KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mrt gotar 55
  • Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
  • Têmên Din
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Wêrankirina tebiyetê hatiye pêxembertîkirinê
  • Axiriya baş hîviya planêta me ye
  • Gelo Milet Dikarin Bibine Yek, seva ku Guhastina Klîmatê Bidine Sekinandinê?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Germaya Hewayê ser Temamiya Dinyayê Gelek Bilind Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Têmên Din
  • Kî wê Erdê Xilaz ke?
    Têmên Din
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Krîzîsa Avê Nav Temamiya Dinyayêda?
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Têmên Din
mrt gotar 55
Planêta Erd ji kosmosê. Pareke planêtayê saxlem tê kifşê, lê pareke din şewitî û wêrankirî ye.

HIŞYAR BIMÎNIN!

Erd Wêran Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Antonyo Gutêrrês, Sêkrêtarê sereke yê Teşkîleta Miletên Yekbûyî, paşî hesabê Koma Êkspêrtên Guhastina Klîmatêye Navhukumetiyê, ya 4 Nîsanê, sala 2022, usa got: “Em gelek lez berbi xirabkirina klîmatê diçin. Şeherên mezin dikevine binê avê. Germaya hewê çiqas diçe, zêde dibe. Firtonên qayîm radibin. Lê gelek ciyada jî av kêm dibe. Bi mîlyona cisnên heywana û cûrên şînkaya betavedibin. Eva çîrok nîne û em ji ber xwe dernaxin. Zandar mera evê yekê elam dikin. Meniya van qeziya ev e, ku meriv ênêrjiyayê, petrolê û hemû cûre şewat, nerast didine xebatê”.

Rojnemekêda “The New York Times” ya 15 Hezîranê, sala 2022, usa hatiye gotinê: “Zandar xemgîn dibin û gelek car dibêjin wekî salên din klîmat wê usa qayîm bê guhastinê, ku weke 423 parkên miletiyê [yên Dewletên Yekbûyîda], ji bo bilindbûna germê wê ziyanê kevin. Ev tiştên xirab ku pêşda tên, anegorî pêxembertiyên Kitêba Pîroz in: agir, sêlav, helandina bûzê, zêdebûna avê berada û qije-qija germê” (“Flooding Chaos in Yellowstone, a Sign of Crises to Come”).

Gelo problêmên tebiyetêva girêdayî, dikarin bêne safîkirinê? Hergê erê, kî wê wan problêma safî ke? Dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîrozda çi nivîsar e.

Wêrankirina tebiyetê hatiye pêxembertîkirinê

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî Xwedê wê qira wan bîne, “yên ku dinê xirab dikin” (Eyantî 11:18). Ev rêza ji Kitêba Pîroz sê tişta me hîn dike:

  1. 1. Meriv wê bi kirên xwe ziyaneke mezin bidine erdê.

  2. 2. Wêrankirina erdê wê bê sekinandinê.

  3. 3. Ne ku meriv, lê Xwedê wê problêmên tebiyetêva girêdayî safî ke.

Axiriya baş hîviya planêta me ye

Kitêba Pîroz dibêje, wekî erd wê heta-hetayê hebe (Waîz 1:4). Dêmek ser erdê meriv wê hertim bijîn.

  • “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29).

Halê planêta me wê bi temamî bê rastkirinê.

  • “Wê çol û deşta ziha şa bibe, wê berî dilgeş bibe, wek gula kulîlk bide” (Îşaya 35:1, ÎM).

Seva ku hê zêde pêbihesin, wekî çima em dikarin bawer bin, ku Xwedê wê planêta me xilaz ke, bixûnin gotar “Kî wê Erdê Xilaz ke?”

Seva ku pêbihesin, çima em dikarin hela hê wedê krîzîsa klîmatê jî bawer bin, wekî axiriya baş pêşiya me ye, bixûnin gotar “Guhastina Klîmatê û Axiriya Me; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?”

Seva ku fem bikin, wekî Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike ku çetinayên klîmatêva girêdayî teyax kin, bixûnin gotar “Wedê Teşqelên Tebiyetê Kitêba Pîroz Çawa Dikare Alî Te Bike?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin