GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 51
KILAMA 132 Em Bûne Yek
Bira Dewata We Rûmetê Bide Yehowa
“Bira her tişt bi cûrê rast, û terbetî be” (1 KORINTÎ 14:40).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku bûk û zeva ça dikarin bi dewata xwe rûmetê bidine Yehowa.
1-2. Yehowa ser dewatê ça dinihêre?
GELO hûn nîşankirî ne? Bi rastî nîşanî wedekî gelek xweş e. Dibeke we îda destpêkiriye karê xwe bona dewatê bikin. Yehowa Xwedê jî dixwaze wekî dewataa we xweş derbaz be û hûn hevra bextewar bin (Metelok 5:18; Stirana Silêman 3:11).
2 Lê gelo çima ferz e, wekî dewata we rûmetê bide Yehowa û bona vê yekê hûn dikarin çi bikin? Ev gotar îlahî bona wan hatiye nivîsarê, yên ku karê dewatê dikin. Dîsa jî, prînsîpên ku vê gotarêda nivîsî ne, dikarin me hemûyara karê bînin. Mesele, hergê em ça mêvan diçine dewatê, yan hergê bûk û zeva bona derbazkirina dewatê şîretê ji me bixwazin, prînsîpên ku emê şêwir kin dikarin alî me bikin rûmetê bidine Yehowa.
ÇIMA FERZ E KU DEWATA WE RÛMETÊ BIDE YEHOWA?
3. Gava bûk û zeva bona dewatê karê xwe dikin, ewana gerekê dîna xwe bidine çi?
3 Bûk û zeva gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz hildin hesab, gava bona dewatê xwe hazir dikin. Gelo çima? Çimkî Xwedê zewac saz kiriye. Zewaca pêşin, dêmek zewaca Adem û Hewayê, xwexa Yehowa saz kiribû (Destpêbûn 1:28; 2:24). Lema jî kesên ku bona dewatê karê xwe dikin, gerekê hê zêde dîna xwe bidine nihêrandina Yehowa.
4. Çima bûk û zeva gerekê bi dewata xwe rûmetê bidine Yehowa?
4 Meniya ferz heye ku çira lazim e, wekî hûn wedê dewata xwe nihêrandina Yehowa Xwedê hildin hesab. Ew Bavê weyî ezmana û Dostê weyî lapî nêzîk e (Îbranî 12:9). Bê şik, hûn dixwazin wekî dostiya we tevî wî qewî bimîne. Lema jî hûn gerekê fesal bin, wekî dilê wî tu cara neêşînin (Zebûr 25:14). Gava hûn derheqa tiştên ku Yehowa bona we kirine û wê dîsa bike, difikirin, gelo hûn qayîl nînin ku ew hêja ye, wekî hûn bi dewata xwe jî rûmetê bidine wî? (Zebûr 116:12)
HÛN ÇA DIKARIN RÛMETÊ BIDINE YEHOWA XWEDÊ?
5. Kitêba Pîroz ça dikare alî bûk û zeva bike, wekî dewata xwe rind derbaz kin?
5 Kitêba Pîrozda hûr bi hûr nayê gotinê, ku wedê dewatê çi gerekê bê kirinê û çi na. Lema jî bûk û zeva dikarin dewata xwe li gora derece û erf-edetê xwe derbaz kin. Usa jî xizmetkarên Xwedê qanûnên dewletê hildidin hesab (Metta 22:21). Lê dîsa jî firqî tune ku xort û qîz çi safîkirina bikin, hergê dewat li gora prînsîpên Kitêba Pîroz derbaz be, ewana wê rûmetê bidine Yehowa û dilê wî şa kin. Hergê usa ye, hûn gerekê kîjan prînsîpa bîr nekin?
6. Çima ferz e, wekî bûk û zeva li gora qanûna dewletê bizewicin?
6 Xwe li qanûna dewletê bigirin (Romayî 13:1, 2). Gelek welatada, li gora qanûna lazim e wekî bûk û zeva pêşiya ku bizewicin, hine tişta bikin. Lema jî hûn gerekê pêşda bizanibin ku hûnê çi bikin. Hergê derheqa vê yekê pirsên we hebin, hûn dikarin ji rûspiya jî alîkariyê bixwazin.b
7. Roja dewatê gerekê ça derbaz be?
7 Roja dewatê usa derbaz kin, wekî rûmetê bidine Xwedê (1 Korintî 10:31, 32). Bira dewata weda ne ku ruhê dinyayê, lê berên ruhê pîroz bêne kifşê (Galatî 5:19-26). Li gora Kitêba Pîroz, mêr serê malbetê ye. Lema jî zeva cabdar e, wekî dewat bi cûrekî baş derbaz be û rûmetê bide Yehowa. Gotara bona zewacê, ya ku bi hezkirinê, dilgermî û maqûlî tê xwendinê, dikare alî bûk-zeva û mêvana bike, wekî ewana qîmeta zewacê diha baş fem kin. Gotareke usa kareke mezin tîne, çimkî ew nîşan dike ku zewac tiştekî çiqas mexsûs e. Lema jî gelek bûk û zeva dixwazin ku gotareke usa Oda Civatêda bê xwendinê. Hergê hûn dixwazin Oda Civatê bona vê nêtê bidine xebatê, xwestina xwe pêşda koma rûspiyara binivîsin.
8. Hûn çi dikarin bikin, wekî dewata we bi maqûlî derbaz be? (Romayî 13:13)
8 Bixûne Romayî 13:13. Hergê hûn safî kin paşî gotara bona dewatê tevî mêvana kêf kin, hûn ça dikarin xwe ji ruhê vê dinyayê dûr bigirin? Xebera Yûnanî, ya ku vê rêzêda hatiye welgerandinê ça “kêfkirina bêsînor û necayîz”, tê hesabê şayî, kîderê ku bi zêdeyî îçke tê vexwarinê û heta nîvê şevê mûzîk vêxistî ye (Binihêrin elametî bona hînbûnê “kêfkirina bêsînor û necayîz”, ser hîmê Romayî 13:13). Hergê ser dewata we îçke hebe, miqat bin wekî tu kes bi zêdeyî venexwe.c Hergê kilam hebin, dîna xwe bidinê, wekî dengê kilama gelek bilind nîbe seva ku mêvan bikaribin tevî hev xeber din û ji vê yekê şabûnê bistînin. Usa jî dîna xwe bidine stîl û giliyên kilama, wekî tu kes neyê likumandinê.
9. Wedê dewatê bûk û zeva gerekê çi hildin hesab?
9 Ser hine dewata şikil û vîdêo têne nîşankirinê, usa jî lîstik û bernamên din têne derbazkirinê. Tiştên usa hemikî xweş in. Lê her tişt gerekê bi cûrê hêja derbaz be (Fîlîpî 4:8). Dewata xweda nîşan kin, ku hûn qedirê meriva û qedirê zewacê digirin. Lê ya herî ferz ev e, wekî hûn rûmetê bidine Yehowa. Hemikî ne xirab e ku hine henek bêne gotinê, lê gerekê henekên necayîz, mesele derheqa bênamûsiyê, neyêne kirinê (Efesî 5:3). Tevî nefer û hevalên xwe pêşda xeber din, ku hergê ewana bixwazin ser dewatê ber mêvana tiştekî bêjin, bira fikirên we hildin hesab û tiştên usa nebêjin, çi ku wê we xweş neyê.
10. Çaxê bûk û zeva karê dewatê dikin, çira gerekê milûktiyê bidine kifşê? (1 Yûhenna 2:15-17)
10 Dîna meriva bi zêdeyî nekişînin ser xwe (Bixûne 1 Yûhenna 2:15-17). Yehowa dixwaze wekî xizmetkarên wî rûmetê bidine wî û dîna meriva bi zêdeyî nekişînin ser xwe. Lema jî wê baş be wekî Mesîhî bi zêdeyî pera xerc nekin û ji “qurebûna pê hebûkê” xwe dûr bigirin. Çima diha baş e wekî hûn dewateke gelek biha nekin? Birakî ji Norwejê bi navê Mayk, usa dibêje: “Em neketine bin deyna û mecbûr nîbûn terka pêşengtiyê bidin. Dewata me biçûk bû, lê dîsa jî gelek xweş bû”. Xûşkeke ji Hindistanê bi navê Tabîta, usa dibêje: “Dewata me biçûk bû, lema xemên me jî biçûk bûn. Nelazim bû ku em hezar pirsa safî kin û bona vê yekê ber xwe kevin, ku ça bêne ser nêtekê”.
Firqî tune ku em kîderê dijîn, dewata me dikare xweş be û li gora prînsîpên Kitêba Pîroz derbaz be (Binihêre abzasa 10-11)
11. Gava bûk û zeva safî dikin ku çi xwe kin, ewana gerekê çi bîr nekin? (Binihêre usa jî şikil.)
11 Gelo we îda safî kiriye ku ser dewata xwe hûnê çi xwe kin? Bê şik, hûn dixwazin bedew bin. Wedê berê jî bûk û zeva xwe dixemilandin (Îşaya 61:10). Hemikî dibeke kincên ku hûnê ser dewatê xwe kin, ji kincên herrojî cude bin. Lê dîsa jî kincên we gerekê layîq û maqûl bin (1 Tîmotêyo 2:9). Bira wedê dewatê kincên we yan jî tiştên matêrîalî bi zêdeyî dîna meriva nekişîne ser xwe (1 Petrûs 3:3, 4).
12. Bûk û zeva çima gerekê erf-edetên ku miqabilî Kitêba Pîroz in, înkar kin?
12 Erf-edetên ku miqabilî Kitêba Pîroz in, înkar kin (Eyantî 18:4). Gelek erf-edetên dewatên îroyîn, pûtparistiyêva, sêrbazî û rêlîgiyên qelpva girêdayî ne. Yehowa Xwedê dixwaze, wekî em xwe ji tiştên usa dûr bigirin (2 Korintî 6:14-17). Hergê hûn bawer nînin ku hine erf-edetên wî ciyî, kîderê ku hûn dijîn layîq in yan na, pêşiya ku hûn safî kin wana bînin sêrî, hîmê wan û prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin.
13. Bûk û zeva ça dikarin hindava pêşkêşada çev bidine nihêrandina Yehowa?
13 Gelek herêmada, mêvanên dewatê li gora dereca xweye matêrîalî pêşkêşa didine bûk û zeva. Mesîhî hemikî merd in û ji dayînê şabûnê distînin (Metelok 11:25; Karên Şandiya 20:35). Lê dîsa jî em naxwazin ku mêvanên me xwe mecbûr texmîn kin, wekî tiştekî pêşkêş kin. Usa jî em naxwazin ku ewana bifikirin, wekî emê bona pêşkêşa biçûk razî nîbin. Yehowa qîmet dike kesên ku tiştekî ji dil û li gora dereca xwe didin, û em jî gerekê usa bikin (2 Korintî 9:7).
SAFÎKIRINA ÇETINAYA
14. Hine bûk û zeva rastî çetinayên çi cûreyî tên?
14 Carna hêsa nîne ku meriv dewateke usa bike, ya ku rûmetê dide Yehowa. Mesele, dibeke wera çetin be dewateke biçûk bikin. Birakî bi navê Çarlî, yê ku ji Giravên Silêman e, usa dibêje: “Gelek çetin bû, wekî em safî kin ku kê teglîfî ser dewatê kin. Hevalên me gelek in, û kûltûra meda her kes hîviyê ye, ku bê teglîfkirinê!” Tabîta, derheqa kîjanê ku me jorê got, usa dibêje: “Herêma meda, dewat gelek mezin in. Bona dê-bavên me çetin bû safîkirina me qebûl kin, ku emê tenê gazî 100 meriva kin”. Xûşkeke ji Hindistanê bi navê Sara, usa dibêje: “Hine kes bi zêdeyî dîna xwe didine vê yekê, ku bidine kifşê, wekî ewana dewletî ne û ku meriv wê derheqa wan çi bifikirin. Merivên min dewata mezin kiribûn, lema ez difikirîm ku ez mecbûr im dewata diha mezin bikim”. Gelo çi dikare alî we bike ku çetinayên wî cûreyî safî kin?
15. Çira gelek ferz e dua bikin gava karê dewatê dikin?
15 Bona cûrê derbazkirina dewata xwe dua bikin. Hûn dikarin aza derheqa çetinayî û hestên xwe Yehowara bêjin (Fîlîpî 4:6, 7). Hûn dikarin alîkariyê ji wî bixwazin, wekî safîkirinên baş bikin û ber xwe nekevin. Usa jî hûn dikarin mêrxasiyê ji wî bixwazin, wekî gava nihêrandina we ji nihêrandina merivên din cude dibe, hûn nekevine ber bayê wan (1 Petrûs 5:7). Çiqas hûn destê wî bivînin, haqas hûnê diha zêde xwe bispêrine wî. Tabîta usa dibêje: “Ez û dergîstiyê min, me nedixwest tevî hev yan tevî malbeta xwe bikevine dewê. Lema her cara, gava me derheqa derbazkirina dewatê xeber dida, me pêşiyê dua dikir. Me bi rastî alîkariya Yehowa dît, û nav meda timê edilayî hebû”.
16-17. Çaxê hûn bona dewata xwe safîkirina dikin, çima ferz e wekî him tevî hev û him jî tevî malbetên xwe bi qedir xeber din?
16 Zelal û bi qedir tevî malbeta xwe xeber din (Metelok 15:22). Hûn gerekê bona dewata xwe derheqa gelek tişta bifikirin. Mesele, hûn gerekê roja dewatê bijbêrin û bifikirin, ku hûnê çiqas pere xerc kin û gazî kê bikin. Pêşiya ku hûn tiştekî safî kin, şêwira xwe bikin, prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn kin û şîretên xûşk-birên cêribandî hildin hesab. Gava hûn nihêrandin û xwestina xwe dibêjin, bi nermî û bi qedir xeber din, usa jî hazir bin nihêrandina xwe biguhêrin. Hergê xwestinên layîq yên dê-bavê we yan merivên weye nêzîk hebin, wana jî hildin hesab, çimkî dewata we bona wan jî rojeke mexsûs e. Hergê hûn nikarin li gora xwestina wan bikin, bi nermî û bi qedir wanra bêjin ku menî çi ye (Kolosî 4:6). Malbetên xwera şirovekin ku nêta weye sereke ev e, wekî hûn bi dewata xwe rûmetê bidine Yehowa.
17 Hergê dê-bavên we Şedên Yehowa nînin, diqewime nehêsa be ku derheqa safîkirinên xwe wanra şirovekin, lê dîsa jî hûn dikarin bi nermî alî wan bikin nihêrandina we qebûl kin. Birakî ji Hindistanê bi navê Santoş, usa dibêje: “Gelek wede lazim bû, wekî ez û dergîstiya min safîkirinên xwe malbetên xwera şirovekin. Me hine tişt, çi ku miqabilî qanûnên Yehowa nîbû, li gora xwestina wan kir. Mesele, me xwarin li gora xwestina wan guhast, û me hemû stiran û reqas ji bernama dewatê derxistin, çimkî tiştên usa bona wan ecêb bûn”.
18. Seva ku wedê dewata we her tişt baş derbaz be, wê baş be ku hûn çi bikin? (1 Korintî 14:40) (Binihêre usa jî şikil.)
18 Bernamê rind saz kin. Hergê her tişt rind safîkirî be, strêsa dewatê jî wê kêm be (Bixûnin 1 Korintî 14:40). Birakî ji Teywanê bi navê Wêyn usa dibêje: “Çend roj pêşiya dewata me, em tevî kesên ku dixwestin wedê dewatê alîkariyê bidine me, top bûn. Me derheqa bernama dewatê xeber da û rêpêtîsiya hine tişta kir”. Qedir hindava mêvana bidine kifşê bi vê yekê, ku roja dewatê her tiştî wedê xweda bikin.
Seva ku dewat xweş derbaz be, safîkirinên baş lazim in (Binihêre abzasa 18)
19. Seva ku wedê dewatê her tişt bin kontrolêda be, hûn dikarin çi bikin?
19 Pêşda bifikirin ku çi dikare biqewime, û gavên lazim bavêjin wekî problêm pêşda neyên (Metelok 22:3). Mesele, hergê herêma weda carna mêvanên negazîkirî têne dewatê, bifikirin ku hûn dikarin çi bikin, wekî tiştekî usa neqewime. Merivên xweyî nebawermendra pêşda bêjin ku dewat wê ça derbaz be, û şirovekin ku hûnê hine edeta çima neynin sêrî. Mesele, hûn dikarin ji malpera jw.org gotara bi navê “Dewatên Şedên Yehowa Çawa Derbaz Dibin?” wanra bişînin. Seva ku wedê dewatê her tişt bin kontrolêda be, hûn diqewime dikarin ji birakî cêribandî bixwazin, wekî ew bibe ‘berpirsiyarê dewatê’ (Yûhenna 2:8). Hergê hûn wîra zelal bêjin ku safîkirinên weye bona dewatê çi ne, ew dikare alî we bike wekî her tişt baş derbaz be û dewata we rûmetê bide Yehowa.
20. Bûk û zeva derheqa dewatê çi gerekê bîr nekin?
20 Sazkirina bernama dewatê bi rastî jî şixuleke gelek mezin û nehêsa ye. Lê bîr nekin, wekî dewata we tenê pareke biçûk e ji emirê we. Ji wê rojê destpêbûyî, hûn dikarin tevayî Yehowara xizmet kin û jîyîneke xweş derbaz kin. Bira dewata we gelek mezin nîbe, û bi saya dewata xwe rûmetê bidine Yehowa. Xwe bispêrin Yehowa. Bi saya rêberiya wî, dewata we wê xweş derbaz be, û hûnê poşman nebin gava wext şûnda roja dewatê bikine bîra xwe (Zebûr 37:3, 4).
KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê
a XEBERA ŞIROVEKIRÎ: Gelek kûltûrada edet e, wekî roja dewatê bûk û zeva pêşiyê ber Xwedê sonda zewacê bixwin û paşê şayê derbaz kin. Wan kûltûrada, kîderê ku roja dewatê kêf nakin jî, wê baş be wekî bûk û zeva dîna xwe bidine prînsîpên Kitêba Pîroz.
b Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa nihêrandina Mesîhiya ser dewakirinên qanûnên bona zewacê, bixûnin gotara bi navê “Dewatên ku Ber Çevê Xwedê û Meriva Rûmet in”, ji Birca Qerewiliyê, ya 15 Cotmehê, sala 2006.
c Li ser jw.org, binihêrin vîdêoya bi navê Gelo Hêja ye Îçkê Daynim ber Mêvana?