KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwhf gotar 32
  • Hergê Zar Naxwaze Bijî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hergê Zar Naxwaze Bijî
  • Alîkarî Bona Malbetê
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Xwekuştin nava cahilada problêmeke mezin e
  • Hûn ça dikarin têderxin, wekî zara we bin xofêda ne?
  • Çi bikin hergê zar derheqa xwekuştinê difikire?
  • Ez Mirinê Dixwazim; Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike, Çaxê Ez Difikirim Xwe Bikujim?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Dê-Bavno, Alî Zarên Xwe Bikin ku Nêzîkî Yehowa bin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Zarên Xwe ji Zarotiyêda Hîn kin
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
Alîkarî Bona Malbetê
ijwhf gotar 32
Keçika dilteng, rûniştiye erdê dinihêre.

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Çaxê Zar Naxwaze Bijî

Van salên paşwextiyê, gelek welatada hejmara xwekuştina cahila zef zêde bûye. Çira? Gelo zara we jî bin vê xofêda ne?

Vê gotarêda

  • Xwekuştin nava cahilada problêmeke mezin e

  • Hûn ça dikarin têderxin, wekî zara we bin xofêda ne?

  • Çi bikin hergê zar derheqa xwekuştinê difikire?

Xwekuştin nava cahilada problêmeke mezin e

Ji sala 2009 heta 2019, Dewletên Yekbûyîda hejmara cahilên mektebêda, yên bi sîmptomên dêprêsiyayê 40 selef zêde bûye. Wan salada usa jî hejmara cahilên ku xwe kuştine zêde bûye.a

“Cahilên îroyîn rastî problêmên giran tên . . . Ew yek gelek xirab hukum dike ser sihet-qewata wane psîxîkî”.—Doxdirê Sereke Vîvêk Mûrtî, Dewletên Yekbûyî.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dilê xem û xeyal hişkbûna hestûya ye” (Metelok 17:22).

Hûn ça dikarin têderxin, wekî zara we bin xofêda ne?

Dîna xwe bidine van tişta.

  • Qewimandinên xirab. Qe zara we rastî çetinayê hatiye, mesele zorbetî aliyê hine cahilada, yan hevqetandin tevî dilketiyê xwe, yan mirina merivê nêzîk? Hergê erê, diqewime zarab we ji bo wan tişta gelek ber xwe dikeve, lê hûn ne jî têderdixin.

  • Rabûn-rûniştin. Gelo dibeke zara we îda xwe ji hevala yan neferên malê dûr digire? Yan hewasa zarê îda tune ye, wekî tiştên ku ewê hez dikir, bike? Yan dibeke ew destpêdike tiştên ku ewê gelek qîmet dikir, merivara bela ke?

  • Xeberdana Zarê. Gelo zara we dibêje ku ew îda naxwaze bijî, yan jî giliyên usa dibêje: “Wê baş bûya ez bimirama”? Yan dibeke zara we dibêje ku ew naxwaze bona we bargiranî be?

    Hemikî çaxê zar dilteng e, dikare van giliya bêhemdê xwe bêje (Îbo 6:3). Lê carna ew gilî dikarin nîşana vê yekê bin, ku zara we alîkariyê dixwaze. Lema jî giliyê zara xwe ku ew naxwaze bijî, tu car pişt guhê xweva nebêjin.

Çi bikin: Tevî zara xwe xeber din. Hûn dikarin raste-rast ji zarê bipirsin: “Qe hişê teda fikirên derheqa xwekuştinê pêşda hatine?” Nefikirin, ku hergê hûn evê pirsê bidine zara xwe, hingê ew fikir dikare bikeve hişê wê yan wî.

Hergê zar dibêje wekî ew derheqa xwekuştinê difikirî, hûn dikarin jê bipirsin: “Tu ser vê yekê fikirîyî ku kengê û çawa bikî?” Caba zarê wê eşkere ke hela hal çiqas xirab e.

“Em ça dê-bav dibeke xwe digirin, wekî pirsên usa bidine zarên xwe, çimkî ji caba wan ditirsin. Lê hergê ewana xwe usa texmîn dikin, gelo nelazim e em vê yekê bizanibin?”—Sandra.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Meremê dilê mêriv avên kûr in, lê merivên bîlan wan hildiçinin” (Metelok 20:5).

Çi bikin hergê zar derheqa xwekuştinê difikire?

  • Bi sebir pirsa bidine zarê, wekî têderxin hela ew ça xwe texmîn dike. Ya pêşin, payê zarê bidin ku ew helal û vekirî wera xeber dide. Paşê hûn dikarin bêjin: “Ez dixwazim haş te hebim, hela halê te ça ne. Dikarî minra bêjî çi qewimiye û çi te dilteng dike?”

    Dê ber dilê qîza xweye diltengda tê.

    Bi sebir guh bidine caba zarê. Usa xeber nedin ku zarêra bê kifşê, wekî problêma wê ber çevê we biçûk e, yan jî derbêra şîretê nedinê ku ew çi gerekê bike.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19).

  • Pêşda bifikirin ku ça zara xwe xwey kin. Van pirsa bidine zara xwe wekî ew ser bifikire, û caba wê xwera binivîsin:

    Nîşanên xof. Çi çax fikirên derheqa xwekuştinê cem te pêşda tên? Pêşiya vê yekê tu çi dikî û derheqa çi difikirî?

    Çawa fikirên usa ji hişê xwe dûr xin. Çi şixul yan jî tişt alî te dikin kêm bikevî strêsê û ji hişê xwe fikirên nebaş dûr xî?

    Alîkariyê ji ku bistînin. Gelo hevalên te hene, ji kîjana tu dikarî alîkariyê bixwazî? Ew dikarin dê-bavê te bin, yan merivên dine gihîştî, kîjan ku tu îtbariya xwe wan tînî. Psîxîatr yan jî psîxolojên din, yên ku alîkariyê didine merivên ku derheqa xwekuştinê difikirin, dikarin alî te bikin.

    Dê-bav bi dil guh didine qîza xwe gava ew dilê xwe wanra vedike.

    Planê çêkin bona alîkariyê

    Lemp.

    Şîret: Tiştên ku zar dikare bide xebatê bona xwekuştinê û dermana ji malê derxin yan jî veşêrin.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5).

  • Timê haş zara xwe hebin. Timê dîna xwe bidine ser halê zara xwe, hergê jî usa tê kifşê ku ew xwe baş texmîn dike.

    “Çaxê kurê min minra got, wekî fikirên xwekuştinê îda cem wî tune ne, ez fikirîm wekî problêm safî bûye. Ev şaşîke mezin bû. Bi rastî fikira derheqa xwekuştinê dikare wedê çetinayîkê dîsa nişkêva pêşda bê”.—Daniyêl.

    Dayîk neynika erebêda dinihêre û divîne ku qîza wê medekirî ye.

    Alî zara xwe bike wekî fem ke rastiya ferz derheqa hesta: Hest têne guhastinê. Kitêbek dibêje: “Hest mîna hewayê ne. Mesele, çaxê baran tê, wê bêaqilayî be hergê ber baranê usa bisekinî tê bêjî baran tune. Û aliyê dinva wê bêaqilayî be hergê bifikirî, wekî tev wê tu car dernekeve” (The Whole-Brain Child).

  • Zara bide bawerkirinê: Zara xwera bêje ku tu lê hez dikî û wekî ew dikare îtbariya xwe te bîne. Tu usa jî dikarî bêjî, “Ezê her tiştî bikim, wekî alî te bikim teyax kî”.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

a Heçî zef ji meriva yên ku ji bo dêprêsiyayê diçerçirin xwe nakujin. Lê dîsa jî, ew merivên ku xwe kuştine ji bo dêprêsiyayê diçerçirîn.

b Rast e prînsîpên vê gotarêda bona keçika ye, lê bona geda jî dikarin bidine xebatê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin