bi şabûnê tevî zarên xwe mizgîniyê mal bi mal bela dike. 1. Gava kurê wî broşûra “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” dide merivekî, ew şa dibe. 2. Paşê, gava qîza wî karta jw.org dide kulfetekê, ew şa dibe.

Xizmetiyêda, bav hindava zarên xweda berbihêriyê dide kifşê (Binihêre abzasa 9)


YEHOWA YEKÎ BI SEBIR E

10. Yehowa sebira xwe ça nîşan kiriye?

10 Merivên qure hez nakin hîviya kesekî bisekinin. Ji bo babaxiya wan sebira wan tune ye. Yehowa yekî usa nîne. Eyankirina sebirêda ew meseleke lapî baş e. Mesele, rojên Nuhda ewî got wekî ewê 120 salî hîviyê bisekine, heta ku qira kesên xirab bîne (Destpêbûn 6:3). Lema jî êpêce wedê Nuh hebû, wekî zarên xwe mezin ke û gemiyê bi alîkariya malbeta xwe ava ke. Paşê, gava Birahîm derheqa kutakirina Sodom û Gomorayê tevî melekê Yehowa xeber dida, melek bi sebir guh da pirsên wî. Kesê qure diqewime bigota: “Gelo tu difikirî ez nizanim ku gerekê çi bikim?” Lê mîna Yehowa, ew melek hindava Birahîm sebir da kifşê (Destpêbûn 18:20-33).

11. Li gora 2 Petrûs 3:9, Yehowa çima sebir dike?

11 Yehowa Xwedê bi milûktî sebir dike heta roja ku ewî bijartiye, wekî vê dinya xirab kuta ke. Gelo çima? Çimkî ew “dixwaze gişk jî tobe kin” (Bixûne 2 Petrûs 3:9). Bi saya sebira Yehowa bi mîlyona merivên dilpak bûne dostên wî, û em guman in wekî dîsa bi mîlyona merivên din jî wê wî nas kin û bibine dostên wî. Dîsa jî sînorê sebira Yehowa heye. Ew meriva hez dike, lê çevê xwe ser xirabiyê nagire, û ewê nehêle wekî xirabî heta-hetayê hebe (Hebaqûq 2:3).

12. Îsa ça çev dide sebira Yehowa?

12 Îsa çev dida Bavê xwe. Bi hezara sala Îsa çev dide sebira Yehowa. Ewî dît ku Mîrê-cina ça him navê Yehowa, him jî navê merivên amin reş kir (Destpêbûn 3:4, 5; Îbo 1:11; Eyantî 12:10). Usa jî ber çevê Îsa gelek tiştên xirab hatine serê meriva. Bide ber çevê xwe, ku ew çiqas dixwaze “kirên Mîrê-cina xirab ke”! (1 Yûhenna 3:8) Gelo çi alî Îsa dike, wekî bi sebir hîviyê be, heta ku Yehowa şixulên Mîrê-cina kuta ke? Menîk ev e, ku ew yekî milûk e. Ew zane ku tenê Yehowa safî dike, ku kengê qirara xwe bîne sêrî (Karên Şandiya 1:7).

13. Îsa ça û çima hindava şandiyên xwe sebir dida kifşê?

13 Gava Îsa ser erdê bû, ewî hindava şandiyên xwe jî sebir dida kifşê. Mesele, ewana dîsa û dîsa bona vê yekê diketine dewê, ku nav wanda yê herî mezin kî ye. Lê dîsa jî Îsa gumana xwe wan nedibirî, lê ewî timê sebir dikir (Lûqa 9:46; 22:24-27). Ew bawer bû ku wede şûnda ewana wê xwe rast kin. Hergê tu jî carna şaşîkî çend cara dikî, gelo tu razî nînî ku Padşê te usa milûk û bi sebir e?

14. Em ça dikarin sebira xwe zêde kin?

14 Em ça dikarin çev bidine Yehowa? Seva ku em fikirandin û rabûn-rûniştina xweda çev bidine Yehowa, em gerekê hîn bin ku ‘mîna Mesîh bifikirin’ (1 Korintî 2:16). Gelo em ça dikarin fikirên Îsa diha baş fem kin? Mêtodeke lape baş ev e, ku Kitêba Pîrozda derheqa jîyîna Îsa bixûnin. Paşê em gerekê wede bivînin, wekî derheqa kirên wî kûr bifikirin û pêbihesin ku ewî çima usa dikir. Usa jî em gerekê ji Yehowa alîkariyê bixwazin, wekî mîna Îsa milûk û bi sebir bin. Em çiqas hîn bin ku mîna Îsa bifikirin, emê haqas diha baş bikaribin çev bidine Yehowa û sebir bidine kifşê him hindava xûşk-birada, him jî hindava xweda (Metta 18:26-30, 35).

YEHOWA DÎNA XWE DIDE MERIVÊN MILÛK

15. Yehowa hindava merivên milûk çawa ne? (Zebûr 138:6)

15 Bixûne Zebûr 138:6. Qedirekî çiqas mezin e ku Yehowa, Xwedayê Herî Jorin, yê ku erd û ezman efirandiye, merivên milûk qîmet dike! Were em dîna xwe bidine mesela çend ji wan meriva. Dibeke em hineka ji wan rind nas nakin, lê Yehowa navên wan Kitêba Pîrozda dane nivîsarê. Mesele, ji bîna ber Xwedê, Mûsa besa kulfeteke bi navê Divora kir, ya ku weke 125 sal bi aminî mala Îshaq û Aqûbda xizmet dikir. Em derheqa vê kulfeta amin gelek tişt nizanin, lê Kitêba Pîroz nîşan dike, ku wana çiqas ew kulfet hez dikir (Destpêbûn 24:59; 35:8). Çend qirne şûnda, Yehowa şivanekî cahil bi navê Dawid bijart, yê ku gerekê bibûya padşê miletê Îsraêl (2 Samûyêl 22:1, 36). Paşî bûyîna Îsa, Xwedê bi saya meleka çend şivanên milûkra qedir da kifşê bi vê yekê ku pêşiyê wanra got, wekî Beytlehmêda Mesîh hatiye bûyînê (Lûqa 2:8-11). Usa jî, gava Ûsiv û Meryem Îsayê biçûk anîn paristgehê, Yehowa mecal da Şîmeyon û Hanayê, yên ku emirda mezin bûn, wekî ewana Kurê Wî bivînin (Lûqa 2:25-30, 36-38). Rast e Xwedê bilind e, lê ew milûka divîne!

16. Îsa ça çev dida Yehowa vê yekêda, ku hindava merivada çawa bû?

16 Îsa çev dida Bavê xwe. Mîna Yehowa, Îsa jî merivên milûk hez dikir. Mesele, ewî kesên “nexwendî û nezan” derheqa Padşatiya Xwedê hîn dikirin (Karên Şandiya 4:13; Metta 11:25). Usa jî ewî merivên nexweş ne tenê qenc dikirin, lê dida kifşê, ku qedirê wan digire (Lûqa 5:13). Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa mîna xulamekî nigên şandiyên xwe şûştin (Yûhenna 13:5). Û pêşiya ku ew hilkişiya ser ezmana, ewî hemû şagirtên xweye milûkra qedir da kifşê bi vê yekê, ku şixulê lapî ferz da wan, dêmek wekî ewana alî meriva bikin emirê heta-hetayê bistînin (Metta 28:19, 20).

17. Em ça dikarin qedirê kesên din bigirin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Em ça dikarin çev bidine Yehowa? Firqî tune meriv ji kîjan milet, kûltûr û rasa ne û xwendî ne yan na, em hindava hemûyada hezkirin û qedir didine kifşê, gava mizgîniya xêrê wanra gilî dikin. Û fereset yan cabdariyên me çi bin jî, em dîsa jî xûşk-bira ser xwera hesab dikin (Fîlîpî 2:3). Hergê em bi milûktî “gava pêşin bavêjin” ku her aliyada qedirê meriva bigirin, Yehowa wê ji me razî be (Romayî 12:10; Sêfanya 3:12).

Kelêda, du xûşk tevî jinikeke girtî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin.

Em çev didine milûktiya Yehowa, gava mizgîniya xêrê hemû merivara bela dikin (Binihêre abzasa 17)a


18. Tu çima dixwazî çev bidî milûktiya Yehowa?

18 Hergê em çi ji destê me tê dikin, wekî çev bidine milûktiya Bavê xweyî dilovan, emê hê zêde berbihêr û bi sebir bin û hazir bin guh bidine meriva. Usa jî mîna Yehowa, emê qedirê kesên din bigirin. Were çiqas qewata me digihîjê em her tiştî bikin, wekî diha nêzîkî Xwedayê xweyî milûk bin. Û bîr nekin, çaxê em usa dikin, ew me diha zêde hez dike û qîmet dike! (Îşaya 43:4)

MILÛKTÎ ÇA DIKARE ALÎ TE BIKE WEKÎ TU . . .

  • hazir bî guh bidî meriva?

  • merivekî berbihêr bî?

  • merivekî bi sebir bî?

KILAMA 159 Rûmetê Bide Yehowa

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Xûşkên me bi milûktî çev didine Yehowa û girtiya hîn dikin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin